Gunay: Ocalan hesabê serdestan serobino kir

  • rojane
  • 09:11 7 Cotmeh 2018
  • |
img
STENBOL - Parêzera Ocalan Ebrû Gunay, diyar kir ku tecrîdkirina Ocalan berdewamiya "komployê" ye. Gunay, detnîşan kir ku Ocalan bi paradîgmaya xwe hesabên serdestan serobino kiriye. 
 
Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan di 9'ê Cotmeha 1998'an de ji Sûriyeyê hat derxistin û bi vê yekê re komploya navnetewî dest pê kir û paşê di 15'ê Sibata 1999'an de radestî Tirkiyeyê hat kirin. Ji roja ku hat radestkirin heta niha tê tecrîdkirin. Parêzera Ocalan û Parlementera HDP'ê ya Mêrdînê Ebrû Gunay komploya navntewî û tecrîdkirina Ocalan nirxand. 
 
‘JI BO ÇI KOMPLO HAT KIRIN?' 
 
Gunay, bilêv kir ku ji bo qewmînên duh û niha bên fêmkirin divê pêşî pirsa "Ji bo çi komplo hat kirin?" bê bersivandin. Gunay got: "Li Rojhilata Navîn kêm kes wek Birêz Ocalan siyaset dikirin. A rast ev nîşan dida ku Birêz Ocalan ji pêşengên din cudatir e. Çimkî Birêz Ocalan serwerê erdnîgariya Rojhilata Navîn bû. Dema li Şamê bû bi hemû gelan, ciwan û jinan re hevdîtin pêk dianî. Yanî baş hay ji Rojhilata Navîn hebû. Felsefe û paradîgmaya ku afiran li hesabê serdestan nedihat. Çimkî hem felsefeya PKK'ê hem jî ya Ocalan, ji bo gelan e. Ji ber ku ev felesefe ji bo gelan têdikoşe û bereksê polîtîkaya serdestan a ku hewl dide kurdên xwe biafirîne bû, ji Rojhilata Navîn hat derxistin." 
 
Gunay, gotina Ocalan a "Ez li Rojhilata Navîn lîstikan xera dikim. Loma ji Rojhilata Navîn hatim derxistin" bi bîr xist. 
 
'TECRÎDA LI ÎMRALIYÊ DEWAMA KOMPLOYÊ YE' 
 
Gunay, gotinên hin rêvekarên komployê yên DYA'yî bi bîr xistin ku gotin 'A rast plan ew bû ku em serî bieciqanin û gewdeyê daqurtînin" û ji ber vê tecrîda li Îmraliyê dewama komployê ye. 
 
Gunay got: "Çimkî komplo bi xwe, ew bû ku Birêz Ocalan ji Rojhilata Navîn bê derxistin da ku kurdên xwe biafirînin. Pêvajoyeke ku hemû pêwendiya Ocalan a bi gelê kurd re bê qutkirin û wî li gravekê heps bikin û wî bidin jibîrkirin... A rast komplo bi tecrîda Îmraliyê dewam dike. Ev halê komployê yê rojanekirî ye." 
 
 'OCALAN NIHA JÎ LÎSTIKA SERDESTAN XERA DIKE' 
 
Gunay, diyar kir ku Ocalan beriya komployê jî li Rojhilata Navîn lîstika serdestan xera dikir û niha jî bi paradîgmaya xwe hesabê serdestan xera dike û got: "Birêz Ocalan ji bi afirandina kurdê azad tev digere. Ji bo gelan tev digere. Niha ev yek li kantonên Rojhilata Navîn bi teza wî ya Modernîteya Demokratîk pêk tê. Ev mantiqa avakirina lîstikeke nû ye. Lê rola niha ya serdestan jî, ew e ku vê lîstika ji bo gelan hatiye avakirin xera bike. Ev şerekî îdeolojîk e. Niha hêzên navnetewî li gor xwe li çareseriyekê digerin û dixwazin ji bo kurdan modela xwe biafirînin. Lê belê felsefeya Ocalan rê li ber vê yekê digire." 
 
EWROPA BI BÊDENGIYA XWE DAXIL BÛ 
 
Her wiha Gunay bal kişand ser CPT, DMME û Konseya Ewropayê ku li hemberî tecrîdê xwe li bêdengiyê datînin û got: "Ewropa li hemberî komployê û tecrîda ku 20 sal in didome xwe li bêdengiyê danî. Berkesê normên hiqûqa xwe tev digere." Gunay bilêv kir ku ev sekna wan tê wateya pesendkirina tecrîdê  û pesendkirina tecrîdê jî tê wateya komployê. 
 
Her wiha Gunay bilêv kir ku rola Tirkiyeyê ya di komployê de jî "gardiyanî" ye û gotina serokwezîrê wê demê Bulent Ecevît bi bîr xist ku gotibû "Hîn jî min fêm nekiriye ka ji bo çi Ocalan radestî me kirin." 
 
BANDORA OCALAN HÎN JÎ DEWAM DIKE
 
Gunay, destnîşan kir ku wan di 2013'an de di "pêvajoya çareseriyê" de dît ku ka bandora Ocalan a li Rojhilata Navîn û Tirkiyeyê çi qas mezin e. Gunay got: "Hilberandina pêvajoya aştiyê pêvajoyeke pir zehmet e. Hêz, vîn û biryardarî divê. Birêz Ocalan xwedî van tişta ye. Bi bangeke wî rêxistin vekişiya. Me ev yek di 99'an, di 2013'an de dît. Parêzvanên aştiyê yên herî baş, kesên ku pir baş şer dikin bi xwe ne. Ji ber Birêz Ocalan şervanekî pir baş e. Lê ji ber ku aqlê dewletê bawer nekir ku dê aştî bi kêrî wê bê, pêvajoyeke du salan bi dawî kir. Ji roja ku pêwendî bi Ocalan re hat qutkirin polîtîkayekî şerî ket dewrê. Ocalan got 'ger pêvajoya şer bi dawî nebe, dê mekanîka şer têkeve dewrê' û ev mekanîk ket dewrê." Gunay destnîşan kir ku ger pêvajoya diyalogê dewam bikiran dê tiştên baş biqewmiyana û dê rewşeke aborî ya evqasî bêîstikrar çênebûna. 
 
Herî dawî Gunay, diyar kir ku piştî ku teza Modernîteya Demokratîk a Ocalan pêk bê dê tecrîd ji holê rabe. 
 
MA / Yasin Kobulan
 
 

Sernavên din

07/10/2018
15:02 Di Konferansa Jinan a Navneteweyî de tecrubeya Rojava hatin nîqaşkirin
14:48 Temellî: Dixwazin ciwanan ji siyasetê dûr bixin
14:08 Li Êlihê mûdaxileya polîsan: Hevseroka HDP’ê hat binçavkirin
13:57 ‘Em ê bibin şopdarên têkoşîna Gurbetellî’
13:29 Ciwanên HDP’ê konferansa xwe pêk anîn
11:55 Rojnameger Kaplan hat berdan
11:54 6 kes li Edeneyê hatin berdan
11:28 Cengîz Holdîng li Şemrexê dixwaze gund vale bike
09:14 Namzetê AKP'ê yê di hilbijartinê de gel ew nehilbijart danîn ser şaredariyê
09:11 Gunay: Ocalan hesabê serdestan serobino kir
09:09 Daîreya bacê ji bo teblîxata îaşeyê ji girtiyê mir re şand
09:07 Dê danişîna biryarê di 11'ê Cotmehê de pêk bê: Bila hesab bê pirsîn
09:04 Meclîsê ji ber peyva 'asîmlasyonê' pêşniyazname îade kir
09:03 Dogan ê di Komkujiya Enqereyê de birîndar bû: Me dev ji daxwaza xwe ya aştiyê bernedaye
09:00 ROJEVA 7'Ê COTMEHA 2018'AN
08:29 Rojnameger Çagdaş Kaplan hat binçavkirin
06/10/2018
17:55 Şêniyê gundê li Licê: Leşkeran gund dagir kiriye, rewşa me nebaş e
17:19 Li Êlihê deriyê mala taziyê kilît kirin
17:06 ‘Bi her awayî emê têkoşîna xwe bidomîn in’
16:27 Li Ezazê teqîn: 4 kesan jiyan xwe ji dest dan
16:19 Şaxa ÎHD’a Îzmîrê: Girtiyên nexweş nekin amûrê polîtîkayan
16:06 Li Amedê aqûbeta Ahmet Çakici hat pirsîn
15:47 Bila girtiyên nexweş Aslankiliç û Ozelmali bên berdan
15:07 Dede: Pêkanîna tecrîtê li dijî hemû gelê Kurd e
14:52 Dayikên Şemiyê tevî hemû astengiyên polîsan jî aqûbeta xizmên xwe pirsîn
13:51 Nivîskarê Ozgur Gundemê Akyol hat bibîranîn
13:40 Meclîsa Şengalê Nadîa Mûrad pîroz kir
13:32 Girtiyê nexweş Ozelmali 10 rojin di greva birçîbûnê deye
13:12 HDP’ê Cejna Cimaya Şîxadî ya Êzidiyan pîroz kir
13:00 Tosun: Em ê bi ciwanan re pêşerojek demokratîk, wekhev û azad ava bikin
11:33 Polîsan nivîskar Demîrer binçav kirin û bi ser mala malbata Sarisuluk de girtin
11:17 Nadîa Mûrad: Ez vê xelatê li ser navê Kurdan digirim
10:47 Li dijî HDP'ê operasyon: Gelek kes hatin binçavkirin
10:37 Parêzer Kavîlî hat berdan
10:28 Leyla Guven: Tu hêviyên me ji AKP û daraza wê tuneye
09:11 Der barê dosyeyên Cizîrê de yeko yeko biryara 'neşopandinê' tên dayîn
09:10 Parêzerê bûyerên 6-8'ê Cotmehê: Kiryarên sereke tên veşartin
09:10 Parêzerê karkeran: Bi fermana îktîdarê hatin girtin
09:09 Rojnamevana pênûsa xwe dewrî rojnamevanên jin kir: Gurbetellî Ersoz
09:08 Ji ber zemê kes nikare biçe bazaran jî: Bi saxî dikujin
09:07 Li Wanê Mîhrîcana Şanoyê dest pê dike
09:07 31 sal ceza li cerdevanê ku zarokek îstismar kir hat birîn
09:00 ROJEVA 6'Ê COTMEHA 201'AN
05/10/2018
23:39 Nivîskar Mehmet Çakmak hat berdan
19:40 Rojnamevan Adnan Bîlen hat berdan
16:49 Der barê 12 wekîlên HDP û 3 wekîlên CHP’ê de fezleke
16:01 ‘Dixwazin Tahîr Elçî ji bîra civakê bibin’
15:49 Rojnameger Sayilgan ê 2 sal e girtî ye nehat berdan
15:39 Têkildarî kuştina rêvberê MHP’î de 4 kes hatin binçavkirin
15:30 11 kes li Îzmîrê hatin binçavkirin
15:25 Tundiya li ser xebatkarên tenduristiyê hat şermezarkirin
15:18 Serokê Giştî yê Dev Yapı-Îşê Karabulut hat girtin
15:03 'Hûn me nas nakin, li têkoşîna me binêrin’
14:27 Fadil Şenyaşar: Em rastî bêmafiyek qet nehatiye dîtin, hatin
14:08 Oluç: Biryara ji bo Buldan li dijî qanûnê ye
13:54 Li Girtîgeha Duzce tehdît: An hûnê çongê xwe danin erdê, yan jî em ê we bikujin
13:41 Zarokên doza Nisêbînê dîsa nehatin berdan
12:50 Xelata Aştiyê ya Nobelê ji bo Nadîa Mûrat û Denîs Mukwege hat dayîn
12:40 Rojnameger Adnan Bîlen hat binçavkirin
12:31 Di Konferansa Ciwanên Herêma Serhedê ya HDP’ê de dê tecrît bê nîqaşkirin
12:23 Di serdegirtina malan de gellek kes hatin binçavkirin
12:06 Li Girtîgeha Odemîş girtî hatin derpkirin
11:52 Hevşaredara Nisêbînê Kaya nehat berdan
11:46 ÎRA: Di îlonê de 110 rojnameger hatin darizandin
11:33 Malbatên girtiyên li Patnosê serî li ÎHD’ê dan
11:19 Nivîskar Şeyxbizînî: Yekîtiya ziman dê rê li ber yekîtiya neteweyî veke
10:49 Ebu Adil: Parastina Minbicê mafê me yê rewa ye
10:44 Aydenîz a HDP’î: Hikûmetê ji 6 û 8’ê Cotmehê ders dernexist
10:11 Teatra Yekta Hêvî promiyera ‘Kirêciyê Nû’ da pêşandan
09:31 Nivîskar Mehmet Çakmak hat binçavkirin
09:31 Qedexeya derketina derve ya li Sêrtê hat rakirin
09:25 Ji ber peyva 'kiryar nediyar' pêşnizyanameya der barê Doza Pasûrê de hat îadekirin
09:24 Tenê ji bo temsîl û ezimandinê 193 milyon û nîv TL hatiye xerckirin
09:24 ‘Reçeteya krîza aborî û siyasî bi dawîkirina tecrîdê pêkan e'
09:22 Li Manîsayê namzeyên keyatiyê yên jin ji bo hilbijartinê dixebitin
09:22 'Ya dikeve ser milê me divê em bibin dengê nav çar dîwaran'
09:21 ‘Kujerê Kûdret Kalkanê Vedat be, kujerê Vedat jî dewlet e'
09:20 Navenda zebze û fêkiyan a Colemêrgê ji ber bêavîtiyê hişk bû
09:00 ROJEVA 5'Ê ÎLONA 2018'AN
08:35 Karkerekê li Antalyayê jiyana xwe ji dest da
04/10/2018
18:10 Malbatên Roboskiyê: Ên qedexe dikin ditirsin bi komkujiyê re hevrû bibin
16:53 Dozger serlêdana hevdîtina bi Ocalan red kir
16:24 Îtîraza berdana bersûca Komkujiya Dîlokê hat redkirin
15:58 Aborîzan Altinors: AKP gav bi gav Tirkiyeyê ber bi mêtîngehê ve dibe
15:57 Dozger ji bo Taşçier 4 sal û nîv ceza xwest
15:32 Sibê dê danişîna 17 zarokên Nisêbînê bê dîtin
14:48 Dadgeha Bilind cezayê rojnameger Guleş erê kir
14:35 Demîrtaş nehat berdan
14:27 Hevserokê Giştî yê SYKP’ê Kaya hat binçavkirin
14:17 Dadgehê biryar da ku Pervîn Buldan bi zorê bînin dadgehê
13:53 'Dixwazin bi dadger û dozgeran muxalefetê dîzgîn bikin’
13:37 KCD’ê Berhem Salih pîroz kir
13:25 Li Stenbolê jinek hat kuştin
13:24 Meclîsa Jinan a HDP’ê: Li dijî polîtîkayên şer em ê têkoşînek hevpar birêve bibin
13:23 Polîsan li 2 kesan da û ew binçav kirin
12:43 Dozger: Ez dewama girtinê dixwazim
Demîrtaş: Ez berdana xwe daxwaz nakim
12:31 Karkerek li Edeneyê jiyana xwe ji dest da
12:19 Serokatiya Meclîsê pêşniyazpirsa ‘sirgûna êzidiyan’ qebûl nekir
12:00 Bi ser kaşkirina mirovahiyê re 3 sal derbas bû
11:02 ‘Îdrîs neyê berdan em ê dozê bibin DMME'yê’