MÊRDÎN - Li Midyadê di serdegirtina malan de, rêveberê HDP’ê Metîn Akkurt û endamê Meclîsa Şaredariya DBP’ê Cîhan Aslan ên hatibûn binçavkirin, hatin berdan.
Li navçeya Midyada Mêrdînê, di serdegirtina malan a duh de rêveberê Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) ê Metîn Akkurt û endamê Meclîsa Şaredariya Partiya Herêmên Demokratîk (DBP) ê Cîhan Aslan hatibûn binçavkirin. Akkurt û Aslan piştî lêpirsîna wan a li Midûriyeta Polîsan bi dawî bûn hatin berdan.
11 kesên li navçeyên Dêrik û Qoserê hatibûn binçavkirin jî lêpirsîna wan a li Midûryeta Polîsan didome. Li bendê ye ku 11 kesên dibin çavande sibe sewqî edliyê bikin.