STENBOL - Hunermend Ayfer Duzdaş, ji bo Hevseroka Kongreya Civaka Demokratik (KCD) Leyla Guven a li dijî tecrîdê 78 rojin di greva birçîbûnê de ye, helbestek nivisand û stra.
Greva birçîbûnê ya bêdawî û bêdorveger a Hevseroka Kongreya Civaka Demokratik (KCD) û Parlamentera HDP’ê ya Colemêrgê Leyla Guven ji bo rakirina tecrîdkirina Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan, di roja 78'an de berdewam dike. Guven li Girtîgeha Tîpa E ya Amedê di grevê de ye û bi biryare heta tecrid bi dawî nebe dest ji çalakiyê bernede. Hunermend Kurd Ayfer Duzdaş, ji bo Hevseroka Kongreya Civaka Demokratik (KCD) Leyla Guven a li dijî tecrîdê 78 rojin di greva birçîbûnê de ye, helbestek nivisand û stra. Duzdaş, li ser medya civakî helbest û newaya stranê parve kir. Duzdaş, bi vê helbest û newaya stranê piştgirî da çalakiya Guven.
Helbesta newaya stranê wiha ye:
Keçên kurdan şervan in
Hember tarî bang didin
Şêr li her derê şêr e
Çi jinê xwe çi mêr e
Leyla navê jiyan e
Leyla deng da cîhane
Bû hevala Zarîfe
Hember tarî deng dide
Ez Dicle û Firat im
Qoçgirî Ararat im
Di zindan de deng didim
Keça kurd im serbilind im
Berxwedana sedsalî
Şev lê da şeva tarî
Di zindanên zaliman da
Bi me re Xizirê Kalî
Lînga newayê wiha ye: https://www.youtube.com/watch?v=f6nhtLHnS-Q&feature=youtu.be