AMED - Rêxistina HDP'ê muzika hilbijartina 31'ê Adardê ya Rêveberiya Herêmî diyar kir. Dirûşmeya hilbijartinê û muzîkê “Ya Me Ye” ye.
Rêxistina Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) muzîka hilbijartina Rêberiyên Herêmî ya 31'ê Adarê diyar kir. Dirûşmeya muzîkê “Ya Me Ye” ye. Hunermendên Navenda Çanda Mezopotamya (NÇM) helbet û stran amade kirin û dan nasîn. Strana hilbijartinê li Salona Konferansê ya Ayaz Elegance ya Peyasê di danasîna namzetên hevşaredaran de hat nasîn.
Helbesta stranên muzîka NÇM'ê ya ji bo hilbijartinê wiha ye:
Kuçe û kolan ya me ye
Qad û bajar ya me ye
Deşt u zozan ya me ye
HDP partiya me ye
Bi vîn û serhildan e
Bi rik û berxwedan e
Bi tilîlî û dîlan e
HDP bersiv dan e
Ew rêça azadî ye
Wek rojê hilatî ye
Partiya gel û aştî ye
Rabin wa dem hatî ye
Dem hat û gurzî lêxin
Qeyd û bendan li erdêxin
Zilimkar û zordaran
Ji bajaran derêxin
Kuçe û kolan ya me ye
Qad û bajar ya me ye
Deşt u zozan ya me ye
HDP partiya me ye
Jin jiyan azadî ye
Hêvî û bawerî ye
Tim ciwan û zindî ye
HDP soza me ye
Ji do tê dîroka me ye
Xewn û azadiya me ye
Ew roj û dema me ye
Sibe jiyana me ye
Dem hat û gurzî lêxin
Qeyd û bendan li erdêxin
Zilimkar û zordaran
Ji bajaran derêxin