AMED - Mahsum Maglî yê ji 1’ê Adarê ve li dijî tecrîda li ser Rêber PKK’ê Abdullah Ocalan di greva birçîbînê deye, diyar kir ku heta tecrîd bi dawî nebe, ewê çalakiya xwe berdewam bikin û got: “Çi dibe bila bibe, dê dawî mûhteşem be.”
Girtiyê bi navê Mahsûm Malgî yê li Girtîgeha Tîpa T a Hejmara 1 a Amedê dimîne û ji 1’ê Adarê ve li dijî tecrîda li ser Rêber PKK’ê Abdullah Ocalan di greva birçîbînê deye, bi navbeynkariya malbata xwe peyam şand û got: “Heta ku tecrîda li ser Ocalan bi dawî nebe, em ê çalakiya xwe bi dawî nekin.”
‘TENÊ DAXWAZEK ME HEYE’
Malgî yê di sala 2012’an li Edenê hat girtin, 14 sal û 6 meh cezayê girtîgehê lê hat birîn, ev 8 sal û 6 mehin di girtîgehê deye. Malgî di hefteya derbasbûyî de bi telefonê li malbata xwe geriya û ji wan xwest ku hîn zêdetir xwedî çalakiyên grevên birîbûnê derkevin. Malgî, di hevdîtina telefonê de, diyar kir ku tenê daxwazek wan heye û silav ji Leyla Guven, Nasir Yagiz û malbata Zulkuf Gezen ê li Girtîgeha Tîpa F a Tekîrdagê li dijî tecrîdê dawî li jiyana xwe anî, re şand.
‘ÇI DIBE BILA BIBE DÊ DEWAM BIKIN’
Malgî, da zanîn ku heta daxwaza wan neyê pêşwazî kirin, dê dest ji greva birçîbûnê bernedin û ev peyam da: “Encam çi dibe bila bibe emê dest ji grevê bernedin. Emê vê berxwedanê heta dawiyê berdewam bikin. Mîna Çiyager jî gotî ‘Çi dibe bila bibe, dê dawî mûhteşem be.’ Em ji bo gelê xwe vê bangê dikin, bila agahiya wan ji her tiştî hebe. Divê çalakiya rêheval Zulkuf baş fêm bikin û bibin dengê zindanan.”