‘Bila tecrîd bi dawî bibe û mirin çênebin’

img
NAVENDA NÛÇEYAN - Li gelek bajaran ji bo Ayten Beçet a bi armanca şermezarkirina tecrîda li ser Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan dawî li jiyan xwe anî daxuyanî hatin dayîn. Di daxuyaniyan de ev bang hat kirin: “Bila tecrîd bi dawî bibe û mirin çênebin.”
 
Li gelek bajaran ji bo Ayten Beçet a bi armanca şermezarkirina tecrîda li ser Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan li Girtîgeha Sergirtî ya Jinan a Gebze dawî li jiyan xwe anî daxuyanî hatin dayîn. Di daxuyaniyan de tecrîd hat şermezarkirin û bertek mezin li dijî bêdengiya hikumet û dewetê hebû û ev bang hat kirin: “Bila tecrîd bi dawî bibe û mirin çênebin.”
 
ÎDIR
 
Rêxistina Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) a Îdirê, ji bo Ayten Beçet a bi armanca şermezarkirina tecrîda li ser Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan dawî li jiyan xwe anî, bibîr bîne daxuyanî da çapemeniyê. Endam û rêveberên partiyê li avahiya partiyê kom bûn û daxuyanî dan çapemeniyê. 
 
Parlementerê HDP’ê Habîp Eksîk di daxuyaniyê de axaftinek kurt kir û wiha got: “Hevseroka KCD’ê û Parlementera HDP’ê Leyla Guven ji bo rakirina tecrîda li ser Ocalan ev 137 rojin di greva  birçîbûnê deye. Niha parlementer û bi hezaran kes di berxwedana grevên birçîbûnê dene. Bi armanca şermezarkirina tecîdê Zulkuf Gezen, li Ewropa Ûgûr Şakar û li Girtîgeha Gebze Ayten Beçet dayî li jiyana xwe anîn. Hikumet cenazeyan nadin malbatan, ji gel direvînin û bi awayekê bêhiqîqî defin dikin. Di tu exlaqa û hiqûqê de nêzîkatiyek wisan tuneye. Desthilatdariyê bêhiqûqî li Tirkiyeyê, kiriye qanûnekê ji rêzê. Ji bo ku mirin çênebin, divê demildest gav bê avêtin. Bila tecrîd bi dawî bibe û mirin çênebin.”
 
ŞIRNAK 
 
Li Şirnex û navçeyên wê jî, ji bo Zulkuf Gezen, Ayten Beçet û Zehra Saglam ên li dijî tecrîdê dawî li jiyana xwe anîn, daxuyaniyên hemwext hatin lidarxistin. 
 
Daxuyaniya li Şirnexê li avahiya HDP’ê ya Bajarê hat dayîn. Parlementera Bajêr Nûran Îmîr, rêveberên HDP û DBP’ê û gelek kes beşdarî daxuyaniyê bûn. Îmîr di daxuyaniyê de axivî û wiha got: “Em kesên ji bo şermezarkirina tecrîdê dawî li jiyana xwe anîn, bibîr tînin û sersaxî ji malbatên wan re dixwazin.”
 
ÎMÎR: EMÊ JI BÎR NEKIN 
 
Îmîr, anî ziman ku polîtîkayên tecrîdkirinê dibe sedama mirinan û wiha axivî: “Emê zarokên birûmet ên têkoşîna demokrasiyê tu carî ji bîr nekin. Emê bi hevre têbikoşin, tecrîdê parçe parçe bikin û civakê azad bikin.” 
 
Piştî axaftina Îmîr, daxuyanî bi lêxistina çepikan bi dawî bû. 
 
CIZÎR
 
Rêxistina HDP’ê ya Cizîrê jî, bi heman armancê li avahiya partiyê daxuyanî da çepemeniyê. Namzetên Şaredariyê û gelek kes beşdarî daxuyaniyê bûn û di daxuyaniyê de wêneyê Beçet a dawî li jiyana xwe anî hat vekirin. Hevseroka HDP’ê ya Bajêr Guler Tûnç di daxuyaniyê de axivî û wiha got: “Çalakgerên di grevên birçîbûnê de li dijî zilmê li ber xwe didin. Tecrîda girankirin ya li ser Birêz Ocalan dixwazin belavî hemû welat bikin.”
 
SÎLOPÎ
 
Rêxistina HDP’ê ya Sîlopî jî, li avahiya partiyê daxuyaniyê da çapemeniyê û bi dehan kes beşdar bûn. Di daxuyaniya parlementerê Bajêr Huseyîn Kaçmaz jî beşdar bû de, wêneyên Ayten Beçet û Zulkuf Gezen hatin vekirin. Ji rêveberên HDP’ê yên Bajêr Sûphî Kûlat xwest ku demildest tecrîd bê rakirin. 
 
HEZEX 
 
Rêxistina HDP’ê ya Hezexê jî, daxuyanî li avahiya partiyê da û daxuyaniya ji navenda partiyê hatibû ji aliyê rêverê HDP’ê Resûl Oner ve hat xwendin. 
 
MÊRDÎN 
 
Li Mêrdînê jî bi armanca piştgiriyê bidin greva birçîbûnê û balê bikişîni ser çalakgerên li dijî tecrîdê çalakî pêk anîn û jiyana xwe ji dest dan daxuyanî dan. Di çalakiyan de Hevserokê HDP'ê Mesut Urun, xwest daxwazên girtiyan bên qebûlkirin û bi lez gavan bavêjin. Urun, bang li hikûmete kir û xwest ji bo cenaze ji girtîgehan dernekevin êdî bi lez têkevin nava tevgerê. Li navçeya Artûklû û Dêrikê jî bi heman armancê daxuyanî dan û xwestin hikûmet bi lez daxwazên gritiyan pêk bînin. 
 
ÎZMÎR 
 
Rêxistina HDP'ê ya Îzmirê jî bi heman armancê daxuyanî da. Rêxistina HDP'ê bal kişand ser daxwazên Zulkuf Gezen, Ayten Beçet, Zehra Saglam û Ugur Şakar. HDP'ê civîna çapemeniyê li avahiya xwe pêk anîn. Hevserokên HDP'ê yên Îzmirê Besriye Tekgur, Kadrî Baydur, xizmên girtiyan û rêveberên HDP'ê amade bûn. Hevseroka HDP'ê ya Îzmirê Besriye Tekgur daxuyanî da û wiha got: "Rêberê PKK'ê 20 salin bi tena serê xwe di yek hucreyê de tê girtin. Hevseroka KCD'ê Leyla Guven 137 rojin li dijî tecrîdê di grevê de ye. Li girtîgehan bi hezaran girtî di grevê dene. Berirsiyarê tecrida mutlaq AKP-MHP  ye. Wezareta Dadê jî guhê xwe girtiye û ker û kor bûye. 
 
Girtî Gezen, Şakar û Beçet bi armanca dawî li tecrîdê bînin dawî li jiyana xwe anîn. Girtî û çalakgerên siyasî yên bi bedena xwe li ber xwe didin bang me tevan dikin ku em dengê xwe bilind bikin. Em ger ku bi hevre têbikoşin emê karibin vê tecrîdê bişkînin. Divê rêxistinên demokratîk saziyên demokratîk û sivîl û hemû cewawerî guh bidin van bangan. Em bang li rêxistinên demokratîk, girseya demokratik, rewşenbir, hunermend, nivîskar, siyasetmedar û hemû bêşegê civakê dikin ku bêdeng nemînin." 
 

Sernavên din

25/03/2019
13:04 HDP ji bo belavokên korsan daxuyanî da
12:55 Medya Çinar a çalakî pêk anî, ji doza Nisêbînê girtî dihat darizandin
12:42 Namzetên HDP'ê yên Çewlîgê projeyên xwe parve kirin
12:41 Girtiyên di greva birçîbûnê de: Hirsa me ya serkeftinê mezintir bûye
12:18 Li Cizîrê bîlançoya lehiyê giran e
11:55 Girtiyên li Odemîşê: Êdî veger tuneye, em banga piştevahiyê li hemû kesan dikin
11:55 ÎHD û TÎHV: Greva birçîbûnê di rewşa krîtîk de tecrîdê rakin
11:49 Li Girtîgeha Mêrdînê jinek girtî dawî li jiyana xwe anî
11:15 Namzetên Hevşaredariya Bedlîsê: Em xwedî li deng û sindoqan derkevin
10:32 Nexweşxaneya Dewletê ya Pirsusê di bin avê de ma
10:20 'Nebin hevkarê vî sûcî, deng bidin dengê me’
10:05 Leyla Guven 138 rojin li dijî tecrîdê têdikoşe
09:24 Girtiyan: Heta daxwaza 7 hezar girtiyan neyê qebûl kirin emê çalakiya xwe bidomînin
09:23 6'emîn danişina doza Rojnameger Ataman ê di grevê de sibê ye
09:23 Hevala kawîşê ya Beçet: Dixwest wekî Sema Yuce bibe dîrok
09:12 ‘Çûyîna hilbijêrên me ya ser sindoqan asteng dikin’
09:11 Parêzer Uysal: Di mehekê de 4 dadgerên li Îmraliyê dinêhirin guherîn
09:11 Malbatên Şirnexî: Dema dor tê me çareseriyê nabînin gelo?
09:10 ‘Yên wecîbeyên olî asteng dikin ji Îslamê dûr bûne’
09:05 Li Girtîgeha Alanyayê 25 girtî di greva birçîbûnê de ne
09:05 Kovara Folklora Me: Zargotin pişt e, folklor her tişt e
09:02 Namzetên Hevşaredariya Îdirê banga mitîngê kirin: Mitîng dê bibe mizgîniya 1’ê Nîsanê
09:00 ROJEVA 25'Ê ADARÊ YA NAVENDA NÛÇEYAN
08:23 Cizîr di bin avê de ma: 2 kesan jiyana xwe ji dest dan
07:47 Cenazeyê Saglam di bin dorpêç û zextên eskeran de defin kirin
24/03/2019
21:25 Esker û polîsan nehişt parlamenter biçin gundê Saglam
20:05 Waliyê Mûşê gundê ku Saglam lê bê definkirin ketin û derketin qedexe kir
18:10 Temellî bang li wezîrê dadê kir: Gunehê van di situyê we de ye
17:10 Şenoglu: Teqez wê tecrîd bê şikandin
Buldan: Em bi coşa Newrozê ders bidin zilmkaran
16:56 Li Wanê welatî ji bo Zehra Saglam meşiyan
16:54 'Tecrîd mirina her roj e'
16:47 Namzetên Şaredariya Colemêrgê projeyên xwe eşkere kirin
16:36 Heyeta Norveç: Qewimandinên li Tirkiyeyê şermê dide me
16:26 Li Paytextê Tirkiyeyê Newroz pîroz kirin: Vî dengî bibihîsin, tecrîdê rakin
15:56 Li Newroza Stenbolê peyama hevpar: Em berxwedana zîndanan girsettir bikin
15:45 Leyla Guven bang li girtiyan kir: Em ne mirinê, jiyanê bixin pêşiya xwe
15:16 Barîkat li ser barîkatê derbas kirin û mala sersaxiyê ziyaret kirin
15:13 ‘Bila tecrîd bi dawî bibe û mirin çênebin’
15:12 Xebatkara Yenî Yaşamê Sirnaç hat binçavkirin
14:11 Malbatên girtiyan Agirê Newroza geş kir: Stenbol li dijî tecrîdê bû yek deng
13:50 Nameya Ayten Beçet di Newrozê de xwendin: Yekem care ez xwe wisan azad hîs dikim
13:18 Temellî: Ev îktîdar mafê definkirinê jî xezp dike
13:17 Li Mûşê ji bo mîtînga fînalê bang hat kirin
13:15 Girtiyek din jî li dijî tecrîdê dawî li jiyana xwe anî
12:53 Li Sîlopî maşîneya zirxî qulipî: Leşkerek mir
12:32 Bi deh hezaran Stenbolî diherike qada Newrozê: Leyla Guven rûmeta me ye
11:53 3 kes li Edenê hatin girtin
11:33 Sabri Beçet: Em ewqas bira ne ku mala şînê jî nadin me
11:29 Bi çekan êrîşî Partiya Saadetê kirin
11:27 Çalakgerê greva birçîbûnê Malgî: Dawî dê mûhteşem be
11:22 Pîrozbahiya Newroza Bakirkoyê zû dest pê kir
10:47 Hevala Beçet a girtîgehê: Temenê wê biçûk bû lê îradeya wê xurt bû
10:47 YSK'ê li ser daxwaza cendirmeyan cihê sindoq guhert
10:24 Trûmp, Hêzên Sûriyeya Demokratîk pîroz kirin
10:09 Promiyera lîstika ‘Nobedarê Dilên Hêsîr’ a Melayê Cizîrî hat pêşandan
10:06 Leyla Guven 137 rojin li dijî tecrîdê li ber xwe dide
09:48 Berdevkê EGEÇEP'ê: Gel dixwaze kesên bibin şaredar xwezayê biparêzin
09:45 Namzetê Dihê: Emê li gelek qadan kooperatîfan ava bikin
09:22 Namzetên Êlihê: Hindik ma gel bigihê şaredariya xwe
09:20 Ciwanê ku polîsan nehişt têkeve qada Newrozê: Hatim derbkirin
09:17 Namzeta HDP'ê ya Meclîsa Şaredariya Sêrtê Şen a 19 salî: Kurd di zarokatiya xwe de siyasetê nas dikin
09:15 Helbestkar Dûman ê 25 sal in girtî: Heta tecrîd bidome çalakî jî dê bidomin
09:13 Namzetên Dara Hênê: Em ê bixebitin, hilberînin û li hev par bikin
09:11 Parêzer: Rewşa girtiyên di grevê de di asteke krîtîk de ye
09:08 Girtîgehê amûrên girtiyên di grevê de desteser kir
09:06 Namzetê CHP'ê yê Yuregîrê: Divê gel firsendê nede kesên civakê perçe dike
09:04 Keskîn: di cinayeta Sakçi de em behsa nîjadperestiyeke ketûberbûyî dikin
09:03 Bi hinceta 'ragihana bişîfre' rojnameyê nadin girtiyan
09:01 ROJEVA 24'Ê ADARA 2019'AN
08:34 Cenazeyê Ayten Beçet di bin dorpêça eskeran de defin kirin
23/03/2019
22:20 Polîsan ji bo cenazeyê Becetê şert danî: Herî zêde 5 kes dikarin tev li merasîmê bibin
20:44 Polîsan dest danî ser cenazeyê Ayten Becet
18:50 Bi sedan kes ji bo Ayten Becet meşiyan
18:13 Îlham Ehmed: Em niha kêliyên dîrokî dijîn
Ebd Hamid El-Mehbaş: EV kêlî wê bi tîpên zêrîn li dîrokê bên nivîsîn
17:43 Malbat wê cenazeyê keça xwe Ayten Beçet li Dîlokê defin bikin
17:12 Temellî: Dema mirovek winda bû, wê demê mirovahî dimire
17:11 KCD, TJA, ÎHD, TUHAYDER, HDP: Berpirsiyarê mirinan îktîdar e
16:40 Polîsan mudaxileyî girseaya ji bo Beçet li ber Saziya Tipa Edlî kom bûn kir
16:25 Li Osmaniyê pîrozbahiya Newrozê: Em tecrîdê rakin
16:21 QSD’ê bi sirûda ‘Ey Raqîb’ xelaskirina DAIŞ’ê îlan kir
15:49 Dayika Ayten Beçet: Rabin ser piyan bêjin ‘êdî bese’
15:32 Temellî: Ev gêzika HDP'ê ye wê qeyûman paqij bikin
Buldan bang li wezaretê kir: Hûnê heta kengi çavê xwe li mirinan bigirin
15:07 Malbata Erden ên hatibûn binçavkirin hatin berdan
14:59 32 kesên di Newroza Êlihê de hatibûn binçavkirin, hatin berdan
14:51 ÎHD: Selamî Keleş serbest berdin
14:43 Xizmên windayan: Daxwazên çalakgerên grevê pêk bînin
14:38 ÎHD’a Îzmîrê: Faîlên Hasan Ocak pirsî
14:07 Parêzerên OHD li Girtîgeha Mereşê hevdîtin bi girtiyan kir
14:03 Li Heqil Umerê kêliyên dîrokî
13:47 Emine Ocak: Em windayên xwe û Qada Galatasarayê dixwazin
13:34 Malbata Ayten Beçet a dawî li jiyana xwe anî ber bi Stenbolê ketin rê
12:50 'Em qêrîna berxwedanê li Stenbolê bilind bikin'
12:13 Polîsan li Cizîrê gelek siyasetmedar binçav kirin
12:07 Komîteya Amadekar a Newrozê: Sed hezaran ji bo çareseriyê Îmralî nişan da
12:04 Girtiya siyasî Ayten Beçet tecrîd şermezar kir û jiyana xwe ji dest da
11:22 Sedema binçavkirina 110 kesan kesk sor û zer e
11:01 Sînmîş ku li malê çalakiya xwe didomîne: Ê dibê ez mirov im, divê vê zilmê qebûl neke
10:59 Soylu: Min ferman da midûrê polîsan
10:41 Temellî: Divê peyam û îtîrazên di Newrozê de bilind bûn baş bên fêmkirin
10:37 QSD, YPG û YPJ’ê rizgariya Baxozê li gelan pîroz kir