Temellî bang li wezîrê dadê kir: Gunehê van di situyê we de ye

img

DERSÎM -  Hevserokê Giştî yê HDP'ê Sazaî Temellî, li Qada Seyît Riza ya Dersimê tev li mîtîngê bû. Temellî hîtabî hezaran kir û bal kişand ser çalakgerên ku tecrîd şermezar kirin û jiyana xwe dest dan û wiha got: 

"Gunehê van kesên jiyana xwe ji dest da di stuyê we de ye. Wezîrê Dadê 137 rojin sûc dike. Em naxwazin hevalekî me jî jiyana xwe ji dest bidin."
 
Hevserokê Giştî yê Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) Sezai Temelli, di çarçoveya xebatên hilbijartinê de piştî Bajaroka Akpazar a Dersîmê derbasî Dersîmê bû. Temellî li Dersîmê tev li mîtîngê bû. Dema Heyeta HDP'ê derbasî Dersimê bû, karwana wan gelek caran ji aliyê polîsan ve hat rawestandin. Karwana ji sedan maşîneyan pêk dihat, piştî ket nava bajar gel silav kirin. Piştî karwana HDP'ê gihişt Qada Seyit Riza bi coşek gelek mezin hat pêşwazîkirin. Li gel Temellî, nunerên HDP, KCD, HDK, DBP, ESP, EMEP, Partizan, DDKD û rêxistinên civakî jî amade bûn û gel silav kirin. Bi hezaran welatiyên Dersîmê tevî berfa zêde bi alên HDP'ê qada mîtîngê neqişandin û bi rengan xemilandin. Dema Temelî gihişt qadê girsa di bin berfê de sekinîbû bi yek dengî dirûşmeya "Em ê bi berxwedanê bi ser bikevin" û "Leyla Guven rûmeta me ye" berz kirin. Ewil Namzetên Yekîtiya Hêza Şoreşger derketin ser otobusê û gel silav kirin. Girsê pankarta mezin a "Dersim ya mao" vekir û bersîv dan namzetan. Namzetê Yekîtiya Hêza Şoreşger ê Dersimê Hidir Demîr, "Dikarin sefera Dersîmê bikin, lê tu car nikarin bi ser bikevin. Em dê şaredariyê bi meclîsa gel û vîna gel bi rêve bibin. Gelê Dersîmê dê di 31'ê Adarê de vîn û hêza xwe nîşan bide."
 
Namzeta Yekîtiya Hêza Şoreşger Nurşat Yeşil jî  Hevşaredarên Dersimê Nurhayat Altun û Mehmet Ali Bul ên qeyûm tayînî şûna wan kirin û niha girtî ne silav kir û got: "Dersim ya mao". 
 
Piştre komên muzîkê derketin ser dikê. Piştre nûnerê Partizan Yusuf Topçu jî diyar kir ku axa Dersimê pir zilm dîtiye û divê êdî xwe ji vê zilmê rizgar bike. Wekîlê Serokê Giştî yê ESP Şahin Tumuklu jî wiha got: "Ger ku em li hemberî zilma qeyûm bêdeng bimînin şerm e. Em wekî Yekîtiya Hêzea Şoreşger dê dawî li vê hişmendiyê bînin. Di 31'ê Adarê de teqez em ê bi ser bikevin." Cîgîrê Serokê Giştî yê EMEP'ê Mehmet Turkmen jî bang li Gelê Dersîmê kir û xwezt hemû gelê Dersîme li dijî qeyûman hêza xwe bike yek û di 31'ê Adarê de bersîvek baş bidin.
 
'JI NIHA DE SEREKFTINA WE PÎROZ DIKIM' 
 
Hevserokê Giştî yê DBP'ê Mehmet Arslan jî bi hezaran kesên li dijî tecrîdê ketine greva birçîbûnê silav kir û wiha got: "Em dixwazin di mîtînga piştî hilbijartina 31'ê Adarê ya serkeftinê de bi axivin. Em dê di hilbijartinê de bersîvek baş bidin. Em ji niha de serkeftina we pîroz dikin." 
 
Hevberdevka HDK'ê Gulustan Kiliç Koçyîgît ji hezaran kes silav kir û wiha got: "Ev der warê Seyit Riza ye. Li vir dikarin derkefin seferê, lê nikarin bi ser bikevin. Ev der Dersîm e. Qeyûm tayîn kirin û vîna gelê vir tune hesibandin. Her roj ziman, çand û nasnameya me tune dikin û înkar dikin. Xwestin Dersimê teslîm bigirin. Lê em şopa kesên serî didin û sur nadin didomînin." 
 
'WEZÎRÊ DADÊ 137 ROJIN SÛC DIKE'
 
Herî dawî Hevserokê Giştî yê HDP'ê Sezaî Temellî jî diyar kir ku wî Hevşaredarên Dersimê Nurhayat Altun û Mehmet Ali Bul û Şaredara berê Edibe Şahin li girtîgehê ziyaret kirine û silavên wan anîne. Temellî, bal kişand ser çalakiyên greva birçîbûnê jî û wiha got: "Hevseroka KCD'ê 137 rojin di grevê de ye. Em hewl didin deng tev li dengê berxwedana wê bikin. Li vî welatî hiqûq nemaye. Siyaseta demokratîk tar û mar bûye. Bê edaletî belav bûye. Yên hêza xwe ji tecrîda mutlaq digirin, xwestin vî welatî bi tecrîdê bi rêve bibin. Xwestin îktîdara xwe bi tecridê bidominin. Lê polîtikaya tecrîdê ev welat têk bir. Ji ber vê yekê em dibêjin dawî li vê tecrîdê bînin. Demek berî demekê bila parêzer û malbat bi rêk û pêk biçin bi Birêz Ocalan re hevdîtin pêk bînin. Berpirsiyarê van mirinan Wezîrê Dadê ye. Guhenê van kesan di situyê wezîrê dade de ye. Wezîrê Dadê yê vî welatî 137 rojin sûc dike. Êdî divê her kes deng bidin dengê çalakgerên di grevê de. Em carek din bang li wezîrê dadê dikin. Bila êdî kes jiyana xwe ji dest nede. Lê 3 hevalên me jiyana xwe ji dest dan. Demek berî demekê gav bavêjin. Mirinê nekin amûrê hilbijartinê." Bi hezaran axaftina Temllî bi dirûşmeya "Şehit namirin" qut kir. 
 
Temelli, anî ziman ku îktîdar li şûna pirsgirêkên civakê guhdar bike her tim civakê perçe dike û berberiyê dixe nava civakê û wiha bi dawî kiriye: "Îktîdar hatiye vî halîe ku ji bo 20 milyon mirovên vî welatîe dibêjin biçehime biçin. Em naçir tu deran. Di 31'ê Adarêde hûnê biçin. HDP ne terorîst e. Wekî Dersimê li hemû Tirkiye mirovan mil daye hev." 
 
Temellî, bal kişand ser pankarta "Yê Mao" ya HDP'ê ji û wiha bi dawî kir: "Wekî ku Maovani tiştekî xerab e nîşan didin. Di jiyana xwe de pirtûk nexwendine. Nasname û zimanê me înkar dikin û bê şert dibêjin 'Em dengê birayên xwe yên kurd dixwazin'. Em jî dibêjin ji Kurdan deng ji were tune. Em bawer dikin ku yek deng dê reng û ruyê Tirkiye biguherîne. Em dê bi ser bikevin. Teqez em ê bi ser bikevin. Dersim Yê Mao." 
 
 
Piştî axaftina Temellî Koma Vardiya stran got û mitîng bi stranan bi dawi bû. 
 
 
 
 

Sernavên din

25/03/2019
13:04 HDP ji bo belavokên korsan daxuyanî da
12:55 Medya Çinar a çalakî pêk anî, ji doza Nisêbînê girtî dihat darizandin
12:42 Namzetên HDP'ê yên Çewlîgê projeyên xwe parve kirin
12:41 Girtiyên di greva birçîbûnê de: Hirsa me ya serkeftinê mezintir bûye
12:18 Li Cizîrê bîlançoya lehiyê giran e
11:55 Girtiyên li Odemîşê: Êdî veger tuneye, em banga piştevahiyê li hemû kesan dikin
11:55 ÎHD û TÎHV: Greva birçîbûnê di rewşa krîtîk de tecrîdê rakin
11:49 Li Girtîgeha Mêrdînê jinek girtî dawî li jiyana xwe anî
11:15 Namzetên Hevşaredariya Bedlîsê: Em xwedî li deng û sindoqan derkevin
10:32 Nexweşxaneya Dewletê ya Pirsusê di bin avê de ma
10:20 'Nebin hevkarê vî sûcî, deng bidin dengê me’
10:05 Leyla Guven 138 rojin li dijî tecrîdê têdikoşe
09:24 Girtiyan: Heta daxwaza 7 hezar girtiyan neyê qebûl kirin emê çalakiya xwe bidomînin
09:23 6'emîn danişina doza Rojnameger Ataman ê di grevê de sibê ye
09:23 Hevala kawîşê ya Beçet: Dixwest wekî Sema Yuce bibe dîrok
09:12 ‘Çûyîna hilbijêrên me ya ser sindoqan asteng dikin’
09:11 Parêzer Uysal: Di mehekê de 4 dadgerên li Îmraliyê dinêhirin guherîn
09:11 Malbatên Şirnexî: Dema dor tê me çareseriyê nabînin gelo?
09:10 ‘Yên wecîbeyên olî asteng dikin ji Îslamê dûr bûne’
09:05 Li Girtîgeha Alanyayê 25 girtî di greva birçîbûnê de ne
09:05 Kovara Folklora Me: Zargotin pişt e, folklor her tişt e
09:02 Namzetên Hevşaredariya Îdirê banga mitîngê kirin: Mitîng dê bibe mizgîniya 1’ê Nîsanê
09:00 ROJEVA 25'Ê ADARÊ YA NAVENDA NÛÇEYAN
08:23 Cizîr di bin avê de ma: 2 kesan jiyana xwe ji dest dan
07:47 Cenazeyê Saglam di bin dorpêç û zextên eskeran de defin kirin
24/03/2019
21:25 Esker û polîsan nehişt parlamenter biçin gundê Saglam
20:05 Waliyê Mûşê gundê ku Saglam lê bê definkirin ketin û derketin qedexe kir
18:10 Temellî bang li wezîrê dadê kir: Gunehê van di situyê we de ye
17:10 Şenoglu: Teqez wê tecrîd bê şikandin
Buldan: Em bi coşa Newrozê ders bidin zilmkaran
16:56 Li Wanê welatî ji bo Zehra Saglam meşiyan
16:54 'Tecrîd mirina her roj e'
16:47 Namzetên Şaredariya Colemêrgê projeyên xwe eşkere kirin
16:36 Heyeta Norveç: Qewimandinên li Tirkiyeyê şermê dide me
16:26 Li Paytextê Tirkiyeyê Newroz pîroz kirin: Vî dengî bibihîsin, tecrîdê rakin
15:56 Li Newroza Stenbolê peyama hevpar: Em berxwedana zîndanan girsettir bikin
15:45 Leyla Guven bang li girtiyan kir: Em ne mirinê, jiyanê bixin pêşiya xwe
15:16 Barîkat li ser barîkatê derbas kirin û mala sersaxiyê ziyaret kirin
15:13 ‘Bila tecrîd bi dawî bibe û mirin çênebin’
15:12 Xebatkara Yenî Yaşamê Sirnaç hat binçavkirin
14:11 Malbatên girtiyan Agirê Newroza geş kir: Stenbol li dijî tecrîdê bû yek deng
13:50 Nameya Ayten Beçet di Newrozê de xwendin: Yekem care ez xwe wisan azad hîs dikim
13:18 Temellî: Ev îktîdar mafê definkirinê jî xezp dike
13:17 Li Mûşê ji bo mîtînga fînalê bang hat kirin
13:15 Girtiyek din jî li dijî tecrîdê dawî li jiyana xwe anî
12:53 Li Sîlopî maşîneya zirxî qulipî: Leşkerek mir
12:32 Bi deh hezaran Stenbolî diherike qada Newrozê: Leyla Guven rûmeta me ye
11:53 3 kes li Edenê hatin girtin
11:33 Sabri Beçet: Em ewqas bira ne ku mala şînê jî nadin me
11:29 Bi çekan êrîşî Partiya Saadetê kirin
11:27 Çalakgerê greva birçîbûnê Malgî: Dawî dê mûhteşem be
11:22 Pîrozbahiya Newroza Bakirkoyê zû dest pê kir
10:47 Hevala Beçet a girtîgehê: Temenê wê biçûk bû lê îradeya wê xurt bû
10:47 YSK'ê li ser daxwaza cendirmeyan cihê sindoq guhert
10:24 Trûmp, Hêzên Sûriyeya Demokratîk pîroz kirin
10:09 Promiyera lîstika ‘Nobedarê Dilên Hêsîr’ a Melayê Cizîrî hat pêşandan
10:06 Leyla Guven 137 rojin li dijî tecrîdê li ber xwe dide
09:48 Berdevkê EGEÇEP'ê: Gel dixwaze kesên bibin şaredar xwezayê biparêzin
09:45 Namzetê Dihê: Emê li gelek qadan kooperatîfan ava bikin
09:22 Namzetên Êlihê: Hindik ma gel bigihê şaredariya xwe
09:20 Ciwanê ku polîsan nehişt têkeve qada Newrozê: Hatim derbkirin
09:17 Namzeta HDP'ê ya Meclîsa Şaredariya Sêrtê Şen a 19 salî: Kurd di zarokatiya xwe de siyasetê nas dikin
09:15 Helbestkar Dûman ê 25 sal in girtî: Heta tecrîd bidome çalakî jî dê bidomin
09:13 Namzetên Dara Hênê: Em ê bixebitin, hilberînin û li hev par bikin
09:11 Parêzer: Rewşa girtiyên di grevê de di asteke krîtîk de ye
09:08 Girtîgehê amûrên girtiyên di grevê de desteser kir
09:06 Namzetê CHP'ê yê Yuregîrê: Divê gel firsendê nede kesên civakê perçe dike
09:04 Keskîn: di cinayeta Sakçi de em behsa nîjadperestiyeke ketûberbûyî dikin
09:03 Bi hinceta 'ragihana bişîfre' rojnameyê nadin girtiyan
09:01 ROJEVA 24'Ê ADARA 2019'AN
08:34 Cenazeyê Ayten Beçet di bin dorpêça eskeran de defin kirin
23/03/2019
22:20 Polîsan ji bo cenazeyê Becetê şert danî: Herî zêde 5 kes dikarin tev li merasîmê bibin
20:44 Polîsan dest danî ser cenazeyê Ayten Becet
18:50 Bi sedan kes ji bo Ayten Becet meşiyan
18:13 Îlham Ehmed: Em niha kêliyên dîrokî dijîn
Ebd Hamid El-Mehbaş: EV kêlî wê bi tîpên zêrîn li dîrokê bên nivîsîn
17:43 Malbat wê cenazeyê keça xwe Ayten Beçet li Dîlokê defin bikin
17:12 Temellî: Dema mirovek winda bû, wê demê mirovahî dimire
17:11 KCD, TJA, ÎHD, TUHAYDER, HDP: Berpirsiyarê mirinan îktîdar e
16:40 Polîsan mudaxileyî girseaya ji bo Beçet li ber Saziya Tipa Edlî kom bûn kir
16:25 Li Osmaniyê pîrozbahiya Newrozê: Em tecrîdê rakin
16:21 QSD’ê bi sirûda ‘Ey Raqîb’ xelaskirina DAIŞ’ê îlan kir
15:49 Dayika Ayten Beçet: Rabin ser piyan bêjin ‘êdî bese’
15:32 Temellî: Ev gêzika HDP'ê ye wê qeyûman paqij bikin
Buldan bang li wezaretê kir: Hûnê heta kengi çavê xwe li mirinan bigirin
15:07 Malbata Erden ên hatibûn binçavkirin hatin berdan
14:59 32 kesên di Newroza Êlihê de hatibûn binçavkirin, hatin berdan
14:51 ÎHD: Selamî Keleş serbest berdin
14:43 Xizmên windayan: Daxwazên çalakgerên grevê pêk bînin
14:38 ÎHD’a Îzmîrê: Faîlên Hasan Ocak pirsî
14:07 Parêzerên OHD li Girtîgeha Mereşê hevdîtin bi girtiyan kir
14:03 Li Heqil Umerê kêliyên dîrokî
13:47 Emine Ocak: Em windayên xwe û Qada Galatasarayê dixwazin
13:34 Malbata Ayten Beçet a dawî li jiyana xwe anî ber bi Stenbolê ketin rê
12:50 'Em qêrîna berxwedanê li Stenbolê bilind bikin'
12:13 Polîsan li Cizîrê gelek siyasetmedar binçav kirin
12:07 Komîteya Amadekar a Newrozê: Sed hezaran ji bo çareseriyê Îmralî nişan da
12:04 Girtiya siyasî Ayten Beçet tecrîd şermezar kir û jiyana xwe ji dest da
11:22 Sedema binçavkirina 110 kesan kesk sor û zer e
11:01 Sînmîş ku li malê çalakiya xwe didomîne: Ê dibê ez mirov im, divê vê zilmê qebûl neke
10:59 Soylu: Min ferman da midûrê polîsan
10:41 Temellî: Divê peyam û îtîrazên di Newrozê de bilind bûn baş bên fêmkirin
10:37 QSD, YPG û YPJ’ê rizgariya Baxozê li gelan pîroz kir