HDP'a Amedê: Em bi ked aştî, azadî, tendûristî û hevkarîyê cîhaneke nû ava bikin

  • rojane
  • 13:36 30 Nîsan 2020
  • |
img
AMED - Hevserokê Rêxistina HDP'ê ya Amedê Zeyyad Ceylan, têkildarî geşedanên dawî û 1'e Gulanê daxuyanî da û got: "Ji bo ku em taviya dînamîkên civakê ji van desthilatdarên ceberrût û zalim, neyarê civan û nirxên jinê, neyarên ekosîstemê neyarên bawerî û Kurd û tevahiya gelên bindest xilas bibin divê civak, Kurd, bindest, kedkar û karker, ciwan, jin, bawermen çi dibe bila bibe yekîtiya xwe ava bikin. Civakek azad, demokratîk û wekhev ava bikin." 
 
Rêxistina Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) ya Amedê, têkildarî geşedanên dawî û 1'ê Gulanê li ber avahiya xwe daxuyanî dan çapemeniyê. Di daxuyaniyê de Pankarta "Ji Newrozê heta 1'ê Gulanê têkoşîna me ya ked, edalet, demokrasî û azadiyê didome" vekirin. Hevserokê HDP'ê yê Amedê Zeyyad Ceylan daxuyanî xwend û wiha got: "Em 1’ê gulana 2020’an di bin bandora kriza siyasî, aborî, civakî û vîrusa koronayê de pêşvazî dikin. Ji bo ku desthildariya heyî û brokrasiya dewletê li ser esasê înkarê, tune hasibandinê nêzîkahî li pirsgirêka Kurd dikin, li kijan deverê dibe bila bibe li Tirkiyê li Bakurê Kurdîstanê an jî li parçeyên Kurdîstanê yên din an jî li rojhilata navîn li ser navê Kurda çi hewldan, pêşketin, rêxistinî an jî xebat tê lidarxistin rastê êrîşên cur bi cur û ên pir tund tê. Ji ber van êrîşan bi dehan salane qada Tirkiyê û tevahiya erdnîgariya Kurdan buye qada şer. Îqtîdara heyî tevahiya aboriya Tirkiyê kiriye xizmeta şerên li hember Kurdan."
 
TIŞTA LI TIRKIYE PÊŞ DIKEVE DI ASTA DÎKTATORÎ Û FAŞÎZMÊ DE YE'  
 
Ceylan, bal kişand ser polîtîkayên îqtîdara Tirkiye ya li dijî gelê Kurd û wiha lê zêde kir: " Ji bo ku pirsgirêka Kurd bi rê û rêbazên aşîtiyane, siyasî û demokratîk nayên çareserkirin û li ser esasê ewlehiyê û bi tundiyê nêzikahî lê tê kirin; her hewldanên li Bakur û Tirkiyê tên kriminalizekirin. Ji ber vê yekê naha di hêla civakî de tiştê ku li Tirkiyê tê jiyîn di asta dîktatorî û faşîzmê de ye. Neçareserkirina pirsgirêka Kurd, ferzkirina şer li Kurdan û li hêzên demokratîk, pilîtîkayên ewlehî û ewlekariyê û meşandina wan ya li hember civakê bixwere qrîzên pir mezin derxist holê aboriya civakê têk bir, aştiya civakî têk bir, lingên demokratîkbûnê û demokrasiyê yên kû hebûn jî têk çû." 
 
'JI BER PIRSGIRÊKA KURD ÇARESER NABE DEMOKRASÎ PÊŞ NAKEVE' 
 
Ceylan, da zanîn ku ji ber neçareserkirina pirsgirêka Kurd demokrasî nayê avakirin û wiha berdewam kir :"Ji ber tunebûna demokrasiyê kes nikare behsa pirsgirêka Kurd bike û pirsgirêka Kurd nayê çareserkirin.  Neçareserkirina pirsgirêka Kurd, nêzîkahiyên antî demokratîk û faşizane bixwere qrîzên pir mezin li Tirkiyê û Kurdîstanê afirand, ekonomiya Tirkiyê ji bo ku ketiye xizmeta şer piraniya butça Tirkiyê ji şer re tê veqetandin, aboriya mayî jî ji bo kû ji hêla îqtîdara heyî ve keyfî, gor berjewendiyên xwe û derdora xwe bikartînin û anîn ekonomiya civakê têk çû naha tevahiya beşên civakê di nav qrîzeke mezin de dijîn, ji gundiyan bigrin heta esnafan, ji esnafa bigrin heta tavahiya kedkar û karkeran di nav vê qrîza hanê de hatina perîşankirin û di asta feqîrî û birçîbûniyê de dijîn. Asta bêkaran gihaye ji %’ê 30’an ku teqabulê bi milyonan kesan dike nikarin lokmeyek nan bibin mala xwe." 
 
'SEDEMA VÎRÛSÊ PERALA KAPÎTALÎST E' 
 
Ceylan bal kişand ser şewba li Tirkiyeyê û cîhanê jî û wiha pêde çû: "Ji ber vê yekê qrîza vîrusê kû naha li cîhanê û li Tirkiyê tê jiyîn ji ber xwe da derneket holê. Ji ber kû zihniyeta qapîtalîst û netewe dewletê civak qetil kir, xweza talan kir, aboriya cihanê ji civak û gelan stand kir destê şîrketan,bo ku çandinî hat qetilkirin ya mayî jî hat jehrîkirin, bo ku bi milyonan kes di bajarên metropol û megapol  da hat hepiskirin yanî hem bi genên civakê hem jî bi genên tovên piraniya xwurekên pêvîst hat leyistandin ev nexwaşî derket.  Ji bo ku tenduristiya civakê hat tunekirin, hat qetilkirin, tenduristî bû qadeke ticaretê û rantê û civak bê parastin ma ev nexweşî derket û derdikevin. Naha tiştên ku li cîhanê û li Tirkiyê li ser navê têkoşîna li hember vîrûsa koronayê tê kirin raste li ser navê parastina civakê û ji bo civakê xuyaye tê kirin lê rastî ne eve. Tiştên ku naha tên kirin ji parastina civakê û tenduristiya civakê wêdetir,parastina şirketan,parastina burjuvayan, parastina dewletan û parastina îqtîdarane  li hember civakê.
 
EM CIVAKA DEMOKRATÎK AZAD Û WEKHEV AVA BIKIN' 
 
Ceylan li ser girîngiya têkoşîn û yekîtiyê jî rawestiya û wiha bi dawî kir: "Divê em tevahiya beşên civakê Kurd, elewî, kedkar, karker û tevahiya bindestan û mexdûrên ve dîktatoriyê qebûl bikin kû heta pirsgirêka Kurd bi rê û rêbazên aştiyane û demokratîk neyê çareserkirin, heta ku demokrasî li Tirkiyê neyê avakirin û hetanê em ji van siyasetên faşîzane neyên xilaskirin ewê her daîm emê di nav qaos, qrîz, zulm û bêedaletiyê de bijîn. Ji bo ku em taviya dînamîkên civakê ji van desthilatdarên ceberrût û zalim, neyarê civan û nirxên jinê, neyarên ekosîstemê neyarên bawerî û Kurd û tevahiya gelên bindest xilas bibin divê civak, Kurd, bindest, kedkar û karker, ciwan, jin, bawermen çi dibe bila bibe yekîtiya xwe ava bike, metodên dewlemend biafirîne bi rê û rêbazên demokratîk têkoşînê bilind bike. Wê çaxê emê karibin aştiya civakî, civakek azad, demokratîk û wekhev ava bikin. Bijî 1’ê Gulanê roja karker û kedkaran ya navneteweyî, hevkarî û têkoşînê." 
 
 
 

Sernavên din

03/05/2020
12:10 Yekîtiya Ekolojî: Îqtîdarê vîrûs kiriye firsend
11:43 83 sal derbas bûn: Ne êşa wê berda, ne jî nêrîna dewletê guherî
11:22 Ragip Duran: Îqtîdar dixwaze hemû medyayê têxe kontrola xwe
10:23 Girtiyê nexweş 45 rojin di qerantînaye de ye
10:02 ‘Divê hemû kes bala xwe bide ser bêhiqûqiya li Îmraliyê û hewldanên çareseriyê’
09:38 ‘Di hemû baweriyan de gor pîroz in'
09:37 DFG: Li Tirkiye rojnamegerî yek ji pîşeyê herî bi talûke ye
09:25 Ozdemîr ê teslîmî Tirkiyeyê kirin: Ez rastî îşkenceyê hatim
09:03 ‘Hêj girtî nemirine tevan berdin'
09:02 Kovarek nû li kovarên kurdî zêde bû: Kovara Folklor û Ziman
09:02 Siyasetmedarê Kurd ê girtî: Tenê 2 meh berê qalibek sabûn dane
09:01 Karakaş: Îqtidar ji bo bîrbiriya civakê kontrol bike bi ser rojnamevanan de diçe
09:01 Av. Îlkîz: Navê vê yekê mewzûata panîkê ye
09:00 Bendava Ilisûyê gelek nebatên endemîk di bin avê de hiştin
09:00 Ji bo veguhêzkaran ne tevdîr tên girtin ne jî piştgirî tê kirin
09:00 ROJEVA 3'YÊ GULANA 2020'AN
08:14 Li Bedlisê şer derket: 2 eskeran jiyana xwe ji dest dan
02/05/2020
19:43 Li Tirkiyeyê 78 kesên din jî ji ber şewba Covîd-19'yê jiyana xwe ji dest dan
17:24 Dede: Kê çima êrîşî gorê kirin?
16:50 Di nîsanê de 20 jin hatin qetilkirin
16:44 Li kiryarên sê xizmên hev pirsîn
16:28 Kampanya ‘Ji kûmpasa li dijî rojnamegeran re bes e"
15:49 Maseya Qrîza Kovîd 19’ê ya Wanê rapora xwe aşkera kir
15:41 Ji bo girtiyên nexweş bang li hikumetê kirin
15:12 Ji bo bîranîna Terteleya Dersimê bang li jinan hat kirin
14:50 7 carin êrîşî heman gorê dikin
14:44 Bi hêviya ku kurê xwe bibîne 11 salan çûye teşhîsê
14:35 Li Kana Keviran kesek bû qurbana kar
14:27 ‘Erdogan û Soylu çi bêjin wî dikin'
14:27 Xizmên windayan aqûbeta Gulmez pirsîn
13:54 Dadgehê cezayê hepsa malê da hevjîna Azîz Orûç
13:40 Li Silêmaniyê amadekariyên derbasbûna ‘xwerêveberiyê’
13:15 Girtiyên nexweş li gel raporên ATK’ê jî nayên berdan
13:15 Yuksekdag: Em bibin yek, bibin deng, bibin xwişk û bira
12:45 Bavê Zeyneb Celaliyan: Keça min 2 roj in bajar bi bajar digerînin
12:37 Grûp Yorûm ji bo Gokçek bang kir: Nebin sedema mirinên din!
12:20 Xwendekaran milyonek tweet belav kir, lê YOK bêdengiya xwe diparêze
12:19 Li Stenbolê 3 hezar û 600 mirov zêde mirin
11:50 Der barê Rojnameger Erk Acarer de biryara girtinê
11:23 ‘Azadiya çapemeniyê nîne, ji kuştinê xirabtir li rojnamegeran kirin’
10:54 Di êrişa DAIŞ’ê de 10 milîsên Heşdî Şabî hatin kuştin
10:52 Koordînasyona Herêmê ya Qeyrana Covid-19: Divê gel tedbîrên xwe berdewam bike
10:28 Li dinyayê tevî koronayê jî 1’ê Gulanê bi coş hat pîrozkirin
09:40 'Mazûvanên vîrusê yê nû em in'
09:03 Şenoglû: Jiyana azad a gelan bi azadî û yekîtiya kurdan pêkan e
09:02 Vakfa Uçan Supurge ji bo zarokan kargeriyan amade dike
09:02 Ji bo zarokan kampanyaya pêlîstok û pirtûkan
09:01 Pisporê Rêxistinbûyînê yê DÎSK'ê Işik: Civakeke ehlaqî û polîtîk wê pêşî li ber rêxistinbûyînê vebike
09:01 Hevjîna girtiyê nexweş: Bila girtiyên nexweş bên berdan
09:00 Doza 'Îna Sivîl' ji DMME'yê re hat şandin
09:00 ROJEVA 2'YÊ GULANA 2020'AN
01/05/2020
21:44 Di şaneşîn û paceyan de pîrozbahiya 1'ê Gulanê
21:38 Polîsan konvoya 1'ê Gulanê ya karkeran asteng kir
20:47 Malên xwe kirin qadên 1'ê Gulanê
19:37 Hejmara kesên ji ber Covîd-19'yê jiyana xwe ji dest dan bû 3 hezar û 258
16:16 Leşkerên ku kêlên goran şikandin, ji malbatan xwestin kêlan ji holê rakin
15:50 Karkeran li gel qedexeyê dîsa 1'ê Gulanê pîroz kirin
15:45 Endamên TUHAY-DER'ê hatin berdan
15:40 Li 15 rêveberên DÎSK'ê 47 Hezar û 730 tl ceza birîn
15:13 Dayîkên Şengalê ji rêxistinên Kurdan xwestin peyama Ocalan rast binirxînin
14:42 Rojeva Cîhanê 1’ê Gulanê ye
14:32 Li Mexmûrê pîrozbahiya 1'ê Gulanê
14:14 Qada Îstasyonê îsal vale ma
14:14 Rêveberiya Xweser a Sûrî 1’ê Gulanê pîroz kir
13:23 Li Wanê 14 kes hatin binçavkirin
13:15 Li Amedê 2 avahî xistin qerantînayê
13:00 Çelenga zerar dît gîhandin Bîrdariya Taksimê
12:59 Li Enqereyê bang kirin: Em li her derê ne
12:49 Ziyaretên girtîgehan heta 15 rojên din taloq kirin
12:33 Sancar: Tifaqa li dijî desthilatê bêyî HDP’ê nabe
11:52 Kesên hatin binçavkirin birin Midûriyeta Polîsan
11:32 Li Qada Taksîmê dorpêça 1’ê Gulanê
11:31 Stêrk TV, li ser satalayta DVB-S2 dest bi weşanê kir
11:18 Tevî qedexeya derketina derve jî ji bo mafên xwe derketin derve
11:13 CNN Turkê 3 rojnameger ji kar avêtin
11:04 KCD'ê bi 3 zimanan 1'ê Gulanê pîroz kir
11:03 Kose li dijî qarantînaya siyasî rêya sêyemîn pêşniyar kir
10:49 3 kesên xwestin bimeşin Taksimê hatin binçavkirin
10:32 Li Taksîmê mudaxaleyî çalakiya 1'ê Gulanê kirin: Çerkezoglu binçav kirin
09:32 Nexweşê Şewbê vegot: Heta nîşane neyên dîtin test nayên kirin
09:31 Di 7 mehan de 320 fezleke derbarê parlamenterên HDP’ê de hatin amadekirin
09:29 Di binçavan de gefa ‘Em ê hestiyên we bi postayê bişînin’
09:03 Ne dikare ji nava cihan rabe û ne jî dikare raze
09:02 3 girtiyên jin di karantînayê de ne: Nîşaneyên şewbê hene, lê test tunene
09:02 Xwîşka Aktaş: Li Îmraliyê polîtîkayeke taybet, bêqanûniyeke bêsînor heye
09:01 Li Hatayê fikare ji bo penaberan
09:01 Weqfa Baran Tûrsûn: Erka 'berdanê' ya polîsan betal bikin
09:01 Kamaç: Tekane rêya xelasiyê yekîtiya neteweyî ye
09:00 Rêwîtiya karkerên demsalî dest pê dike
09:00 ROJEVA 1'Ê GULANA 2020'AN
30/04/2020
19:17 Li Tirkiyeyê 93 kesên din jî jiyana xwe ji dest dan
16:03 Li Mêrdînê 1’ê Gulan pîroz kirin
16:02 HDP’iyên xwestin biçin Girtîgeha Şakranê hatin astengkirin
15:16 KCD,DBP: Em bêjin Efûya Çakici baştir e
14:40 Mevlude Haran jiyana xwe ji dest da
14:13 Platforma Ked û Demokrasiyê: Em ê risteke civakî ya nû bi zanist û kedê biafirînin
13:36 HDP'a Amedê: Em bi ked aştî, azadî, tendûristî û hevkarîyê cîhaneke nû ava bikin
13:18 Walîtiya Enqereyê: 1’ê Gulanê di 30’ê nîsanê de pîroz bikin
13:01 Mehmet E. yê ji îstîsmarê hatibû girtin li qawîşê mirî hat dîtin
12:52 TJA: Ji bo jiyanek mirovahî em her derê bikin qada 1'ê Gulanê