‘Divê hemû kes bala xwe bide ser bêhiqûqiya li Îmraliyê û hewldanên çareseriyê’

img

STENBOL – Parêzeran, diyar kirin ku bi awayê bêhiqûqî veşartina mafê hevdîtinê yê telefonê ku Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan piştî 21 salan bi birayê xwe re pêk anî, tecrîda mutlaq a li Îmraliyê radixe ber çavan û gotin: “Divê her kes bala xwe bide ser bêhiqûqiya li Îmraliyê û hewldanên çareseriyê.” 

Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan ê li Girtîgeha Tîpa F a Sergirtî ya Ewlekariya Bilind a Îmraliyê tê girtin, piştî 21 salan bi birayê xwe Mehmet Ocalan û girtiyên din Omer Hayrî Konar, Hamîlî Yildirim û Veysî Aktaş ên di sala 2015’an de weke sekreter şandin girtîgehê yekemîn car di 27’ê Nîsanê de bi malbatên xwe re hevdîtina telefonê kirin. 
 
Parêzerên wan Serbay Koklu û Cengîn Yureklî, mafê hevdîtinê ya yekemîn car ji bo Ocalan hat dayîn nirxandin û diyar kirin ku ji ber şewba vîrûsa korona (Kovîd-19) ya ku hemû cîhan kiriye bin bandora xwe, têkildarî muwekîlê wan fikarên wan zêde bûn û ji ber zextên zêde yên raya giştî, piştî 21 salan ji bo carekê ev mafê Ocalan hat dayîn. Parêzeran, dan zanîn ku ev yek nebese.
 
‘MAFÊ WÎ YÊ QANÛNÎ TU CARAN NEDANÊ’
 
Prz. Serbay Koklu, anî ziman ku li tevahiya girtîgehên Tirkiyeyê, heftiyê carekê ji bo girtiyan, 15 rojan carekê jî ji bo girtî-hikumxarên cezayê muebata giran li wan hatine birîn, mafê hevdîtina telefonê heye û wiha axivî: “Lê piştî 21 salan ev mafê muwekîlê me Ocalan hat dayîn û muwekîlên me yên din ên sewqî Îmraliyê hatibûn kirin jî, piştî 5 salan yekemîn car ev mafê xwe bi kar anîn. Ji ber şewba koranyê, di serî de fikarên cîdî yên gelê kurd û raya giştî ya têkildar çêbûn. Dîsa malbat û parêzeran bi israr ji bo hevdîtinê serlêdan kirin. Lê ev serlêdanên me bi awayekê keyfî û bê hincet hatin redkirin.” 
 
‘BÊMAFÎ RAXISTIN BER ÇAVAN’
 
Koklu, da zanîn ku ev 21 salin bêyî ku tu hincetê nîşan bidin, mafê hevdîtinê yê telefonê asteng kirin ûwiha got: “Dadgeha Înfazê her tim bi hinceta qanûnê serlêdanên ji bo mafê hevdîtina telefonê red dikirin. Bi mezinbûna bertek û fikaran re, bi awayekê bi reh biryar didin û hevdîtina telefonê pêk tînin. Ev rewş bi tenê jî dide xuya kirin ku li Îmraliyê bêhiqûqiyek mezin heye. Derbarê vê bêhiqûqî û nêzîkatiyên keyfî de îtîraz û geliyê me hene. Ev hevdîtina telefonê jî bi awayekê bê hiqûqî kirin. Lê Serdozgeriya Komarê dikarî bû di çarçoveya serlêdana malbata de nêz bibe û hevdîtinê pêk bîne. Bi awayê bêhiqûqî veşartina mafê hevdîtinê yê telefonê, tecrîda mutlaq a li Îmraliyê radixe ber çavan. Ev dide nîşandan ku her kêliya Ocalan tê kontrolkirin û dibin çavderiyê mezin deye. Ev pergal li dijî hiqûqê ye.”
 
‘NE BESE’
 
Koklu, da xuya kirin ku ji ber şewbê tenê carekê mafê hevdîtina telefonê dayîna Ocalan ne bese û wiha dawî li axaftina xwe anî: “Her tim bi nîşandana mirinê, dixwazin me raziyê tayê bikin. Gelo emê çawan vê ferastê qebûl bikin û têr bibînîn. Ev mafekê bingehîn û ji ber şewbê li hemû girtîgehan ev maf zêdetir kirine. Ji ber vê ne pêkane ku em vê pêkanîna tenê ji bo carekê qebûl bikin. Bê guman ji Ocalan peyam girtin pir girînge. Ligel hemû bêmafiyan jî em wate û girîngiyê didin hevdîtinek wiha. Lê ne bese. Divê ev mafê Ocalan her tim ji bo wî bê dayîn.”
 
PRZ. YUREKLÎ: ŞERT Û MERCÊN JIYAN AZADE PÊŞ DIXE
 
Ji parêzerên Ocalan Cengîn Yureklî jî, diyar kir ku grevêm birçîbûnê, meseleya şewata li giravê rû da û şewba Kovîd-19 fikarên mezin dan avakirin ku encam wiha derbikev holê. Yureklî, bal kişan ser mafê Ocalan û wiha axivî: “Ji ber ku Birêz Ocalan dixwaze, çanda neteweya demokratik a jiyana azad û wekheviya gelan ava bike, rastî tecrîdek evqas giran tê. Ocalan ligel hemû bêmafî û pêkanînên keyfî jî, hewl dide jiyana azad û wekhev pêş bixe.”
 
Prz. Yurekli, banga Ocalan a di hevdîtina telefonê de ji bo PKK, KDP û YNK’ê kir nirxandin û wiha got: “Şewba vîrûsê krîzên siyasî û civakî kurtir kirin. Hin beş hene ku dixwazin vê rewşê ji bo xwe weke firset bi kar bîin û polîtîkayên xwe yên şer mezintir bikin. Li aliyê din jî derfetên nîqaşên çareseriya demokratîk jî derketine holê. Gelek aliyên feraseta neteweya demokratîk a ku Ocalan daniye  holê hene. Di vîr de yeketiya gelê kurd û yekitiya gelan hatiye esas girtin. Ji ber vê Birêz Ocalan hêzên dixwazin polîtîkayên şer kûr bikin hiştiyar dike. Ji ber vê pêdivî dibîne ku HDP derfetên çareseriyê mezin bike, xwe berfireh bike û pêş bixe.” 
 
‘DIVÊ EM HIN ZÊDETIR BALÊ BIDIN SER HEWLDANÊN WÎ YÊN ÇARESERIYÊ’
 
Yurekli, diyar kir ku li Îmraliyê hiqûqek cuda û derasayî heye û wiha bilêv kir: “Ji bilî rewşên awarte bi tu awayî hevdîtin nayin kirin. Di vî warî de dixwazin, hemû saziyên hiqûqî bêfonksiyon bêhin û hemû saziyên siyasî jî bêdeng bikin. Di heman demê de li Îmraliyê, di şexsê Birêz Ocalan de, nirxandinên jiyana azad û demokratîk tên kirin. Hincet çi dibe bila bibe, divê mafê ragihandin û hevdîtinê neyin asteng kirin. Divê her kes li gorî vê bala xwe bide ser bêhiqûqiya li Îmraliyê û hewldanên çareseriyê.”
 
MA / Erdogan Alayumat 
 

Sernavên din

03/05/2020
12:10 Yekîtiya Ekolojî: Îqtîdarê vîrûs kiriye firsend
11:43 83 sal derbas bûn: Ne êşa wê berda, ne jî nêrîna dewletê guherî
11:22 Ragip Duran: Îqtîdar dixwaze hemû medyayê têxe kontrola xwe
10:23 Girtiyê nexweş 45 rojin di qerantînaye de ye
10:02 ‘Divê hemû kes bala xwe bide ser bêhiqûqiya li Îmraliyê û hewldanên çareseriyê’
09:38 ‘Di hemû baweriyan de gor pîroz in'
09:37 DFG: Li Tirkiye rojnamegerî yek ji pîşeyê herî bi talûke ye
09:25 Ozdemîr ê teslîmî Tirkiyeyê kirin: Ez rastî îşkenceyê hatim
09:03 ‘Hêj girtî nemirine tevan berdin'
09:02 Kovarek nû li kovarên kurdî zêde bû: Kovara Folklor û Ziman
09:02 Siyasetmedarê Kurd ê girtî: Tenê 2 meh berê qalibek sabûn dane
09:01 Karakaş: Îqtidar ji bo bîrbiriya civakê kontrol bike bi ser rojnamevanan de diçe
09:01 Av. Îlkîz: Navê vê yekê mewzûata panîkê ye
09:00 Bendava Ilisûyê gelek nebatên endemîk di bin avê de hiştin
09:00 Ji bo veguhêzkaran ne tevdîr tên girtin ne jî piştgirî tê kirin
09:00 ROJEVA 3'YÊ GULANA 2020'AN
08:14 Li Bedlisê şer derket: 2 eskeran jiyana xwe ji dest dan
02/05/2020
19:43 Li Tirkiyeyê 78 kesên din jî ji ber şewba Covîd-19'yê jiyana xwe ji dest dan
17:24 Dede: Kê çima êrîşî gorê kirin?
16:50 Di nîsanê de 20 jin hatin qetilkirin
16:44 Li kiryarên sê xizmên hev pirsîn
16:28 Kampanya ‘Ji kûmpasa li dijî rojnamegeran re bes e"
15:49 Maseya Qrîza Kovîd 19’ê ya Wanê rapora xwe aşkera kir
15:41 Ji bo girtiyên nexweş bang li hikumetê kirin
15:12 Ji bo bîranîna Terteleya Dersimê bang li jinan hat kirin
14:50 7 carin êrîşî heman gorê dikin
14:44 Bi hêviya ku kurê xwe bibîne 11 salan çûye teşhîsê
14:35 Li Kana Keviran kesek bû qurbana kar
14:27 ‘Erdogan û Soylu çi bêjin wî dikin'
14:27 Xizmên windayan aqûbeta Gulmez pirsîn
13:54 Dadgehê cezayê hepsa malê da hevjîna Azîz Orûç
13:40 Li Silêmaniyê amadekariyên derbasbûna ‘xwerêveberiyê’
13:15 Girtiyên nexweş li gel raporên ATK’ê jî nayên berdan
13:15 Yuksekdag: Em bibin yek, bibin deng, bibin xwişk û bira
12:45 Bavê Zeyneb Celaliyan: Keça min 2 roj in bajar bi bajar digerînin
12:37 Grûp Yorûm ji bo Gokçek bang kir: Nebin sedema mirinên din!
12:20 Xwendekaran milyonek tweet belav kir, lê YOK bêdengiya xwe diparêze
12:19 Li Stenbolê 3 hezar û 600 mirov zêde mirin
11:50 Der barê Rojnameger Erk Acarer de biryara girtinê
11:23 ‘Azadiya çapemeniyê nîne, ji kuştinê xirabtir li rojnamegeran kirin’
10:54 Di êrişa DAIŞ’ê de 10 milîsên Heşdî Şabî hatin kuştin
10:52 Koordînasyona Herêmê ya Qeyrana Covid-19: Divê gel tedbîrên xwe berdewam bike
10:28 Li dinyayê tevî koronayê jî 1’ê Gulanê bi coş hat pîrozkirin
09:40 'Mazûvanên vîrusê yê nû em in'
09:03 Şenoglû: Jiyana azad a gelan bi azadî û yekîtiya kurdan pêkan e
09:02 Vakfa Uçan Supurge ji bo zarokan kargeriyan amade dike
09:02 Ji bo zarokan kampanyaya pêlîstok û pirtûkan
09:01 Pisporê Rêxistinbûyînê yê DÎSK'ê Işik: Civakeke ehlaqî û polîtîk wê pêşî li ber rêxistinbûyînê vebike
09:01 Hevjîna girtiyê nexweş: Bila girtiyên nexweş bên berdan
09:00 Doza 'Îna Sivîl' ji DMME'yê re hat şandin
09:00 ROJEVA 2'YÊ GULANA 2020'AN
01/05/2020
21:44 Di şaneşîn û paceyan de pîrozbahiya 1'ê Gulanê
21:38 Polîsan konvoya 1'ê Gulanê ya karkeran asteng kir
20:47 Malên xwe kirin qadên 1'ê Gulanê
19:37 Hejmara kesên ji ber Covîd-19'yê jiyana xwe ji dest dan bû 3 hezar û 258
16:16 Leşkerên ku kêlên goran şikandin, ji malbatan xwestin kêlan ji holê rakin
15:50 Karkeran li gel qedexeyê dîsa 1'ê Gulanê pîroz kirin
15:45 Endamên TUHAY-DER'ê hatin berdan
15:40 Li 15 rêveberên DÎSK'ê 47 Hezar û 730 tl ceza birîn
15:13 Dayîkên Şengalê ji rêxistinên Kurdan xwestin peyama Ocalan rast binirxînin
14:42 Rojeva Cîhanê 1’ê Gulanê ye
14:32 Li Mexmûrê pîrozbahiya 1'ê Gulanê
14:14 Qada Îstasyonê îsal vale ma
14:14 Rêveberiya Xweser a Sûrî 1’ê Gulanê pîroz kir
13:23 Li Wanê 14 kes hatin binçavkirin
13:15 Li Amedê 2 avahî xistin qerantînayê
13:00 Çelenga zerar dît gîhandin Bîrdariya Taksimê
12:59 Li Enqereyê bang kirin: Em li her derê ne
12:49 Ziyaretên girtîgehan heta 15 rojên din taloq kirin
12:33 Sancar: Tifaqa li dijî desthilatê bêyî HDP’ê nabe
11:52 Kesên hatin binçavkirin birin Midûriyeta Polîsan
11:32 Li Qada Taksîmê dorpêça 1’ê Gulanê
11:31 Stêrk TV, li ser satalayta DVB-S2 dest bi weşanê kir
11:18 Tevî qedexeya derketina derve jî ji bo mafên xwe derketin derve
11:13 CNN Turkê 3 rojnameger ji kar avêtin
11:04 KCD'ê bi 3 zimanan 1'ê Gulanê pîroz kir
11:03 Kose li dijî qarantînaya siyasî rêya sêyemîn pêşniyar kir
10:49 3 kesên xwestin bimeşin Taksimê hatin binçavkirin
10:32 Li Taksîmê mudaxaleyî çalakiya 1'ê Gulanê kirin: Çerkezoglu binçav kirin
09:32 Nexweşê Şewbê vegot: Heta nîşane neyên dîtin test nayên kirin
09:31 Di 7 mehan de 320 fezleke derbarê parlamenterên HDP’ê de hatin amadekirin
09:29 Di binçavan de gefa ‘Em ê hestiyên we bi postayê bişînin’
09:03 Ne dikare ji nava cihan rabe û ne jî dikare raze
09:02 3 girtiyên jin di karantînayê de ne: Nîşaneyên şewbê hene, lê test tunene
09:02 Xwîşka Aktaş: Li Îmraliyê polîtîkayeke taybet, bêqanûniyeke bêsînor heye
09:01 Li Hatayê fikare ji bo penaberan
09:01 Weqfa Baran Tûrsûn: Erka 'berdanê' ya polîsan betal bikin
09:01 Kamaç: Tekane rêya xelasiyê yekîtiya neteweyî ye
09:00 Rêwîtiya karkerên demsalî dest pê dike
09:00 ROJEVA 1'Ê GULANA 2020'AN
30/04/2020
19:17 Li Tirkiyeyê 93 kesên din jî jiyana xwe ji dest dan
16:03 Li Mêrdînê 1’ê Gulan pîroz kirin
16:02 HDP’iyên xwestin biçin Girtîgeha Şakranê hatin astengkirin
15:16 KCD,DBP: Em bêjin Efûya Çakici baştir e
14:40 Mevlude Haran jiyana xwe ji dest da
14:13 Platforma Ked û Demokrasiyê: Em ê risteke civakî ya nû bi zanist û kedê biafirînin
13:36 HDP'a Amedê: Em bi ked aştî, azadî, tendûristî û hevkarîyê cîhaneke nû ava bikin
13:18 Walîtiya Enqereyê: 1’ê Gulanê di 30’ê nîsanê de pîroz bikin
13:01 Mehmet E. yê ji îstîsmarê hatibû girtin li qawîşê mirî hat dîtin
12:52 TJA: Ji bo jiyanek mirovahî em her derê bikin qada 1'ê Gulanê