‘Heke em bi hev re li ber xwe bidin, em ê êrişan têk bibin’

img

AMED – Hevserokên MEBYA-DER’ê diyar kirin ku ew ê têkildarî êrişên li dijî goran bikevin nava hewldanên hiqûqî û dê bi berxwedanê êrişên li dijî goran pûç bikin.

Li dijî gorên kesên di pevçûnan de jiyana xwe ji dest dane êriş didomin û zextên li ser malbatan jî bi van êrişan re zêde dibin. Hin malbat li ser gora xwe li dijî xerakirina gora dest bi nobetê kirine û hin malbat jî ji ber metirsiya dê gorên zarokên wan werin hilweşandin serdanên goran zêdetir kirine. Hevserokên MEBYA-DER’ê têkildarî êrişên li dijî goran axivîn.
 
‘ARMANCA WAN EW E ÊŞA MALBATAN BIDIN ZÊDEKIRIN’
 
Hevserokê MEBYA-DER’ê Şêxmûs Karadaş diyar kir ku di vê pêvajoya ku hemû dinya li dijî şewba vîrûsa koronayê têdikoşe li Tirkiyê jî hikumeta AKP’ê bi êrişa li dijî nirxên kurdan re eleqedar dibe û got: “Îqtîdar dibêje ‘ez çawa êşa van malbatan zêdetir bikim’ û êrişî gorandike. Pir eşkere dibêjin ‘hem em ê bikujin û hem jî em ê gorên wan tune bikin.’ Polîtîkayek wisa birêve dibin ku ne di tu dîn û ne ehlaqî de ev yek û nêzîkatî heye. Di serê her hevok û binê her hevoka wan de qala misilmanî û îslamiyetê tê kirin. Lê di mehek wiha pîroz de jî radibin êrişî gorên zarokên kurdan dikin. Ev nayê qebûlkirin. Ev misilmanetiyek çawa ye? Ev ne dîndar in, kîndar in. Kîna wan jî li dijî kurdan e. Dixwazin nirxê gelê kurd bixin bin piyan.”
 
‘EM Ê HEWLDANÊN HIQÛQÎ BIDIN DESTPÊKIRIN’
 
Karadaş da zanîn ku dema malbat têkildarî êrişan serî li me bidin em ê dest bi hewldanên hiqûqî bikin û got: “Em ê heta dawiyê li cem malbatên xwe bin. Hem hiqûqî hem jî bi awayê siyasî em ê malbatên xwe bi tenê nehêlin. Heta niha ji 4 malbatan ji navçeya Farqînê serî li komeleya me dane. Ji bo kar û barên hiqûqî jî em bi hiqûqnas û Komeleya Mafê Mirovan re di nava peywendiyê de ne.”
 
‘EM BI HEV RE LI BER XWE BIDIN’
 
Karadaş bang li malbatan kir û wiha got: “Li dijî van êrişên hovane em bi hev re li ber xwe bidin. Em bi hev re li ber xwe bidin û van êrişan pûç bikin. Heke em bi hev re bin em ê van êrişan têk bibin. Gelê kurd tu demê li dijî van êrişên hovane serî netewandiye. AKP jî vê yekê dizane û loma êrişan zêde dike.”
 
‘HER CÛRE RÊBAZ BIKAR TÎNIN’
 
Hevseroka MEBYA-DER’ê Yuksel Almas jî destnîşan kir ku êrişên îqtîdarê yên li dijî kurdan tenê rêbaz guhertiye û wiha got: “Hin deman gor tên bombebarankirin, hin deman gor tên kolandin û hestiyan derdixin. Hin deman jî êrişî gor û navê wan dikin û xera dikin. Lê têkoşîna malbatan hemû armanc û êrişên wan pûç dike. Di salên 90’î de eskeran dema bi ser malan de digirtin, bêr û tevir didan destê gundiyan û bi destê wan xaniyan hildiweşandin. Mala min bixwe jî bi darê zorê ji aliyê eskeran ve hat xerakirin. Heman zîhniyet berdewam dike. Polîtîkaya çabtirsandina kurdan didome.”
 
TÊKOŞÎNA MALBATAN DÊ ÊRIŞAN PÛÇ BIKE
 
Almas da zanîn ku hin malbat bi salane ji bo ku gorek zarokên wan çê bibe û hestiyên zarokên xwe bibinin têdikoşin û dê têkoşîn û xwedî derketina malbatan a li gora zarokên xwe êrişan pûç bike û rêbaza polîtîka êrişan têk bibe.

Sernavên din

05/05/2020
19:25 Li Tirkiyeyê hejmara kesên jiyana xwe ji dest dan bû 3 hezar û 520
17:52 Cenazeyê Devran Dînç 2 rojan li heviya otopsiyê tê rawestandin
17:07 Tora Têkoşîna li Dijî Bêcezakirinê: Sucdarên mafên mirovan bêceza hatin hiştin
16:46 Endama Meclîsa HDP’ê behsa kêliya revandina xwe kir
16:45 Êrîşa li dijî goristanan hat şermezarkirin: Destê xwe vekişînin!
16:20 Polîsan encumena Şaredariya Hezoyê bi lêdanê binçav kirin
16:14 Endama Meclîsa HDP'ê Kuyun hat revandin
15:42 TJA: Em bi Hevşaredar û gelê Qersê re ne
15:41 HDP’ê xwest butçeya 2020’an were guhertin
15:28 Gelo rast e ku li Mêrdînê testa 18 gardiyanan pozîtîf derketiye?
15:26 Oldaran bang li PDK'ê kirin: Hêzên xwe ji Zînî Wertê vekişinin
15:06 Oluç: Îqtîdar dixwaze hişê mexdûriyetê ava bike
14:59 Serdozgeriya Komarê ya Amedê piştî meheke îşkence red kir
14:47 Hejmara 14’emîn a kovara Dilopê derket
14:31 DAIŞ'ê êrîşî artêşa Iraqê kir: 2 leşker hatin kuştin
14:20 ‘Ji kerema xwe dengê min bibihîzin’
14:10 Ma Muzîk îşev di twîtterê de hastaga #malihermalêye li dar dixe
13:55 Dede: Divê AYM nebe hevparê sûcê AKP-MHP’ê
13:51 Kevirên dîrokî yên Sûrê didizin
13:37 Ji bo Mala Artêşê ya ku JÎTEM’ê dihewand biryara hilweşandinê hat dayîn
13:35 Tîmtîk a di rojiya mirinê de ye 25 kîlo zeîf bû
13:07 Li Elmaliyê piştî bi salan kuncî hatin çandin
13:06 Di nîsanê de 220 karkeran jiyana xwe ji dest dan
12:28 Rapora 4 mehan a girtîgehan: Her ku çûye rêbazên tehdekar zêde bûne
12:20 HDP’ê bi sefîrên 18 welatan re hevdîtin pêk anî
11:44 ‘Ji gorên zarokên me çi dixwazin?’
11:44 Ziyareta Dolmabahçe bû ‘raz’ û gelê Kurd berdêla wê da
11:27 ‘Fermana xerakirina goran kê da?’
11:22 Îbrahîm Gokçek rojiya xwe ya mirinê bi dawî kir
10:33 ATO: Dema pirsgirêk hebe bazirganiya rûpoşan nayê qebûlkirin
10:28 ‘Heke em bi hev re li ber xwe bidin, em ê êrişan têk bibin’
10:28 Endamên berê yên Grûp Yorûmê ji bo Gokçek bang kirin
09:46 Pisporê Tenduristiya Ruh: Eşa hin kesan dibe serkeftina hin kesên din
09:21 Dersên kurdî yên onlîne rastî eleqeyê tên
09:20 Rêvebirên qulûban: Perê li ser navê me tê komkirin li ku ye?
09:19 Derdê welatiyan jî û derdê dermangeran jî maske ne
09:18 Li Mêrsînê piştevanî û alîkarî zêde dibe
09:18 Ji bo Stenbolê pêşniyara 'xebata pîlot'
09:11 Gunay: Hevdîtina bi telefonê fikaran ji holê ranake, divê heyete tebduristiyê biçe giravê
09:11 26 salan bi koçberî, zilm, zext, tundî û dorpêçê derbas kir
09:10 Melet: Pêwîste hevdîtina li gel Ocalan berdewam bike
09:09 PDK bi hinceta virûsê hat Zînî Wertê, lê 45 rojin qontrola vîrûsê nakin
09:08 ‘Xebata ku ji bo çawişê pispor hatî kirin bila ji bo Gulistanê jî were kirin’
09:00 Xwe bi tenûrê ji temasê rizgar dikin
09:00 ROJEVA 5'Ê GULANA 2020'AN
08:26 Li Mêrdînê gundek din kirin karantînayê
04/05/2020
20:52 Hejmara kesên ji ber Covîd-19'yê jiyana xwe ji dest dane bû 3 hezar û 461
19:22 Ahmet Şik ji HDP'ê veqetiya
17:52 Dadgehê ji bo 6 rojnamegerên girtî biryara skandal da
16:50 Dayika Karaman îsyan kir: Tenê 9 meh girtî ma û derket
16:27 Li Îzmirê vîrûsa Covît-19 gihişt 466 xizmetkarên tenduristiyê
16:10 Heyeta HDP’ê Gokçek ziyaret kir: Em Îbrahîm bidin jiyandin
16:09 Bi tena serê xwe çalakî li dar xist
15:46 Heta niha 150 kûsî ji Bendava Ilisûyê hatin rizgarkirin
15:09 Odeya Tabîban ji bo Prof. Dr. Dilmener merasimek li dar xist
14:54 Bultena Kovîd-19 a Şopandina Girtîgehan: Paşîva bê nan
14:46 'Em tu carî dest ji destkeftiyên xwe bernadin'
14:31 Birûskê şivan û 150 bizin kuşt
14:16 Ozgur Tarhanî yê Teknîkera Anestezî Ayşe Karaman kuşt hat berdan
13:44 Odeya Bijîşkan a Stenbolê hişyarî da: Biryara xelet dê encamên giran bîne
13:43 Dezenfektanek biçûk bi 23 tl difiroşin girtiyan
13:30 Dersim Dag îstîsmarkirina zarokan bir rojeva Meclîsê
13:29 ‘Saet di 19.38'an de find pêxin û zêmar bibêjin’
13:23 Zema mazot, lastîk, aku, cezayê trafîkê dêke kirin, lê KDV danexistin
12:47 Korona bandorê li ser aboriyê dike û krîza 2008’an nêz dibe
12:10 11 hiqûqnasên pispor bang li AYM’ê kirin: Şaşiyan rast bikin
11:45 Dolar bû 7.0174 TL
11:41 Banga hevrûbûn û lêborîna Komkujiya Dersimê hat kirin
11:39 Rojnameger Henan: Tirkiye li Idlibê gelek tengezar bûye
11:11 KCD: Heta Kurd yekîtiya neteweyî ava nekin dê ji qetlieman rizgar nebe
11:04 ‘Ocalan li dijî ‘bedbîniya’ kapîtalîzmê şîfreyên dawîn ên çareseriyê dide’
10:40 HDP: Pêwîste dewlet ji gelê Dersimê lêborînê bixwaze
10:39 Muftuoglû: Divê aktorên nû yen polîtîk derkevin holê
09:35 Hunermend Seîd Gabarî koça dawî kir
09:10 ‘Em hişmendiya goran xirab dikin ji serdema Osmaniyan ve nas dikin’
09:09 Dr. Bilek: Dibe ku piştî demekê xizmetkarên tenduristiyê zahmetiyan bikişînin
09:08 Berhemên ewil kom nekin dê çay di zeviyê de xera bibe
09:05 Kedkara malê: Nikarim kirê bidim
09:05 Ji mêran zêdetir dixebitin, lê ji mêran kêmtir distînin
09:04 Ji bo esker neşkîne kêliyê gorê rakir
09:04 Qala birayê xwe Mustafa kir: Berxwedan fêrî min kir
09:03 Girtiyê nexweş 14 caran rakirin nexweşxaneyê lê hêj girtî ye
09:00 ROJEVA 5'Ê GULANA 2020'AN
00:18 Baroya Colemêrgê: Em êrişên li dijî goristanan şermezar dikin
03/05/2020
23:19 Gabrîel: Me peşî li reva girtiyên DAIŞ'ê girt
23:10 247 wargeh ji qerantinayê rizgar bûn
20:27 Li Tirkiyeyê hêjmara miriyan gihişt 3 hezar û 397 kesan
19:47 Dê li Başûrê Kurdistanê 11 deverên pîşesaziyê ava bikin
19:32 Rejîma Îranê di 24 saetan de 2 kolber kuşt in
18:35 Nûnerên civakê ‘Însiyatîfa Gel ji bo Yekitiya Refa Kurdî’ ava kirin
15:19 Wezaretê rêwîtiya nava bajaran rojek din qedexe kir
15:01 Bertek nîşanî girtiyan Kîlîs ê EMEP’ê dan
14:59 Hêjmara nû ya Kovara Moderniteya Demokratîk derket
14:48 Rapora Girtîgeha Patnosê: Bi ava qirêj paqijiyê dikin
13:54 Ji bo ronîkirina Terteleya Dersîmê dê komîsyona heqîqetê bê avakirin?
13:31 Tevgera Nifşê Nû: Eger projeya me neyê pêkanîn em ê dest bi çalakyian bikin
13:18 ÎHD’ê têkildarî 3’yê Gulanê daxuyanî da
12:50 'Miduriyeta Ewlehiyê ya Hewlerê gefa kuştinê li Mazlûm Dag dixwin'
12:49 Tora Mafên Mirovan: Zeyneb Celaliyan avêtine beşa karantînayê
12:36 Platforma Rojnamegerên Jin a Mezopotamya: Çiqas me bigirin jî em ê serî hildin