Rapora 4 mehan a girtîgehan: Her ku çûye rêbazên tehdekar zêde bûne

img

ÎZMÎR – Şaxa ÎHD’ê ya Îzmîrê, rapora ku têkildarî girtîgehên li bajar amade kiribû, bi raya giştî re parve kir. Di raporê de binpêkirinên ku di 4 mehan de li girtîgehan pêk hatine, hatin parvekirin û hat destnîşankirin ku li girtîgehan rêbazên li dijî rûmeta mirovahiyê zede bûne.

Şaxa Komeleya Mafê Mirovan (ÎHD) a Îzmîrê, rapora ku têkildarî binpêkirinên mafan ên ku di mehên dawîn de li girtîgehên li bajar pêk hatibûn, amade kiribû, bi raya giştî re parve kir. îHD’ê heta niha raporên xwe li avahiya xwe bi raya giştî re parve dikir, lê ji ber vîrûsa koronayê vê rapora xwe li ser înternetê parve kir. Rapor, binpêkirinên mafan ên li Girtîgeha Tîpa F a Bûca Kiriklarê, Girtîgehên Hejmarên 1,2,3,4 ên Şakranê, Girtîgeha Jinan a Şakranê, Girtîgeha Zarokan a Îzmîrê, Girtîgeha Tîpa T a Odemîşê û Girtîgeha Tîpa R a Menemenê dihewîne.
 
ÇAVKANIYÊN RAPORÊ
 
Rapor, ji aliyê rêveberê şaxa ÎHD’ê Barış Işik ve hat xwendin. Işik, diyar kir ku rapora xwe ji hevdîtinên sazî û komeleyên têkildar, serlêdanên ku ji aliyê malbat û parêzeran ve li komeleyê kirin, serdanên parêzeran ên girtîgehan û nameyên girtiyan amade kirine û bi bîr xist ku li gorî daneyên Wezareta Edaletê li Tirkiyeyê 355 girtîgeh û 282 hezar û 703 girtî hene.
 
XIZMETA TENDURISTIYÊ NE TÊRKER E
 
Işik, destnîşan kir ku sererastkirina înfazê cihêkariya di navbera girtiyan de zêde kiriye û wiha got: “Di 4 mehên dawîn de li girtîgehan rêbazên li dijî rûmeta mirovahiyê û tehdekar zêde bûne. Dîsa hejmara girtî û gardiyanên ku testên wan ên vîrûsa koronayê pozîtîf dertên, zêde dibin. Ji ber hejmara zêde ya girtiyan, li girtîgehan ne pêkane ku şertên paqijiyê pêk bên. Ev jî rewşa belavbûna vîrûsê ya li girtîgehan derdixe holê. Li gorî agahiyên ku ji malbat û girtiyan hatine bidestxistin bergiriyên pêwîst li girtîgehan nayên girtin û xizmetên tenduristiyê ne têrker in.”
 
MAFÊ JIYANÊ PÎROZ E
 
Di berdewama axaftina xwe de Işik, da zanîn ku mafê jiyanê pîroz û ev tişt anî ziman: “Divê ku pekanînên tecrîdê yên li girtîgehan bên rakirin û pêkanînên memeleya xerab û îşkenceyê bên astengkirin û derbarê berpirsyaran de demildest lêpirsîn bên destpêkirin. Mafên girtiyan ên mîna xwe gihandina tedawiyê, jiyana bi tendurist û xwedîbûna bi tendurist tên astengkirin. Mirina girtiyên nexweş tê temaşekirin. Ne pêkane ku li cihekî ewqas maf bên binpêkirin bê jiyandin. Divê şertên girtîgehan bên başkirin û binpêkirinên mafan ji holê bên rakirin.”
 
Işik daxwazên xwe wiha rêz kir:
 
“* Divê serlêdan û gilîkirin bê sînordarkirin bigihîjin cihên pêwîst.
 
* Divê mekanîzmayên edlî û îdarî, derbarê serlêdan û giliyan de lêpirsîna bi bandor bidine meşandin.
 
* Divê rêveberiya girtîgehê, derbarê şertên fizîkî û memeleyên ku pêk tên de kontrola edlî û îdarî pêk bîne.
 
* Divê mafê girtiyan ê têkilî danînê yê bi malbat û cîhanê re neyê astengkirin.
 
* Divê girtî sewqî cihên nêz ên malbat û parêzerên xwe werin kirin.
 
* Divê qedexeyên rojname, kovar, radyo, kincan, name û pirtûkan bên terikandin.
 
* Divê mafê hevdîtin, nivîsandin û parastinê yê bi zimanê zikmakî bê ewlekirin û astengiyên bi kêfî bên rakirin.
 
* Divê lêgerînên cih û ser mirovan ne li dijî rûmeta mirovahiyê be.
 
* Divê di cezayên dîsîplînê de sererastkirinê edlî yên li dijî mafên mirovan bên rakirin û nelirêtiyên hiqûqî yên di pratîkê bên derbaskirin.
 
* Divê îşkence û meleyen xerab ên li dijî girtiyan bên terikandin û li gorî rûmeta mirovahiyê memele bê nîşandan.
 
* Divê pêşî li kontrolên herêmî û neteweyî û navneteweyî bê vekirin.
 
* Divê bijîjk û xebatkarên tenduristiyê pewerdeya Protoqola Stenbolê bigirin.
 
* Dişvê tecrîdên li ser girtiyan bên bidawîkirin.
 
* Divê sînordarkirinên aktîvîteyên çandî û cişvakî yên li ser girtiyan bên rakirin.
 
* Divê astengiyên li pêşiya xwe gihandina mafê tenduristî û tedawiyê bên rakirin.
 
* Divê di pêvajoya vîrûsê de pêşniyarên Rêxistina Tenduristiyê ya Cîhanê (WHO) û sazî û dezgeyên ku têkildarî vê yekê dixebitin li ber çav bê girtin û tevdîr bên girtin û bi rêk û pêk kontrol pêk bên.
 
* Divê destûr bê dayîn ku saziyên serbixwe yên tenduristiyê bikevin girtîgehan û lêkolînan bikin.”

Sernavên din

05/05/2020
19:25 Li Tirkiyeyê hejmara kesên jiyana xwe ji dest dan bû 3 hezar û 520
17:52 Cenazeyê Devran Dînç 2 rojan li heviya otopsiyê tê rawestandin
17:07 Tora Têkoşîna li Dijî Bêcezakirinê: Sucdarên mafên mirovan bêceza hatin hiştin
16:46 Endama Meclîsa HDP’ê behsa kêliya revandina xwe kir
16:45 Êrîşa li dijî goristanan hat şermezarkirin: Destê xwe vekişînin!
16:20 Polîsan encumena Şaredariya Hezoyê bi lêdanê binçav kirin
16:14 Endama Meclîsa HDP'ê Kuyun hat revandin
15:42 TJA: Em bi Hevşaredar û gelê Qersê re ne
15:41 HDP’ê xwest butçeya 2020’an were guhertin
15:28 Gelo rast e ku li Mêrdînê testa 18 gardiyanan pozîtîf derketiye?
15:26 Oldaran bang li PDK'ê kirin: Hêzên xwe ji Zînî Wertê vekişinin
15:06 Oluç: Îqtîdar dixwaze hişê mexdûriyetê ava bike
14:59 Serdozgeriya Komarê ya Amedê piştî meheke îşkence red kir
14:47 Hejmara 14’emîn a kovara Dilopê derket
14:31 DAIŞ'ê êrîşî artêşa Iraqê kir: 2 leşker hatin kuştin
14:20 ‘Ji kerema xwe dengê min bibihîzin’
14:10 Ma Muzîk îşev di twîtterê de hastaga #malihermalêye li dar dixe
13:55 Dede: Divê AYM nebe hevparê sûcê AKP-MHP’ê
13:51 Kevirên dîrokî yên Sûrê didizin
13:37 Ji bo Mala Artêşê ya ku JÎTEM’ê dihewand biryara hilweşandinê hat dayîn
13:35 Tîmtîk a di rojiya mirinê de ye 25 kîlo zeîf bû
13:07 Li Elmaliyê piştî bi salan kuncî hatin çandin
13:06 Di nîsanê de 220 karkeran jiyana xwe ji dest dan
12:28 Rapora 4 mehan a girtîgehan: Her ku çûye rêbazên tehdekar zêde bûne
12:20 HDP’ê bi sefîrên 18 welatan re hevdîtin pêk anî
11:44 ‘Ji gorên zarokên me çi dixwazin?’
11:44 Ziyareta Dolmabahçe bû ‘raz’ û gelê Kurd berdêla wê da
11:27 ‘Fermana xerakirina goran kê da?’
11:22 Îbrahîm Gokçek rojiya xwe ya mirinê bi dawî kir
10:33 ATO: Dema pirsgirêk hebe bazirganiya rûpoşan nayê qebûlkirin
10:28 ‘Heke em bi hev re li ber xwe bidin, em ê êrişan têk bibin’
10:28 Endamên berê yên Grûp Yorûmê ji bo Gokçek bang kirin
09:46 Pisporê Tenduristiya Ruh: Eşa hin kesan dibe serkeftina hin kesên din
09:21 Dersên kurdî yên onlîne rastî eleqeyê tên
09:20 Rêvebirên qulûban: Perê li ser navê me tê komkirin li ku ye?
09:19 Derdê welatiyan jî û derdê dermangeran jî maske ne
09:18 Li Mêrsînê piştevanî û alîkarî zêde dibe
09:18 Ji bo Stenbolê pêşniyara 'xebata pîlot'
09:11 Gunay: Hevdîtina bi telefonê fikaran ji holê ranake, divê heyete tebduristiyê biçe giravê
09:11 26 salan bi koçberî, zilm, zext, tundî û dorpêçê derbas kir
09:10 Melet: Pêwîste hevdîtina li gel Ocalan berdewam bike
09:09 PDK bi hinceta virûsê hat Zînî Wertê, lê 45 rojin qontrola vîrûsê nakin
09:08 ‘Xebata ku ji bo çawişê pispor hatî kirin bila ji bo Gulistanê jî were kirin’
09:00 Xwe bi tenûrê ji temasê rizgar dikin
09:00 ROJEVA 5'Ê GULANA 2020'AN
08:26 Li Mêrdînê gundek din kirin karantînayê
04/05/2020
20:52 Hejmara kesên ji ber Covîd-19'yê jiyana xwe ji dest dane bû 3 hezar û 461
19:22 Ahmet Şik ji HDP'ê veqetiya
17:52 Dadgehê ji bo 6 rojnamegerên girtî biryara skandal da
16:50 Dayika Karaman îsyan kir: Tenê 9 meh girtî ma û derket
16:27 Li Îzmirê vîrûsa Covît-19 gihişt 466 xizmetkarên tenduristiyê
16:10 Heyeta HDP’ê Gokçek ziyaret kir: Em Îbrahîm bidin jiyandin
16:09 Bi tena serê xwe çalakî li dar xist
15:46 Heta niha 150 kûsî ji Bendava Ilisûyê hatin rizgarkirin
15:09 Odeya Tabîban ji bo Prof. Dr. Dilmener merasimek li dar xist
14:54 Bultena Kovîd-19 a Şopandina Girtîgehan: Paşîva bê nan
14:46 'Em tu carî dest ji destkeftiyên xwe bernadin'
14:31 Birûskê şivan û 150 bizin kuşt
14:16 Ozgur Tarhanî yê Teknîkera Anestezî Ayşe Karaman kuşt hat berdan
13:44 Odeya Bijîşkan a Stenbolê hişyarî da: Biryara xelet dê encamên giran bîne
13:43 Dezenfektanek biçûk bi 23 tl difiroşin girtiyan
13:30 Dersim Dag îstîsmarkirina zarokan bir rojeva Meclîsê
13:29 ‘Saet di 19.38'an de find pêxin û zêmar bibêjin’
13:23 Zema mazot, lastîk, aku, cezayê trafîkê dêke kirin, lê KDV danexistin
12:47 Korona bandorê li ser aboriyê dike û krîza 2008’an nêz dibe
12:10 11 hiqûqnasên pispor bang li AYM’ê kirin: Şaşiyan rast bikin
11:45 Dolar bû 7.0174 TL
11:41 Banga hevrûbûn û lêborîna Komkujiya Dersimê hat kirin
11:39 Rojnameger Henan: Tirkiye li Idlibê gelek tengezar bûye
11:11 KCD: Heta Kurd yekîtiya neteweyî ava nekin dê ji qetlieman rizgar nebe
11:04 ‘Ocalan li dijî ‘bedbîniya’ kapîtalîzmê şîfreyên dawîn ên çareseriyê dide’
10:40 HDP: Pêwîste dewlet ji gelê Dersimê lêborînê bixwaze
10:39 Muftuoglû: Divê aktorên nû yen polîtîk derkevin holê
09:35 Hunermend Seîd Gabarî koça dawî kir
09:10 ‘Em hişmendiya goran xirab dikin ji serdema Osmaniyan ve nas dikin’
09:09 Dr. Bilek: Dibe ku piştî demekê xizmetkarên tenduristiyê zahmetiyan bikişînin
09:08 Berhemên ewil kom nekin dê çay di zeviyê de xera bibe
09:05 Kedkara malê: Nikarim kirê bidim
09:05 Ji mêran zêdetir dixebitin, lê ji mêran kêmtir distînin
09:04 Ji bo esker neşkîne kêliyê gorê rakir
09:04 Qala birayê xwe Mustafa kir: Berxwedan fêrî min kir
09:03 Girtiyê nexweş 14 caran rakirin nexweşxaneyê lê hêj girtî ye
09:00 ROJEVA 5'Ê GULANA 2020'AN
00:18 Baroya Colemêrgê: Em êrişên li dijî goristanan şermezar dikin
03/05/2020
23:19 Gabrîel: Me peşî li reva girtiyên DAIŞ'ê girt
23:10 247 wargeh ji qerantinayê rizgar bûn
20:27 Li Tirkiyeyê hêjmara miriyan gihişt 3 hezar û 397 kesan
19:47 Dê li Başûrê Kurdistanê 11 deverên pîşesaziyê ava bikin
19:32 Rejîma Îranê di 24 saetan de 2 kolber kuşt in
18:35 Nûnerên civakê ‘Însiyatîfa Gel ji bo Yekitiya Refa Kurdî’ ava kirin
15:19 Wezaretê rêwîtiya nava bajaran rojek din qedexe kir
15:01 Bertek nîşanî girtiyan Kîlîs ê EMEP’ê dan
14:59 Hêjmara nû ya Kovara Moderniteya Demokratîk derket
14:48 Rapora Girtîgeha Patnosê: Bi ava qirêj paqijiyê dikin
13:54 Ji bo ronîkirina Terteleya Dersîmê dê komîsyona heqîqetê bê avakirin?
13:31 Tevgera Nifşê Nû: Eger projeya me neyê pêkanîn em ê dest bi çalakyian bikin
13:18 ÎHD’ê têkildarî 3’yê Gulanê daxuyanî da
12:50 'Miduriyeta Ewlehiyê ya Hewlerê gefa kuştinê li Mazlûm Dag dixwin'
12:49 Tora Mafên Mirovan: Zeyneb Celaliyan avêtine beşa karantînayê
12:36 Platforma Rojnamegerên Jin a Mezopotamya: Çiqas me bigirin jî em ê serî hildin