Li Sûrê mafê mal û milk xesp kirin: Midûriyeta Derdorê ya Bajar peyman binpê kir

img

AMED - Midûriyeta Derdor û Bajarvaniyê ya Amedê, peymana ku bi welatiyên li 6 taxên Sûrê yên hatin qedexekirin û xerakirin re ji bo mal û milkên wan îmze kiribûn bi yek alî xera kir û mafê mal û milkê welatiyan xezp kir. Piştî ku midûriyetê mafê welatiyan ên li malên xwe bimîne ji destê wan girt, welatiyan bertekên xwe anîn ziman. 

Li Navçeya Sûrê ku wekî qada SÎT'ê hatiye îlankirin û di lîsteya Mîrateya Çanda Cihanê ya UNESCO de cih digire, di 2'ê Kanûna 2015'an ji aliyê Wezareta Karên Hundir û walîtiya Amedê ve qedexeya derketina kolanan hatibû îlankirin. Di serdema qedexeya 2'ê Kanûna 2015’an de det pê kir û heta 6 mehan qedexe û dorpêçê berdewam kir de, tax bi tang û topan hilweşandin û piştre bi kepçeyan tev xera kirin. Ji ber ku tax tev xera bû malbatan tevan koçî tax û navçeyên din ên Amedê kirin. Niha jî taxa ku kevir li ser kevir nemaye û sero bino bûye. Qedexeya derketina kolanan a 6 taxên Cevatpaşa, Fatihpaşa, Dabanoglu, Hasırli, Cemal Yılmaz û Savaş ku di 2'ê kanûna 2015'an de dest pêkiribû hêj didome. Welatiyên ku di qedexe û dorpêçê de neçar man ku mal û taxên xwe vala bikin hêj nikarin vegerin warê xwe. Li aliyekî xaniyê wan hatiye xerakirin û li aliyê din nikarin vegerin taxên xwe warên xwe ji nûve ava bikin. Di Adara 2016’an de bi Biryara Lijneya Wezîran 6 tax wekî qada bi rîsk îlan kir û 6 hezar û 300 parsel ji ji sedî 70'ê 6 taxên Sûrê ye xistin çarçoveya "Îstîmlakkirina bi lez (Malê cemaweriyê). Lijneya Wezîran taxên ku şer lê pêş neket jî xistin nava sînorê biryarê. Wê demê Wezareta Derdor û Bajarvaniyê di bin navê "Komisyona li hevhatinê" de dest bi kirîna mal û milkên welatiyan kir. Lê ji ber komîsyonê heqê erzan da mal û milkê welatiyan, Komîsyonê û welatiyan li hev nekir û peyman pêk nehat. Di vê pêvajoyê de li 6 taxên Sûrê ji sedî 72'ê taxan bi kepçeyan hatin rûxandin. Li şûna wan xaniyên beton ava kirin. Midûriyeta Derdor û Bajarvaniyê ya Amedê, peymana ku bi welatiyên li 6 taxên Sûrê yên hatin qedexekirin û xerakirin re ji bo mal û milkên wan îmze kiribûn bi yek alî xera kir û mafê mal û milkê welatiyan xezp kir. Piştî ku midûriyetê mafê welatiyan ên li malên xwe bimîne ji destê wan girt, welatiyan bertekên xwe anîn ziman. 
 
XWESTIN LI SÛRÊ BIMÎNIN
 
Piştî Wezareta Derdor û Bajarvaniyê ev proje xist meriyetê, 3 rê dan pêşiya şêniyên xwedî mal û milk ên ji cih û warên xwe hatine koçkirin. Wezaretê xwest ji hilbijartina "Tazmînata maddî", "TOKÎ li cihekî din xanî ji wan re çêke" û "Ji xaniyên ku li Sûrê înşaeta wê didome yekî bistînin" yekê hilbijêrin. Piraniya welatiyên Sûrê xwestin dîsa li Nava Sûrê bimînin û li wir li şûna xaniyê xwe yê hatiye xerakirin xaniyekî din bistînin. Welatiyan û Midûriyeta Bajar û Derdorê li gorî vê yekê peyman îmez kirin. Piştî dem derbas bû Midûriyeta Bajarvaniyê bang li welatiyan kir û diyar kir ku dê li cihê ku xaniyê wan lê dikan hatine avakirin û dê li wir xaniyekî din û zeviyê nedin wan. 
 
PEYMAN YEK ALÎ XERA KIRIN
 
Welatiyê taxa Cemal Yilmaz ku daxa wan di sînorê qedexeyê de maye Şaban Elçin, diyar kir ku li gel peyman îmze kirine jî peyman yek alî hatie xerakirin û mafê wan binpê kirine. Elçîn, anî ziman ku dema ev yek îtîraz kirine ji wan re xwestiye ku daxwaznameyekê binivîsin û ji Wezaretê re bişînin. Li ser vê yekê me daxwazname ji wezaretêre şand û ev daxwaza me li wir jî hat redkirin. Tu hinceta redkirina daxwaznameya me jî negotin. Piştre Midûriyta Bajarvanî û Derdorê bang li me kir. Dema me çûn wir nehiştin em derbasî hundir bibin. Li derve kaxis dirêjî destê me kirin û diyar kirin ku ferman ji wan re hatiye ku yên ji Sûrê hatin vî ewraqî binivisin biçin. Me xwest em rû bi rû bi axivin. Lê me muxatab nedît."
 
Elçîn, da zanîn ku di belgeya ku dan welatiyan de gotin: "Qedexe tune, lê di çarçoveya veguhestina bajarvaniyê de piştî biryara xerakirinê hat dayîn, tevlêbûna pişka xaniyên ku li Lalabey û Alipaşa bên avakirin bibe, li ser rapora ku bedel û qîmet daye xaniyan li hev bikin û li şûna wê li TOKİ'yên taxa Uçkuyularê xanî bixwazin."  
 
Elçin, anî ziman ku li vir çareserî tune ye û Sûr aydî xwediyê xwe yê rastîn  e. Elçin, xwest daxwazên wan li ber çavan bê girtin û heta daxwazên wan li ber çavan neyê girtin tu kes ji vê yekê razî nabe. Elçin, herî dawî destnîşan kir ku ew ê dest ji Sûrê bernedin û dê serî li rêyên hiqûqî bidin. 
 
Nêzî 40 mexdûrên ku Midûriyeta Derdor û Bajarvaniyê mafê wan binpê kir, farmên Midûriyetê dane wan xistin destê xwe û li Balikçilarbaşi kom bûn û bertekên xwe anîn ziman. Welatiyên ku mafê wan hatiye binpêkirin diyar kirin ku tu carî vê yekê qebûl nakin. 
 
Welatiyên ku mafê wan hatiye binpêkirin û serî li Wezaretê dabû, daxwaza wan ji aliyê 6'emîn Daîreya Dadgeha Bilind ve hatibû redkirin. Piştî biryara redê, hiqûqnasên ku ji endamên Platfoma Hiqûqnasên Azadîparêz (OHP) û Platforma Surê pêk tên, diyar kiribûn ku biryar li dijî Destûra Bingehîn e, û serî li Dadgeha Destûra Bingehîn (AYM) dabûn. Tê payîn ku AYM biryarê bide. Parêzerên OHP ger ku biryarek neyînî ji vir derkeve dê serîli Dadgeha Mafên Mirovan a Ewropa (DMME) bidin. 
 
MA / Lezgîn Akdenîz - Cahît Ozbek
 
 
 

Sernavên din

08/05/2020
13:16 393 jinan bang kirin: Em dixwazin qanûna înfazê bê guhertin
12:57 Polîsan bi guleyên plastîk û bombeyên gazê mudaxile kirin
12:41 Îdîaya li Arnavûtkoyê zaroka 13 salî rastî tacîzê hat
12:04 Polîsan mudaxileyî girseya merasîma cenazeyê Gokçek kirin
11:43 Şewba Kovîd-19 li Girtîgeha Sîlîvrî belav bû
11:09 Serokê Odeya Bijîşkan a Amedê hişyariya pêla duyemîn kir
11:01 Li Cîhanê hejmara kesên bi vîrûsê ketin nêzî 4 mîlyonî bû
10:09 Polîs meşa ji bo Gokçek asteng dikin
09:54 Girtiyê nexweşîna şîzofren nayê berdan
09:14 Ji bo girtiyê nexweş Fîlîz serî li sê saziyên pêwendîdar hat xistin
09:14 Karkerên tirkiyeyî yên li Tanzanyayê bang li rayedaran kirin
09:13 Alaca: Armanca me em vî bajarî bikin bajerekî ku jin karibin bi rihetî bijîn
09:12 Dayikên Girtiyan: Bi azadbûna zarokên me hemû roj rojên dayika ne
09:11 ‘Heke daxwazên wan pêk neyên wê bikevin rojiya mirinê’
09:05 Işik: Pêdivî bi analîzên Ocalan heye
09:05 Dadgehê cezayê kiryarên 2 zarokan kêm kir
09:05 Dayikên tenduristvan: Ji ber xebatê em zarokên xwe nabînin
09:04 Dayika Irmakê: Beriya Roja Dayikan ceza li keça min birîn
09:04 Zarokên wan li nav erdan mezin bûne
09:03 Remezan hatiye lê dilmayî ne
09:03 Li Serhedê 7 hezar malbat bûn 'xwişk û bira'
09:00 ROJEVA 8'Ê GULANA 2020'AN
08:51 Li Tahranê erdhej pêk hat
07/05/2020
19:54 Li Tirkiyeyê 57 kesên din jî ji ber Covîd-19'yê jiyana xwe ji dest dan
18:18 Tirkiye dîsa av ji ser Hesekê qut kir
17:15 Zabita Şivan ceza kir
16:33 Pirsgirêka xwe gihandina xizmetên tenduristiyê ya jinan zêde bûye
16:22 Îdîanameya rojnamegeran hat qebûlkirin
16:05 Rapora Komîsyona Jinan a 4 mehan: Mafê 204 jin û zarokan binpê bû
15:34 2 ciwanên HDP'î hatin berdan
15:15 SES: Tedbîr kêm in, kar û bar zêde ye
15:07 KESK: Niha jî dixwazin qeyûman tayînî rêxistinên pîşeyî bikin
14:38 Çima girtiyê bi nexweşiya pençeşêrê nayên tedawîkirin?
14:31 Komeleya Jinê ya Rosayê ŞOK market boykot kirin
14:26 Hat îdiakirin ku di kêliya welidandinê de tundî hatiye kirin
13:58 Îbrahîm Gokçek jiyana xwe ji dest da
13:20 HDK'ê banga 'bêalîtiyê' li AYM'ê kir
12:38 Ayşe Acar Başaran: Dixwazin nasnameya kurdan li ser goristanan tune bikin
12:23 Şere bi miriyan re nayê qezençkirin
12:00 Koç: AYM dikare nîşan bide ku Qanûna Bingehîn heye
11:39 Îpekyuz: Çavkaniyan li şûna şer ji bo civakê xerç bikin
11:29 Me gorên qurbaniyên Covîd-19’ê yên li Stenbolê yek bi yek jimart
11:27 Bavê Dînç: Di pişt û qirika wî de şop hebûn
10:48 KCD: Bi erêkirina cezayê Irmak li hemû gelê Kurd ceza hatiye birîn
09:57 Li Zînî Wertê li xwe mikûr hatin heye, paşde kişandin nîne
09:36 Gardiyan tif dikin û bijîşkê revîrê jî biçûk dixîne
09:21 Mala wan vikîvala ye, zarokê wan ê felcî li erdê ye
09:20 Karkerên ku bibin Tanzanyayê perişan in
09:19 Ji bo girtiyê nexweş Kaya serî li AYM'ê dan
09:19 Piştî mir û şûnde nû kirin hemwelatî
09:18 Herî zêde jin û zarok dikevin bin bandorê ambargoyê
09:18 Wextê kerenga dest pê kir
09:17 Acînîklî: Divê heyeteke serbixwe biçe Îmraliyê
09:16 Dayika girtî: Bila AYM vê bêedaletiyê sererast bike
09:15 Piştî qeyûm parka Ekîn Ceren kirin navenda nîjadperestiyê: Ya sev ya terk et!
09:15 23 girtî di heman odeyê de dimînin
09:14 Rojnamevan Turfent ê girtî: Îzolasyoneke dijwar dest pê kiriye
09:00 ROJEVA 7'Ê GULANA 2020'AN
06/05/2020
19:11 Li Tirkiyeyê 3 hezar û 584 kes bi Covîd-19 mirin
17:01 ÎHD: Binpêkirina mafê definkirinê ye
16:46 Banga lezgîn: Girtiyên di rîskê de berdin
16:22 HDP’ê banga eşkerekirina revandina Kûyûn li Waliyê Wanê kir
15:44 6 girtiyan dest bi greva birçîbûnê kirin
15:35 Sabrî Kaya yê girtî cara 15'emîn rakirin nexweşxaneyê
15:19 Rêxistinên ciwanan her sê şoreşgeran bi bîr anîn
15:18 TMMOB: Em gavan paşve navêjin
15:17 Rêveberên HDP û DBP'ê malbata Dînç ziyaret kirin
14:33 Odeyên Bijîjkan ên Herêmê: Em ê bicihanîna pêwîstiyên bijîjkiyê berdewam bikin
14:17 Baroya Amedê: Em ê bi 130 hezar hevpîşeyên xwe re li ber xwe bidin
14:10 Li goristanê bang kirin: Soza me ya ji bo Denîzan dê bidome
13:34 Rêveberê TÎHV’ê Ustercî: Divê qanûna înfazê ji nû ve bê sererastkirin
13:26 Endama Meclîsa Şaredariya Hezoyê hat berdan
13:25 Şandeya HDP'ê li Qersê ye: Tehemulê xebatên gelparêziyê nakin
13:25 HDP: Em ê her tim ruhê pêşeng ên Denîzan bibîr bînin
13:09 Wezaretê mifteyên konûtên teslîmî xelkê kiribûn paşde xwest
13:08 Girtiyê nexweşê giran Kaya: Êdî taqeta min nema
13:08 Xizmên windayan: Em li dijî bêedaletiyê bêdeng namînin
12:20 ‘Tarhan bila dîsa were girtin’
12:10 4 kesên Denîz Gezmiş bibîr anin hatin binçavkirin
12:01 Gotinên Denîzan îro jî derbasdar in
11:37 Ji Meclisa Jinê ya HDP’ê daxuyaniya Kûyûn
11:36 122 Rêxistinan gotin: Destê xwe nedin Qersê
11:21 Pekoz: Em ê Rojhilatek Navîn a cihêreng bibînin
10:49 Li Sûrê mafê mal û milk xesp kirin: Midûriyeta Derdorê ya Bajar peyman binpê kir
10:39 Serokê ATO’yê: Asayîbûna zû wê hejmara weqayan derxe milyonan
09:33 ‘Li Fethiyê cihê JES’an nîne’
09:16 Mezinkirina piştevaniyê di destê mirov de ye
09:10 Dosya rojnamegeran di bin kulliyeya Serokomar de tê meşandin
09:10 Dozger xwest cezayê muebetê li Alinak bê birîn
09:09 Qeyûman tenê ji bo kolanekê bi milyonan pere xerc kirine
09:09 Ji ber 'qedexeyê' nikarin pincar berhev bikin
09:09 Li Sasonê topkirina destê ewil ê çîlekan dest pê kir
09:08 Dr. Abbasoglû: Tenduristiya karkeran ji însafa patronan re hatiye hiştin
09:08 Hechecîkan dîsa berê xwe dan Bismilê
09:08 Dadgeha Bilind cezayê li Selma Irmakê hatibû birîn pesend kir
09:08 Li Girtîgeha Rihayê ne tevdîr ne jî muxatab hene
09:07 ‘Nirxên misilmantiyê hatine winda kirin’
09:00 ROJEVA 6'Ê GULANA 2020'AN
05/05/2020
21:36 Cenazeyê Devran Dînç piştî 2 rojan defin kirin
21:13 13 baroyan bang li Dadgeha Destûra Bingehîn kir: qanûna betal bikin