Raportor Webb: Dadgeh naxwazin polîsan darizînin

  • rojane
  • 09:16 12 Gulan 2020
  • |
img

MÊRDÎN - Raportorê Tirkiye yê Rêxistina Çavdêriya Mafên Mirovan Emma Sinclair Webb, têkildarî bêcezakirina polîsan û faîlên diyar diyar kir ku dadgeh naxwazin polîsan wekî bersûc bibînin û naxwazin polîsan darizînin û ceza bikin.  

Li navçeya Dêrikê û Nisêbînê bi dîmenan hat dîtn ku polîs çawa tundiyê li ser welatiyan dimeşîne. Di 25'ê nîsanê de di dîmen de hat dîtin ku polîs welatiyê esnaf derb dike. Piştre li Nisêbînê hat dîtin ku polîs çawa bi çekê daye ser pişta zarok û bi tirsê zarok binçav kir. Li Nisêbînê di dîmen de hat dîtin ku polîs çawa çekê diteqîne û daye ser pişta zarokê 6 salî B.E. û piştre wî li pey xwe kaş dike. Li Edeneyê di 27'ê Nîsanê de ciwanê 19 salî yê Sûriyeyî Alî El  Hemdan bi guleya polîsan hat kuştin. Di 22'ê Adarê de li Manîsayê kalê 65 salî Kemal Konca rastî heqareta polîsan hat. 
 
PVSK POLÎSAN DIPARÊZE
 
Gelek bûyerên tundiyê û kuştinê ku polîsan li dijî welatiyan kiriye, bi dîmen û belgeyan derket holê. Lê polîsên ku li ser welatiyan tundî meşandin û welatî kuştin nehatin darizandin. Tenê an ji peyvirê hatin dûrxistin û an jî piştî demekê dîsa li karê xwe vegeriyan. Di kuştina Alî El Hemdan de polîs hat girtin, lê bê cezakirin an jî neyê cezakirin hêj ne diyar e. Bi taybeti piştî Zagona Vazife û Salahiyetên polîsn (PVSK) polîsan bêtir dest bi tundî û kutinê kir. 
 
 TURSUN: JI 2007'AN HETA NIHA 403 KES BI GULEYA POLÎSAN HATIN KUŞTIN
 
Serokê Vakfa Baran Tursun Mehmet Tursun, piştî kurê wî hat kuştin, li dijî binpêkirina mafan û tundiya polisan têdikoşe. Tursun, diyar kir ku ji sala 2007'an heta niha 403 kes bi guleya polîsan hatin kuştin. Di van bûyeran de polîsên ku ji peyvirê hatin girtin û rastî ceza hatin pir kêm in. Heta niha polîsên ku rastî ceza hatin û ji peyvirê hatin girtin, 2 - 3 kes in. Erk û hêza PVSK’ê didin pişta xwe û mirovan dikujin. Ji ber ku PVSK'ê hêz û erk daye wan ku dema mirov kuştin jî neyên cezakirin. Dadgeha Destûra Bingehîn ji ber erka PVSK’ê li gori daxwaza polîsan biryarê dide. Li Îzmirê Emrah Barlak bi polîsan re niqaş kir û hat kuştin. Li şûna ku bê cezakirin wî teqawît dikin. Divê berî her tiştî PVSK bê betalkirin. 
 
SÎNCLAÎR: DÎMEN TUNEBÛNA POLÎS JI PEYVIRÊ DÛR NEDIXISTIN
 
Raportorê Tirkiye yê Rêxistina Çavdêriya Mafên Mirovan Emma Sinclair Webb jî anî ziman ku ger ev dîmenên derketin holê tune bûna polîs ji peyvirê nedihatin dûrxistin û wiha got: "Ji sala 2008'an heta niha me der barê tundiya polisan de raporek berfireh amade kiriye. Em dibînin ku di navbera wê demê û niha de tu tişt nehatiye guhertin. Dîmenên di demên dawî de tên parvekirin, bi tesadufî ji aliyê welatiyan ve hatiye kişandin û li ser medya civakî hatiye parvekirin. Bi zanebûn ew dîmen nehatine kişandin û nehatine parvekirin. Ger ku ne ji van dîmenên medya civakî bûya, dê polîsên ji peyvirê dûr nexistibûna. Dîmenên Nisêbîn û Dêrikê tune bûna, ew polîs tu carî ji peyvirê nedihat dûrxistin. Welatî tesatufî ji ewyanû şibakeyê bi telefona xwe dîmen dikişînin û parve dikin. Wê demê welatî tesatifî derketiye şibakê û rastî wê bûyerê hatiye û bi telefonê qeyd kiriye. Ji ber vê yekê gelek bûyerên ku em nizanin û nehatine qeydkirin hene. Ji ber vê yekê ev bûyerên bi vî renfî mirovan dixin nava fikaran. Li Tirkiyeyê bi piranî polîsê ku suc dike nayê cezakirin. 
 
Li navçeya Westanê ya Wanê, li Qereqola Polîsan welatî rastî îşkenceyê hatin. Li Komisyona Mafên Mirovan a Meclîsê li gel rapor û dîmen hebûn jî polîs beraet kirin. Di bûyerê de 7 polis hatin tespîtkirin, lê dîsa beraet kirin. Tenê mînakek têk dike ku polîtîkayên bêcezakirinê li pêş in. Em di cezakirina polîsan de ne bi hevî ne. Ji ber ku dozger naxwaze însîyatifê bigire dest. Dadgeh jî naxwaze însiyatifê bigire dest. Mixabin di destê polîs û midûriyeta polîsan de hêzek gelek mezin heye. Dadgeh naxwazin polîs wekî bersûc bibînin û naxwazin darizînin û ceza bikin. " 
 
‘DIVÊ EM MESELEYÊ BIŞOPÎNIN
 
Webb, herî dawî da zanin ku çend sal berê pêşniyar kirin ku "Yekîneya giliyên polîsan bê avakirin" û got: "Divê mirov meseleyê bişopînin. Şopdarê bûyerê û dozê bin. Rayedar der barê meseleyan de gelek caran agahî nadin. Lêpirsînek bi rêk û pêk jî tune. Divê em aliyê dozgeriyê û hem jî aliyê dîsîplinê bê şopandin. 
 
Divê Yekîneyek be avakirin û erkek ferbî bidin wê. Dîsa divê j bo wê butçeyek bê veqetandin. Divê ev yekîne serbixwe be û ne girêdayî midûriyeta polîsan be. Komîsyona Mafên Mirovan  û Saziya Wekheviyê dikare vê yekê bike, lê qet pê eleqedar nabe. 
 
Li vir rola Baroyan û Navendên Mafên Mirovan girîng e." 
 
MA / Ahmet Kanbal

Sernavên din

14/05/2020
08:12 14 kesên li Enqereye hatin binçavkirin serbest hatin berdan
13/05/2020
23:32 Behsa Baba Tahirê Uryan û dubeytiyên wî kirin
19:33 Li Tirkiyeyê hejmara miriyan bû 3 hezar û 952
16:43 Ma Muzîkê konser da
16:22 Bi solan kêfa zarokan anîn
15:46 ‘Em bi zimanê xwe hene’
15:46 Giliyê Serokê Diyanetê û Serdozgerê Komare yê Enqereyê kirin
15:32 Birayên ku tundiyê li jinekê kiribûn hatin girtin
15:16 Ragihandina birîna ceyranê pêşiya PTT’an têje kir
15:06 301 karkerên kana komirê li ser gorên xwe hatin bibîr anîn
14:54 301 qûrbanî hatin bibîranîn: Çerx dizivire û karker dimirin
14:46 Li sêgoşeye Lîcê, Pasûr û Dara Hênê operasyon
14:28 CÎSST: Ji 72 girtîgehan giliyê binpêkirina mafan hat
14:03 Li dijî êrişên goristanan nerazîbûn: Bêdengî erêkirin e
14:00 Mahmût Alinak hat berdan
13:48 Sancar: Gewdeya HDP’ê kurd û guliyên wê jî gelên Tirkiyeyê ne
13:38 Jinan hişyar kir: Em destûr nadin ‘Efûya îstîsmarê'
13:36 Piştî serî li qereqolê da sê roj şûn de daliqandî hat dîtin
13:07 Li Serayê gundek xistin qerantinayê
12:15 Koordînasyona Qeyranê ya Covît-19: Li girtîgehan îzolasyon veguheriye tecrîdê
12:11 KESK: Zû yan jî dereng em ê hesabê Somayê bipirsin
11:33 Vê carê jî roviyên girtiyê nexweş Kaya xwîn bûn
11:32 Dosyaya Kadîrova: Angaşta întîharê heye, lê rapora ATK’ê tuneye
11:08 Girtiyê nexweşê şîzofren hat berdan
11:06 Serokê TMMOB'ê: Hewldanên AKP'ê li dijî Destûra Bingehîn e
11:04 Gulum: Êriş û gef ji navendekê tên birêvebirin
10:28 HDP: Bi sererastkirina înfazê pêşî li faîlên Somayê vebû
10:10 Uyanik: Me li Amedê piştgirî da 10 hezar malbatan
10:08 Li Turkoglû bergirî tuneye, provokasyon heye
09:48 ‘Ev nêzîkatî ji Destûra Bingehîn a Cunta wêdetir e'
09:39 ‘Ne tenê rojek 365 rojan li ser kurdî bisekinin’
09:16 Zimanzan Alpay: Tu ziman ne di ser tu zimanî re ye
09:15 Li Somayê bedêla 'mirina her mirovekî' 6 roj cezayê girtîgehê ye!
09:14 Biryara ji bo JES'ê dijî hiqûqê ye
09:13 Li madenê şert û merc giran bûne, nexweşîn zêde bûne
09:11 Zevî bi rengê kesk û sor û zer xemilîne
09:10 Nivîskar Robar: Em ne ziman, ne ruh, ne jî bedenê bikujin
09:09 'Gardiyan li qawîşan bê lepik dest didin her derî'
09:08 Gunay: Îqtidar 'zirxê bêcezatiyê' dide polîsan
09:00 ROJEVA 13'YÊ GULANA 2020'AN
12/05/2020
20:08 53 kesên din jî ji ber Covîd-19'ê jiyana xwe ji dest dan
20:00 Bernameya 15'ê Gulanê ya Tora Çand û Zimanê Kurdî diyar bû
17:21 Ji Rêxistinên Mêrdînê bertekên hevpar: Destê xwe nedin zarokên me
16:35 Bijîşkek din ji ber vîrûsa koronayê jiyana xwe ji dest da
16:29 ‘Bêcezatî ji bo xwe kirine kevneşopiyek'
16:06 Şandeya DBP û HDP’ê li Tetwanê çû serdana goristanê
15:54 Sancar bersiva ‘maseya welat’ da Meral Akşener
15:31 Beştaş: Dewleta ku êrîşê tîne ser goristanan têk çûye
15:20 Buldan Cemxaneya Gazî ziyaret kir: Divê îqtîdar lêborînê ji elewiyan bixwaze
15:07 Walîtiya Enqereyê bîranîna Komkujiya Somayê qedexe kir
14:52 Li Bajarê Kurdan çima cezayê vîrûsa corona zêde ye
14:26 6 Girtiyên ku daxwazên wan hatin qebûlkirin dev ji greva birçîbûnê berdan
14:13 Hejmara nû ya Jineolojiyê derket
13:51 Bang li Gerînendeyê Giştî yê Evrenselê Polat kirin ku îfade bide
13:49 Gef li HDP’iyan xwar û bêyî ku hesab bide çû
13:30 Girêdayî pevçûna çekdarî 14 kes hatin binçavkirin
13:05 Aktivîsta TJA'yê Newal jiyana xwe ji dest da
13:00 Li Şirnexê 11 herêm hatin qedexekirin
12:53 KCD: Em Leyla Qasim û hevalên wê ji bîr nakin
12:45 Rapora SES'ê ya Roja Hemşîreyan
12:04 Kovara Leman bi sernavê "Vahşî Guneydogu" derket
11:42 400 hezar nexweşên vîrûsê yên veşarî di nava me de digerin
11:29 Bertek nîşanî çêkirina JES’ê dan
11:28 Li Edenê rêxistinên pîşeyî yekitiya xwe ava kirin
11:24 'Mûçe niye'
10:54 Îhlalên ku rojnameger Guleş ragihand birin meclîsê
10:45 Xwebûn bi manşeta 'Cejna Ziman Pîroz Be' derket
09:59 ‘‘Îqtîdar dixwaze di doza MÎT'ê de ser sûcê xwe bigire’
09:16 Raportor Webb: Dadgeh naxwazin polîsan darizînin
09:15 Ozturk: Daxwaza hevpar a gelê kurd yekîtî ye
09:15 Salewext avdaniyê dikin
09:10 'Di sektora înşeatê de tevdîrgirtin nepêkan e'
09:09 Ji bo anketê gazî wî kirin, lê 'sîxurtî' lê ferz kirin
09:08 Karkerên Somayê: Berê jî tedbir nehat girtin niha jî nayên girtin
09:08 Dîroka Heskifê çû sergo ma
09:00 Li bazarê kes ji halê heyî neraziye
09:00 Dayika Bêkes: Heger cezayek li Alinak bê birîn, di asasê xwe de ew ceza dê li me bê birîn
09:00 Ji bo zarokên girtî daxwaza 'kontrolkirinê'
09:00 ROJEVA 12'Ê GULANA 2020'AN
08:12 33 roj şûnde qerentina rakirin
11/05/2020
21:07 Li Tirkiyeyê hejmara kesên jiyana xwe ji dest dane bû 3 hezar û 841
20:59 Ji girtiyê nexweş Kaya re gotine 'Covîd heye' û wî şandine girtîgehê
16:56 Ji bo bîranîna Hozan Mizgîn stranek
16:42 Rojnamegerê girtî Guleş: Xwarin pir hindik tê dayîn
16:13 Rapora girtîghên Marmarayê: Koron belav dibe, tevdîr kêm in
15:59 Hejmara xebatkarên tenduristiyê yên bi vîrûsê dikevin zêde dibin
15:36 HDP û DBP'ê li Geverê goristana rastî êrîşê hat ziyaret kir
15:35 Kontrolên girtiyên nexweş di dema xwe de nayên kirin
15:20 Beriya girtî dest bi rojiya mirinê bikin gavan bavêjin
15:01 Ji Bo Demokrasiyê Yekîtî bertek nîşanî ‘asayîbûnê’ da
14:57 Serlêdanên Xelata Çîrokan a Şerzan Kurt dest pê kir
14:35 Gunay: Divê polîsê bi çekê da ser pişta zarok bê girtin
14:15 Li Sûrê pîrozbahiya Roja Dayikan
14:04 Kuaforên dest bi xebatek zêde kirin bi fikarin
13:53 Kaya: Ne li Corona ne jî li cejn, remezan û Roja Dayikan guhdar dikin û êrîş dikin.
13:51 Enqere vegeriya rojên xwe yên berê
13:51 Karkerên demsalî di çapameniya Cîhanê de ne
13:17 Girtiyê nexweşê şizofren çima nayê berdan?
13:16 Tundiya polîsan a li Nisêbînê birin rojeva Meclîsê
11:04 Hemû jiyana wan di konekî 20 metrekare de derbas dibe