Li Somayê bedêla 'mirina her mirovekî' 6 roj cezayê girtîgehê ye!

  • rojane
  • 09:15 13 Gulan 2020
  • |
img

MANÎSA - Ji parêzerên doza Komkujiya Somayê Sercan Aran, anî ziman ku bi qanûna înfazê ya nû re wê bersûc ji bi her karkerekî ku jiyana xwe ji dest daye 6 rojab di girtîgehê de bimînin û paşê wê bên berdan. 

Di ser Komkujiya Somayê re 6 sal derbas bûn lê belê hê jî birîna wê nekewiyaye. Malbatên ku bi salan e ji bo edaletê têdikoşin, bi qanûna înfazê ya nû re ew hêvî wan a ji bo edaletê jî nema. Ji parêzerên doza Komkujiya Somayê Sercan Aran, diyar kir ku bi qanûna nû ya înfazê re wê bersûc ji bo her karkerekî ku jiyana xwe ji dest daye 6 rojan di girtîgehê de bimînin û bên berdan. 
 
HATINE XELATKIRIN 
 
Aran, destnîşan kir ku ji serî de hewl didin ku bersûc bi kuştina qesdî bên darizandin, lê belê ligel ev qas rapor û delîlan jî daxwaza wan nehatiye qebûlkirin. Aran, anî ziman ku di pêvajoya darizandinê de pêşî dozger, dû re jî dadger hatiye guherandin û herî dawî jî serokê dadgehê hatiye guherandin. Aran, diyar kir ku niha kesekî ku berê serokê dadgeha ku doza komkujiya Çollolar lê dihat lidarxistin bûye serokê dadgehê û got: "Ev kes li elbîstanê ji bo bersûcan biryara beraatê dabû. Ji xwe piştî vê me pê derxist u wê doz be rbi ku ve biçe. Taliyê cezayekî wekî xelatê da bersûcan. Me îtiraz kir û me serî li îstinafê dabû. Çimkî ên biryar dane bi tu awayî bersûc nedane ber lêpirsînê, dosye baş lêkolîn nekirine, guh nedane tu şahid û mexdûran. Lê belê Dadgeha Îstinafê jî zûzûka biryara dadgeha herêmî erê kir û Can Gurkan berda. Niha biryar li Dadgeha Bilind e." 
 
‘DIVÊ AYM BIRYARA BINPÊKIRINÊ BIDE' 
 
Aran, diyar kir ku qanûna înfazê azadiya fikr û ramanê di xwe de nahewîne û got: "Çimkî ji hêla îqtidarê ve, tawanbarkirina her kesî pir rihet e. Ji ber vê jî mirov bi hêsanî tên darizandin. Ji xwe bi berdana Alattîn Çakici kifş bû ku qanûna înfazê kê diparêze. Ev qanûna înfazê bi her awayî dijî rêgeza wekheviyê ye. Îjar heger Dadgeha Qanûna Bingehîn (AYM) pakêta înfaê di çaçroveya azadiya fikr û ramanê de binirxîne, divê biryara binpêkirina mafan bide." 
 
Aran, anî ziman ku di warê mafên bingehîn û azadiyan de zext û zorî pir bûne û got, niha hem li cîhanê hem jî li Tirkiyeyê em dibînin ku ew destkeftî, mafên bingehîn û azadiyên ku mirovan bi bedêlên giran bi dest xistibûn, li gor polîtîkayên îqtidaran tên tunekirin. Aran, diyar kir ku Tirkiye di warê demokrasiyê de 100 sal paş de çûye. 
 
MA / Sevda Aydin

Sernavên din

14/05/2020
08:12 14 kesên li Enqereye hatin binçavkirin serbest hatin berdan
13/05/2020
23:32 Behsa Baba Tahirê Uryan û dubeytiyên wî kirin
19:33 Li Tirkiyeyê hejmara miriyan bû 3 hezar û 952
16:43 Ma Muzîkê konser da
16:22 Bi solan kêfa zarokan anîn
15:46 ‘Em bi zimanê xwe hene’
15:46 Giliyê Serokê Diyanetê û Serdozgerê Komare yê Enqereyê kirin
15:32 Birayên ku tundiyê li jinekê kiribûn hatin girtin
15:16 Ragihandina birîna ceyranê pêşiya PTT’an têje kir
15:06 301 karkerên kana komirê li ser gorên xwe hatin bibîr anîn
14:54 301 qûrbanî hatin bibîranîn: Çerx dizivire û karker dimirin
14:46 Li sêgoşeye Lîcê, Pasûr û Dara Hênê operasyon
14:28 CÎSST: Ji 72 girtîgehan giliyê binpêkirina mafan hat
14:03 Li dijî êrişên goristanan nerazîbûn: Bêdengî erêkirin e
14:00 Mahmût Alinak hat berdan
13:48 Sancar: Gewdeya HDP’ê kurd û guliyên wê jî gelên Tirkiyeyê ne
13:38 Jinan hişyar kir: Em destûr nadin ‘Efûya îstîsmarê'
13:36 Piştî serî li qereqolê da sê roj şûn de daliqandî hat dîtin
13:07 Li Serayê gundek xistin qerantinayê
12:15 Koordînasyona Qeyranê ya Covît-19: Li girtîgehan îzolasyon veguheriye tecrîdê
12:11 KESK: Zû yan jî dereng em ê hesabê Somayê bipirsin
11:33 Vê carê jî roviyên girtiyê nexweş Kaya xwîn bûn
11:32 Dosyaya Kadîrova: Angaşta întîharê heye, lê rapora ATK’ê tuneye
11:08 Girtiyê nexweşê şîzofren hat berdan
11:06 Serokê TMMOB'ê: Hewldanên AKP'ê li dijî Destûra Bingehîn e
11:04 Gulum: Êriş û gef ji navendekê tên birêvebirin
10:28 HDP: Bi sererastkirina înfazê pêşî li faîlên Somayê vebû
10:10 Uyanik: Me li Amedê piştgirî da 10 hezar malbatan
10:08 Li Turkoglû bergirî tuneye, provokasyon heye
09:48 ‘Ev nêzîkatî ji Destûra Bingehîn a Cunta wêdetir e'
09:39 ‘Ne tenê rojek 365 rojan li ser kurdî bisekinin’
09:16 Zimanzan Alpay: Tu ziman ne di ser tu zimanî re ye
09:15 Li Somayê bedêla 'mirina her mirovekî' 6 roj cezayê girtîgehê ye!
09:14 Biryara ji bo JES'ê dijî hiqûqê ye
09:13 Li madenê şert û merc giran bûne, nexweşîn zêde bûne
09:11 Zevî bi rengê kesk û sor û zer xemilîne
09:10 Nivîskar Robar: Em ne ziman, ne ruh, ne jî bedenê bikujin
09:09 'Gardiyan li qawîşan bê lepik dest didin her derî'
09:08 Gunay: Îqtidar 'zirxê bêcezatiyê' dide polîsan
09:00 ROJEVA 13'YÊ GULANA 2020'AN
12/05/2020
20:08 53 kesên din jî ji ber Covîd-19'ê jiyana xwe ji dest dan
20:00 Bernameya 15'ê Gulanê ya Tora Çand û Zimanê Kurdî diyar bû
17:21 Ji Rêxistinên Mêrdînê bertekên hevpar: Destê xwe nedin zarokên me
16:35 Bijîşkek din ji ber vîrûsa koronayê jiyana xwe ji dest da
16:29 ‘Bêcezatî ji bo xwe kirine kevneşopiyek'
16:06 Şandeya DBP û HDP’ê li Tetwanê çû serdana goristanê
15:54 Sancar bersiva ‘maseya welat’ da Meral Akşener
15:31 Beştaş: Dewleta ku êrîşê tîne ser goristanan têk çûye
15:20 Buldan Cemxaneya Gazî ziyaret kir: Divê îqtîdar lêborînê ji elewiyan bixwaze
15:07 Walîtiya Enqereyê bîranîna Komkujiya Somayê qedexe kir
14:52 Li Bajarê Kurdan çima cezayê vîrûsa corona zêde ye
14:26 6 Girtiyên ku daxwazên wan hatin qebûlkirin dev ji greva birçîbûnê berdan
14:13 Hejmara nû ya Jineolojiyê derket
13:51 Bang li Gerînendeyê Giştî yê Evrenselê Polat kirin ku îfade bide
13:49 Gef li HDP’iyan xwar û bêyî ku hesab bide çû
13:30 Girêdayî pevçûna çekdarî 14 kes hatin binçavkirin
13:05 Aktivîsta TJA'yê Newal jiyana xwe ji dest da
13:00 Li Şirnexê 11 herêm hatin qedexekirin
12:53 KCD: Em Leyla Qasim û hevalên wê ji bîr nakin
12:45 Rapora SES'ê ya Roja Hemşîreyan
12:04 Kovara Leman bi sernavê "Vahşî Guneydogu" derket
11:42 400 hezar nexweşên vîrûsê yên veşarî di nava me de digerin
11:29 Bertek nîşanî çêkirina JES’ê dan
11:28 Li Edenê rêxistinên pîşeyî yekitiya xwe ava kirin
11:24 'Mûçe niye'
10:54 Îhlalên ku rojnameger Guleş ragihand birin meclîsê
10:45 Xwebûn bi manşeta 'Cejna Ziman Pîroz Be' derket
09:59 ‘‘Îqtîdar dixwaze di doza MÎT'ê de ser sûcê xwe bigire’
09:16 Raportor Webb: Dadgeh naxwazin polîsan darizînin
09:15 Ozturk: Daxwaza hevpar a gelê kurd yekîtî ye
09:15 Salewext avdaniyê dikin
09:10 'Di sektora înşeatê de tevdîrgirtin nepêkan e'
09:09 Ji bo anketê gazî wî kirin, lê 'sîxurtî' lê ferz kirin
09:08 Karkerên Somayê: Berê jî tedbir nehat girtin niha jî nayên girtin
09:08 Dîroka Heskifê çû sergo ma
09:00 Li bazarê kes ji halê heyî neraziye
09:00 Dayika Bêkes: Heger cezayek li Alinak bê birîn, di asasê xwe de ew ceza dê li me bê birîn
09:00 Ji bo zarokên girtî daxwaza 'kontrolkirinê'
09:00 ROJEVA 12'Ê GULANA 2020'AN
08:12 33 roj şûnde qerentina rakirin
11/05/2020
21:07 Li Tirkiyeyê hejmara kesên jiyana xwe ji dest dane bû 3 hezar û 841
20:59 Ji girtiyê nexweş Kaya re gotine 'Covîd heye' û wî şandine girtîgehê
16:56 Ji bo bîranîna Hozan Mizgîn stranek
16:42 Rojnamegerê girtî Guleş: Xwarin pir hindik tê dayîn
16:13 Rapora girtîghên Marmarayê: Koron belav dibe, tevdîr kêm in
15:59 Hejmara xebatkarên tenduristiyê yên bi vîrûsê dikevin zêde dibin
15:36 HDP û DBP'ê li Geverê goristana rastî êrîşê hat ziyaret kir
15:35 Kontrolên girtiyên nexweş di dema xwe de nayên kirin
15:20 Beriya girtî dest bi rojiya mirinê bikin gavan bavêjin
15:01 Ji Bo Demokrasiyê Yekîtî bertek nîşanî ‘asayîbûnê’ da
14:57 Serlêdanên Xelata Çîrokan a Şerzan Kurt dest pê kir
14:35 Gunay: Divê polîsê bi çekê da ser pişta zarok bê girtin
14:15 Li Sûrê pîrozbahiya Roja Dayikan
14:04 Kuaforên dest bi xebatek zêde kirin bi fikarin
13:53 Kaya: Ne li Corona ne jî li cejn, remezan û Roja Dayikan guhdar dikin û êrîş dikin.
13:51 Enqere vegeriya rojên xwe yên berê
13:51 Karkerên demsalî di çapameniya Cîhanê de ne
13:17 Girtiyê nexweşê şizofren çima nayê berdan?
13:16 Tundiya polîsan a li Nisêbînê birin rojeva Meclîsê
11:04 Hemû jiyana wan di konekî 20 metrekare de derbas dibe