Ahmet Turk: Ruhê şoreşgerî dikare gelek tiştan biguherîne

img

MÊRDÎN - Siyasetmedarê Kurd Ahmet Turk, geşedanên dawî yên siyasî nirxandin û helwesta hêza muxalif rexnekir. Turk, anî ziman ku hêza muxalif li pey rojevên sûnî ye û wiha got: "Ruhekî şoreşgerî û xebatek bi rêxistinî dikare gelek tiştan biguherîne. Divê gelê Kurd li dora rêgezan li hev kom bibe." 

Siyasetmedarê Kurd û Hevşaredarê Bajarê Mezin ê Mêrdînê ku qeyûm tayînî şûna wî hatiye kirin Ahmet Turk, li ser geşedanên siyasî yên dawî ji Ajansa meya Mezopotamya (MA) re axivî.  Turk, Peyama Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan, banga Serka İyi Parti Meral Akşener a ji bo “Maseya Tirkiyeyê" tayînkirina qeyûman, êrîşen li dijî nirxên Kurdan, bicihkirina pêşmergeyan a Herêma Zînî Wertê berfirehî nirxand. 
 
Turk, bal kişand ser daxuyaniya Sirri Sureyya Onder a piştî Seroka Îyî Partî Meral Akşener banga "Maseya Tirkiyeyê" kir û HDP nexist nava vê bangê ku gotibû "Navbênkar ji mere şandin" û wiha got: "Ez li hemberî vê daxuyaniyê hayret man. Di siyasetê de hin tiştên ku pêwiste veşarî bên hiştin hene. Îro divê mirov kozên bi vî rengî nexe destê îqtîdarê û rojevên sûnî ava neke. Ji ber vê yekê min bêzariya xwe jî anî ziman. Ji xwe ne ji Îyî  Partî û ne jî ji îqtîdarê tu hevî û bendewariyê me tune ye.  Ev gotin kêrî kesên din tê." 
 
HERÎ ZÊDE KURD LI DIJÎ DARBEYAN DERKETIN LÊ HERÎ ZÊDE KURDAN JI DARBEYAN ZERAR DÎT
 
Turk, anî ziman ku îqtîdar qetimiye û ji ber vê yekê her rojê tiştekî cuda dixe rojeva gel û rojevê diguherîne û wiha axivî: "Îro mijara darbeyê tîne rojevê. Bi vê yekê rastiya qeyrana aborî û vîrûsê verişêre. Ez bawer nakim ku amadekariyên hilbijartinek pêşwext hebe. Dibe ku geşedanên nû pêş bikevin û hilbijartin têkeve rojeva Tirkiyeyê. Heta niha em li dijî hemû darbeyan derketin.  Lê ciwanên Kurd avêtin zindanan. Herî zêde kurd li dijî dareyan derketin û herî zêd kurdan ji darbeyan zerar dît. Ji ber vê yekê em li dijî darbeyan Komara Tirkiyeyê ya Demokratik parast û siyaset pêş xist." 
 
Turk, da zanîn ku ew lihevkombûna li dora nirxên demokratîk esas digirin û wiha got: "Tu pêdiviya me ya em bihekan re hevpar têkevin hilbijartinê tune ye. Lê em dikarin li dora nirxên demokratîk kom bibin. Divê em li dora nirxên demokratîk bi hevre tev bigerin. Divê em hemû bi aqilê hevpar tev bigerin. Niha em d pêvajoya ku dixwazin muxalefetê bêdeng bikin û perçe bikin re derbas dibin. Deriyê alîkariyê li mirovan digirin. Mixabin hêzên muxalif her tim navber xist nava xwe û Kurdan. Lê ku em bi rastî Tirkiyeyek demokratik dixwazin û em dixwazin bibin xwedî demokrasiyê, wê demê divê em bi mirovên xwedî wîcdan, edalet re bên cem hev. Lê îqtîdar tu rexneyan qebûl nake. Her tim navberê dixwe nava xwe û Kurdan. Ev ne çareserî ye. Ger ku hêzên dixwazin Tirkiye bi rêve bibin wê demê divê gotinên me esas bigirin. Ji bo Tirkiyeyek demokratîk divê nerînê her kesî li ber çavan bê girtin. Divê nerînê hêzên demokratîk li ber çavan bê girtin."  
 
'JI BO HDP'Ê TUNE BIKIN DI NAVA HEWLDANEK PIR ZÊDE DE NE'
 
Turk, bal kişand ser êrîşên li dijî HDP’ê û wiha pêde çû: "Em dibînin ku ji bo HDP'ê tune bikin di nava hewldanek pir mezin de ne. Di rêveberiyen herêmî de armanca tayinkirina qayuman ewe ku me ji gel qut bike. Ji ber ku rêveberiyên herêmî milekî ku partî û gel bigêje hev e. Dîsa li ser siyaseta Kurd zextên pir dijwar hene. Îro hevalên me yên ji ber fikrên xwe anîn ziman di zindanê de hene. Rêveber û Hevseroken me di zandanan de ne. Siyasetmedarên me yên bi nirx girtî ne. Divê HDP xwe bi rêxistin bike û bi gel re bibe yek. Lê ev ne hêsan e. Gelek astengî hene. Divê hewldanek zêdetir hebe. Niha em dibînin ku eniya çep û şoreşger xwe kişandiye qalikê xwe. Têkiliya wê û gel pir kêm bûye. Îro ji sedî 80'ê gel xizan e. Ya bandorê li ser wan bike ruhê şoreşgerî û xebatên şoreşgerî ne. Ruhê şoreşgerî dikare gelek tiştan biguherîne. Îro rejîma otoriter Tirkiyeyê bi rêve dibe. Dixwaze beşek milet ê nijadperest û nevneperest li pişt xwe bigire. Li dijî vê yekê siyayasetek xurt lazim e. Niha muxalefet tenê bersîvê dide gotinên îqtîdarê û li pey roveva wan a sûnî diçe. Divê xebatek di nava gel de û bandorê li ser gel bike bê meşandin. Ev rexne ne tenê ji bo CHP’ê ye. Divê HDP bêtir siyasetek çalak û bi rêxistin bimeşîne. 
 
DIVÊ KURD BIBIN YEK 
 
Turk, bal kişand ser yekîtiya gelê Kurd û wiha berdewam kir: "Divê gelê Kurd li dora rêgezên hevpar bibin yek. Kurd çi dixwazin. Ji bo Kurdan divê çi bê kirin? Divê siyasetek çawa bê meşandin? Divê li gorî van pirsgan gav bên avêtin. Em çûn Başûr. Em bi partiyên siyasî re axivîn. Jibo kongre û konferans pêk bê em ketin nava hewldanan. Lê mixabin partiyên siyasî xwe parastin û me yekîtiyek ava nekir. Dîsa bandorên derve hene. Tirkiye, Îran, Sûriye û Iraq naxwazin Kurd bibin yek. Li dijî birakujiyê gelek axaftin hatin kirin. Mesut Barzanî anî ziman ku dê destûr nedin birakujiyê. Me jî ev yek anî ziman. Li dijî barakujiyê divê em bu ruhê yekîtiyê tev bigerin. Divê em li dora nirx û rêgezên hevpar bibin yek. Pêdiviya me ji her demê bêtir bi yekîtiye heye. 
 
 
Brêz Ocalan di vê mijarê de diyar dike ku bi rêyên rêxistinbûna demokratik, aştî û diyalogan pirsgirêk çareser dibin. Dema di sala 1994'an de em çûn Bareliyas’a (Qesebaya Lubnanê) me heman tişt got. Me got siyaseta aştiyane û demokratîk. Îro Kurd ji her demê bêtir polîtik in. Her tiştî bêtir dibînn û fam dikin. Lê dema em li tevahiya Rojhilata Navîn dinerin, hêj meseleya demokrasî çiye, lihevkombûna li dora nirxên hevpar, kobûna li dora nasname, bawerî û çandên cuda baş nehatiye famkirin. " 
 
ÊRÎŞÊN LI DIJÎ GORISTANAN NE MIROVÎ YE 
 
Turk, êrîşên li dijî gor û goristanan jî rexne kir û wiha got: "Ev êrîş ne mirovî ne. Ne di hiqûqê de, ne di baweriyê de û ne jî di mirovahiyê de cihê vê yekê tune ye. Me 12'ê Îlonê jî dît. Wê demê îşkence û zilm pir zêd bû. Wê demê pir zor bû. Lê îro êrîş bêtir bi rêxistin, organize û zanebûn tên kirin. Êrîş li dijî tunekirina tevahiya nirxên Kurdan tê kirin. Xerakirina gor û goristanan ne mirovî ye. 
 
MA / Ahmet Kanbal

Sernavên din

16/05/2020
14:04 Dayikên Şemiyê: Bila gorên her kesî bên dîtin
13:50 Banga ‘bêdeng nemîne’ li Îmamoglû kirin
13:29 Ji bo Kaya daxwaza ‘berdana lezgîn’
13:28 'Êrîşa li djiî goristanan hişmendiya Yezîd e'
13:27 Rêya çareseriyê têkoşîna hevpar e
13:03 Zîlan li ber çavê me dipirpirt e!
12:31 Dayik: Sol perçe kirin û dan girtiyan
12:09 Esker li Licê derketin operasyonê
12:06 Tundiya li dijî jin û zarokan zêde bû
12:00 Ne destûr dan bên şûştin, ne jî wesayîta cenaze dan malbatan
11:32 Xwişka Ferhat Kurtay: Her yek ji wan welatek bûn
11:13 Ciwanan dest bi meşa Zînî Wertê kirin
11:03 Çîçek: Ocalan, siyaseta ku hevsengiya Rojhilata Navîn biguhere pêş dixe
09:44 Ozsoy: Dewlet dixwaze miriyên kurdan ji îmaja siyasî derbixe
09:23 KÎD: Xwedî derketina mafê ziman seknek olî, sincî û mirovî ye
09:02 Ji bo girtiyên nexweş daxwaza 'tedawiya li malê'
09:01 Ên tên perçekirin ne gor in, mirovahî ye
09:01 Nivîsandina weziyeta karkerên çandiniyê bi qasî karê wan zehmet e!
09:00 Ondeş: Bi gotina 'raza dewletê' ser şaşiyan tê girtin
09:00 Cerdevan li Cûdî daristanê talan û wêran dikin
09:00 Li ser navê 'asayîbûnê' piştgiriya ji bo sermayeyê
09:00 ROJEVA 16'Ê GULANA 2020'AN
15/05/2020
23:48 Celîlê Celîl: Divê kurd dibistana vekin bi navê Hawarê
19:37 Îro hezar û 708 kes bi şewbê ketine
17:16 Xebata Tifaqa Kurdistanê tayînkirina qeyûman şermezar kir
16:47 Bijîşkekî din bi Covît-19 jiyana xwe ji dest da
16:40 Qeyûm ewil wêneyê Soylu û Erdogan bi dîwarê şaredariyê dakir
16:23 Malbat û parêzer ji bo biçin Îmraliyê serî li dozgeriyê dan
16:15 Adiyaman: Wezareta Tenduristiyê destûrê nade lêkolînên zanistî
16:09 Li her deverê bertek nîşanî qeyûman dan: Roj ne roja bêdengiyê ye
15:58 SES dê li dijî giştînameya SGK'ê dozê veke
15:56 Egîtîm Sen: Bi zimanê xwe bijîn
15:03 Li Xarpêtê gardiyanan li jinên girtî da
15:02 Polîsan bi gaza îsotê êrîşî welatiyan kirin
15:00 TJA: Her netew li ser çand û zimanê xwe mezin dibe
14:24 Karê ewil ê qeyûm Merşa Îstîklalê bû
14:21 Li Geliyê Zîlanê dê carek din talankirin pêk were
14:01 ‘Dewlet li dijî zimanê kurdî darbeyê pêk tîne’
13:06 Li dijî qeyûman bertek zêdene: Asayîbûna Qesrê ev e
13:05 Sancar: Ev îqtîdar darbekar e
12:50 Li dijî vîna hilbijêran darbe: Ji 65 şaredariyan qeyûm tayînî 45 şaredariyan kirin
12:45 DBP: Şaredarî hatin dagirkirin
12:18 Girtiya nexweş Ozbay: Dixwazin em ji mirinan yekê hilbijêrin
12:09 Polîsan li Qelqeliyê 43 kes binçav kirin
11:33 Di fabrîqeyan de 118 karker bi vîrûsa koronayê ketin
11:22 Yekîtiya Jinên Kurd Cejna Zimanê Kurdî pîroz kir
11:03 'Guh bidin vê Hawarê'
10:46 DBP: Em hemû qad û jiyana xwe bikin bi kurdî
10:33 Derî û şibake şikandin
10:20 Parlementerên HDP’ê: Yên dibêjin darbe ew bixwe darbekar in
10:20 Ji ber ambargoyê dermankirina nexweşan tê astengkirin
10:16 Dr. Deger: Heta derman neyê dîtin mirov nikare qala asayîbûnê bike
09:57 Encama Pêşbirka Helbestan a Arjen Arî ya 7'an diyar bû
09:42 Saleka xwe ya bi astengî derbas bû vegotin
09:30 HDP: Cejna Zimanê Kurdî li dijî zextan berxwedan e
09:30 Li Bedlîsê 356 malbatan hev dîtin
09:29 Kampanyaya xwendin, nivîsandin û pêşvebirina kurdî
09:29 AYM'ê serlêdana der barê girtiyê rewşa wî xedar Kaya de red kir
09:28 Fîlmekî nû yê Alî Kemal Çinar: Dilop
09:18 OHD: Ji bo ziman bibe zimanê perwerdehiyê hewceye serlêdanên navnetewî bên kirin
09:18 Erdogan, mirovê teqawidbûyî daye ber îcrayê
09:17 Mamosteyê kurdî ê li Japonyayê: Hêviyê ji tu dewlet û pergalan nekin
09:16 Li dijî şidetê jiyana hevpar a azad
09:15 Gokkan: Ê ku xwe nede ber yekîtiyê wê bêîtibar bibe
09:00 ROJEVA 15'Ê GULANA 2020'AN
08:00 Qeyûm tayînî Şaredariyên îdir, Sêrt, Misirc, Hawêl û Vartînisê kirin
14/05/2020
23:05 Bernameya 'Zaravayên Kurdî' li dar xistin
19:37 Hejmara kesên jiyana xwe ji dest dane 4 hezar derbas kir
16:12 Li ser xeta Serêkaniyê û Tilxelef teqîn pêk hat
16:02 Kesên birûpoş: Em ê şevekê bên taxa Gazî hesap ji we bipirsin
15:55 Li Qelqeliyê êrîşî wesayîta şaredariyê kirin: 2 kes mirin û kesek jî birÎndar bû
15:27 Rêxistinên pîşeyî: Ji bo rawestandina vê hewlê em ê bixebitin
15:25 Başaran: Yê bi dijminantiya jinan û Kurdan welat perçe dike îqtîdar bi xwe ye
15:24 Alinak: Ji ber nêrînên xwe hatim darizandin
14:22 Di salvegera 88’emîn de 88 pirs kir
14:15 Polîsan xwest Gulistan Atasoy bêdeng bikin
13:53 Malbata Ceylan: Ne întîhare, kuştin e
12:22 TJA: Emê têkoşîna azadkirina hemû zimanan bi rêve bibin
12:11 Cenazeyê Duran defin kirin: Wezîr 2 sal berê gotibû 'hat kuştin'
12:00 Platforma Zimanê Kurdî: Têkçûna zimanê me têkçûna netewa me ye
11:37 Li sêgoşeya Licê, Pasûr û Dara Hênê 4 esker hatin kuştin
11:25 Şûştina cenazeyan asteng kirin
11:11 Ahmet Turk: Ruhê şoreşgerî dikare gelek tiştan biguherîne
10:36 Li dijî asîmlasiyonê rêya herî bibandor: Axaftin, xwendin û nivîsandina bi kurdî ye
10:18 Piştî Nisêbînê li Bismilê jî tundî li zarokekî hat kirin
09:34 Dîmen nehatibûna parvekirin dê dest polîsan nedabûna
09:33 Kerestecîoglû: Tundiya li dijî jinên em ê rawestînin
09:32 Piştî 25 salan dîsa heman ambargo
09:32 Karadag: Hikumet dixwaze baroyên xwe ava bike
09:31 Dahata me keda me ye
09:30 Ne cotkar ne karker ji rewşa heyî nerazîne
09:17 Nivîskarê Kurd Varli: Li her qadên jiyanê kurdî
09:16 Saziyên Ziman ên Kurdî kampanyaya alfabeya kurdî didin destpêkirin
09:15 Ji bo kurdî pêşniyara 'kampanyayeke civakî'
09:10 Bijîşk Torûn: Dibe ku pêla duyemîn piştî cejnê dest pê bike
09:09 Li quntarên Çiyayê Erekê amadekariyên zivistanê
09:09 ‘Gotin ên Omer in, lê emel ên Yezîd in'
09:00 Osmanagaoglû: Hêzên paramîlîter ketine dewrê
09:00 'Ziman nasname ye, nasnameya xwe winda nekin'
09:00 ROJEVA 14'Ê GULANA 2020'AN