Mamosteyê kurdî ê li Japonyayê: Hêviyê ji tu dewlet û pergalan nekin

  • rojane
  • 09:17 15 Gulan 2020
  • |
img

AMED - Hîndekarê Zimanê Kurdî yê Zanîngeha Lêkolînên Biyanî ya Tokyoyê Vakkas Çolak, diyar kir ku li dijî pişaftinê pêwîst e kurd bi hev re bi kurdî biaxivin, binivîsin, bijîn û got: “Bila kurd hêviyê ji çu dewlet û pergalan nekin. Gereke em li komele û saziyên xwe, li mala xwe vî karî berdewam bikin.”

Ji sala 2006'an ve 15'ê Gulanê roja weşana Kovara Hawarê ku ji aliyê Celadet Alî Bedirxan ve di 1932'yan de hat weşandin, wekî Cejna Zimanê Kurdî tê pîrozkirin. Roja Cejna Ziman ya ku her sal bi çalakiyên cur bi cur dihat pîroz kirin, îsal ji ber şewba coronayê bi awayekî onlîne li ser plaatformên medyaya civakiyî tê pîrozkirin. 
 
Hîndekarê Zimanê Kurdî yê Zanîngeha Lêkolînên Biyanî ya Tokyoyê Vakkas Çolak, der barê rewşa ziman a li Japonyayê û xebatên xwe de ji Ajansa Mezopotamyayê re axivî. 
 
Çolak, diyar kir ku berê jî li ser zimanê kurdî xebatên wî hebûne û got: “Wekî kurdekî ku li dîasporayê dijîm peywîra me ye ku em ziman û çanda xwe ji xelkê biyanî re bidin nasîn. Destpêkê ez fêrî zimanê japonî bûm. Pişt re min got, li zanîngehekê dersên zimanê kurdî bidim. Dî diroka Japonyayê de cara yekem e ku li zanîngehekê dersên kurdî tên dayîn. Zanîngeha Tokyoyê zanîngeheke taybet e ku li ser lêkolînên siyasî û zimanan ders û beşên wê hene. Li zanîngehê 72 ziman tên fêrkirin. Ji wan yek jî zimanê kurdî ye. Zimanên ewropî û asyayî hemû hene. Ev du sal e bi zimanê kurdî ders tên dayîn. Open Akademî jî ji bo gelê Japonyayê vekiriye. Li wê derê jî em hefteyê 4 saetan dersên kurdî didin.”
 
‘XELKÊ BIYANÎ BILA ÇAND Û ZIMANÊ ME JI ME FÊR BIBE’
 
Çolak, anî ziman ku wezîfeya her kurdê ku li derve dijîn hînkirina zimanê xwe ye. Her wiha Çolak destnîşan kir ku divê kurd di warê akademiyî de jî hewl bidin ku kurdî pêş ve bibin.
 
Çolak, got: "Pêwîst nake yekî japon, alman an emerîkî dîrok, çand û zimanê kurda ji zimanekî din fêr bibe. Weke tirkî, farisî, erebî. Ji ber ku tiştên bi wan zimanan hatî nivîsandin gelek li dijî kurdan e. Rasteqîniya kurdan ji kurdan fêr bibin baştir e. Ji ber wê me got, em ê li Japonyayê dersên zimanê kurdî bidin.”
 
LI JAPONYAYÊ PROJEYÊN KURDÎ
 
Çolak, anî ziman ku heta vê gavê li ser pirsgirêk, dîrok, wêjeya kurdî zêde xebat çênebûne û got: “Pisporên ku li ser kurda bisekinin, dersên çand û zimanê kurdî bidin gelek kêm in. Yekem xebata me ya ferhengî, xebata japonî-kurdî-îngîlîzî ye. Min, xwendekarekî xwe û Mamoste Ebdurrehman Gulbeyaz yekem rêzimana kurdî ya japonî nivîsand. Niha li zanîngehê bi wan pirtûkan dersê didin. Aliyê din jî li ser dîrok, rewşa siyasî, pirsgirêka kurdan ya li Rojhilata Navîn nêzîkî 20 pirtûk hene. Di wêjeya japonî de 3 roman li ser kurdan hatine nivîsîn. Hinek xêzefîlm, xêze roman jî kurdan nivîsandine. Di aliyê sînemayê de jî hinek xebat hatine kirin. Di pêşerojê de projeya du fîlm û belgefîlmên li ser kurdan hene. Gelek xwendekar jî hêdî hêdî fêrî zimanê kurdî dibin. Pêşerojê wê ev xebat berfirehtir bibin û berdewam bikin.”
 
‘ÊRÎŞA TIRKIYÊ HEQBÛNA GELÊ KURD NÎŞAN DIDE’
 
Çolak, bal kişand ser mudaxileya hikûmeta Tirkiyeyê ya dayîna dersên kurdî li Japonyayê û got: “Hikûmeta Tirkiyeyê li ku derê cîhanê xebatên dersên çand, ziman û wêjeya kurdî bên kirin dijiyatiya wan dikin. Ew helwesta Tirkiyeyê nîşandayî ku nehêlê dersên kurdî bên dayîn nîşanî Japonyayê dide ku kurd di çi halî de ne û li ser heq û xebatên xwe de çi qas rast in. Ev rastiya kurdan nîşanî wan dide. Tirkiye ji cîhanê re dibê ‘çu pirsgirêk li dijî zimanê kurdî nîne kurd dikarin fêrî zimanê xwe bibin û derve jî van xebatan dikin. Bi vî şiklî xerabiya xwe nîşan didin. Gereke kurdên li her derê xebatên li ser çand, ziman û wêjeyê berdewam bikin. Ev têkoşînek û xebateke girîng e li dijî wan dewletan jî.”
 
Çolak, dest nîşan kir ku pişaftin karekî li dijî mirovahiyê ye û wiha dirêjî da axaftina xwe: “Kesên ku li dijî çand, ziman û wêjeya kurdî dixebitin bila bizanibin ku gelekî 50 milyon û bi hezaran salan li wê erdnîgariyê jiyana xwe berdewam dike heta niha ne pişaftî ye. Ji vir û şunde jî nikarin wî karê xwe ser bixin. Mînak, dewleta Tirkiyê ev sedsal e nikare çand, huner û zimanê kurda ji holê rake. Daxwaza me kurda gereke ne ji hikumetekê an ji saziyekê be gereke em bi xwe bi xwe xwedî li çand, ziman û hunera xwe derkevin. Heke em zimanê xwe fêr bibin û fêr bikin polîtîkayên li dijî kurdan ser nakevin. Mînak kurdên li Fransa û Swêdê ziman û wêjeya kurdî pêş xistin. Ew karê ku li sirgunê hat kirin niha bû jiyan û berdewamiya zimanê kurdî. Niha li welat jî û li derve jî xebat berdewam dikin.”
 
XWENDEKARÊN JAPON BI KURDÎ DISTRIN Û DIXWÎNIN
 
Çolak, bibîr xist ku piştî şerê kurdan li Rojava meşandî weke cîhanê li Japonyayê jî kurd hatin nasîn û got: “Piştî şerê Rojava nêzîkatiyeke baş li hember kurda çêbû. Ji ber wê yekê dema me par dest bi dersan kir pola herî qelebalix ya zimanê kurdî bû. Sala yekem nêzî 60 xwendekaran dersa kurdî dît. Îsal ji ber şewba coronayê hejmar hinek kêm bû. Heta niha gelek xwendekarên min fêrî ziman bûn. Kurdî dixwînin, distirin, govendê dikişînin û hinek jî dinivîsin. Wergera ji wêjeya kurdî dikin ji bo ya japonî, ji wêjeya japonî jî wergerê ji bo kurdî dikin. Kurda ji kurda dinasin û rast dinasin. Ev tiştekî girîng e. Ev kar û xebatê me berdewam bibe dê bi sedan kes dê fêrî kurda bibin û bi kurdî nas bikin.”
 
‘HÊVIYÊ JI ÇU DEWLET Û PERGALAN NEKIN’
 
Çolak, di dawiya axaftina xwe de Cejna Zimanê Kurdî li hemû kurdan pîroz kir û got: “Roja ziman li hemû kurdan û kesên ku ferî kurdî dibin pîroz dikim. Daxwaza min ew e ku her maleke kurd bibe fêrgeha zimanê kurdî jî. Pêwîste kurd bi hev re bi kurdî biaxivin, bi kurdî binivîsin û bi kurdî bijîn. Xewnên xwe bi kurdî bibînin. Heke wisa nebe zimanê kurdî pêşve naçe û mezin nabe. Bila kurd hêviyê ji çu dewlet û pergalan nekin. Gereke em li komele û saziyên xwe, li mala xwe vî karî berdewam bikin.”
 
MA / Fahrettîn Kilinç - Ayşe Surme
 

Sernavên din

16/05/2020
14:04 Dayikên Şemiyê: Bila gorên her kesî bên dîtin
13:50 Banga ‘bêdeng nemîne’ li Îmamoglû kirin
13:29 Ji bo Kaya daxwaza ‘berdana lezgîn’
13:28 'Êrîşa li djiî goristanan hişmendiya Yezîd e'
13:27 Rêya çareseriyê têkoşîna hevpar e
13:03 Zîlan li ber çavê me dipirpirt e!
12:31 Dayik: Sol perçe kirin û dan girtiyan
12:09 Esker li Licê derketin operasyonê
12:06 Tundiya li dijî jin û zarokan zêde bû
12:00 Ne destûr dan bên şûştin, ne jî wesayîta cenaze dan malbatan
11:32 Xwişka Ferhat Kurtay: Her yek ji wan welatek bûn
11:13 Ciwanan dest bi meşa Zînî Wertê kirin
11:03 Çîçek: Ocalan, siyaseta ku hevsengiya Rojhilata Navîn biguhere pêş dixe
09:44 Ozsoy: Dewlet dixwaze miriyên kurdan ji îmaja siyasî derbixe
09:23 KÎD: Xwedî derketina mafê ziman seknek olî, sincî û mirovî ye
09:02 Ji bo girtiyên nexweş daxwaza 'tedawiya li malê'
09:01 Ên tên perçekirin ne gor in, mirovahî ye
09:01 Nivîsandina weziyeta karkerên çandiniyê bi qasî karê wan zehmet e!
09:00 Ondeş: Bi gotina 'raza dewletê' ser şaşiyan tê girtin
09:00 Cerdevan li Cûdî daristanê talan û wêran dikin
09:00 Li ser navê 'asayîbûnê' piştgiriya ji bo sermayeyê
09:00 ROJEVA 16'Ê GULANA 2020'AN
15/05/2020
23:48 Celîlê Celîl: Divê kurd dibistana vekin bi navê Hawarê
19:37 Îro hezar û 708 kes bi şewbê ketine
17:16 Xebata Tifaqa Kurdistanê tayînkirina qeyûman şermezar kir
16:47 Bijîşkekî din bi Covît-19 jiyana xwe ji dest da
16:40 Qeyûm ewil wêneyê Soylu û Erdogan bi dîwarê şaredariyê dakir
16:23 Malbat û parêzer ji bo biçin Îmraliyê serî li dozgeriyê dan
16:15 Adiyaman: Wezareta Tenduristiyê destûrê nade lêkolînên zanistî
16:09 Li her deverê bertek nîşanî qeyûman dan: Roj ne roja bêdengiyê ye
15:58 SES dê li dijî giştînameya SGK'ê dozê veke
15:56 Egîtîm Sen: Bi zimanê xwe bijîn
15:03 Li Xarpêtê gardiyanan li jinên girtî da
15:02 Polîsan bi gaza îsotê êrîşî welatiyan kirin
15:00 TJA: Her netew li ser çand û zimanê xwe mezin dibe
14:24 Karê ewil ê qeyûm Merşa Îstîklalê bû
14:21 Li Geliyê Zîlanê dê carek din talankirin pêk were
14:01 ‘Dewlet li dijî zimanê kurdî darbeyê pêk tîne’
13:06 Li dijî qeyûman bertek zêdene: Asayîbûna Qesrê ev e
13:05 Sancar: Ev îqtîdar darbekar e
12:50 Li dijî vîna hilbijêran darbe: Ji 65 şaredariyan qeyûm tayînî 45 şaredariyan kirin
12:45 DBP: Şaredarî hatin dagirkirin
12:18 Girtiya nexweş Ozbay: Dixwazin em ji mirinan yekê hilbijêrin
12:09 Polîsan li Qelqeliyê 43 kes binçav kirin
11:33 Di fabrîqeyan de 118 karker bi vîrûsa koronayê ketin
11:22 Yekîtiya Jinên Kurd Cejna Zimanê Kurdî pîroz kir
11:03 'Guh bidin vê Hawarê'
10:46 DBP: Em hemû qad û jiyana xwe bikin bi kurdî
10:33 Derî û şibake şikandin
10:20 Parlementerên HDP’ê: Yên dibêjin darbe ew bixwe darbekar in
10:20 Ji ber ambargoyê dermankirina nexweşan tê astengkirin
10:16 Dr. Deger: Heta derman neyê dîtin mirov nikare qala asayîbûnê bike
09:57 Encama Pêşbirka Helbestan a Arjen Arî ya 7'an diyar bû
09:42 Saleka xwe ya bi astengî derbas bû vegotin
09:30 HDP: Cejna Zimanê Kurdî li dijî zextan berxwedan e
09:30 Li Bedlîsê 356 malbatan hev dîtin
09:29 Kampanyaya xwendin, nivîsandin û pêşvebirina kurdî
09:29 AYM'ê serlêdana der barê girtiyê rewşa wî xedar Kaya de red kir
09:28 Fîlmekî nû yê Alî Kemal Çinar: Dilop
09:18 OHD: Ji bo ziman bibe zimanê perwerdehiyê hewceye serlêdanên navnetewî bên kirin
09:18 Erdogan, mirovê teqawidbûyî daye ber îcrayê
09:17 Mamosteyê kurdî ê li Japonyayê: Hêviyê ji tu dewlet û pergalan nekin
09:16 Li dijî şidetê jiyana hevpar a azad
09:15 Gokkan: Ê ku xwe nede ber yekîtiyê wê bêîtibar bibe
09:00 ROJEVA 15'Ê GULANA 2020'AN
08:00 Qeyûm tayînî Şaredariyên îdir, Sêrt, Misirc, Hawêl û Vartînisê kirin
14/05/2020
23:05 Bernameya 'Zaravayên Kurdî' li dar xistin
19:37 Hejmara kesên jiyana xwe ji dest dane 4 hezar derbas kir
16:12 Li ser xeta Serêkaniyê û Tilxelef teqîn pêk hat
16:02 Kesên birûpoş: Em ê şevekê bên taxa Gazî hesap ji we bipirsin
15:55 Li Qelqeliyê êrîşî wesayîta şaredariyê kirin: 2 kes mirin û kesek jî birÎndar bû
15:27 Rêxistinên pîşeyî: Ji bo rawestandina vê hewlê em ê bixebitin
15:25 Başaran: Yê bi dijminantiya jinan û Kurdan welat perçe dike îqtîdar bi xwe ye
15:24 Alinak: Ji ber nêrînên xwe hatim darizandin
14:22 Di salvegera 88’emîn de 88 pirs kir
14:15 Polîsan xwest Gulistan Atasoy bêdeng bikin
13:53 Malbata Ceylan: Ne întîhare, kuştin e
12:22 TJA: Emê têkoşîna azadkirina hemû zimanan bi rêve bibin
12:11 Cenazeyê Duran defin kirin: Wezîr 2 sal berê gotibû 'hat kuştin'
12:00 Platforma Zimanê Kurdî: Têkçûna zimanê me têkçûna netewa me ye
11:37 Li sêgoşeya Licê, Pasûr û Dara Hênê 4 esker hatin kuştin
11:25 Şûştina cenazeyan asteng kirin
11:11 Ahmet Turk: Ruhê şoreşgerî dikare gelek tiştan biguherîne
10:36 Li dijî asîmlasiyonê rêya herî bibandor: Axaftin, xwendin û nivîsandina bi kurdî ye
10:18 Piştî Nisêbînê li Bismilê jî tundî li zarokekî hat kirin
09:34 Dîmen nehatibûna parvekirin dê dest polîsan nedabûna
09:33 Kerestecîoglû: Tundiya li dijî jinên em ê rawestînin
09:32 Piştî 25 salan dîsa heman ambargo
09:32 Karadag: Hikumet dixwaze baroyên xwe ava bike
09:31 Dahata me keda me ye
09:30 Ne cotkar ne karker ji rewşa heyî nerazîne
09:17 Nivîskarê Kurd Varli: Li her qadên jiyanê kurdî
09:16 Saziyên Ziman ên Kurdî kampanyaya alfabeya kurdî didin destpêkirin
09:15 Ji bo kurdî pêşniyara 'kampanyayeke civakî'
09:10 Bijîşk Torûn: Dibe ku pêla duyemîn piştî cejnê dest pê bike
09:09 Li quntarên Çiyayê Erekê amadekariyên zivistanê
09:09 ‘Gotin ên Omer in, lê emel ên Yezîd in'
09:00 Osmanagaoglû: Hêzên paramîlîter ketine dewrê
09:00 'Ziman nasname ye, nasnameya xwe winda nekin'
09:00 ROJEVA 14'Ê GULANA 2020'AN