Sancar: Ev îqtîdar darbekar e

img

ENQERE - Hevserokê Giştî yê HDP'ê Mithat Sancar, bertek nîşanî tayînkirina qeyûm a 5 şaredariyên HDP'ê da û wiha got: “Plana Îqtîdarê ya darbeyê didome. Şaredarî hedefa wan a ewil û herî girîng e. " 

Hevserokê Giştî yê Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) Mithat Sancar, piştî Wezîrê Karên Hundir qeyûm tayînî şaredariyên HDP'ê yên Sêrt, Îdir, Hawêl, Misirc û Vartînîsê kir, li Navenda Giştî ya HDP'ê civîna çapemeniyê li dar xist. Sancar bertek nîşanî tayînkirina qeyûman da û wiha got: “Qeyûm qespa vîna gel e. Dîsa qespa ked û xwarina hemû mirovên xizan e. Ez bang li hemû kedkar, kesên xizan ê ked û xwarina wan tê xezpkirin dikim, kesên xwedî rûmet û rêxistinên kedê dikim. Li dijî tayînkirina qeyûman têkoşîna demokratîk bilind bikin. Derketina li dijî qeyûman, derketina li dijî şer e. Redkirina polîtîkayên qeyûm redkirina şer û qepsa ked, vînê ye. Redkirina qizanî, talankirin û wêrankirinê ye. Parastina aştî û demokrasiyê ye."
 
ÎQTÎDAR DIJMINÊ KURDAN E
 
Sancar, anî ziman ku ev îqtîdar rejîma darbeyan e û wiha lê zêde kir: "Ev îqtîdar rejîma darbeyan e. Berhemê darbeyan e. Îqtîdara darbeyan e. Darbekar û dijminê demokrasiyê ye. Dijminê vîna gel e. Dijminê gelê Kurd e. Gelê Kurd dizane ku li vîna xwe û rûmeta xwe xwedî derkeve. Bi salan e tu hêz û êrîşan nekarîbû vîna gelê Kurt têk bibe. Dê  ji niha û şûnde jî nikaribe têk bibe. Em serî û çongê natewînin. Em têk naçin. Em ê bi biryarê têkoşîna xwe bilind bikin." 
 
ÎQTÎDAR DIJMINÊ GEL Û TENDURISTIYA GEL E 
 
Sancar, destnîşan kir ku îqtîdar dijminê gel û tenduristiya gel e û wiha berdewam kir: "Ji destpêka tayînkirina qeyûman heta niha em cemaweriyê hişyar dikin. Eger hûn tenê wekî pirsgirêka HDP’ê û gelê Kurd bibînin, hûnê xwe bixapînin. Ji ber vê yekê em bi hevre li dijî xespkirina şaredariyan dengê xwe bilind bikin. Ger ku roja ewil me bi hevre li dijî vê neheqî û xezpê dengê xwe bilind kiribuya wisa nedibû. Em rastî dîmenek wisa nedihatin. Em li dijî polîtîkayên ku vîna gel tune  dihesibîne û dijminantiya Kurdan dikin li ser piyan in. Em bi biryarin hemû çalakiyên demokratîk pêk bînin. Tayînkirina qeyûman dê têkoşîna me bêtir zêde bike. Hemû cîhan dizane ku HDP li dijî zext û tundiyê serî natewîne. Gelê Kurd ji zextan natirse. Werin em bi hevre li dijî van zext û tundiyê rawestin."  
 
Sancar, diyar kir ku îqtîdar bi reya qeyûm ji bêrîka gel û malên gel mal, xwarin û keda xizanan qezp dike û wiha pêde çû: "Ji ber vê yekê tayînkirina qeyûm xezpa vînê ye. Xezpa qût û zexîrê xizanan e. Divê hemû kesên dixwazin ked, qût û nirxên xwe biparêzin bibin yek û li dijî vê xezpê dengê xwe bilind bikin û têbikoşin. Divê hemû kesên aştî û demokrasiyê dixwazin li dijî vê yekê derkevin."
 
Li vi welatî aştî, demokrasî û azadî tenê dikare bi HDP'ê pêş bikeve. Bi têkoşina gelê Kurd a bi biryar dê pêş bikeve. Bi xwedîderketina hêzên demokratîk pêkank e. Em di 35 salên dawî de dibînin ku yên dijminantiya gelê Kurd kirine çûne sergoyê dîrokê. Em Turgut Ozal, Suleyman Demirel, Mesut Yilmaz, Tansu Çilleran ji bîr nekin. Ev partiyên ku îro tev li sergoyê dîrokê bûne, demekê îqtîdar bûn û xwedî hêza herî mezin bûn. Lê ji ber bi polîtîkayên şer nêzî çareseriya pirsgirêka Kurd bûn, îro li holê tune ne. Em carek din îqtîdarê hişyar dikin ku ji dîrokê dersê derxin. Em dibêjin bi sîgorta demokrasiyê nelîzin. Êrîşî aştiya civakî nekin. 
 
 
Sancar, heri dawî bang li hemû kesên demokrat, aştîxwaz û parazvanên mafên mirovan kir ku li dijî vê xezpê rawestin û dengê xwe bilind bikin. 

Sernavên din

16/05/2020
14:04 Dayikên Şemiyê: Bila gorên her kesî bên dîtin
13:50 Banga ‘bêdeng nemîne’ li Îmamoglû kirin
13:29 Ji bo Kaya daxwaza ‘berdana lezgîn’
13:28 'Êrîşa li djiî goristanan hişmendiya Yezîd e'
13:27 Rêya çareseriyê têkoşîna hevpar e
13:03 Zîlan li ber çavê me dipirpirt e!
12:31 Dayik: Sol perçe kirin û dan girtiyan
12:09 Esker li Licê derketin operasyonê
12:06 Tundiya li dijî jin û zarokan zêde bû
12:00 Ne destûr dan bên şûştin, ne jî wesayîta cenaze dan malbatan
11:32 Xwişka Ferhat Kurtay: Her yek ji wan welatek bûn
11:13 Ciwanan dest bi meşa Zînî Wertê kirin
11:03 Çîçek: Ocalan, siyaseta ku hevsengiya Rojhilata Navîn biguhere pêş dixe
09:44 Ozsoy: Dewlet dixwaze miriyên kurdan ji îmaja siyasî derbixe
09:23 KÎD: Xwedî derketina mafê ziman seknek olî, sincî û mirovî ye
09:02 Ji bo girtiyên nexweş daxwaza 'tedawiya li malê'
09:01 Ên tên perçekirin ne gor in, mirovahî ye
09:01 Nivîsandina weziyeta karkerên çandiniyê bi qasî karê wan zehmet e!
09:00 Ondeş: Bi gotina 'raza dewletê' ser şaşiyan tê girtin
09:00 Cerdevan li Cûdî daristanê talan û wêran dikin
09:00 Li ser navê 'asayîbûnê' piştgiriya ji bo sermayeyê
09:00 ROJEVA 16'Ê GULANA 2020'AN
15/05/2020
23:48 Celîlê Celîl: Divê kurd dibistana vekin bi navê Hawarê
19:37 Îro hezar û 708 kes bi şewbê ketine
17:16 Xebata Tifaqa Kurdistanê tayînkirina qeyûman şermezar kir
16:47 Bijîşkekî din bi Covît-19 jiyana xwe ji dest da
16:40 Qeyûm ewil wêneyê Soylu û Erdogan bi dîwarê şaredariyê dakir
16:23 Malbat û parêzer ji bo biçin Îmraliyê serî li dozgeriyê dan
16:15 Adiyaman: Wezareta Tenduristiyê destûrê nade lêkolînên zanistî
16:09 Li her deverê bertek nîşanî qeyûman dan: Roj ne roja bêdengiyê ye
15:58 SES dê li dijî giştînameya SGK'ê dozê veke
15:56 Egîtîm Sen: Bi zimanê xwe bijîn
15:03 Li Xarpêtê gardiyanan li jinên girtî da
15:02 Polîsan bi gaza îsotê êrîşî welatiyan kirin
15:00 TJA: Her netew li ser çand û zimanê xwe mezin dibe
14:24 Karê ewil ê qeyûm Merşa Îstîklalê bû
14:21 Li Geliyê Zîlanê dê carek din talankirin pêk were
14:01 ‘Dewlet li dijî zimanê kurdî darbeyê pêk tîne’
13:06 Li dijî qeyûman bertek zêdene: Asayîbûna Qesrê ev e
13:05 Sancar: Ev îqtîdar darbekar e
12:50 Li dijî vîna hilbijêran darbe: Ji 65 şaredariyan qeyûm tayînî 45 şaredariyan kirin
12:45 DBP: Şaredarî hatin dagirkirin
12:18 Girtiya nexweş Ozbay: Dixwazin em ji mirinan yekê hilbijêrin
12:09 Polîsan li Qelqeliyê 43 kes binçav kirin
11:33 Di fabrîqeyan de 118 karker bi vîrûsa koronayê ketin
11:22 Yekîtiya Jinên Kurd Cejna Zimanê Kurdî pîroz kir
11:03 'Guh bidin vê Hawarê'
10:46 DBP: Em hemû qad û jiyana xwe bikin bi kurdî
10:33 Derî û şibake şikandin
10:20 Parlementerên HDP’ê: Yên dibêjin darbe ew bixwe darbekar in
10:20 Ji ber ambargoyê dermankirina nexweşan tê astengkirin
10:16 Dr. Deger: Heta derman neyê dîtin mirov nikare qala asayîbûnê bike
09:57 Encama Pêşbirka Helbestan a Arjen Arî ya 7'an diyar bû
09:42 Saleka xwe ya bi astengî derbas bû vegotin
09:30 HDP: Cejna Zimanê Kurdî li dijî zextan berxwedan e
09:30 Li Bedlîsê 356 malbatan hev dîtin
09:29 Kampanyaya xwendin, nivîsandin û pêşvebirina kurdî
09:29 AYM'ê serlêdana der barê girtiyê rewşa wî xedar Kaya de red kir
09:28 Fîlmekî nû yê Alî Kemal Çinar: Dilop
09:18 OHD: Ji bo ziman bibe zimanê perwerdehiyê hewceye serlêdanên navnetewî bên kirin
09:18 Erdogan, mirovê teqawidbûyî daye ber îcrayê
09:17 Mamosteyê kurdî ê li Japonyayê: Hêviyê ji tu dewlet û pergalan nekin
09:16 Li dijî şidetê jiyana hevpar a azad
09:15 Gokkan: Ê ku xwe nede ber yekîtiyê wê bêîtibar bibe
09:00 ROJEVA 15'Ê GULANA 2020'AN
08:00 Qeyûm tayînî Şaredariyên îdir, Sêrt, Misirc, Hawêl û Vartînisê kirin
14/05/2020
23:05 Bernameya 'Zaravayên Kurdî' li dar xistin
19:37 Hejmara kesên jiyana xwe ji dest dane 4 hezar derbas kir
16:12 Li ser xeta Serêkaniyê û Tilxelef teqîn pêk hat
16:02 Kesên birûpoş: Em ê şevekê bên taxa Gazî hesap ji we bipirsin
15:55 Li Qelqeliyê êrîşî wesayîta şaredariyê kirin: 2 kes mirin û kesek jî birÎndar bû
15:27 Rêxistinên pîşeyî: Ji bo rawestandina vê hewlê em ê bixebitin
15:25 Başaran: Yê bi dijminantiya jinan û Kurdan welat perçe dike îqtîdar bi xwe ye
15:24 Alinak: Ji ber nêrînên xwe hatim darizandin
14:22 Di salvegera 88’emîn de 88 pirs kir
14:15 Polîsan xwest Gulistan Atasoy bêdeng bikin
13:53 Malbata Ceylan: Ne întîhare, kuştin e
12:22 TJA: Emê têkoşîna azadkirina hemû zimanan bi rêve bibin
12:11 Cenazeyê Duran defin kirin: Wezîr 2 sal berê gotibû 'hat kuştin'
12:00 Platforma Zimanê Kurdî: Têkçûna zimanê me têkçûna netewa me ye
11:37 Li sêgoşeya Licê, Pasûr û Dara Hênê 4 esker hatin kuştin
11:25 Şûştina cenazeyan asteng kirin
11:11 Ahmet Turk: Ruhê şoreşgerî dikare gelek tiştan biguherîne
10:36 Li dijî asîmlasiyonê rêya herî bibandor: Axaftin, xwendin û nivîsandina bi kurdî ye
10:18 Piştî Nisêbînê li Bismilê jî tundî li zarokekî hat kirin
09:34 Dîmen nehatibûna parvekirin dê dest polîsan nedabûna
09:33 Kerestecîoglû: Tundiya li dijî jinên em ê rawestînin
09:32 Piştî 25 salan dîsa heman ambargo
09:32 Karadag: Hikumet dixwaze baroyên xwe ava bike
09:31 Dahata me keda me ye
09:30 Ne cotkar ne karker ji rewşa heyî nerazîne
09:17 Nivîskarê Kurd Varli: Li her qadên jiyanê kurdî
09:16 Saziyên Ziman ên Kurdî kampanyaya alfabeya kurdî didin destpêkirin
09:15 Ji bo kurdî pêşniyara 'kampanyayeke civakî'
09:10 Bijîşk Torûn: Dibe ku pêla duyemîn piştî cejnê dest pê bike
09:09 Li quntarên Çiyayê Erekê amadekariyên zivistanê
09:09 ‘Gotin ên Omer in, lê emel ên Yezîd in'
09:00 Osmanagaoglû: Hêzên paramîlîter ketine dewrê
09:00 'Ziman nasname ye, nasnameya xwe winda nekin'
09:00 ROJEVA 14'Ê GULANA 2020'AN