Bertekên li dijî tayînkirina qeyûman dewam dikin

  • rojane
  • 15:58 17 Gulan 2020
  • |
img
NAVENDA NÛÇEYAN - Bertekên li dijî qeyûm tayinkirina şaredariyên dibin rêveberiya HDP’ê de dewam dikin. Berdevka Partiyê Ebrû Gunay di çalakiya li dijî tayînakirina qeyûman de axivî û got: “Qeyûm darbeya li dijî demokrasiya Tirkiyeyê ye. Desthilatdariya faşîst a AKP û MHP’ê darbekare.”
 
Li dijî qeyûm tayînkirina şeredariyên dibin rêveberiya Partiya Demokratîk a Gelan (HDP), li bajarên weke Amed, Êlih, Sêrt, Eden, Mêrsîn û Şirnexê çalakî hatin lidarxistin û tayînkirina qeyûman hat şermezarkirin.
 
AMED
 
Rêxistina Paratiya Demokratîk a Gelan (HDP) ya Amedê li avahiya HDP’ê ya Rezanê daxuyanî da çepemeniyê. Parlamentera HDP’ê ya Amedê Remziye Tosûn, Hevserokên HDP’ê yên Amedê Hulya Alokmen Uyanik û Zeyyad Ceylan, rêveberên bajêr û navçeyan beşdarî daxuyaniyê bûn.
 
Di daxuyaniyê de pankarta “Qeyûm xespa vînêye, emê tu carî qebûl nekin” hat vekirin. Hevseroka HDP’ê ya Amedê Hulya Alokmen Uyanik axaftinek kurt kir û wiha got: “Bi qeyûman darbeyê li vîna gel didin. Emê her tim li dijî qeyûman dengê xwe bilind bikin.”
 
Hevserokê HDP’ê yê Rezanê Mehmet Atlihan jî, qeyûm tayînkirina 5 şaredariyan weke darbeyê nirxand û wiha axivî: “Em ê li dijî qeyûman serî netewînin û têkoşîna xwe dewam bikin. Bi xespkirina vîna gelê kurd dixwazin rojên tarî bi kurdan bidin jiyîn. Yên dixwazin vê bikin dawiya wan nêz bûye.”
 
Piştî axaftina Atlîhan, daxuyanî bi lêxistin çepikan bi dawî bû.
 
FARQÎN
 
Rêveberên HDP’ê yên navçeyê û gelek welatî li ber avahiy a Şaredariya Farqînê kom bûn daxuyanî dan çapemeniyê û bertekên xwe li dijî qeyûm nîşan dan. Hevserokê HDP’ê yê Farqînê Kenan Kaydû di daxuyaniyê de axivî û wiha got: “Bi qeyûman şaredariyên me xesp dikin û ev li dijî hiqûqê ye.”
 
SÊRT
 
Li Sêrtê jî, Serokwekîla Koma HDP û Parlamentera Sêrtê Meral Daniş Beştaş, Berdevka Partiyê Ebrû Gunay, parlementerên HDP’ê Dr. Nejdet Îpekyuz, Dersim Dag, Feleknas Ûca, Siddik Taş û Ayşe Surucu, rêveberên bajêr û navçeyan daxuyanî dan çepemeniyê.
 
HDP’iyan berî daxuyaniyê esnaf ziyaret kirin û dûre derbasî avahiya partiye bûn û civîna çapemeniyê li dar xistin. Berdevka HDP’ê Ebrû Gunay, di daxuyaniyê de axivî û wiha bertek nîşanî tayînkirina qeyûm da: “Gelê kurd hemû darbekaran baş nas dike. Gelê kurd carek din raya giştî ya Tirkiyeyê dît. Yên darbeyê dikin AKP û MHP bi xwe ye. Yên ku darbeyê dikin desthilatdariya faşist a AKP û MHP’ê ye. Ev darbe l idijî demokrasiya Tirkiyeyê ye.”
 
ÊLIH
 
Rêxistina HDP’ê ya Êlihê jî, li ber avahiya partiyê li dijî tayînkirina qeyûm deng derxist û bi vî awayî qeyûm şermezar kir. Parlamenterên HDP’ê yên Êlihê Ayşe Acar Başaran, Feleknas Ûca û Nejdet Îpekyuz, Hevşaredarên Êlihê yên ji peywira xwe hatin dûrxistin Mehmet Demîr û Songul Korkmaz jî beşdarî çalakiyê bûn. Îpekyuz, di çalakiyê de, axivî û tayînkirina qeyûm şermezar kir. Îpekyuz, diyar kir ku darbekarên rast desthilatdariya siyasiye. Qeyûm darbeye. Qeyûm dagirkeriye.”
 
ŞIRNEX
 
Rêxistina Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) ya Şirnexê jî, li dijî qeyûmên ku tayînê 5 şaredariyên HDP’ê hatin kirin li ber avahiya HDP’ê ya navçeya Hezex a Şirnexê daxûyanî da. Parlamenterên Şirnexê Nuran Îmîr, Hasan Ozguneş, Hevşaredarên Silopiyê Adalet Fîdan û Sûleyman Şavlûk, Hevşaredara Cizîrê ku şûna wê qeyûm hat tayînkirin Bêrîvan Kutlu, Hevşaredarên Hezexê ku şûna wan qeyûm hat tayînkirin Songûl Erden û Mûrat Şen, endam û rêvebirên HDP’ê yên navend û navçeyê tevlî daxûyaniyê bûn.
 
Daxûyaniya ku li navçeya Hezexê hat dayîn, polîsan bi hinceta nexweşiya vîrûsa koronayê xwest asteng bike. Girseya ku astengî nas nekir û daxûyaniya xwe da. Di daxuyaniyê de Parlamenterê Şirnexê Hasan Ozgûneş axivî û got di vê pêvajoya ku nexweşî belav bûye îktîdar qeyûm tayînê şaredariyan dike. Hasan, bi lêv kir ku qeyûmên tayînê şaredariyên HDP’ê tên kirin darbe ye û wiha pêl da axaftina xwe: “Îro AKP-MHP dest dane hevdû û li Tirkiyeyê rejîmek bêhiqûqî didin meşandin. Ev faşîzma hanê tu carî nayê qebûlkirin. Bandora ku li ser civakê tê kirin gelek dijwar e û tu mafê mirovan nemaye. Hiqûq, edalet, wijdan û ehlaq nemaye. Di her aliyê de meşrûtiyeta xwe winda kirine. Di qada navneteweyî de tu meşrûtiyeta wan nemaye. Li gor makezagonan tu qanûn nehiştîne. Ev qeyûm darbe û faşîzm e. Gelek hevalên me bêhiqûqî ji peywirê hatin dûrxistin.”
 
Hasan, diyar kir ku ji bo azadî, demokrasî, wekhevî, mafê jinê û vîna gel dê têkoşîna wan berdewam bike û wiha dawî li axaftina xwe anî: “Zilm, faşîzm û bêhiqûqiya we nikare pêşiya me bigire. Em ê heta dawiyê berxwe bidin û serî natewînin.”
 
Daxûyanî bi çepikan bi dawî bû.
 
EDENE
 
Rêxistina HDP’ê ya Edenê jî, dibin ablokeya polîsan de tayînkirina qeyûman şermezar kir. Bi sedan polîsên ku bi wesayîtên xwe pêşiya avahiya partiyê girtin, bi hinceta bergiriyên vîrûsa korona (Kovîd-19) destûr nedan ku HDP’î ji avahiyê derkevin. Parlamentera HDP’ê ya Edenê Tulay Hatîmogûllarî li ser vê hevdîtin bi amîrê polîsan re kir. Dûre destûr hat dayîn ku daxuyanî li ber avahiya partiyê bê dayîn.
 
Di daxuyaniyê de pankarta “Hilbijêr vîna me, dest ne de vîna me” hat vekirin. Nûnerên Kongreya Demokratîk a Gelan (HDK) û Partiya Sosyalîstên Bindest (ESP) jî beşdarî daxuyaniyê bûn.
 
Parlamentera HDP’ê ya Edenê Tulay Hatîmogûllari, helwesta polîsan rexne kir û wiha got: “Polîsan xwestin çalakiya me asteng bikin. Em wan şermezar dikin. AKP di pêvajoya şewbê de, qeyûm tayînî vîna gel dike. AKP bi hiqûqa dijminantiyê êrîşî gelê kurd û beşên mûxalîf dike. Em li dijî hemû darbeyan têkoşîna xwe dewam bikin. Qeyûm darbeye.”
 
Daxuyanî bi berzkirina “Bi berxwedanê emê bi ser bikevin” û lêxistina çepikan bi dawî bû.
 
MÊRSÎN
 
Rêxistina HDP’ê ya Mêrsînê jî, bi heman armancê çalakî li dar xist û bertek nîşanî tayînkirin qeyûman da. Çalaçakî li ber avahiya Rêxistina HDP’ê ya Akdenîzê pêk hat. Ligel hemû astengiyên polîsan jî, çalakî hat lidarxistin û daxuyanî hat dayîn. Alîkarê Hevserokê Giştî yê HDP’ê Tuncer Bakirhan, parlamentera HDP’ê ya bajêr Fatma Kûrtûlan û rêveberiyên partiye beşdarî daxuyaniyê bûn. Kûrtûlan, di axaftina kir de, diyar kir ku qeyûm darbeye û ewê li dijî vê darbeye têkoşîna xwe dewam bikin.
 
Daxuyanî bi lêxistina çepikan bi dawî bû.
 

Sernavên din

19/05/2020
14:21 Konseya Ewropayê: Qeyûm heqaret e li hilbijêr û gefa li demokrasiyê ye
14:10 Îdîaya jinekê întîhar kir
13:56 HDP’ê ‘Wezareta Ciwanan’ pêşniyaz kir
13:52 Li Silîvriyê ku vîrûs lê belav bûye test nayên kirin
13:39 Hepsa malê dan Hevşaredarên Sêrtê
12:57 Veşartina 261 cenazeyên li peyarêyê hatine veşartin ji Oktay pirsî
12:36 Koordînasyona Qeyrana Covît-19: Şewba vîrûsê newekhevî zêde kir
12:18 Şaredariya AKP'î dest danî ser standa alîkariyê
11:49 Mizrakli: Li dijî zilmê dema werêkiyê ye
11:31 40 gundên Qoser û Dêrikê dîsa bê av û ceyran hiştin
11:30 Ciwanê di bin çavan de hat berdan
11:10 KCD: Li dijî qirkirina xwezayê helwest bigirin
10:52 Ji YE’yê berteka qeyûm
10:48 Li pişt perda Zînî Wertê soza ‘devletê’ derket
10:10 Partiya Paşerojê ya Çepgir: Desthilat demên xwe yên dawîn dijî
09:21 Dozger xwest hevşaredar bên girtin
09:20 Beştaş: Çavê me dê li ser qeyûman be
09:19 Pardon me sûc nedît!
09:19 Kaplan: Wê qeyûm wekî trawmayekê di bîra dewletê de bimînin
09:18 Hişyariya ji bo 'efûya îstismarê': Dê encamên wê giran bin
09:17 Pîvazên wan di destê wan de man
09:05 Qeyûm şertê 'bexşa mecbûrî' daniye ber muteahîdan
09:05 Ji bo bîranîna rojnamevanên jiyana xwe ji dest dane pirtûkxane ava kirin
09:05 'Qirkirina daran' a ji bo qaleqolan didome
09:03 Ji 284 parlamenteran re peyam şand, lê yek kesî/ê jî bersîv neda
09:00 ROJEVA 19'Ê GULANA 2020'AN
08:46 HDP’iyan bertek nîşanî van dîmenan dan
18/05/2020
20:15 Li Tirkiyeyê hejmara pêketiyan 150 hezarî derbas kir
19:36 Hevşaredarê Îdirê Akkûş hat girtin
16:39 Berteka li djî qeyûm: Em qet di paş de gav navêjin
16:35 Ji girtiyên Efrînî re ‘maf’ nîne
15:52 Hêjmara zêde ya rêwiyan rîske zêde dike
15:35 Yuksekdag: Li Girtîgeha Kandirayê sansûra 'AKP'ê tê sepandin
14:57 Ciwanek li Sîlopiyê binçav kirin
14:53 Jin dê li dijî efûya îstîsmarê derkevin kolanan
14:36 13 partiyan bertek nîşanî tayînkirina qeyûman dan
14:24 Meclîsa Ciwanên HDK'ê: Em girêdayî doza Îbo, Heqqî û Çaran de ne
14:13 HDK: Têkoşîna bi rêxistin dikare îqtîdarê têk dibe
13:16 Hevşaredaran daxuyaniya ‘manîpulasyonên qeyûm’ da
13:04 Çend girtî enfekte bûne?
13:03 Şahidê çalakiya Agirê Çaran: Tirs kuştin
11:47 Hatîp Dîcle: Di çareserkirina Pirsgirêka Kurd de KCD muxatabeke demokratîk e
11:10 HDP'ê şoreşgerên meha gulanê bibîr anî
10:38 Rûmên Pontosê: 19'ê Gulanê ji bo me komkujî ye
10:29 22 meh in li ber xwe didin: Ne korona wê JES me bikuje
09:44 Gundê Zîlanê xistin qerantinayê
09:28 Hewldana 78'an a Amedê: Meha Gulanê meha bibîranîna şehîd û cangoriyan e
09:23 Di pîvajoya 'Asayîbûnê' de nexweşên vîrûsê zêde bûn
09:21 Derket holê ku 261 cenaze li ser peyarêyê hatine veşartin
09:20 Karkerên çandiniyê: Dibêjin ‘bila feqîr bimirin’
09:20 Tê gotin ji ber rantê xaniyên şêniyên Sûrê nadin wan
09:11 Karsaza jin: Piştî pandemiyê wê bêkarî zêde bibe
09:11 Derbarê endama Meclîsa HDP’ê Kûyûn de lêpirsîn hat destpêkirin
09:10 Qeyûm qaseyê vala kir û bajar derxist ber firotinê!
09:09 Li Şirnex û Mêrdînê 4 hezar û 500 malbat li benda ‘hevmalîbûnê’ ne
09:09 Huda Kaya peyama ‘fetloneka dîrokî’ da muxalefetê
09:01 Kuştina Çavgûn bû dîrok
09:00 ROJEVA 18'Ê GULANA 2020'AN
17/05/2020
20:31 Resmê Covîd-19’ê ya Tirkiyê: Îro 44 kesan jiyana xwe ji dest da
16:51 Jinek li Cizîrê hat kuştin
16:37 Li ser Onlinê kampanya kursên Kurdî dest pê kir
15:58 Bertekên li dijî tayînkirina qeyûman dewam dikin
15:46 Vîrûs ji Stenbolê anî Wanê
15:20 Di 2 mehan de herî kêm 128 karker ji ber şewbê mirin
15:04 Rapora Girtîgehên Wanê: Talûkeya li ser jiyana girtiyan zêde dibe
14:52 Guven: Em bi xwe tedbîrên xwe bigirin
14:42 Biryara veşartinê ji bo lêpirsîna Hevşaredarên Îdirê dan
14:06 Bi guleyan gef li Ayhan Bîlgen xwarin
13:57 Agir bi dexl zadê Mexmûra Jêrîn ket
13:32 Komeleya Ekolojî ya Mêrdînê bertek nîşanî çêkirina RES’ê da
13:32 Şîrket zorê li karkerên bi şewbê ketine dike ku îstîfa bikin
13:00 KCD'ê Kurtay, Anyik, Oner û Zengîn bibîr anîn
12:37 Deriyê Navenda Vegerandina Kocberan li parêzeran girtin
11:34 Koçberiya masiyên Gola Wanê dest pê kir
11:27 Karkerê çandiyê yê bi ceyranê ve ma jiyana xwe ji dest da
11:27 ‘Îbrahîm nayê jibîrkirin’
10:41 Endamên OSO li Serêkaniyê 2 sivîl kuşt li Eyn îsa dexil şewitad
10:10 Hevşaredarê Vartînîsê hat girtin
09:46 Çend dîmenên xizaniyê
09:24 Prof. Kurul: Divê Tirkiye bi têgînên ‘terorê’ û ‘terorîst’ re rû bi rû were
09:21 Li Girtîgeha Xarpêtê li girtiyên jin dane
09:12 DYA li dijî Îranê amadekariya şer dike
09:03 Çinîna ceh li Şengalê dest pê kir
09:02 Behsa hevalên xwe yê qawîşê Kûrtay, Zengîn, Anyik û Oner kir
09:01 Êrîşa li ser goristana perçeyek ji feraseta 'bila kurd dayika xwe nebîne' ye
09:01 Kûrtalan: AKP'ê pandemî jî veguherandiye firsendê
09:00 Pîroglû: Em dikarin siyaseta dijminatiyê ya îqtidarê pûç bikin
09:00 Parêzvanên mafên mirovan: Şewb veguherandina tolhilgirtinê
09:00 ROJEVA 17'Ê GULANA 2020'AN
16/05/2020
20:17 Hejmara kesên jiyana xwe ji dest dane bû 4 hezar û 96
16:50 TMMOB’ê bertek nîşanî HES’ên Geliyê Zîlan da
16:25 Delîla suc ku xistin stuyê Hevşaredar aydî eskerê TSK’ê derket
16:11 Li Wanê nexweşên Covît-19 zêde dibin
15:59 ‘Hemû girtiyên nexweş berdin'
15:32 Jinan li Ofîsê Zincîra Xemrî ava kir: Jin Jîyan Azadî
15:07 Bûldan: Em bêdeng bimînin dê dor bê Stenbol û Enqerê jî
14:47 Li Îdir û Amedê qeyûm şermezar kirin
14:38 YNK'ê meşa Zînî Wertê asteng kir
14:35 Ji xizmên windayan pêşniyara “komîsyona rûbirûbûnê”
14:20 DEDAŞ'ê dîsa ceyran qut kir û gelek gund bê av man