Kaplan: Wê qeyûm wekî trawmayekê di bîra dewletê de bimînin

  • rojane
  • 09:19 19 Gulan 2020
  • |
img

STENBOL - Cîgirê Hevserokatiya Giştî ya HDP'ê Salîm Kaplan got, wê qeyûm di pêşerojê de wekî trawmayekê di bîra civakê de bimînin. 

 
Di 16'ê Gulanê de qeyûm tayinî 5 şareadriyên HDP'î yên din jî kirin. HDP'ê di hilbijartina herêmî ya 31'ê Adarê de 65 şaredarî bi dest xistibûn. Lê belê bi hinceta namzetên wan bi KHK'ê hatine îxrackirin YSK'ê mazbata nedabû 6 hevşaredaran. Ji xeynî vê şaredarên du şaredariyan jî ji hêla partiyê ve hatin îxrackirin û Wezareta Karên Navxweyî jî qeyûm tayinş 45 şaredariyan kir. Niha di destê HDP'ê e tenê 12 şaredarî mane. 
 
Cîgirê Hevserokatiya Giştî yê HDP'ê û Berpirsiyarê Rêveberiyên Herêmî Salîm kaplan, tayinkirina qeyûman û îcraatên qeyûman nirxandin. 
 
BERDEWAMIYA POLÎTÎKAYÊN SEDSALΠ
 
Kaplan, anî ziman ku tayinkirina qeyûman divê tenê wekî tayinkirina karmendan neyê dîtin û got, qeyûm "amûra rêveberiyê ya nû" ya îqtidarê ne. 
 
Her wiha Kaplan, destnîşan kir ku tayinkirina qeyûman wekî awayê niha yê Mufetîşiya Umûmî ya bi Fermana Şerq Islahatê dest pê kiriye û pêkanînên rewşa Awarte tên salên 1990'î pênase kir û got, bi vî awayî armanc teslîmgirtina vîna gel e. 
 
FERZKIRINA KODÊN TEKPARÊZ 
 
Kaplan, ji bo tayinkirina qeyûmên dawî ku roja Cejna Zimanê Kurdî hatin tayinkirin jî destnîşan kir ku ev tê wateya êrîşa li ser nirxên gelê kurd. Kaplan, got: "Me ev yek berê jî dîtibû. Ji bo tayinkirina qeyûmê Cizîrê 29'ê Cotmehê hilbijartibûn. Ev pêkanîn hemû pênaseya vê yekê ne; Polîtîkaya qeyûm li gelên Kurdistanê ferzkirina kodên tekparêz ên dewletê ye. Êrîşên li ser goran jî bi heman mantiqê hatine kirin." 
 
WÊ WEKÎ TRAWMAYEKÊ BIMÎNE 
 
Kaplan, destnîşan kir ku dîrokê nîşan daye ku gelê kurd û cînarên xwe yên qedîm ne ew gel in ku li ber van xebatên laboratûwarî serî bitewînin û got: "Ji bo vê yekê mînaka herî baş rastiya Dersimê ye. Rêberê berxwedanê Seyîd Riza li ber zilmê çok danenî û çoknedanşna wî di bîraa dewletê de wekî kulekê ma. Gotina Hevşaredarê Îdirê ku gotibû "Bila kenê min ji bo we bibe derd" ev yek careke din bi ruh û can bûye. Yanî rêbaza tayinkirina qeyûman hewldaneke bêhûde ye û wê di pêşerojê de wekî trawmayekê di bîra dewletê de bimîne." 
 
Her wiha Kaplan ji bo darizandinên tên kirin jî destnîşan kir ku darizandinên ji bo tayinkirina qeyûman bûne hincet hemû wekî şanoyekê ne û got, loma di danişînan de ên tên darizandin ne ew in, ew didarizînin. 
 
‘NE BI RIZAYA KURDISTANÊ YE' 
 
Kaplan got: "Êdî îqtidara AKP-MHP'ê li Kurdistanê rizayê bi dest naxe. Bi darê zorê yê dewletê li Kurdistanê ye. Heger amûra darê zorê ji dest bigirin wê rojekê jî nikaribe xwe birêxistin bike. Lê belê li rojavayê Tirkiyeyê hê jî rizaya îqtidarê didome." 
 
Kaplan, anî ziman ku heger îqtidar li rojavayê Tirkiyeyê qeyûman tayinî şaredariyên muxalefetê bike wê li rojavayê Tirkiyeyê jî rizaya kêm bibe û ji bo vê îşaret bi hilbijartina Şaredariya Bajarê Mezin a Stenbolê kir ku ewilî ferq dengan 13 hezar bû, lê piştî cardin hilbijartin hat kirin ferq bû 800 hezar deng. Kaplan, destnîşan kir ku heger niha hêzeke hevpar ê demokrasiyê çênebe û helwesteke baş neyê nîşandan, wê di pêla duyemîn de ewilî şaredariyên Stenbol û Enqereyê hedef bên girtin. 
 
‘WÊ NIKARIBIN BI SER BIKEVIN' 
 
Herî dawî Kaplan destnîşan kir ku şert û merc çi dibin bila bibin wê HDP li dijî pêkanînên vê pergala zorbe li ber xwe bide. Kaplan anî ziman ku heya şaredariyên hatine xespkirin neyên îadekirin û hevşaredarên ji peywirê hatine girtin venegerin ser karê xwe wê têkoşîna wan a rewa, mafdar û demokratîk dewam bike û got, wê îqtidar tu carî nikaribe li Kurdistanê bi ser bikeve. 
 
MA / Nacî Kaya 

Sernavên din

19/05/2020
14:21 Konseya Ewropayê: Qeyûm heqaret e li hilbijêr û gefa li demokrasiyê ye
14:10 Îdîaya jinekê întîhar kir
13:56 HDP’ê ‘Wezareta Ciwanan’ pêşniyaz kir
13:52 Li Silîvriyê ku vîrûs lê belav bûye test nayên kirin
13:39 Hepsa malê dan Hevşaredarên Sêrtê
12:57 Veşartina 261 cenazeyên li peyarêyê hatine veşartin ji Oktay pirsî
12:36 Koordînasyona Qeyrana Covît-19: Şewba vîrûsê newekhevî zêde kir
12:18 Şaredariya AKP'î dest danî ser standa alîkariyê
11:49 Mizrakli: Li dijî zilmê dema werêkiyê ye
11:31 40 gundên Qoser û Dêrikê dîsa bê av û ceyran hiştin
11:30 Ciwanê di bin çavan de hat berdan
11:10 KCD: Li dijî qirkirina xwezayê helwest bigirin
10:52 Ji YE’yê berteka qeyûm
10:48 Li pişt perda Zînî Wertê soza ‘devletê’ derket
10:10 Partiya Paşerojê ya Çepgir: Desthilat demên xwe yên dawîn dijî
09:21 Dozger xwest hevşaredar bên girtin
09:20 Beştaş: Çavê me dê li ser qeyûman be
09:19 Pardon me sûc nedît!
09:19 Kaplan: Wê qeyûm wekî trawmayekê di bîra dewletê de bimînin
09:18 Hişyariya ji bo 'efûya îstismarê': Dê encamên wê giran bin
09:17 Pîvazên wan di destê wan de man
09:05 Qeyûm şertê 'bexşa mecbûrî' daniye ber muteahîdan
09:05 Ji bo bîranîna rojnamevanên jiyana xwe ji dest dane pirtûkxane ava kirin
09:05 'Qirkirina daran' a ji bo qaleqolan didome
09:03 Ji 284 parlamenteran re peyam şand, lê yek kesî/ê jî bersîv neda
09:00 ROJEVA 19'Ê GULANA 2020'AN
08:46 HDP’iyan bertek nîşanî van dîmenan dan
18/05/2020
20:15 Li Tirkiyeyê hejmara pêketiyan 150 hezarî derbas kir
19:36 Hevşaredarê Îdirê Akkûş hat girtin
16:39 Berteka li djî qeyûm: Em qet di paş de gav navêjin
16:35 Ji girtiyên Efrînî re ‘maf’ nîne
15:52 Hêjmara zêde ya rêwiyan rîske zêde dike
15:35 Yuksekdag: Li Girtîgeha Kandirayê sansûra 'AKP'ê tê sepandin
14:57 Ciwanek li Sîlopiyê binçav kirin
14:53 Jin dê li dijî efûya îstîsmarê derkevin kolanan
14:36 13 partiyan bertek nîşanî tayînkirina qeyûman dan
14:24 Meclîsa Ciwanên HDK'ê: Em girêdayî doza Îbo, Heqqî û Çaran de ne
14:13 HDK: Têkoşîna bi rêxistin dikare îqtîdarê têk dibe
13:16 Hevşaredaran daxuyaniya ‘manîpulasyonên qeyûm’ da
13:04 Çend girtî enfekte bûne?
13:03 Şahidê çalakiya Agirê Çaran: Tirs kuştin
11:47 Hatîp Dîcle: Di çareserkirina Pirsgirêka Kurd de KCD muxatabeke demokratîk e
11:10 HDP'ê şoreşgerên meha gulanê bibîr anî
10:38 Rûmên Pontosê: 19'ê Gulanê ji bo me komkujî ye
10:29 22 meh in li ber xwe didin: Ne korona wê JES me bikuje
09:44 Gundê Zîlanê xistin qerantinayê
09:28 Hewldana 78'an a Amedê: Meha Gulanê meha bibîranîna şehîd û cangoriyan e
09:23 Di pîvajoya 'Asayîbûnê' de nexweşên vîrûsê zêde bûn
09:21 Derket holê ku 261 cenaze li ser peyarêyê hatine veşartin
09:20 Karkerên çandiniyê: Dibêjin ‘bila feqîr bimirin’
09:20 Tê gotin ji ber rantê xaniyên şêniyên Sûrê nadin wan
09:11 Karsaza jin: Piştî pandemiyê wê bêkarî zêde bibe
09:11 Derbarê endama Meclîsa HDP’ê Kûyûn de lêpirsîn hat destpêkirin
09:10 Qeyûm qaseyê vala kir û bajar derxist ber firotinê!
09:09 Li Şirnex û Mêrdînê 4 hezar û 500 malbat li benda ‘hevmalîbûnê’ ne
09:09 Huda Kaya peyama ‘fetloneka dîrokî’ da muxalefetê
09:01 Kuştina Çavgûn bû dîrok
09:00 ROJEVA 18'Ê GULANA 2020'AN
17/05/2020
20:31 Resmê Covîd-19’ê ya Tirkiyê: Îro 44 kesan jiyana xwe ji dest da
16:51 Jinek li Cizîrê hat kuştin
16:37 Li ser Onlinê kampanya kursên Kurdî dest pê kir
15:58 Bertekên li dijî tayînkirina qeyûman dewam dikin
15:46 Vîrûs ji Stenbolê anî Wanê
15:20 Di 2 mehan de herî kêm 128 karker ji ber şewbê mirin
15:04 Rapora Girtîgehên Wanê: Talûkeya li ser jiyana girtiyan zêde dibe
14:52 Guven: Em bi xwe tedbîrên xwe bigirin
14:42 Biryara veşartinê ji bo lêpirsîna Hevşaredarên Îdirê dan
14:06 Bi guleyan gef li Ayhan Bîlgen xwarin
13:57 Agir bi dexl zadê Mexmûra Jêrîn ket
13:32 Komeleya Ekolojî ya Mêrdînê bertek nîşanî çêkirina RES’ê da
13:32 Şîrket zorê li karkerên bi şewbê ketine dike ku îstîfa bikin
13:00 KCD'ê Kurtay, Anyik, Oner û Zengîn bibîr anîn
12:37 Deriyê Navenda Vegerandina Kocberan li parêzeran girtin
11:34 Koçberiya masiyên Gola Wanê dest pê kir
11:27 Karkerê çandiyê yê bi ceyranê ve ma jiyana xwe ji dest da
11:27 ‘Îbrahîm nayê jibîrkirin’
10:41 Endamên OSO li Serêkaniyê 2 sivîl kuşt li Eyn îsa dexil şewitad
10:10 Hevşaredarê Vartînîsê hat girtin
09:46 Çend dîmenên xizaniyê
09:24 Prof. Kurul: Divê Tirkiye bi têgînên ‘terorê’ û ‘terorîst’ re rû bi rû were
09:21 Li Girtîgeha Xarpêtê li girtiyên jin dane
09:12 DYA li dijî Îranê amadekariya şer dike
09:03 Çinîna ceh li Şengalê dest pê kir
09:02 Behsa hevalên xwe yê qawîşê Kûrtay, Zengîn, Anyik û Oner kir
09:01 Êrîşa li ser goristana perçeyek ji feraseta 'bila kurd dayika xwe nebîne' ye
09:01 Kûrtalan: AKP'ê pandemî jî veguherandiye firsendê
09:00 Pîroglû: Em dikarin siyaseta dijminatiyê ya îqtidarê pûç bikin
09:00 Parêzvanên mafên mirovan: Şewb veguherandina tolhilgirtinê
09:00 ROJEVA 17'Ê GULANA 2020'AN
16/05/2020
20:17 Hejmara kesên jiyana xwe ji dest dane bû 4 hezar û 96
16:50 TMMOB’ê bertek nîşanî HES’ên Geliyê Zîlan da
16:25 Delîla suc ku xistin stuyê Hevşaredar aydî eskerê TSK’ê derket
16:11 Li Wanê nexweşên Covît-19 zêde dibin
15:59 ‘Hemû girtiyên nexweş berdin'
15:32 Jinan li Ofîsê Zincîra Xemrî ava kir: Jin Jîyan Azadî
15:07 Bûldan: Em bêdeng bimînin dê dor bê Stenbol û Enqerê jî
14:47 Li Îdir û Amedê qeyûm şermezar kirin
14:38 YNK'ê meşa Zînî Wertê asteng kir
14:35 Ji xizmên windayan pêşniyara “komîsyona rûbirûbûnê”
14:20 DEDAŞ'ê dîsa ceyran qut kir û gelek gund bê av man