Malbata Kaya: Li benda mirina wî bûn

  • rojane
  • 14:30 22 Gulan 2020
  • |
img

EDENE - Biraziyê Sabrî Kaya yê girtiyê nexweş ku jiyana xwe ji dest da got: “Piştî ku apê mir biryara berdana wî dan. Ev wîjdanek çawa ye. Li benda mirina wî bûn.”

Girtiyê giran ê nexweş Sabrî Kaya ku li Girtîgeha Jimara 2’yan a Tîpa T a Osmaniyê dihat ragirtin duh biryara berdana wî hatibû dayîn. Ev demek bû Kaya li Nexweşxaneya Fakulteya Tibê ya Zanîngeha Çûkûrovayê dihat dermankirin. Ji bo Kaya di 20’ê gulanê de Nexweşxaneya Dewletê ya Osmaniyê rapora “nikare di girtîgehê de bimîne” da û heman rojê sewqî Nexweşxaneya Fakulteya Tibê ya Zanîngeha Çûkûrovayê hat kirin. Piştî rapor ji bo Kaya hat dayîn duh Serdozgeriya Komarê ya Osmaniyê biryara berdanê wî dabû. Kaya piştî ku hat berdan jiyana xwe ji dest da.
 
Kaya li navçeya Ceyhana Edeneyê di sala 2000’î de bi hênceta tevlî bûyerek di sala 1998’an bûye hatiye binçavkirin. Ji bo dosyeya wî biryara neşopandinê hatibû dayîn. Pişt re li ser gotinên îtîrafkarek Kaya carek din tê binçavkirin û girtin û cezayê hepsê lê tê birîn. Kaya ji sala 2010’an ve di girtîgehê de ye û du caran krîza dil derbas kir û emeliyat bû.
 
NEXWEŞÎNÊN GIRAN LÊ PEYDA BÛN
 
Di girtîgehê de nexweşînên wek dil, xerabûna rîtmê, şeker, mîde, astim, bronşit, kolesterol, tasnsiyon û nexweşînên din li Kaya peyda bûn. Di sala 2013’an de ji ber rewşa tenduristiyê înfaza wî ji bo sê mehan tê rawestandin. Pişt re Saziya Tiba Edlî dibêje nexweşînên wî tune ne û carek din tê girtin û wî diavêjin girtîgehê.
 
30 CARAN WÎ RAKIRIN NEXWEŞXANEYÊ
 
Kaya di 25’ê adara îsal de krîza dil derbas kir Û xwîn çû ser mêjiyê wî. Kaya felç ma û nikaribû biaxive. Sê caran wî rakirin beşa lezgîn a nexweşxaneyê. Lê tevî van nexweşînên giran jî wî ji nexweşxaneyê derxistin û şandin hepsê. Kaya di nava vê deme de 30 caran rakirin Nexweşxaneya Dewletê ya Osmaniyê. Tevî ku serlêdanê ji bo berdana wî dihatin kirin jî lê dadgehê ew bernedida.
 
BERDAN LÊ…
 
Di rojên dawî de vê carê roviyên Kaya du caran xwîn bûn û li nexweşxaneyê dihat dermankirin. Piştî ku duh biryara berdana wî hat dayîn, di heman rojê de jiyana xwe ji dest da. Ji bo Kaya serî li Dadgeha Qanûna Bingehîn hatibû dayîn û li gel ewqas rewşa wî giran bû jî daxwaza berdana wî hatibû redkirin.
 
‘LI BENDA MIRINA WÎ SEKINÎN’
 
Biraziyê Kaya, Serhat Kaya diyar kir ku apê wî di encama xemsariya rayedaran de jiyana xwe ji dest daye û wiha bertek nîşan da: ““Piştî ku apê mir biryara berdana wî dan. Ev wîjdanek çawa ye. Li benda mirina wî bûn. Ji bo apê min serî li Dadgeha Qanûna Bingehîn hat dayîn. Lê hat red kirin. Piştî vê redkirinê rewşa apê hin bêtir xera bû. Li ser vê yekê biryara berdana bi şertê sê mehan hat dayîn. Ji bo apê min mudaxeleyên pêwîst nehatin kirin. Ev pêvajo hemû bi zanebûn hat birêvebirin.”
 
MA / Hamdullah Kesen

Sernavên din

25/05/2020
09:02 Jinan: Ji vê şaşiya xwe paşve vegerin
09:01 Qedexeya Nisêbînê vegot: Me heta dawiyê li ber xwe da
09:01 Hewl dan peykerê 6 hezar sal ji cihê wê bikin
09:01 Hilberînerên çayê bi derdin
09:00 ‘Asta zilmê ya herî jore’
09:00 ROJEVA 25’Ê GULANA 2020’AN
24/05/2020
17:58 100 endamên DAİŞ'ê vegeriyan Almanyayê
17:49 SOHR: Heta niha Tirkiye 10 Hezar û 100 eskerên bi pere ji Sûrî şandine Lîbyayê
17:31 OHD'ê rapora goristanan parve kir: Hem gorên wan şikandin û hem lêpirsîn vekirin
15:33 Li Wanê eskerek kuştî hat dîtin
14:31 Dilgeş ê 3 salî jî bi diya xwe re ket girtîgehê
14:12 Goristan îsal vala man
13:12 MED TUHAD-FED: Dawî li bê hiqûqiyê bînin
HDK: Em ê aştî û edaletê bi hevre pêk bînin
12:36 26 sal berê bira û birazê revandin, lê hêj kujer nehatine cezakirin
11:59 Gelê Rojava Cejna Remezanê li ser goristanan pîroz kir
11:24 Şaredariya AKP'î di cejnê de welatî bê av hişt
10:57 KÎD: Bila cejn bibe wesîleya vejîn û raperînê
10:15 Piştevaniya Mor, li dijî tundiyê xwe digînin hev
09:56 Aydenîz: Ji tora têkoşîna jinê ditirsin
09:30 KCD: Em dixwazin cejn li gorî wateya xwe bê pîrozkirin
09:13 HDP dest bi têkoşînek nû dike
09:03 'Me Komkujiya 1938’an anî rojevê
09:02 Mele Kaplan: Dest nedin nirxên me yên pîroz
09:01 Cerdevantiyê li zozanvana ferz dikin
09:00 'Dest nedin xwezaya me'
09:00 Işik: Bi hilbijartinê nikarin bi qeyûman xesp dikin
09:00 Zimanê zikmakî bi weşaneke hevpar diparêzin
09:00 ROJEVA 24'Ê GULANA 2020'AN
08:27 Dadgehê 12 siyasetmedarên kurd şandin girtîgehê
02:33 Kurd li korîdorên dadgehan cejnê pêşwazî dikin
23/05/2020
23:15 Endamê Meclîsa Şaredariya Rezanê Kûzû hat girtin
19:55 32 kesên din jî ji ber Covîd-19'ê jiyana xwe ji dest dan
19:14 Rojnamevan Dogrû hat girtin
16:44 Cenazeyê Sabrî Kaya di bin dorpêça polîsan de defin kirin
16:30 Xizmên windayan vegotin: Ne hestî û ne gorên wan hene
16:01 Dozger bêyi îfadeyên wan bigire xwest bên girtin
15:54 Rojnameger Rojhat Dogrû di binçavan de ye
15:42 Keça min întîhar nekiriye, ez bi guman im
15:42 Çûyîna komeleya xwe ji sûc hesibandin
15:14 Ji bo girtiyê 70 salî bang kirin
15:07 'Operasyon li dijî hemû jinan e'
14:23 17 sal in hestiyên bav û apê wî nadin wan
14:22 Malbatê cenazeyê Kaya girt
14:04 ÎHD'a Îzmirê azadiya girtiyên nexweş xwest
13:50 Parêzvanên Jin ji 30 welatan bang kirin: Bêdeng nemînin
13:09 715 rojan girtî ma hêj nû îdeaname amade kirin
13:01 Bi wêneyan bêdengiya li Sûrê û Deriyê Çiyê
13:01 Notirvanan li ciwanê ku ji bo avêtina çopê derket derve xistin
12:51 OHD'ê rapora çavdêriya Kilyosê parve kir: Bila rayedar bên darizandin
12:04 Agir bi konteynerê ket: Karkerek mir
11:48 Keskîn: Bêdengiya mûxaletefê Kaya kuşt
11:46 Testa Kaya ya vîrûsê negatîf derket
11:40 Azadiyê binpê dikin
10:58 Fîlmê Dilop li ser youtube weşandin
10:58 Konseya Ewropa Tirkiye hişyar kir: Êrîşên li ser rojnamegeran rawestînin
10:20 Ji Rosa banga piştevaniyê
10:19 Tê payîn siyasetmedar û aktîvîstan îro sewqî dadgehê bikin
10:05 Nameya ji bo ‘goristanan'
09:58 Li Mêrdînê erzaniya qeyûm: Îro heye sibê tune ye
09:26 Di nava dêzên çopê de koçberiya masîpankan!
09:16 Gergerlîoglu: Êrîşa polîsan li pişt kamerayan jî berdewam kir
09:02 Mele Zekî: Li dijî êrîşên goristana divê em bibin yek
09:01 Li girtîgehan tevdîr tunene, Rewşa Awarte heye
09:01 Ji ber germa zêde û bayê kur berê genim kêm bûye
09:00 'Em ê nehêlin efûya îstismarê pêk bê'
09:00 Dr. Yilmaz: Li Lîbyayê 'welatê şîn' hincet e, mesele berbelavbûn e
09:00 ROJEVA 23'YÊ GULANA 2020'AN
22/05/2020
19:59 Hejmara kesên jiyana xwe ji dest dane bû 4 hezar û 276
17:23 Girtiyê nexweş qeyrana dil derbas kiriye
16:21 'Em ê li dijî zilm û tundiyê serî netewînin'
16:07 Hinceta binçavkirinan beşdarî daxuyanî û çalakiyan bûyîne
15:38 Ocalan: Em ê hesap ji wan bipirsin
15:37 Hêrsa li dijî binçavkirina siyasetmedaran: Em ê hin bêtir bi hêz bibin
15:13 Dayika Gulîstan Doku: Me dixapîn in
14:58 Goristana li Licê cara 3’yemîn hat rûxandin
14:49 Malbat û parêzer ji bo biçin Îmraliyê daxwazname dan
14:30 Malbata Kaya: Li benda mirina wî bûn
14:29 Berî cejnê goristan ziyaret kirin
14:13 Gokkan: Em gav paşde navêjin
14:02 Jinan ji Cûdî bang kirin: Dest ji vê şaşiyê berdin
13:53 'AKP dê wekî partiya herî zêde ji jinê ditirse derbasî dîrokê bibe'
13:42 Gunay: AKP di van rojên pîroz de êrişî nirxê gelê kurd dike
13:09 MEBYA-DER'ê cejna malbatan pîroz kir
13:03 Cenazeyê Kaya bi gumana koronayê nedan malbatê
12:50 Dayika Aştiyê Hava Kiran a 63 salî jî hat binçavkirin
12:46 Di rojên vîrûs belav dibe de qelebalixiya kolanan balkêş e
12:41 Korona û krîza aboriyê li esnafan da
12:38 Polîsan ‘navbeyna fîzîkî’ îhlal kirin
12:13 HDP: DEDAŞ bi feraseta Qeyûm nêzîk dibe
11:40 Polîsan bi ser Komeleya Jinan a Rosa de girtin
11:32 Cenazeyê girtiyê nexweş Kaya rakirin ATK’ê
11:11 HDP'iyên hatin îşkencekirin axivîn: Em ê serî netewîn in
11:00 Ji ber ‘Sirûda Îstîklalê’ îşkence li welatiyan hat kirin
10:55 Rejîma Îranê kolberek birîndar kir
10:19 Guzel: Bi qeyûman tenduristiya gel xistin talûkeyê
09:54 Li Dersimê erdhej pêk hat
09:11 George Dîrîl: Dibe ku hin kesên ji hebûna me aciz in heb in
09:10 Giştînameya wezaretê tenê ya li ser kaxezê ye
09:09 Jina ku 11 caran gilî kir: Dengê min bibhîzin
09:08 Keça Ozkanê girtî: Bila emrê xwe yê mayî li cem me derbas bike