Berxwedana Gezî 7 sal li pey xwe hişt: Ruhê Gezî her tim zindî ye

  • rojane
  • 09:16 27 Gulan 2020
  • |
img

STENBOL - Berxwedana Gezî ku hemû beşên civakê tevlêbûn û bi rojan berdewam kir, 7 sal li pey xwe hişt. Di çalakiyan de polîsan 12 çalakger kuştin. Bavê Mehmet Ayvalitaş ê hat kuştin Alî Ayvalitaş, 12 kesên hatin kuştin bibîr anî û got: "Tu carî ruhê Gezî winda nabe û ev ruh her tim zindî ye." 

 
Di 27'ê Gulana 2013'an de, dema darên li Parka Geziyê ya Taksîmê hatin jêkirin, bi sedan welatiyan bertek nîşan dabûn. Piştî polîsan mudaxileyî welatiyan kir bûyera civakî di 31'ê Gulanê de berbelav bûn û di demeke kin de li gelek bajarên Tirkiyeyê belav bû. Di van bûyerên navbirî de ku nêzî 2 mehan dewam kir, li gorî daneyên Yekîtiya Bijîkên Tirk (TTB), 12 kesan jiyana xwe ji dest dan û 31 kes jî ji ber fîşekên gazê yên polîsan kor bûne. Di nava wan de Berkîn Elvanê 14 salî, piştî birindar bû 269 rojan li Nexweşxaneya Perwerdehî û Lêkolînê ya Okmeydaniyê li ber xwe da û di 11'ê Adara 2014'an de jiyane xwe ji dest da. Di çalakiyên Parka Gezî de bi deh hezaran kes derketibu kolanan û polîtikayên hikûmeta AKP'ê şermezar kiribûn. Di bûyeran de polîsan bombeyên gazê û fîşekên gazê êrîşi çalakgeran kiribûn. Di çalakiyan de bi hezaran kesên di navde Kurd, Tirk, Çerkes, Ermenî, Laz, Ereb, Musluman, Xiristîyan, Elewî û gelek reng û baweriyên din hebûn hatin cem hev. Dîsa girseya HDP, MHP, CHP jî di navde hatin li hev kom bûn. Endam û rêveberên sendîka, komele û odeyan jî tev li vê çalakiya girseyî bûn. Ji 7 salî heta 70 salî daketin qadan. Çalakiyên ku li Taksimê li dijî birîna darên Gezî dest pê kir li hemû bajaran belav bû. Bi taybetî çalakî li Enqere, Îzmir, Mêrsîn, îzmît, Konya, Manîsa Hatay û gelek cihên din geş bûn. Li bajarên din jî girse rastî êrîşa polîsan hat. Di navbera 31'ê Gulanê û 1'ê Hezîrana 2013’an gelê Tirkiye tev li ser piyan bû. Piştî demekê qad ji çalakgeran re ma, Koordînasyon Berxwedana Parka Gezî daxuyanî da diyar kir ku wan berxwedan zîviranndiye nobeta parkê û rêxistin û komeleyên beşdarî çalakiyê bûn êdî dorveger li parkan nobet girtin. Roja dîtir bi tevlêbûna rewşenbir û hunermendan serkeftina berxewdanê hat pîrozkirin û şahiyek mezin li dar xistin. 
 
Piştî polîsan dîsa dest bi mudaxaleyan kir û xwest çalakiyê asteng bikin, çalakgeran dest bi çalakiya "Mirovê radiweste" kirin. PişTî hikûmetê biryara mudaxaleyê girt, polîsan dîsa mudaxale kir û bi sedan kes hatin binçavkirin. Di bûyeran de 10 kes kor bûn. 91 kesan ji ber bombeyên gazê travma serî derbas kirin. Polîsan di 15 rojan de 150 hezar bombeyên gazê avêtin. Bi tonan ava şit avêtin. 12 kesan jiyana xwe ji dest dan. Di bûyerê de çalakger Ethem Sarisuluk, Mehmet Ayvalitaş, Alî Îsmaîl Korkmaz, Abdullah Comert, Berkin Elvan, Medenî Yildirim, Ahmet Atakan, Mehmet Îstif, Serdar Kadakal, İrfan Tuna, Zeynep Eryaşar, Selim Onder di çalakiyan de bi guleyên polîs û eskeran jiyana xwe ji dest dan. 
 
DOZA GEZÎ 6.5 SALAN BERD8EWAM KIR
 
Doza Mehmet Ayvalitaş ê jiyana xwe ji dest da 6.6 salan berdewam kir. Danişîna doza polîs Mehmet Gorkem Demîrbaş û Cengiz Aktaş ên bûn sedema kuştina Mehmet Ayvalitaş  bi suçdariya "Bi zanebûn bûye sedema birîndarkirinê û kuştinê" li Edliyeya  Anadolu li 8'emîn Dadgeha Cezayên Giran a  Kartalê  6.5  salan berdewam kir. Dadgehê di 21'ê Cotmeha 2019’an de der barê 2 polîsan de biryara beraetê da. Malbatan seri li dadgeha jor dan. 
 
‘RUHÊ GEZÎ HER TIM DIJΠ
 
Bavê Mehmet Ayvalitaş Ali Ayvalıtaş, diyar kir ku êşa wan her tim nû ye û wiha got: "Eşa me û birîna ne hêj nû ye. Lê tu carî ruhê Gezî bi dawî nabe. Erdogan got 'Li Gezî gule berdan polîsan' Ev gotina derew e. Tu rastî u bingeha vê yekê tune ye. Yên vê gotinê dikin tu para xwe ji mirovahiyê negirtine. Îqtîdarê darbeya herî mezin ji çalakgiyên Gezî xwar. Ji ber ber vê yekê êrîeşî çalakiya Gezî kirin. Ruhê Gezî her tim wekî xwe zindî ye û dê her tim zindî be." 
 
MA / Sadiye Eser

Sernavên din

28/05/2020
12:33 'Êrîşa li dijî Rosa ne tenê li dijî jinên kurd, li dijî hemû jinên cîhanê ye
12:13 Li Qersê Xeta Mor vebû
12:13 Li gel qedexeyê jî li Gola Wanê 16 ton mesî hatin girtin
12:05 Şahidê nepen 'A53T61MCTS21SS92' dibe ku polîs be
11:42 Girtiyê nexweş Fîlîz: Ez terkî mirinê hatime kirin
11:06 Jinan li tevahiya cîhanê li dijî tundiyê dengên xwe bilind kirin
10:49 Komeleya Jinan a Rosa çima bû armanca operasyonê?
10:41 Dapîra Dilgeş ji bo Dilgeş bang kir
10:03 Nivîskar Temel: Yekitiya neteweyî bi qasî hewa û avê pêwîst e
10:02 Ji bo 3 girtiyên berasteng ên di heman qawîşê de dimîn in bang
09:57 Xwarina hewce nadin girtiyên di qerantînayê de
09:27 Fîncanci: Definkirina cenazeyan a li peyarêyê sûcê îşkenceyê ye
09:26 Tûrsûn: Sedama tundiya polîsan ne cezakirine
09:25 Wê giliyê kesên goran xera dikin bikin
09:24 'Berxwedan her didome'
09:24 Vê carê ji bajêr berê xwe dan gund
09:23 Yildiz: Şideta polîsan nayê lêpirsînkirin
09:23 Girtiyê nexweş salek e bi tena serê xwe di odeyekê de ye
09:10 Dêra ku di nav çopê de maye bê kes û kûs maye
09:06 Dixwazin bi 'pêşbaziya resman' santralên nukleerê rewa bikin
09:04 2 girtiyên extiyar û nexweş bi mirinê re rû bi rû hatine hiştin
09:02 Rojnamevanên girtî: Sûcê esil veşartina rastiyan e
09:00 Can Atalay: Îqtidar hê jî ji Geziyê ditirse
09:00 ROJEVA 28'Ê GULANA 2020'AN
27/05/2020
20:41 34 kesên din jî ji ber şewba Cvîd-19'ê jiyana xwe ji dest dane
19:37 'AKP bi girtin û binçavkirina dixwaze jinan bitepisîne'
17:02 'Qatilê Sabrî Kaya îqtîdar bi xwe ye’
17:01 Mismarî: Erdogan dixwaze Ereban bi Ereban bide kuştin
16:39 Malzemeyên parastina şexsî hêj pirsgirêk e
16:12 Rapora girtîgehên Wanê: Bila şandeyên serbixwe biçin girtîgehan
16:01 ‘Heke bergirî bihata girtin Huseyîn nedimir’
15:52 Di dema AKP'ê de 704 hezar û 831 zarok bi zorê hatin zewicandin
15:24 Li Licê cezayê pereyan li welatiyan tê birîn
14:59 94 rewşenbîran rizgarkirina Efrînê xwestin
14:23 Sendîkayên karkeran îttîraza projeya “qampên xebatê” ya MUSÎAD’ê kirin
14:21 Dayikên Şemiyê astengiya polisan nas nekir û qurnefil danîn Galatasarayê
13:48 Li Amedê tundiya polîs û bekçiyan
13:16 Ciwanên HDP'ê karne da AKP'ê
Edalet, demokrasî = 0
Tundiya Polisan = 100
12:56 TTB: Divê daneyên nexweşên ku Hîdroksîklorokîn bi kar tînin bên parvekirin
12:00 DAD: Çorûm komkujiyeke di bin kontrola dewletê de ye
11:55 ‘Di pêvajoya koronayê de dermankirina girtiyên nexweş hat astengkirin’
11:29 Ustun: Erdogan ji bo ku AKP belav nebe xwe avêtiye bextê Bahçelî
10:48 Bi angaşta endambûna “nefermî” ya komeleya jinê hatine girtin
10:14 Herêma Derya Reş bi projeyên cuda tê talankirin
09:19 Ji bo Mûsa Anter xebata pirtûkê tê destpêkirin
09:16 Berxwedana Gezî 7 sal li pey xwe hişt: Ruhê Gezî her tim zindî ye
09:15 Dogan: Rizgarî bi şoreşeke çandî pêkan e
09:14 ‘A hatiye kirin mudaxilekirina li têkoşîna jinê ye'
09:14 Ji ber şewbê êdî karê wan jî nabe
09:13 Di pêvajoya pandemiyê de dîsa jin bûye dengê jinê
09:12 Ji bo cenazeyên ku li peyarêyê hatin veşartin dê li NY û DMME'yê gilî bikin
09:12 ‘Em bibin yek, li goristana xwedî derkevin’
09:11 25 sal in heman daxwazê dikin: Bila winda bên dîtin û kujer werin darizandin
09:00 ROJEVA 27'Ê GULANA 2020'AN
26/05/2020
20:44 Hejmara kesên jiyana xwe ji dest dane bû 4 hezar û 397
16:40 25 maşîneyên zirxî yên TSK'ê derbasî Idlibê bûn
16:29 SOHR: Tirkiye û Rûsya komên çekdar dişîne Libyayê
16:14 Li Sêrtê kesê di qerantînayê de bû mir
16:07 15 rêxistinên civakî yên Amedê xwestin girtiyan serbest berdin
15:36 Li Cîhanê Covid-19: WHO li dijî pêla duyemîn hişyar kir
14:46 Zrîngê cenazeyên di bin peyarêyê de hatin veşartin xêz kiriye
14:44 Xwendekarên Tipê bi vîrûsa koronayê ketin
14:05 Derya Aydin: Jenosîda hiş û bîra civakî
13:26 Orhan mirina bi guman leşker bir rojeva meclisê
12:50 Ocalan her tim di çareseriyê de israr kir
11:17 ‘Em ê dest ji têkoşîna mafên xwe bernedin’
10:51 Vê carê jî polis û notirvanan li Sûltanbeyliyê êrîş kirin
10:31 Li Wanê 18 hezar kes di karantînayê de ye
10:18 Beriya bê kuştin alîkarî ji polîsan xwest
10:06 Temaşevan dikarin belgefîlma Siya Avê di înternetê de temaşe bikin
09:46 Weke çavên xwe li çinara 800 salî dinêrin
09:22 ‘Divê dest ji polîtîkayên şaş ên çandiniyê berdin’
09:07 Çalakiya hezaran deriyê Îmraliyê vekir
09:07 'Zarokên me dîrok nivîsandin'
09:07 Îxrac bû dest bi çêkirina gubre kir
09:07 Neviyê Şêx Seîd: Em dagirkeran nas bikin û zilmê qebûl nekin
09:06 Di pêvajoya Covît-19 de lez dan avakirina HES’an
09:01 Dayika Gezen: Ji bo azadiya gel lawê min çalakî pêk anî
09:01 Bazara heywanan vebe jî firotin tuneye
09:01 Vegeriya gundê xwe dest bi xwedîkirina mirîşkan kir
09:01 Bertekên rêxistinên civakî: Em li dijî şerma Kilyosê bibin yek
09:01 Bulbul: Ku êdî zilm li cenaze û goristanan tê kirin wê demê îktîdar xelas bûye
09:00 ROJEVA 26'Ê GULANA 2020'AN
25/05/2020
22:30 Bekçî lêxist polîs kelepçe kir
21:02 Li Tirkiyeyê 4 hezar û 369 kes bi Covît-19 mirin
16:54 Dilgeş ê nexweşê gurçikê ye nikare dermanên xwe bigire
16:16 Ji girtiyê li Bunyanê re gotin: Hûnê hêza dewleta Tirk bibînin
16:08 40 gund 11 rojin bê av û bê ceyran in
15:52 Gundê Gendelovayê xistin qerantînayê
15:47 Ji bo parêzerên di rojiya mirinê de bang kirin
14:39 Wezaret dê mudaxîlbûyîna lêpirsîna Komeleya Rosa binirxîne
12:27 Berf heliya maşîneyên di bin aşûtê de man derketin derve
11:52 Li Wanê malek hat şewitandin
11:21 Tirb hilweşandin û ala tirk bi daran vekirin
10:26 Rojnameya Yenî Yaşamê dusalî ye
10:03 Apê Musa 100 salî ye!
09:45 Komkirina kîvarkên bejî dest pê kir
09:19 Hatîmogûllari: Îşkencê li civakê dikin
09:18 Çotkar deyn dike û diçîne
09:02 ‘Girtiyên nexweş terkî mirinê kirin