Dayikên Şemiyê astengiya polisan nas nekir û qurnefil danîn Galatasarayê

  • rojane
  • 14:21 27 Gulan 2020
  • |
img
STENBOL - Dayikên Şemiyê di 25'emîn salvegera têkoşîna xwe de, li gel astengî û qedexeya polîsan dîsa hatin Qada Galatasarayê û qurnefîl danîn qadê. Dayikan diyar kirin ku dê heta dawî li windayan bigerin û qet dest ji Qada Galatasarayê bernadin. 
 
Dayikên Şemiyê ku yekem car di 27'ê Gulana 1995’an de ji bo aqûbeta windayan bipirsin, bi dirûşmeya “Bila winda bên dîtin û kujer bên darizandin" li  Qada Galatasarayê dest bi çalakiyê kiribûn, di 25'emîn salvegera çalakiyan de qedexe û astengiya polîsan nas nekirin û dîsa çûn qadê û qurnefil danîn qadê. Dayikên Şemiyê 25 salin bê navber her hefte roja Şemiyê çalakiyan li dar dixin. Dayikan bê navber 700 hefteyan li ser hev li Qada Galatasarayê li edaletê geriyan. Piştî hefteya 700 wezaretê çalakî li wan qedexe kir û çûn li ber avahiya ÎHD'ê ya Stenbolê çalakiyên xwe berdewam kir. Dayikên Şemiyê bi giştî 792 hefte ne çalakiyên xwe berdewam dikin. Dayikan bi minasebeta 25'emîn salvegera çalakiyên xwe xwestin dîsa li qadê daxuyaniyê bidin. Dayikan li gel Hevseroka Şaxa ÎHD'ê ya Stenbolê Gulseren Yolerî biçin qadê. Lê polîsan dîsa dayik û rêveberên ÎHD'ê asteng kir. Dayikan tevî hemû astengiyan qurnefilên di destê xwe de birin Qada Galatasarayê danîn. Dema dayikan Qurnefil danîn Qada Galatasaayê dirûşmeyên “Em dest ji qada Galatasarayê bernadin", “Em dest ji lêgerîna windayan bernadin" berz kirin. 
 
 
Li vir Xwişka Hasan Ocak ê di 21'ê Adara 1995'an de hat revandin û kuştin Maside Ocak, diyar kir ku 25 sal berê di 1995'an de cara yekem derketin Qada Galatasarayê û wiha got: “Me li qadan dayikên xwe û xwişk û birayên xwe winda kirin. Lê em  tu carî dest ji lêgerîna windayên xwe bernadin." 
 
Birayê Ridvan Karakoç Hasan Karakoç jî anî ziman ku wan ciwaniya xwe da vê qada Galatasarayê û dê dest ji vê qadê bernedin. Karakoç anî ziman ku 25 salin li vir e û hezar sal derbas bibe jî dê dîsa li vir bin. 
 
Birayê Hayrettin Eren Îkbal Eren jî anî ziman ku dayikan li vir aqûbeta zarokên xwe pirsîn û li zarokên xwe geriyan û wiha got: "Dayik li vir li cesedên zarokên xwe geriyan. Dayika min deynê xwe ji dewletê negirt û çû. Divê deynê dayikên me bidin wan. Binçavkirin û windakirin sûcê mirovahiyê ye. Teqez em ê hesabê vê yekê bipirsin. Heta ku faîl bên dîtin û darizandin em ê hesap ji we bipirsin." 
 
Dayikan piştî daxuyanî dan li Kolana Îstiklalê meşiyan û derbasî Şaxa ÎHD'ê ya Stenbolê bûn. 
 
 
 

Sernavên din

28/05/2020
12:33 'Êrîşa li dijî Rosa ne tenê li dijî jinên kurd, li dijî hemû jinên cîhanê ye
12:13 Li Qersê Xeta Mor vebû
12:13 Li gel qedexeyê jî li Gola Wanê 16 ton mesî hatin girtin
12:05 Şahidê nepen 'A53T61MCTS21SS92' dibe ku polîs be
11:42 Girtiyê nexweş Fîlîz: Ez terkî mirinê hatime kirin
11:06 Jinan li tevahiya cîhanê li dijî tundiyê dengên xwe bilind kirin
10:49 Komeleya Jinan a Rosa çima bû armanca operasyonê?
10:41 Dapîra Dilgeş ji bo Dilgeş bang kir
10:03 Nivîskar Temel: Yekitiya neteweyî bi qasî hewa û avê pêwîst e
10:02 Ji bo 3 girtiyên berasteng ên di heman qawîşê de dimîn in bang
09:57 Xwarina hewce nadin girtiyên di qerantînayê de
09:27 Fîncanci: Definkirina cenazeyan a li peyarêyê sûcê îşkenceyê ye
09:26 Tûrsûn: Sedama tundiya polîsan ne cezakirine
09:25 Wê giliyê kesên goran xera dikin bikin
09:24 'Berxwedan her didome'
09:24 Vê carê ji bajêr berê xwe dan gund
09:23 Yildiz: Şideta polîsan nayê lêpirsînkirin
09:23 Girtiyê nexweş salek e bi tena serê xwe di odeyekê de ye
09:10 Dêra ku di nav çopê de maye bê kes û kûs maye
09:06 Dixwazin bi 'pêşbaziya resman' santralên nukleerê rewa bikin
09:04 2 girtiyên extiyar û nexweş bi mirinê re rû bi rû hatine hiştin
09:02 Rojnamevanên girtî: Sûcê esil veşartina rastiyan e
09:00 Can Atalay: Îqtidar hê jî ji Geziyê ditirse
09:00 ROJEVA 28'Ê GULANA 2020'AN
27/05/2020
20:41 34 kesên din jî ji ber şewba Cvîd-19'ê jiyana xwe ji dest dane
19:37 'AKP bi girtin û binçavkirina dixwaze jinan bitepisîne'
17:02 'Qatilê Sabrî Kaya îqtîdar bi xwe ye’
17:01 Mismarî: Erdogan dixwaze Ereban bi Ereban bide kuştin
16:39 Malzemeyên parastina şexsî hêj pirsgirêk e
16:12 Rapora girtîgehên Wanê: Bila şandeyên serbixwe biçin girtîgehan
16:01 ‘Heke bergirî bihata girtin Huseyîn nedimir’
15:52 Di dema AKP'ê de 704 hezar û 831 zarok bi zorê hatin zewicandin
15:24 Li Licê cezayê pereyan li welatiyan tê birîn
14:59 94 rewşenbîran rizgarkirina Efrînê xwestin
14:23 Sendîkayên karkeran îttîraza projeya “qampên xebatê” ya MUSÎAD’ê kirin
14:21 Dayikên Şemiyê astengiya polisan nas nekir û qurnefil danîn Galatasarayê
13:48 Li Amedê tundiya polîs û bekçiyan
13:16 Ciwanên HDP'ê karne da AKP'ê
Edalet, demokrasî = 0
Tundiya Polisan = 100
12:56 TTB: Divê daneyên nexweşên ku Hîdroksîklorokîn bi kar tînin bên parvekirin
12:00 DAD: Çorûm komkujiyeke di bin kontrola dewletê de ye
11:55 ‘Di pêvajoya koronayê de dermankirina girtiyên nexweş hat astengkirin’
11:29 Ustun: Erdogan ji bo ku AKP belav nebe xwe avêtiye bextê Bahçelî
10:48 Bi angaşta endambûna “nefermî” ya komeleya jinê hatine girtin
10:14 Herêma Derya Reş bi projeyên cuda tê talankirin
09:19 Ji bo Mûsa Anter xebata pirtûkê tê destpêkirin
09:16 Berxwedana Gezî 7 sal li pey xwe hişt: Ruhê Gezî her tim zindî ye
09:15 Dogan: Rizgarî bi şoreşeke çandî pêkan e
09:14 ‘A hatiye kirin mudaxilekirina li têkoşîna jinê ye'
09:14 Ji ber şewbê êdî karê wan jî nabe
09:13 Di pêvajoya pandemiyê de dîsa jin bûye dengê jinê
09:12 Ji bo cenazeyên ku li peyarêyê hatin veşartin dê li NY û DMME'yê gilî bikin
09:12 ‘Em bibin yek, li goristana xwedî derkevin’
09:11 25 sal in heman daxwazê dikin: Bila winda bên dîtin û kujer werin darizandin
09:00 ROJEVA 27'Ê GULANA 2020'AN
26/05/2020
20:44 Hejmara kesên jiyana xwe ji dest dane bû 4 hezar û 397
16:40 25 maşîneyên zirxî yên TSK'ê derbasî Idlibê bûn
16:29 SOHR: Tirkiye û Rûsya komên çekdar dişîne Libyayê
16:14 Li Sêrtê kesê di qerantînayê de bû mir
16:07 15 rêxistinên civakî yên Amedê xwestin girtiyan serbest berdin
15:36 Li Cîhanê Covid-19: WHO li dijî pêla duyemîn hişyar kir
14:46 Zrîngê cenazeyên di bin peyarêyê de hatin veşartin xêz kiriye
14:44 Xwendekarên Tipê bi vîrûsa koronayê ketin
14:05 Derya Aydin: Jenosîda hiş û bîra civakî
13:26 Orhan mirina bi guman leşker bir rojeva meclisê
12:50 Ocalan her tim di çareseriyê de israr kir
11:17 ‘Em ê dest ji têkoşîna mafên xwe bernedin’
10:51 Vê carê jî polis û notirvanan li Sûltanbeyliyê êrîş kirin
10:31 Li Wanê 18 hezar kes di karantînayê de ye
10:18 Beriya bê kuştin alîkarî ji polîsan xwest
10:06 Temaşevan dikarin belgefîlma Siya Avê di înternetê de temaşe bikin
09:46 Weke çavên xwe li çinara 800 salî dinêrin
09:22 ‘Divê dest ji polîtîkayên şaş ên çandiniyê berdin’
09:07 Çalakiya hezaran deriyê Îmraliyê vekir
09:07 'Zarokên me dîrok nivîsandin'
09:07 Îxrac bû dest bi çêkirina gubre kir
09:07 Neviyê Şêx Seîd: Em dagirkeran nas bikin û zilmê qebûl nekin
09:06 Di pêvajoya Covît-19 de lez dan avakirina HES’an
09:01 Dayika Gezen: Ji bo azadiya gel lawê min çalakî pêk anî
09:01 Bazara heywanan vebe jî firotin tuneye
09:01 Vegeriya gundê xwe dest bi xwedîkirina mirîşkan kir
09:01 Bertekên rêxistinên civakî: Em li dijî şerma Kilyosê bibin yek
09:01 Bulbul: Ku êdî zilm li cenaze û goristanan tê kirin wê demê îktîdar xelas bûye
09:00 ROJEVA 26'Ê GULANA 2020'AN
25/05/2020
22:30 Bekçî lêxist polîs kelepçe kir
21:02 Li Tirkiyeyê 4 hezar û 369 kes bi Covît-19 mirin
16:54 Dilgeş ê nexweşê gurçikê ye nikare dermanên xwe bigire
16:16 Ji girtiyê li Bunyanê re gotin: Hûnê hêza dewleta Tirk bibînin
16:08 40 gund 11 rojin bê av û bê ceyran in
15:52 Gundê Gendelovayê xistin qerantînayê
15:47 Ji bo parêzerên di rojiya mirinê de bang kirin
14:39 Wezaret dê mudaxîlbûyîna lêpirsîna Komeleya Rosa binirxîne
12:27 Berf heliya maşîneyên di bin aşûtê de man derketin derve
11:52 Li Wanê malek hat şewitandin
11:21 Tirb hilweşandin û ala tirk bi daran vekirin
10:26 Rojnameya Yenî Yaşamê dusalî ye
10:03 Apê Musa 100 salî ye!
09:45 Komkirina kîvarkên bejî dest pê kir
09:19 Hatîmogûllari: Îşkencê li civakê dikin
09:18 Çotkar deyn dike û diçîne
09:02 ‘Girtiyên nexweş terkî mirinê kirin