Wê giliyê kesên goran xera dikin bikin

  • rojane
  • 09:25 28 Gulan 2020
  • |
img

AMED - Endama MEBYA-DER’ê Hanim Altindag, anî ziman ku ew ê der barê êrîşa li ser goristana li gundê Sîsê gilî bikin û got: “Bila hemû malbat xwedî li gorên xwe derkevin, gilî bikin. Bêdengmayîna li dijî vê hovîtiyê nerast e." 

Goristana Gundê Sîsê ya navçeya Licê ya Amedê cara 3’yemîn e ku tê texrîbkirin. Malbatan bertek nîşanî vê yekê dan û gotin wê gilî bikin. Yek ji kesên ku gora wî hatibû texrîbkirin jî Osman Altindag (Kendal Amed) ê PKK’yî bû ku di 11’ê Adara 1999’an de jiyana xwe ji dest dabû û di sala 2013’an de li Goristana Gundê Sîsê ya navçeya Licê hatibû definkirin. Xwîşka wî Endama Komeleya Çand, Piştevanî û Alîkariyê ya Kesên li Dergûşa Şaristaniyê Xizmên Xwe Winda Kirine (MEBYA -DER) Hanim Altindag der barê êrîşa Goristana Gundê Sîsê de axivî.
 
‘EV PÊKANÎNEKE LI DIJÎ MIROVAHIYÊ YE’
 
Altindag, diyar kir ku êrîşên li goristanan tên kirin hovîtiyek e ku li tu derê cîhanê nayê dîtin û got: “Dema mirov li hiqûq û dînên dinyayê dinere, dibîne ku ev tişt li derekê jî nehatine kirin. Netew, ziman û dînê mirovan çi bibe bila bibe, dema mirov jiyana xwe ji dest da divê ancax tu rêzê ji wî cenazeyî re bigirî. Ev êrîşên wiha bandorê li me malbatan dike. Di her êrîşê de wekî careke din hatî qetilkirin em hîs dikin. Ev yek bandorê li derûniya me dike û em ne rihet in. Ev pêkanîneke li dijî mirovahiyê ye. Ne tenê Goristana Sîsê, li her derê ev wisa ye. Dayik rojên erefê dixwazin biçin ser gorên xwe, kêlên goran hembêz bikin, derdên xwe bêjin. Ev dilxweşiyeke ji bo dayikan. Lê vê dilxweşiyê tehemûl nakin, ji bo dayikan."
,
‘LI DIJÎ VAN ÊRÎŞAN GOTIN NEMAYE’
 
Altindag, da zanîn ku dayika wê heta roja jiyana xwe ji dest da jî behsa birayê wê dikir û got: “Dayika min pençeşêr pê re hebû. Di nav ciha de bû. Di sala 2016’an de jiyana xwe ji dest da. Dayika min di her roja erefê de dema ez diçûm ser goristanê dipirsî ‘te lawê min hemêz kir? Gora wî çawa bû? Kulîlkên gorê şîn bûne?’ Lê min nedikarî bêjim dayika xwe êrîşî goristanan kirine kêl şikandine. Ji bo ku dayika min xemgîn nebe min jê re nedigot. Li ser êrîşa dawî mirov dikare gelek tiştan bêje lê hest carna destûr nadin. Me xwe gelek nebaş hîs kir. Min ji xwe re got ‘li dijî van êrîşan gotin nemaye.’ Carna jî li dijî vê wehşetê mirov diqerise. Dixwazî gelek tiştan bêjî, lê nikarî bêjî. Ez di hundirê xwe de giriyam. Kêla gorekê min hebû belkû roja erefê ez çûbûma hembêz kiriba, an li cem rûniştibûma derdê xwe jê re gotibûya. Belkî zarokatiya xwe min jê re vegota. Em bi hev re mezin bûn. Van êrîşan bandoreke mezin li min kir.” 
 
‘GOR XERABKIRIN ÎŞKENCEKIRINA MALBATA NE’
 
Altindag, anî ziman ku cejna ewil e ku nikarî biçe ser gora birayê xwe û wiha dirêjî da axaftina xwe: “Min vê cejnê nikarî biçim ser gora birayê xwe, pê re biaxivim, destê xwe li kêla wî bidim. Vê yekê bandoreke mezin li min kir. Ez vê rewşê çawa vebêjim nizanim di hundirê xwe de dijîm. Nizanim çawa bînim ziman.” 
 
Altindag, destnîşan kir ku êrîşkirina goristanan û bi destê malbatan gor xerabkirin îşkencekirin e û got: “Di şeran de jî mirov tên definkirin lê niha hestî ji gora tên derxistin û di bin pêyarêyan de tên definkirin. Ev jî rêgezekeşer e. Li dijî malbatan şerê psîkolojîk didin meşandin. Miriyê her kesê jê re nirx e.”
 
‘MALBAT BILA SERLÊDANA SÛC BIKIN’
 
Altindag, bilêv kir ku wê ji bo hilweşandina goristanan serlêdana sûc bikin û got: “Me serî li OHD’ê da ew dê gilî bikin. Malbatên ku zarokên wan di şer de jiyana xwe ji dest dayî bila her kes xwedî li gora xwe derkeve, gilî bike. Bêdengmayîna li dijî vê hovîtiyê nerast e. Divê mirov ji vê hovîtiyê re bêje bes e.”
 
MA / Fahrettîn Kiliç-Ayşe Surme 
 

Sernavên din

28/05/2020
12:33 'Êrîşa li dijî Rosa ne tenê li dijî jinên kurd, li dijî hemû jinên cîhanê ye
12:13 Li Qersê Xeta Mor vebû
12:13 Li gel qedexeyê jî li Gola Wanê 16 ton mesî hatin girtin
12:05 Şahidê nepen 'A53T61MCTS21SS92' dibe ku polîs be
11:42 Girtiyê nexweş Fîlîz: Ez terkî mirinê hatime kirin
11:06 Jinan li tevahiya cîhanê li dijî tundiyê dengên xwe bilind kirin
10:49 Komeleya Jinan a Rosa çima bû armanca operasyonê?
10:41 Dapîra Dilgeş ji bo Dilgeş bang kir
10:03 Nivîskar Temel: Yekitiya neteweyî bi qasî hewa û avê pêwîst e
10:02 Ji bo 3 girtiyên berasteng ên di heman qawîşê de dimîn in bang
09:57 Xwarina hewce nadin girtiyên di qerantînayê de
09:27 Fîncanci: Definkirina cenazeyan a li peyarêyê sûcê îşkenceyê ye
09:26 Tûrsûn: Sedama tundiya polîsan ne cezakirine
09:25 Wê giliyê kesên goran xera dikin bikin
09:24 'Berxwedan her didome'
09:24 Vê carê ji bajêr berê xwe dan gund
09:23 Yildiz: Şideta polîsan nayê lêpirsînkirin
09:23 Girtiyê nexweş salek e bi tena serê xwe di odeyekê de ye
09:10 Dêra ku di nav çopê de maye bê kes û kûs maye
09:06 Dixwazin bi 'pêşbaziya resman' santralên nukleerê rewa bikin
09:04 2 girtiyên extiyar û nexweş bi mirinê re rû bi rû hatine hiştin
09:02 Rojnamevanên girtî: Sûcê esil veşartina rastiyan e
09:00 Can Atalay: Îqtidar hê jî ji Geziyê ditirse
09:00 ROJEVA 28'Ê GULANA 2020'AN
27/05/2020
20:41 34 kesên din jî ji ber şewba Cvîd-19'ê jiyana xwe ji dest dane
19:37 'AKP bi girtin û binçavkirina dixwaze jinan bitepisîne'
17:02 'Qatilê Sabrî Kaya îqtîdar bi xwe ye’
17:01 Mismarî: Erdogan dixwaze Ereban bi Ereban bide kuştin
16:39 Malzemeyên parastina şexsî hêj pirsgirêk e
16:12 Rapora girtîgehên Wanê: Bila şandeyên serbixwe biçin girtîgehan
16:01 ‘Heke bergirî bihata girtin Huseyîn nedimir’
15:52 Di dema AKP'ê de 704 hezar û 831 zarok bi zorê hatin zewicandin
15:24 Li Licê cezayê pereyan li welatiyan tê birîn
14:59 94 rewşenbîran rizgarkirina Efrînê xwestin
14:23 Sendîkayên karkeran îttîraza projeya “qampên xebatê” ya MUSÎAD’ê kirin
14:21 Dayikên Şemiyê astengiya polisan nas nekir û qurnefil danîn Galatasarayê
13:48 Li Amedê tundiya polîs û bekçiyan
13:16 Ciwanên HDP'ê karne da AKP'ê
Edalet, demokrasî = 0
Tundiya Polisan = 100
12:56 TTB: Divê daneyên nexweşên ku Hîdroksîklorokîn bi kar tînin bên parvekirin
12:00 DAD: Çorûm komkujiyeke di bin kontrola dewletê de ye
11:55 ‘Di pêvajoya koronayê de dermankirina girtiyên nexweş hat astengkirin’
11:29 Ustun: Erdogan ji bo ku AKP belav nebe xwe avêtiye bextê Bahçelî
10:48 Bi angaşta endambûna “nefermî” ya komeleya jinê hatine girtin
10:14 Herêma Derya Reş bi projeyên cuda tê talankirin
09:19 Ji bo Mûsa Anter xebata pirtûkê tê destpêkirin
09:16 Berxwedana Gezî 7 sal li pey xwe hişt: Ruhê Gezî her tim zindî ye
09:15 Dogan: Rizgarî bi şoreşeke çandî pêkan e
09:14 ‘A hatiye kirin mudaxilekirina li têkoşîna jinê ye'
09:14 Ji ber şewbê êdî karê wan jî nabe
09:13 Di pêvajoya pandemiyê de dîsa jin bûye dengê jinê
09:12 Ji bo cenazeyên ku li peyarêyê hatin veşartin dê li NY û DMME'yê gilî bikin
09:12 ‘Em bibin yek, li goristana xwedî derkevin’
09:11 25 sal in heman daxwazê dikin: Bila winda bên dîtin û kujer werin darizandin
09:00 ROJEVA 27'Ê GULANA 2020'AN
26/05/2020
20:44 Hejmara kesên jiyana xwe ji dest dane bû 4 hezar û 397
16:40 25 maşîneyên zirxî yên TSK'ê derbasî Idlibê bûn
16:29 SOHR: Tirkiye û Rûsya komên çekdar dişîne Libyayê
16:14 Li Sêrtê kesê di qerantînayê de bû mir
16:07 15 rêxistinên civakî yên Amedê xwestin girtiyan serbest berdin
15:36 Li Cîhanê Covid-19: WHO li dijî pêla duyemîn hişyar kir
14:46 Zrîngê cenazeyên di bin peyarêyê de hatin veşartin xêz kiriye
14:44 Xwendekarên Tipê bi vîrûsa koronayê ketin
14:05 Derya Aydin: Jenosîda hiş û bîra civakî
13:26 Orhan mirina bi guman leşker bir rojeva meclisê
12:50 Ocalan her tim di çareseriyê de israr kir
11:17 ‘Em ê dest ji têkoşîna mafên xwe bernedin’
10:51 Vê carê jî polis û notirvanan li Sûltanbeyliyê êrîş kirin
10:31 Li Wanê 18 hezar kes di karantînayê de ye
10:18 Beriya bê kuştin alîkarî ji polîsan xwest
10:06 Temaşevan dikarin belgefîlma Siya Avê di înternetê de temaşe bikin
09:46 Weke çavên xwe li çinara 800 salî dinêrin
09:22 ‘Divê dest ji polîtîkayên şaş ên çandiniyê berdin’
09:07 Çalakiya hezaran deriyê Îmraliyê vekir
09:07 'Zarokên me dîrok nivîsandin'
09:07 Îxrac bû dest bi çêkirina gubre kir
09:07 Neviyê Şêx Seîd: Em dagirkeran nas bikin û zilmê qebûl nekin
09:06 Di pêvajoya Covît-19 de lez dan avakirina HES’an
09:01 Dayika Gezen: Ji bo azadiya gel lawê min çalakî pêk anî
09:01 Bazara heywanan vebe jî firotin tuneye
09:01 Vegeriya gundê xwe dest bi xwedîkirina mirîşkan kir
09:01 Bertekên rêxistinên civakî: Em li dijî şerma Kilyosê bibin yek
09:01 Bulbul: Ku êdî zilm li cenaze û goristanan tê kirin wê demê îktîdar xelas bûye
09:00 ROJEVA 26'Ê GULANA 2020'AN
25/05/2020
22:30 Bekçî lêxist polîs kelepçe kir
21:02 Li Tirkiyeyê 4 hezar û 369 kes bi Covît-19 mirin
16:54 Dilgeş ê nexweşê gurçikê ye nikare dermanên xwe bigire
16:16 Ji girtiyê li Bunyanê re gotin: Hûnê hêza dewleta Tirk bibînin
16:08 40 gund 11 rojin bê av û bê ceyran in
15:52 Gundê Gendelovayê xistin qerantînayê
15:47 Ji bo parêzerên di rojiya mirinê de bang kirin
14:39 Wezaret dê mudaxîlbûyîna lêpirsîna Komeleya Rosa binirxîne
12:27 Berf heliya maşîneyên di bin aşûtê de man derketin derve
11:52 Li Wanê malek hat şewitandin
11:21 Tirb hilweşandin û ala tirk bi daran vekirin
10:26 Rojnameya Yenî Yaşamê dusalî ye
10:03 Apê Musa 100 salî ye!
09:45 Komkirina kîvarkên bejî dest pê kir
09:19 Hatîmogûllari: Îşkencê li civakê dikin
09:18 Çotkar deyn dike û diçîne
09:02 ‘Girtiyên nexweş terkî mirinê kirin