Malbat 2 salin ketine şopa hestiyan

  • rojane
  • 09:09 30 Gulan 2020
  • |
img

AMED - Bavê Îsmaîl Dag ê ku yek ji kesên cenazeyên wî li Kîlyosê di peyarêyê de hatin veşartin, Zekî Dag diyar kir ku piştî du salan nû testa DNA’yê aşkere kirin û got: “Me di nava 2 salan de bi dehan caran encam ji dozgeriyê pirsî. Lê piştî 2 salan hêj nû got 'Mînakên DNA li hev nehatine'. Niha jî emê dîsa xwînê bidin." 

Malbata Îsmaîl Dag ku cenazeyê wî ji Goristana Xerzanê birin li peyarêya Goristana Kîlyosê defin kirin, 2 salin ketine şopa hestiyê kurê xwe. Malbatê ji bo hestiyê kurê xwe bigirin 2 sal berê mînaka xwînê dan. Lê piştî 2 salan encama testa DNA diyar bû. Di 19’ê Kanûna 2017’an de 282 cenaze, ji Goristana Xerzanê ya li Gundê Oleka Jor ê navçeya Tetwanê ya Bedlîsê hatibûn derxistin û ji bo lêkolînkirina Tiba Edlî biribûn Stenbolê.  Di 18'ê Gulanê de derket holê ku cenazeyan 261 kesan li peyarêya Goristana Kîlyosê ya Bêkasan definkirine. Ji van kesan yek jê endamê PKK’ê Îsmaîl Dag (Cemşîd) e. Cenazeyê Dag di 2’ê Cotmeha 2014’an de li Goristana Xerzanê hatibû definkirin. Bav Zekî Dag ji bo ku cenazeyê xwe bigire di sibata 2018’an de serî li Serdozgeriya Bilîsê da bû û ji bo testa DNA’yê mînaka xwînê dabû. Malbatê di 2 salan de bi dehan caran encam ji dozgeriyê pirsîn. Lê piştî 2 salan serdozgeriyê nû encama testa DNA'yê aşkere kir û got "DNA li hev nehatine." Li ser vê yekê dayik Kudret Dag wê vê carê biçe Tiba Edlî ya Stenbolê û xwînê bide. Bav Dag, diyar kir ku hevalê kurê wî yê girtîgehê agahî ji wan re şand ku li ku derê jiyana xwe ji dest daye û got: “Ewil em ji çapemeniyê fêr bûn ku lawê min şehîd ketiye. Piştî ku hevalên wî hatin girtin jî em pê hesiyan ku li Xerzanê şehîd ketiye. Di 2014’an de jî me bihîst ku li Licê, Fîsê û Xerzanê goristan hatine çêkirin. Em jî li ser vê yekê çûn Xerzanê. Me lê nêrî ku zarokê me jî li wê derê hatiye definkirin.”
 
'VÊ CARÊ HEVJÎNA MIN DE XWÎNÊ BIDE'
 
Dag, bibîrxist ku piştî ku 19’ê Kanûna 2017’an cenaze ji goran hatin derxistin serî li ÎHD’ê daye û wiha got: “Piştî ku 2 meh derbas bûn di Sibata 2018’ê em çûn ji bo testa DNA’yê xwînê bidin serî li Serdozgeriya Komarê ya Bedlîsê da. Ji bo dosyayê çend caran em li Serdozgeriya Komarê geriyan lê tu bersiv me negirt. Bi telefonê gelek caran em lê geriyan lê ne bersivek ne agahiyekê nedan me. Di demekî nêzîk de dîsa em lê geriyan ji me re gotin xwîna we dayî ji û cenaze ji hev nagirin. Piştî ku ev agahî me girt ji ber vîrusa coronayê me nikarî biçin dîsa xwînê bidin. Dema derfet çêbû wê vê carê hevjîna min xwînê bide.”
 
‘MALBATAN ÎŞKENCE DIKIN’
 
Dag, bal kişand ser gorên ku li Goristana Kîlyosê di bin pêyarê de hatin veşartin û wiha berdewam kir: “Definkirina goran a di bin pêyarê de ne tişteke ehlakî, wicdanî û olî ye. Di dinyayê de tiştekî wiha ne hatiye jiyîn û ne tê jiyîn jî. Mirov rabe miriya di bin pêyarêyan de veşêrin ne Xwudê ne jî wijdan qebûl dike û merhamet jî tune ye. Em bi van pêkanînan pir zêde diêşin. Zedê bandorê li me dike. Îşkenceyê li me dikin. Mirov nikare navekê li van pêkanînan bike û qala însanetiyê bike. Malbatan îşkence dikin.”
 
‘EM ZAROKÊN XWE BÊXWEDÎ NAHÊLIN’
 
Dag, anî ziman ku dibêjin ew gor li goristana bêkesan hatine veşartin û wiha rêz kir: “Dê û bavên van mirovan tevan hene. Hestiyên min çima li wir bêkesin. Bila bidin me, ger me neçû û hestiyên wan neyinin wê demê bila ji wan re bêjin bêkesin. Em bêkesiyê qebûl nakin. Ev yek ne ehlaqî ye. Em dê û bavê wan in. Em çiqas wê derê dibînin dilê me dişewite. Mirov vê yekê çawa bi nav bike nizanim. Çi hewce bike em ê bikin ji bo zarokên xwe. Em wan bê xwedî nahêlin.”
 
‘DIVÊ MALBAT LI CENAZEYAN XWEDÎ DERKEVIN’
 
Bavê Îsmaîl Dag Zekî Dag, bang li hemû malbatên ku cenazeyên wan ji Goristana Xerzanê hatin derxistin kir û wiha dawî li axaftina xwe anî: “Banga min ji malbatan heye ku li zarokên xwe û li xwe xwedî derkevin. Em tev bi hevre destê xwe bidin hev û tiştekê bikin. Çi hewce bike divê em bikin. Ez dixwazim malbat tev rabin bi hevre li van mirovan xwedî derkevin. Ji aliyê hiqûqî ve  jî tişta pêwîst em ê bikin. Em ê li pey doza xwe bin.”
 
 
 

Sernavên din

31/05/2020
12:20 Hêzên Rejîma Îranê li Serdeşt û Pîranşarê 4 kolber birîndar kirin
11:12 Geliyê Bertul qedexe kirin
10:12 Akay 2 sal in di tecrîd û îzolasyonê de ye
09:55 Prz. Kûzû: Hêviyên winda bên dîtin cardin nû bû
09:03 Şewata li daristanê îxbar kir, cezayê muebetê lê hat birîn
09:02 Tûran: Pêdivî bi mudaxileyeke şoreşgerî heye
09:01 ‘Bila îthalkirina bermayiyên plastîkî yên dibin sedema belavbûna şewbê bê rawestandin'
09:01 Li gor giştînameya heywanên li kuçe û kolanan tev negeriyan
09:00 Ji bo yekîtiyê ne gotin, pratîk divê
09:00 Li vî gundî her tişt bê pere ye
09:00 ROJEVA 31'Ê GULANA 2020'AN
08:34 2 kes li Rezanê hatin binçavkirin
08:08 Girtiyê Nexweş Kartal jiyana xwe ji dest da
30/05/2020
21:07 26 kesên din jî jiyana xwe ji dest dane, 983 kesên din jî bi şewbê ketine
20:43 Qeyûmê pirtûkxaneya bi navê Celadet Alî Bedirxan xera kir!
18:41 Hevserokên HDP'î hatin berdan
17:02 Nivîskarê Ermenî Mihçi: Piştî Erdogan got 'Bermahiyên şûr' êrîş zêde bûn
16:20 Li Rezanê polîsek birîndar bû
16:11 Ji bo girtiyê nexweşê giran Ozkan ê 81 salî bang kirin
15:56 Pirsa faîlên bapîr û neviyê wî kirin
15:48 Platforma Jinan a Şahmaranê: Têkoşîna jinan nayê darizandin
15:20 Meclîsa Jinan: Bêdeng nemînin
14:53 Li Çadê pevçûna çekdarî: 5 kes mirin
14:46 Balafirên TSK'ê bombe kir: Kur û bav hat kuştin
14:44 25 sal in li dû edaletê ye: Hestiyên me bidin me
14:37 Jinan çalakiya rûniştinê li dar xistin
14:12 Rapora 77 girtîgehan: Hêj tedbîr nehatine girtin
14:05 Buldan piştgirî da Rakel Dink: Hûn ne bi tenê ne
14:05 Di gora komî ya Kerboranê de hestiyên 40 kesan hatin komkirin
13:34 Li Qoserê 2 kes hatin binçavkirin
13:26 Xizmên windayan: Bila kujerê Hasan Ocak bê dîtin
13:11 Kesê bi Qanûna Înfazê hat berdan Nûrcan Polat kuşt
12:51 Girtiyê nexweş 2 salin bi tenê tê girtin
11:34 HDP'ê piştgirî da şermezarkirinên li Mînnetapolîsê
11:21 Rêxistinên civakî piştgirî dan Vakfa Hrant Dînk
10:45 Ji polisê ku Floyd kuşt re 35 sal ceza hat xwestin
10:01 Prof. Dr. Mustafa Durmuş: Ev aboriyek xapînok e fêdeyê nade aramiya civakê
09:34 Li Cizîrê karantîna zêde dibe
09:27 Thomas Lovejoy: Qeyranên pêş dikevin qêrîna ji bo modela parastina xwezayê ye
09:11 Li Rezanê jinek hat kuştin
09:09 Hevseroka Meclîsa Mexmûrê: Em birçî jî bimînin em muhtac nabin
09:09 Ji ber DEDAŞ'ê nexweşên astimê nikarin tedawî bibin
09:09 Tevî çop û bermayiyên bi xwe re Gola Wanê qirêj dikin
09:09 Rêwîtiya ji bo rêvasan
09:09 Ji niha ve dest bi amadekariyên zivistanê kirine
09:09 Malbat 2 salin ketine şopa hestiyan
09:00 ROJEVA 30'YÊ GULANA 2020'AN
08:12 Lêpirsîn li 19 jinên ji derveyê qawîşê hejmar nedan vekirin
29/05/2020
20:45 Polîsan avêt ser avahiya HDP'ê ya Êlihê: Hevserok hatin binçavkirin
19:51 28 kesên din jî ji ber Covîd-19'ê jiyana xwe ji dest dane
16:14 Jin çûn cihê Kocabaş lê hat kuştin: Em ê bêdeng nemîn in
15:50 Di 4 mehan de li Egeyê 8 hezar û 283 maf binpe kirin
15:19 HDP'î çûn serdana Dilgeş: Pêdiviyên wî bi cih nayin in
15:19 Çalakiya Zeytinburnê 769 roj in didome
15:10 Bi roketê êrîşî înşeata kalekolê kirin
14:40 Rapora Girtîgeha Sîlîvriyê: Haletên koronayê zêde ne, tevdîr kêm in
14:39 MMO: HES'ên li Zilanê tên avakirin polîtîkaya bê bîr hiştinê ye
14:35 Li ber girtîgehê daxuyanî: Qada jiyana girtiyan teng kirin
14:31 Platforma Jinan a Enqereyê: Em ê bîat nekin
14:17 Hevdîtinên girtî yên li girtîgehan di 1’ê hezîranê de dest pê dike
14:16 Di çayfiroşê şaredariyê de Covît-19 derket
14:16 Di mudaxileya şermezarkirina sirgûnan de 8 kes hatin binçavkirin
13:52 Jinan li Mêrdînê bang kir: Jinên hatin girtin berdin
12:29 Lêpirsîna parastinê li Demîrtaş vekirin
12:04 Li Başakşehîrê di fabrîqeyekê de teqîn rû da
11:35 HDK: Komkujiya Çorûmê di avakirina pergala nû de peyamek bû
10:59 Dayika Gulîstan Dokû: Gulîstan li ku derê ye, kezeba min dişewite
10:59 Turkdogan: Bêyî dîtina pergalê axaftina tundiya polisan şaşî ye
10:17 Aydogan ê CHP’: Sedema tundiya polîsan zimanê siyasetê ye
10:16 Birayê Safîturk: Amîrê midûrê polîsan bombe bi cih kir
10:16 Elvan: Heta ku ev erk di destê polîsan de be wê zarok werin kuştin
09:14 Cenazeyên bi kes li goristana bêkesan defin kirin
09:13 Bi Rosa peyam dan hemû jinan
09:12 Keça Sabrî Kaya: Bavê min kuştin
09:12 ‘Heger hiqûq pêk bê wê daxwaza Tîmtîk û Unsal pêk bê'
09:10 Kurmên hevrîşimê ji pelên tuyan têr nabin!
09:09 JES mêşan dikujin
09:08 Qeyûm got 'em ê baştir çêbikin, lê ji a berê xirabtir kir
09:08 Ji ber ava lexemê nikarin erdên xwe bajon
09:07 Terezê li fisteqan xist, cotkaran ji bo piştgiriyê bang kir
09:00 ROJEVA 29'Ê GULANA 2020'AN
07:53 2 tax li Elbakê xistin qerantînayê
28/05/2020
20:49 Li Tirkiyeyê hejmara pêketiyan bû 160 hezar û 979
17:28 Polîsan kesên li pêş AKP'ê çalakî li dar xistin binçav kirin
17:03 Giliya êrîşên goristanan hat kirin
16:07 Seta ‘Stranên Arşîva Radyoya Êrîvanê’ çap bû
16:00 Duh bi apoletê darbe kirin îro bi qerewatê darbê dikin
15:46 101 meh derbas bû: Rêya edaletê di Roboskî de derbas dibe
15:38 BTS’ê bertek nîşanî sîrgûnan da
15:30 Armanca erîşên li dijî HDP’ê çiye?
15:07 HDP dê li dijî êrîşê li ser avahiya Cizîrê serlêdana sûc bike
14:59 Ji bo ‘Hefteya Dayikên Şemiyê’ pêşniyara qanûnê hat kirin
14:55 Qûrbaniyên Geziyê bi bîr anîn
14:47 ÎTO Dr. Ertugrul li pêş nexweşxaneyê bibîr anî
14:36 Grup Yorûm ji bo konser bide serlêdan kir
14:25 Tanrikûlû rapora windayan eşkere kir: Peymanê îmze bikin
13:32 Kesê bi ‘rûpoş’ hewl da avahiya HDP’ê bişewitîne
13:13 Girtiyan li Kirşehîrê dest bi greva birçîbûnê kirin
13:08 Ji 2 karkerên ji selika vînçê ketin 1 jê mir
12:53 Di Bendava Ilisû de zarokek xeniqî