Akay 2 sal in di tecrîd û îzolasyonê de ye

  • rojane
  • 10:12 31 Gulan 2020
  • |
img

STENBOL - Malbat û hevalên Soydan Akay ê 2 salin li Girtîgeha Sîlîvrî di yek hucreyê de tê girtin û 5 mehin li dijî binpêkirina mafan dernakeve hevdîtina telefonê, bang li rayedar û parazvanên mafên mirovan kir ku hestiyar tev bigerin. 

Girtiyê nexweş Soydan Akay, 2 salin li Girtîgeha tîpa F a Hêjmar 9 a Sîlîvrî di hucreya yek kesî de tê girtin. Soydan Akay, li gorî rapora ÎHD'ê di nava lîsteya girtiyên nexweşên giran de cihê xwe digire. Akay, di sala 1993'an de bi îdîaya "Berpirsiyarê Herêma Egeyê ye" li Îzmirê hat binçavkrin û girtin. Akay rastî cezayê muebetê hat û 27 salin girtî ye. Akay piştî hat girtin li Girtîgehên Buca, Aydin Nazilli, Amed, Sêrt, Mûş, Maltepe û niha jî li Girtîgeha Sîlîvîr girtî ye. Akay, 2 sal berê sewqî Girtîgeha Tîpa F a Hêjmar 9 a Sîlîvrî kirin û di hucreya yek kesî de tê girtin. Di Hezîrana 2018'an de tespîta pençeşêra prostatê lê hat kirin. Akay 47 salî ye. 27 salin girtî ye. Bi nexweşiya hepatit-B, romatizma, pençeşera prostatê ye. Dema tedawiya Akay derbas bûye. Ji 2'ê Adarê de li Nexweşxaneya Okmeydani ya Stenbolê li klînika Onkolojiya Radyasyonê dest bi tedawiyê kiriye. Ji ber hêza wê kêm e spazma dil derbas kir. 
 
Bira û parêzerê Soydan Akay, Prz. Veysel Akay, der barê tenduristî û şertên girtîgehê de axivî. Veysel Akay, anî ziman ku dema birayê wî hat binçavkirin rastî îşkenceya giran hat û wiha got: "Birayê min 47 salî ye. Di hezîrana 2018’an de teşhîsa pençeşêra prostatê kirin. Dereng dest bi dermankirina birayê min kirin. Di 2'ê Adara 2020’an de li Nexweşxaneya Lêkolîn û Perwerdehiyê ya Okmeydani li Klînîka Onkolojiya Radyasyonê dest bi dermankirinê kirin. Ji ber nexweşiyê teqetê wî nebûye. Hêza wî ya fîzîkî û biyolojîk pir lawaz bûye. Nexweşê hepatit û romatizmayê ye. Ji ber bedena wî lawaz bûye dem bi dem spazma dil derbas dike. 
 
JI NÎSANA 2018'AN HETA NIHA DI YEK HUCERYÊ DE TÊ GIRTIN 
 
Prz. Veysel Akay, anî ziman ku birayê wî ji Nîsanaı 2018’an heta niha di hucreya yek kesî de tê girtin û wiha lê zêde kir: "Birayê min ji cîhana derve bi temamî hatiye tecrîd û îzolekirin. Piştî xistine hucreya yek kesî bi dehan caran mafê wî hatiye binpêkirin û rastî muameleyên taybet ên xerab hatine. Nameyên wî yên ku ji derve û ji hundirê girtîgehê re dişîne piranî tên desteserkirin. Dîsa name û faksên ku ji wî re tên şandin jî an nadin wî an jî piştî çend meh şûnde van name û faksan didin wî. Rojnameya Yenî Yaşam û rojnameyên muxalif û kovarên din nadin wî. Daxwaznamên ku ji saziya darazê û rêxistinên mafên mirovan re dişîne, desteser dikin. Pirtûka nivîsand wekî bi saqince hat dîtin. Birayê min di sala 2019'an de pirtûka “Çîçekên Çolê" nivîsand. Lê pirtûka wî nedan wî. Li gel ku pirtûk dan gelek girtîgehan pirtûka ku wî bi xwe nivîsandibûn nedan wî. Ev rewş nayê famkirin." 
 
 
HEMÛ SERLÊDAN BÊ ENCAM MAN
 
Veysî Akaş, da zanîn ku 2 salin serî li hemû rê û rêbazên hiqûqî didin, lê encam nastînin û wiha got: “Hemû serlêdanên me yên Wezareta Dadê bê encam man. Herî dawî bi sedena Covît- 19 me serî li Serdozgeriya Komarê ya Sîlîvrî û Bakirkoyê da û me xwest Soydan bê berdan. Lê hêj bersîv nedaye. Hekîmtiya Înfaza Sîlîvrî jî bi henceta erka wan tune serlêdana me red kirin û dosya şandin Dozgeriya Komarê ya Silivriyê. 
 
'2 SALIN BI KOMPLOYÊ DI TECRÎDE DE YE' 
 
Akay, destnîşan kir ku Soydan ji 4'ê Kanûna 2019’an heta niha ji bo tundî, dijhiqûqî, binpêkirina mafan û muameleyên keyfî şermezar bike hemû ziyaretên bi malbat, parêzeran re, hevdîtinên telefonan tevan red dike û wiha got: "Ji ber vê yekê 6 meh in em tu agahiyan jê nagirin. Dema birayê min ji Girtîgeha Maltepe sewqî Sîlîvrî kirin, rastî pêkanînên keyfî hatin. Ji aliyê midûrê Girtîgeha Maltepe ve rastî muameleyên keyfî hat. Bi taybetî divê ev bê dîtin û zanîn. 2 salan li dijî van binpêkirin û muameleyên keyfî têkoşiyam. Min dosya bir wesaretê. Lê me neda famkirin. Midûrê Girtîgeha Maltepe xwest girtiyên din bikin sîxur. Wekî ku birayê min xwedî hêza ku vê yekê asteng bike tevgeriyan. Midûrê Girtîgehê bi îdîaya berpirsiyarê girtiyên PKK'î yên li Tirkiyeyê ye, ew sewqî Sîlîvrî kir û xwest bê îzolekirin.Piştî me serî li dozerî, wezaret û rayedarên fermî da em fêr bûn ku sedema tecrîdê ev e. Rayedarên Girtîgeha Sîlîvrî, gotin 'Wezaretê di vê mijarê te ferman daye' Birayê min bi vê komployê 2 salin di tecrîdê de ye.
 
BANG LI RAYEDARAN KIR
 
Akay, bang li Wezareta Dadê kir û xwest dawî li vê pêkanîn û muameleya neheq, keyfî û li dijî hiqûqê bînin û wiha got: "Ez di sibatê de çûm Girtîgeha Sîlîvrî. Min bi rayedarên girtîgehê re hevdîtin kir. Midûrê Girtîgehê aşkere got. ‘Ev biryara Wezaretê ye. Em nikarin tiştekî bikin.' Di van rojên vîrûsa corona de di şertên nexweşiya giran de, di bin rîskekî giran deye. Ev li dijî mirovahiyê û li dijî sinc e. Em dixwazin vê muameleya li dijî sinc, mirovahî û hiqûqê bi dawî bikin. Em bang li hemû rêxistinên demokratîk û parazvanên mafên mirovan dikin ku ji bo birayê wî hestiyar tev bigerin." 
 
HEVALÊN WÎ NAME ŞANDIN
 
Newzat Îçten jî li ser navê hemû Girtiyên Girtîgeha Tîpa 9 a Sîlîvrî nameyek şand. Îşten, anî ziman ku tecrîdkirina Akay li dijî xala TCK’ê ye û hêj rastî pêkanînên dijhiqûqî û keyfî tê. Ev rewşa ku Akay têde îşkenceya li pêş çavan e. Hewldana tolhildanê ye. Niha kesekî ku qedehek av bide wî û alîkariyê bi wî re bike tune ye. Ji ber rewşa vîrûsa corona divê şertên wî pir pir paqij bin. 2 salin li gel hem3u hewldan û diyalogan em encam negirin. Ger ku encamek xerab pêş bikeve, hemû rayedarên ku 2 salin em serî li wan didin û sersar nêzîk dibin bi xwe ne. Ger ku tiştek bê serê hevalê me, kesên ku bi înat vê tecrîdê û îzolasyonê berdewam dikin bi xwe ne. Em bang li we dikin ku li djî vê pêkanînê bibin deng û hestiyar tev bigerin." 
 
MA / Sadiye Eser

Sernavên din

31/05/2020
12:20 Hêzên Rejîma Îranê li Serdeşt û Pîranşarê 4 kolber birîndar kirin
11:12 Geliyê Bertul qedexe kirin
10:12 Akay 2 sal in di tecrîd û îzolasyonê de ye
09:55 Prz. Kûzû: Hêviyên winda bên dîtin cardin nû bû
09:03 Şewata li daristanê îxbar kir, cezayê muebetê lê hat birîn
09:02 Tûran: Pêdivî bi mudaxileyeke şoreşgerî heye
09:01 ‘Bila îthalkirina bermayiyên plastîkî yên dibin sedema belavbûna şewbê bê rawestandin'
09:01 Li gor giştînameya heywanên li kuçe û kolanan tev negeriyan
09:00 Ji bo yekîtiyê ne gotin, pratîk divê
09:00 Li vî gundî her tişt bê pere ye
09:00 ROJEVA 31'Ê GULANA 2020'AN
08:34 2 kes li Rezanê hatin binçavkirin
08:08 Girtiyê Nexweş Kartal jiyana xwe ji dest da
30/05/2020
21:07 26 kesên din jî jiyana xwe ji dest dane, 983 kesên din jî bi şewbê ketine
20:43 Qeyûmê pirtûkxaneya bi navê Celadet Alî Bedirxan xera kir!
18:41 Hevserokên HDP'î hatin berdan
17:02 Nivîskarê Ermenî Mihçi: Piştî Erdogan got 'Bermahiyên şûr' êrîş zêde bûn
16:20 Li Rezanê polîsek birîndar bû
16:11 Ji bo girtiyê nexweşê giran Ozkan ê 81 salî bang kirin
15:56 Pirsa faîlên bapîr û neviyê wî kirin
15:48 Platforma Jinan a Şahmaranê: Têkoşîna jinan nayê darizandin
15:20 Meclîsa Jinan: Bêdeng nemînin
14:53 Li Çadê pevçûna çekdarî: 5 kes mirin
14:46 Balafirên TSK'ê bombe kir: Kur û bav hat kuştin
14:44 25 sal in li dû edaletê ye: Hestiyên me bidin me
14:37 Jinan çalakiya rûniştinê li dar xistin
14:12 Rapora 77 girtîgehan: Hêj tedbîr nehatine girtin
14:05 Buldan piştgirî da Rakel Dink: Hûn ne bi tenê ne
14:05 Di gora komî ya Kerboranê de hestiyên 40 kesan hatin komkirin
13:34 Li Qoserê 2 kes hatin binçavkirin
13:26 Xizmên windayan: Bila kujerê Hasan Ocak bê dîtin
13:11 Kesê bi Qanûna Înfazê hat berdan Nûrcan Polat kuşt
12:51 Girtiyê nexweş 2 salin bi tenê tê girtin
11:34 HDP'ê piştgirî da şermezarkirinên li Mînnetapolîsê
11:21 Rêxistinên civakî piştgirî dan Vakfa Hrant Dînk
10:45 Ji polisê ku Floyd kuşt re 35 sal ceza hat xwestin
10:01 Prof. Dr. Mustafa Durmuş: Ev aboriyek xapînok e fêdeyê nade aramiya civakê
09:34 Li Cizîrê karantîna zêde dibe
09:27 Thomas Lovejoy: Qeyranên pêş dikevin qêrîna ji bo modela parastina xwezayê ye
09:11 Li Rezanê jinek hat kuştin
09:09 Hevseroka Meclîsa Mexmûrê: Em birçî jî bimînin em muhtac nabin
09:09 Ji ber DEDAŞ'ê nexweşên astimê nikarin tedawî bibin
09:09 Tevî çop û bermayiyên bi xwe re Gola Wanê qirêj dikin
09:09 Rêwîtiya ji bo rêvasan
09:09 Ji niha ve dest bi amadekariyên zivistanê kirine
09:09 Malbat 2 salin ketine şopa hestiyan
09:00 ROJEVA 30'YÊ GULANA 2020'AN
08:12 Lêpirsîn li 19 jinên ji derveyê qawîşê hejmar nedan vekirin
29/05/2020
20:45 Polîsan avêt ser avahiya HDP'ê ya Êlihê: Hevserok hatin binçavkirin
19:51 28 kesên din jî ji ber Covîd-19'ê jiyana xwe ji dest dane
16:14 Jin çûn cihê Kocabaş lê hat kuştin: Em ê bêdeng nemîn in
15:50 Di 4 mehan de li Egeyê 8 hezar û 283 maf binpe kirin
15:19 HDP'î çûn serdana Dilgeş: Pêdiviyên wî bi cih nayin in
15:19 Çalakiya Zeytinburnê 769 roj in didome
15:10 Bi roketê êrîşî înşeata kalekolê kirin
14:40 Rapora Girtîgeha Sîlîvriyê: Haletên koronayê zêde ne, tevdîr kêm in
14:39 MMO: HES'ên li Zilanê tên avakirin polîtîkaya bê bîr hiştinê ye
14:35 Li ber girtîgehê daxuyanî: Qada jiyana girtiyan teng kirin
14:31 Platforma Jinan a Enqereyê: Em ê bîat nekin
14:17 Hevdîtinên girtî yên li girtîgehan di 1’ê hezîranê de dest pê dike
14:16 Di çayfiroşê şaredariyê de Covît-19 derket
14:16 Di mudaxileya şermezarkirina sirgûnan de 8 kes hatin binçavkirin
13:52 Jinan li Mêrdînê bang kir: Jinên hatin girtin berdin
12:29 Lêpirsîna parastinê li Demîrtaş vekirin
12:04 Li Başakşehîrê di fabrîqeyekê de teqîn rû da
11:35 HDK: Komkujiya Çorûmê di avakirina pergala nû de peyamek bû
10:59 Dayika Gulîstan Dokû: Gulîstan li ku derê ye, kezeba min dişewite
10:59 Turkdogan: Bêyî dîtina pergalê axaftina tundiya polisan şaşî ye
10:17 Aydogan ê CHP’: Sedema tundiya polîsan zimanê siyasetê ye
10:16 Birayê Safîturk: Amîrê midûrê polîsan bombe bi cih kir
10:16 Elvan: Heta ku ev erk di destê polîsan de be wê zarok werin kuştin
09:14 Cenazeyên bi kes li goristana bêkesan defin kirin
09:13 Bi Rosa peyam dan hemû jinan
09:12 Keça Sabrî Kaya: Bavê min kuştin
09:12 ‘Heger hiqûq pêk bê wê daxwaza Tîmtîk û Unsal pêk bê'
09:10 Kurmên hevrîşimê ji pelên tuyan têr nabin!
09:09 JES mêşan dikujin
09:08 Qeyûm got 'em ê baştir çêbikin, lê ji a berê xirabtir kir
09:08 Ji ber ava lexemê nikarin erdên xwe bajon
09:07 Terezê li fisteqan xist, cotkaran ji bo piştgiriyê bang kir
09:00 ROJEVA 29'Ê GULANA 2020'AN
07:53 2 tax li Elbakê xistin qerantînayê
28/05/2020
20:49 Li Tirkiyeyê hejmara pêketiyan bû 160 hezar û 979
17:28 Polîsan kesên li pêş AKP'ê çalakî li dar xistin binçav kirin
17:03 Giliya êrîşên goristanan hat kirin
16:07 Seta ‘Stranên Arşîva Radyoya Êrîvanê’ çap bû
16:00 Duh bi apoletê darbe kirin îro bi qerewatê darbê dikin
15:46 101 meh derbas bû: Rêya edaletê di Roboskî de derbas dibe
15:38 BTS’ê bertek nîşanî sîrgûnan da
15:30 Armanca erîşên li dijî HDP’ê çiye?
15:07 HDP dê li dijî êrîşê li ser avahiya Cizîrê serlêdana sûc bike
14:59 Ji bo ‘Hefteya Dayikên Şemiyê’ pêşniyara qanûnê hat kirin
14:55 Qûrbaniyên Geziyê bi bîr anîn
14:47 ÎTO Dr. Ertugrul li pêş nexweşxaneyê bibîr anî
14:36 Grup Yorûm ji bo konser bide serlêdan kir
14:25 Tanrikûlû rapora windayan eşkere kir: Peymanê îmze bikin
13:32 Kesê bi ‘rûpoş’ hewl da avahiya HDP’ê bişewitîne
13:13 Girtiyan li Kirşehîrê dest bi greva birçîbûnê kirin
13:08 Ji 2 karkerên ji selika vînçê ketin 1 jê mir
12:53 Di Bendava Ilisû de zarokek xeniqî