Ji jinan banga Emîne Şenyaşar: Di 9'ê adarê de em di nobetê de ne

  • jin
  • 09:18 7 Adar 2022
  • |
img

RIHA - Jinên parastvanên mafên mirovan, diyar kirin ku wê di yekemîn salvegera Nobeta Edaletê ya malbata Şenyaşar de li ber Edliyeya Rihayê bin û banga tevlîbûna nobetê kirin. 

Di 14'ê hezîrana 2018'an de xizm û parastvanên Parlamenterê AKP'ê yê Rihayê Îbrahîm Halîl Yildiz, li navçeya Pirsûs a Rihayê bi ser dikana malbata Şenyaşar de girtin Haci Esveg Şenyaşar û kurê wî Celal û Adil Şenyaşar kuştin. Di doza ku derbarê dosya dikanê de hat vekirin de 37 sal û 9 meh cezayê girtîgehê li Fadil Şenyaşar hat birîn. Her wiha ji heman dosyayê 18 sal jî li Enver Yildiz ceza hat birîn. Lê di dosya nexweşxaneyê de 4 sal in biryara nepeniyê heye. Ji bo ku ev dosya bê vekirin û li dijî cezayê ku li Fadil Şenyaşar hatiye birîn, Emîne Şenyaşar û kurê xwe Ferît Şenyaşar di 9'ê adara 2021'an de bi daxwaza edaletê li ber Edliyeya Rihayê dest Nobeta Edaletê kirin. 
 
Di nav salekê de li şûna ku daxwazên malbata Şenyaşar bê qebûlkirin, bi hinceta gotinên ku kirine bi angaşta "heqaret li karmendên cemaweriyê" kiriye 4 doz li Emîne Şenyaşar hatin vekirin. Ji ber vê Emîne Şenyaşar 14 caran îfade da. Her wiha 6 caran bêyî ku hincet bê nîşandan Emîne Şenyaşar û kurê xwe Ferît Şenyaşar hatin binçavkirin û gelek caran jî wan bi zorê birin nexweşxaneyê. Rexmî hemû zor û zehmetiyan jî Emîne Şenyaşar û kurê xwe Ferît Şenyaşar çalakiya xwe domandin. Di vê pêvajoyê de gelek partiyên siyasî, sendîka, konfederasyon û komeleyan serdana malbata Şenyaşar kir. Herî zêde jî jinan serdana malbata Şenyaşar kir. Malbata Şenyaşar, bang li herkesê ku daxwaza wan a edaletê heye kir  ku di salvegera nobeta wan de bên pêşiya Edliyeya Rinayê û bi wan re nobet bigirin. 
 
Jinên parastvanên mafên mirovan, bersiv dan vê banga Emîne Şenyaşar û gotin ku wê di 9'ê adarê de li ber Edliyeya Rihayê bi malbata Şenyaşar re nobet bigirin û bang li herkesê "xwedî wijdan" kirin ku bên pêşiya Edliyeya Rihayê. 
 
PARÇEYEKE TÊKOŞÎNÊ
 
Parastvana mafê mirovan Parêzer Sevda Çelîk Ozbîngol, diyar kir ku weke parastvaneke mafê mirovan wê di 9'ê adarê de li cem malbata Şenyaşar be û wiha got: "Mezinkirina têkoşîna malbata Şenyaşar peywira herkesê ku ji xwe re dibêje, 'ez mirov im' e. Pêwistiya me tevan bi edaletê heye. Hêviyên me tevan ji bo çareserkirina pirsgierêkên darazê heye. Ji bo divê em bibin parçeyek vê têkoşînê. Bang li hemû parastvabnên edaletê dikim ku di 9'ê adarê de li cem malbatê bin."
 
BERPISYARIYA RAYA GIŞTΠ
 
Di berdewamê de Ozbîngol, dest nîşan kir ku Emîne Şenyaşar li dijî zilma ku lê hatiye kiriye neçarî girtina nobetê bûye û ev tişt anîn ziman: "Kurê (Fadil Şenyaşar) dayikê di dosya ku êriş li wan hatiye kirin de girtî ye. 3 ferdên malbatê li nexweşxaneyê bi awayekî hovane hatin kuştin. Lê rexmî vê jî 4 sal in biryara nepeniyê li ser dosyaya nexweşxaneyê ye. Di dosyake ku xîtabî wijdanê raya giştî dike de ji bo edaletê girtina nobetê ya ewqas dirêj xemnak e."
 
KURTEYA EDALETÊ
 
Seroka Baska Jinan a Rêxistina CHP'ê ya Rihayê Emîne Gîzem Çetîner, diyar kir ku Emîne Şenyaşar kurteya edaleta li Tirkiyeyê ye û wê di 9'ê adarê de li ber li nobeta li ber Edliyeya Rihayê bin û wiha got: "Emîne Şenyaşar, zilm û neheqî lê hatiye kirin, lê bi desthilateke ku li dijî vê tu tişt nake û wijdanê ji holê rabûye re rû bi rû ye. Hem weke dayikek hem jî weke hevjînek êşên herî giran kişandiye. Berpirsyariya hemû jinan e ku di 9'ê adarê de li cem Emîne Şenyaşar bin. 4 sal di ser bûyerê re derbas bû, êdî herkes neheqiya ku li malbatê hatiye kirin dizane. Weke jin em ê di 9'ê adarê de li cem Emîne Şenyaşar bin. Fadil Şenyaşar ku parastina xwe kiriye û di hucreya yekkesî de tê girtin divê bê berdan. Daxwazên dayikê daxwazên me ne. Herkesê ku ji vê komkujiyê re bedeng dimînin divê îhtîmala ku dibe rojek heman tişt bê serê wan jî ji bîr nekin."
 
JI BO HERKESÎ EDALET
 
Hevseroka Şaxa Sendîkaya Kedkarên Perwerde û Zanîstê (Egîtîm Sen) ya Rihayê Ozlem Ûlûtaş Şengul, bi bîr xist ku rexmî hemû zehmetiyan malbata Şenyaşar benavber salej Nobeta Edaletê didomîne û bang li hemû kesên doza edaletê dikin kir ku bên bên pêşiya Edliyeya Rihayê û ev tişt anîn ziman: "Lêgerîna edaletê ya malbatê gelek biwate dibînim. Bû salek li pêşiya Edliyeya Rihayê ne. Gelek caran hatin binçavkirin. Lêdan xwarin. Lê paş de gav neavêtin. Ji roja ku dest bi nobetê kirine ve dibêjin, 'ji bo malbata Şenyaşar edalet ji bo herkesî edalet'. Ji bo herkesî edalet pêwîst e."
 
4 SAL IN ŞÎN NEGIRT
 
Civaknas Selma Ateş jî destnîşan kir ku "mafê şîngirtinê" ya Emîne Şenyaşar jê hatiye girtin û wiha axivî: "Dayik 4 sal in şîn negirt. Li ber çavê jinekê hevjîn û zarokên wê tên kuştin. Heke hûn kujeran biparêzin hûn mafê şîngirtinê jî digirin. Ev komkujî li nexweşxaneya ku mirov ji bo şîfayê diçê pêk hat. Heke hûn ji civakekî edaletê derbixin tu tişt namîne. 14 caran dayîka Emîne vexwendin îfadeyê 6 caran jî bêhincet binçav kirin. Hebûna polisan a tevahiya nobetê jî tundiyek li dayika Emîne. Mafê tenduristiyê jê tê girtin. Jineke 66 salî ye û gelek pirgirêkên wê yên tenduristiyê hene. Heta ku edalet pêk neyê wê mafên dayikê bên binpekirin. Em ê di 9'ê adarê de li cem dayikê bimînin û bibêjin daxwazên te daxwazên me ne û daxwaza edaleta rasteqîn bikin. Dayika Emîne ji bo me tevan li ber xwe dide, deynê me ye ku em li cem wê bin."
 
BERXWEDANA WÊ JI JINAN RE BÛ HÊVÎ
 
Parastvana mafê Mirovan Emîne Çîftçî jî bal kişand ser neheqiyên ku li dayika Emîne Şenyaşar hatine kirin û ev tişt gotin: "Tiştên hatine serê dayikê weke jinekê û dayikekê ji kûr ve me diêşîne. Di 9'ê adarê de saleke çalekiyê biqede. Weke jinekê ez ê ew roj li cem dayikê bim. Lewre edaleta ku ew daxwaz dike ji bo me tevan pêwîst e. Ez bang li jinan dikim ku wê rojê li ber edliyeyê bin."
 
Herî dawî parastvana mafê mirovan Leyla Mumîn jî derbarê Nobeta Edaletê ya malbata Şenyşar de ev tişt anîn ziman: "Xwedî derketina jinan a li dayikê girîng e. Dema ku em têde derbas dibin hewl tê dayîn tirs li civakê belav bibe. Berxwedana dayika Emîne ji me jinan re bû hevî. Ji bo vê girîng e ku em jî li cem dayika Emîne bin. Divê di 8'ê Adarê de jin li qadan serhildana Emîne Şenyaşar biqîrin. Dayik ji bo kesên ku daxwaza edaletê dikin bû remz. Dayik li nav axê li edaetlê geriya û di dawiyê de jî wê edaleta ku lê diger dê bibîne."
 
MA / Emrûllah Acar