ÎZMÎR - Jinan bertek nîşanî daxistina cezayê kujerê Pinar Gultekîn, Cemal Metîn Avci dan û wiha gotin: “Di tevahiya dozê de ne Avci lê Pinar Gultekîn hate darizandin. Li Muglayê komkujiya hiqûqê hate kirin û hiqûq mir.”
Zilamê bi navê Cemal Metîn Avci di 21’ê tîrmeha sala 2020’an de Pinar Gultekîn qetil kir. Derheqê Avci û endamên malbata wî yên alîkarî dabûnê de doz hatibû vekirin û dihatin darizandin. Danişîna biryarê duh li 3’yemîn Dadgeha Cezayên Giran a Muglayê hate dîtin. Şandeya dadgehê biryara xwe ragihand û cezayê muebbeta giran da kujer Avci. Lê belê bi hinceta “tehrîkkirina nerewa” ev ceza daxist 23 salan. Di heman demê de ji bo 5 faîlên din jî biryara beraetê da.
Li gorî cezayê dadgehê, kujer Cemal Metîn Avci tenê dê 14 sal û nîvan di girtîgehê de bimîne. Her wiha piştî 8 salan jî mafê wî heye derbasî girtîgeha servekirî bibe. Doz ji 9’ê mijdara sala 2020’an ve dest pê kir û 13 danişîn çêbûn. Di vê pêvajoya darizandinê de ne kujer Avci lê Pinar Gultekîn a bi îşkenceyê hatiye qetilkirin hat darizandin.
Bertekên li dijî vê biryarê pir zêde bûn. Piştî ragihandina biryarê, rêxistinên jinan daketin kolanan û biryar protesto kirin. Li ser medyaya civakî jî bi hezaran parvekirin hatin kirin. Rêxistinên jinan îro jî dê li her çar aliyên Tirkiyeyê dakevin kolanan û biryara “tehrîkkirina nerewa” ya ji bo kujer Avci hatiye dayîn protesto bikin. Parêzerê malbata Gultekîn jî da zanîn ku dê biryarê bibin Dadgeha Îstînafê.
DÊ BIBIN DADGEHA JOR
Yek ji parêzerên dozê Kubra Çelîk Denîz got ku bi vê biryarê re “li Muglayê hiqûq mirî ye” û wiha domand: “Biryara hatiye dayîn ne hiqûqî û ne jî wijdanî ye. Ji bo ku jiyana taybet a Pinarê bê darizandin, di pêvajoya darizandinê de gelek caran dosya şandin Saziya Tipa Edlî (ATK). Pir aşkeraye ku dema Pinar Gultekîn hêj dijiya hatiye şewitandin. Lê biryarekî bi vî rengî dan. Darizandina li vir, veguherî darizandina jiyana jinekê. Pinar hat kuştin. Lê çima hate kuştin? Li bersiva pirsê geriyan û ev kes tenê dê 14 sal û nîvan di hefsê de bimîne. Jixwe ev nêzî 2 sal in di girtîgehê de ye. Biryareke derwijdanî ye. Di wê baweriyê de ne ku ev biryar bê xerakirin. Dema biryara bihincet derket em ê teqez bibin dadgeha jor. Dê têkoşîna me bidome.”
KOMKUJIYA HIQÛQÊ
Bi domdarî Denîz anî ziman ku di cînayetên jinan de gelek caran ev rewş derdikeve holê û wiha domand: “Dema jinek tê qetilkirin, li pey bersiva pirsên weke ‘gelo derketibû derve, etekê kin li xwe kiribû?’ û ‘Gelo daxwaz pêk ne anîn?’ û hwd. digerin. Tişta li vir esasî jiyana mirov e. Li cihekî mijara behsa xeberê jiyana mirove lê ew li pey sedeman digerin. Cînayeta Pinar Gultekîn bû rojeva çapemeniya cîhanê. Di bûyereke wiha ya civakî de dayîna biryareke wiha nîşan dide ku kesek ji me di ewlehiyê de nîne. Cemal Metîn Avci di pêvajoya vê dozê de sê caran parastina xwe ya daxistina tehrîkkirina nerewa guherand. Ev parastin yek bi yek vala hatin derxistin. Lê tevî vê yekê jî cezayê wî daxistin û em vê yekê weke komkujiya hiqûqê dibînin.”
JI BO SPASIYÊ CEZAYÊ WÎ DAXISTIN
Ji endamên Komîsyona Mafên Jinan a Baroya Muglayê Alev Ozturk jî da zanîn ku di dosyayê de yek delîlek nebû ku bersûc ji daxistina ceza ya ji ber tehrîkkirina nerewa sûd bigire û wiha pê de çû: “Cezayê hatiye dayîn ji hêla hiqûqî ve jî bipirsgirêk e. Jixwe sûcê plankirinê û yê tehrîkê bi hev re nabe. Biryarên Dadgeha Bilind hene ku dibêje; ‘Mimkin nîne ku kesek cînayeta plan kiriye di bin tehrîkê de kiribe.’Di danişînekê de bersûc dibêje; ‘baş e ku me xwe ji Peymana Stenbolê vekişand. Spasiya serokkomar dikim.’ Bi rastî jî li gorî min bersiva spasiya xwe hilgirt. Digot; ‘wijdana min rehete bila ya şandeyê jî rehet be.’ Xuyaye ku wijdana şandeyê jî rehet e. Heke di vê dosyayê de muebbeta giran dernekeve, dê li Tirkiyeyê di tu dozên cînayetên jinan de cezayekî wiha neyê dayîn. Nêzikatiya desthilatdariya siyasî ya li hemberî jinan û vekişîna ji Peymana Stenbolê, cisaretê dide zilaman. Her wiha cisaretê dide dadgehan jî.”
‘NAXWAZIN ZILAMAN BIDARIZÎNIN’
Seroka Komeleya Piştevaniyê ya Jinan a Bodrumê Fîgan Erozan jî got ku hewl didin Gultekîn bêîtîbar bikin û şêweyê jiyana wê tê darizandin. Erozan, anî ziman ku desthilatdarî naxwaze zilaman bidarizîne û ev tişt anî ziman: “Dinyayek heye ku dibêje ‘heke tu ne jineke li gorî daxwaza min ez ê tişta pêwîst bikim.’ Daraz jî dibêje ‘ez sedemên te mafdar dibînim. Tevî rêbazên te yên hovane jî ez te fêm dikim.’ Peyameke vekirî ya bi vî awayî ye. Dê Cemal Metîn Avci 10-15 sal piştre derkeve. Heke efû derkeve dê zûtir derbikeve.”
HEVKARIYA BI DADGEHÊ RE
Derheqê mijarê de Endama Piştevaniya Xemrî Dîdar Gul jî bi lêv kir ku dadgehê ji destpêka dozê ve jin gîro kirin û hevkariya xwe ya bi Cemal Metîn Avci re parast. Gul, daxuyand ku kujer Avci nehatiye cezakirin lê hatiye xelatkirin û rê li ber cînayetên jinan hatiye vekirin. Endama Pîrevokên Kampûsê Rozana Urkun jî destnîşan kir ku ew vê biryara dadgehê nas nakin
MA/Tolga Guney