Parêzer Zîlan: Li Başûr qûtkirina dengê jinan tê armanc kirin

  • jin
  • 09:07 22 Hezîran 2022
  • |
img
NAVENDA NÛÇEYAN - Parezêr Zîlan Usman Heme, bal kişand li ser biryara qedexekirina wêşandina nûçeyên kuştin û xwe kuştinê û destnîşan kir ku hikûmeta Başûr bi vê yeke armanc dike ku dengê tevahî jinên tundî li wan tê kirin û tên kuştin qût bike.
 
Li Başûrê Kurdîstanê û Iraqê  ji ber hişmendiya baviksalarî û paşverûtiyê gelek jin ji mafên xwe bêpar in. Ji destpêka salê ve li Herêma Kurdistanê sucên kuştin û şewitandina jinan her ku diçe zêde dibin. Li dijî vê yekê jî tu hewldanek cidî ji bo pêşîgirtina van komkujiyên jinan nîne. Jinên ku tên qetîl kirin wek bûyerek xwekujiyê tên pêşkêş kirin û tundiya li dijî jinê jî bi qanûnan tê rewa kirin.
 
Herî dawî nivîsek ji aliyê Wezareta Rewşenbirî ya Herêma Kurdîstanê ve hate pêşkêş kirin ku weşandina nûçeyên kuştin û xwekuştinê hatiye qedexe kirin. Tevî van yekan li Herêma Kurdistanê Rêxistina Têkoşîna Dijî Şîdetê û Desteya Mafê Mirovan bîlançoyên şîdeta li dijî jinan û bûyerên kuştin û xwekuştinê eşkere nakin. Berovajiyê vê tu hewldanek wan a ji bo lêkolînkirina sedema zêdebûna tundîya li dijî jinan û bûyerên kuştin û xwekuştinê nîne.
 
‘DI ROJEKÊ DE HERÎ KÊM 150 DOZ TÊN DÎTIN’
 
Parezêr Zîlan Usman Heme ku têkildarî van mijaran axivî, diyar kir ku zêdetirî bûyerên tunditûjî û qetîl kirinê li bajarê Silêmaniyê çêdibin û wiha got: “Li Iraqê tundî û kuştin di asteke herî jor de ye. Bi giştî li dijî jin û zarokan li herêma Iraqê rêjeyek pir zedê ye. Gava li dadgehê doz dihatin dîtin di rojê de herî zêde 50 an 60 doz dihatin dîtin. Lê belê di demên dawîn de ev rêje 3 qat zêdetir bûye. Ango niha em dibinin ku di rojekê de herî kêm 150 doz tên dîtin. Carînan ew reqam digihêje 180 dozên tundî û kuştinê. Sedema vê yeke jî mixabin li ser civakê hişmendiyek kevneperest û paşverûtî heye. Desthîlat jî li gorî vê hişmendiyê polîtîkayan pêş dixîne û ji wan bûyerên kuştin û tundiyê re bêxem nêz dibe.”
 
‘POLÎTÎKAYEKE HIKUMETÊ YA JI BO JINÊ QET NÎNE’
 
Zîlan, bal kişand li ser biryara qedexekirina wêşandina nûçeyên kuştin û xwe kuştinê û destnîşan kir ku hikûmet bi vê yeke armanc dike ku dengê tevahî jinên tundî li wan tê kirin û tên kuştin qût bike. Zîlan, di berdewama axaftina xwe de ev tişt gotin: “Wezîrê  navxweyî, zêdetir li ser civakê û qanûnên paşverûtî biryaran digire. Bi salan e li herêmê bûyerên kuştin û xwekuştinê tên ragihandin lê hikûmet ji bo pêşiya van bigire polîtîkayeke wê ya ji bo jinê qet nîne. Berî niha wezîrê navxweyî biryarek dabû, biryar jî ew e ku nûçeyên ragihandina kuştin û xwekuştinê qedexe bike. Bi vî awayî pêşiya îstatîskên van bûyeran tê girtin û ji xwe herêm derbarê wan mijaran de îstatîstikek pêk nayîne. Pêşiya îstatîstikên ku sazî û dezgehên jinan çêdike jî bi vê biryarê digire. Tê xwestin li ser bûyerên kuştin û tundiyê were veşartin. Di vê çarçoveyê de pêşiya agahdariya xelkê jî hate girtin. Mirov dikare xwe bispêre hûrgiliyên vê mijarê. Mesela eger jinek ji aliyê hevjînê xwe ve, ji aliyê malbata xwe ve, ji aliyê birayê xwe ve, ji aliyê her kesî ve bê kuştin, hikûmet derheqê de tiştekê nake. Detayên van wê neyên eşkerekirin. Yanî ji bo çi hatiye kuştin, çima hatiye kuştin, van tiştan nabêje. Lê bele ji bo ku xwedî li van bûyeran û jinan were derketin divê ew agahî di nav civakê de were belav kirin.”
 
‘DIVÊ PERGAL JI BO CIVAKÊ 
 
Zîlan, anî ziman ku divê pergal ji bo civakê bixebite û hikûmet derbarê van mijaran de bêxem nêz nebe û wiha dirêjî da axaftina xwe: “Lazime ku civak ji bo van mijaran zêdetir hişyar bibe. Têkîldarî bûyerên kuştin û xwekuştinê de li gorî xalên 407 û 408 an de, li dadgehê aşkere bûye ku li ser belge û piştrastan heke çend tiştên din tespît bibe vediguhere mijara  îxanet kirinê an jî digihêje asteke ku mirov dawî li jiyana xwe bîne. Mixabin ev jî dibe sedem ku bûyerên kuştin û xwekuştinê berdewam bibe. Êdî bihîstina van bûyeran jî di nav civakê de pir asayî bûye û civak elîmandine pêkhatina van bûyeran.”
 
‘DIVÊ HIKUMET JI BO PÊŞÎLÊGIRTINA BÛYERÊN TUNDIYÊ GAVÊN CIDÎ BIAVÊJE’
 
Zîlan, di dawiya axaftina xwe de destnîşan kir ku hikûmet bi qanûnên xwe pergala ku ava kiriye li ser civakê dipêjîrîne û got: “Dewsa ku hikûmet pergal û polîtîkayên dijberî jin û civakê pêş dixîne divê ji bo başbûna tundî û kuştinê polîtîka pêş bixîne. Li Iraqê ji bo jinan polîtîkayek nerûniştiye. Êrîşên li dijî jinan ketiye aste herî jor ku li hundirê dadgehê de jî êrîşên li dijî jinan pêk tên. Herî dawî li Silêmaniyê di hundirê dadgehê de jinek rastî tundîyê hat. Bêguman ev rewş jî ji hêla hiqûqnas û aktîvîstên jinan hate şermezar kirin. Em hêvî dikin ku hikûmet ji bo pêşîlêgirtina bûyerên tundî û kuştinê gavên cidî û şênber biavêje.”