COLEMÊRG - Jinên colemêrgî ku ji bo herêmên erdhejê seferber bûne diyar kirin ku roj ne roja cihêkariyê ye û wiha gotin: “Roj roja piştevanî, yekitî, xwişk û biratiyê ye.”
Di encama erdhejên bi pileya 7,7 û 7,6 ên Bazarcix a Mereşê, li bajarên Mereş, Dîlok, Riha, Amed, Edene, Osmaniye, Hatay, Kîlîs, Meletî, Semsûr û Xarpêtê hilweşîneke mezin pêk hat. Heta niha herî kêm 24 hezar û 617 kesan jiyana xwe ji dest dan û bi dehhezaran kes jî birîndar bûn.
Piştî erdhejê, dewletê û hikûmeta AKP’ê mexdûrên erdhejê terkî qedera wan kirin. Li bakurê Kurdistanê jî bi pêşengtiya partiyên siyasî û rêxistina civaka sivîl, kampanyayên alîkariyê hatin destpêkirin û gel bi ruhê seferberiyê tev li kampanyayan bûn. Partiya Demokratîk a Gelan (HDP), Navenda Koordînasyona Krîzan ava kir û di çarçoveya xebatan di 3 rojên ewil de 219 TIR û 140 kamyonên alîkariyê ji herêmên erdhejê re şand. Bi hezaran rêveber, endam û dilxwaz li qadê 24 saetan dixebitin û pêdiviyên tup, benzîn û motorînê yên 4 bajaran pêşwazî kirin.
Li gel van alîkariyan, her wiha jin nan dipêjin û ji herêmên erdhejê re dişînin. Jinên ji navçeyên Gever, Şemzînan û Çelê yên Colemêrgê, bêyî ku bibêjin hewa sar e, di saetên serê sibehê yên zû de hişyar dibin û hevîrê xwe dikin û piştre jî nan dipêjin.
‘ROJ NE ROJA CIHÊKARIYÊ YE’
Ji jinên Taxa Êrisanê Remziye Akboga da zanîn ku ev 3 roj in ji bo mexdûrên erdhejê nan dipêjin û wiha got: “Ji ber dîmenên me li ser televîzyonan dîtin, ne roja me roj û ne jî şeva me şev e. Dilê me dişewite û tekane tişta ji destê me tê jî piştevanî ye. Roj ne ew roj e ku em bibêjin ev kurd e yan jî tirk e. Roj ne roja cihêkariyê ye. Divê em piştevaniya hev bikin. Hem mala kurdan û hem jî ya kurdan di heman kêliyê de hilweşiyan. Ji roja destpêkê heta niha dewletê xebateke birêkûpêk nekir. Roj ne roja destdanîna ser TIR’an û xespkirina wan e.”
‘EM BI ŞEV Û ROJ NAN DIPÊJÎN’
Ji jinên Taxa Bîçerê Sevda Tursun jî anî ziman ku ji roja destpêkê heta niha tev li xebatan bûye û wiha dirêjî da axaftina xwe: “Ev 5 roj in em bi şev û roj dixebitin. Em xurek û alavên alîkariyê kom dikin û dişînin. Di rojên wiha zehmet de tu maneya siyasetkirinê nîne. Roj roja yekitî, hevgirtin, xwişk û biratiyê ye. Heke AFAD, leşker, polîs û xebatkarên tenrustiyê di dema xwe de xwe gihandibûna wê derê dê bîlançoyeke wiha giran çênebûya û ewqas mirov di bin kavilan de nediman. Bi sala ye zanyar rêveberên welat hişyar dikin. Çima kesek guhê xwe nade wan. Ma ne heyfa van mirovan bû?”
Bi domdarî Tursun diyar kir ku hêj niha jî bi hezaran mirov di bin kavilan de ne û wiha bi dawî kir: “Êdî dema gotinê çû ye. Ji bo piştevaniya bi herêmê re bi roja ye min dev ji zarok û malê berdaye û dixebitin. Heke ji destê me bihata dê biçûna herêma erdhejê û çi pêwîst bûya dê me bikira. Bi saya piştevaniyê dê her tişt baştir bibe.”
Nanên ku ji hêla jinan ve tên pehtin, digihijin ber destê maseya krîzê ya bajar û piştre jî ji mexdûrên erdhejê re tên şandin. Di nava 5 rojan nêzî 20 hezar nan hatine şandin.