WAN - Ji damezirînerên Koalîsyona Navneteweyî ya li Dijî Tundiyê nivîskara îranî Rouhî Shafîı li ser mînaka Îranê ev hişyarî bo jinên tirkiyeyî kir: “Baweriya xwe bi tu sozên îslamiyên siyasî neyînin.”
Gelên Kurdistan û Tirkiyeyê amadekariyên hilbijartinên 14’ê Gulanê dikin. Hilbijartinên 14’ê Gulanê weke hilbijartinên dîrokî ku dê qedera welêt diyar bikin tên nirxandin. Hilbijartin ne tenê li welêt lê li derveyî welat, EWropa û Rojhilata Navîn jî ji nêz ve tê şopandin. Yek ji derdorên ku hilbijartinên li Tirkiyeyê ji nêz ve dişopînin jî jinên îranî ne. Rouhî Shafîî ku piştî di sala 1979’an de li Îranê rejîm guherî gelek hevalên wê hatin girtin û bidarvekirin, yek ji bi hezaran jinên ji neçarî terka welatê xwe kiriye. Shafîî ku li Ingilistanê dijî û Koalîsyona Navneteweyî ya li Dijî Tundiyê (ICAVI) damezirandî, ji sala 1980’an heta niha bi xebatên xwe yên têkildarî tundiya mêr-rejîmê ya li Îranê balê dikişîne.
Sahafîî ku hilbijartinên li Tirkiyeyê ji nêz ve dişopîne, ji welatê xwe çendek mînak dan û encamên “îslama siyasî” ya li welatê wê bi xwe re anîn nirxand. Shafîî, jinên tirkiyeyî loi dijî îslama siyasî hişyar kir û wiha got: “Baweriya xwe bi sozên wan neyînin.”
'GAV BI GAV BER BI ŞERÎETÊ VE’
Shafîî bi bîr xist ku li Îranê şerîet di carekê de nehate ragihandin û wiha got: “Hinek rewşenbîrên ku digotin dê sosyalîzm nifteya çareserkirina pirsgirêka newekheviya li Îranê ye, bi xwe re artêşên mûrîdan ên bi çavsorî û tu tiştekî nizanin afirand. Hinek ji van rewşenbîran di salên 1970’an de dest bi berxwedana çekdarî kir û hem li welat û hem li derveyî welat li dijî Şah û kapîtalîzmê veguherî kampanyaya tundiyê. Bi kurtasî, em mirov li pey dereweke mezin ketin û me hêviyên xwe yên ji pêşerojê û welatekî aştiyane û modern tune kir. Piştî ku Fransayê Humeynî li ser xaka xwe qebîul kir û bala hemû çapemeniyê kete ser wî û weke pêşengê muxalefetê hate ragihandin, şoreş di rewşeke kaotîk de pêk hat. Wê demê û di tevahiya vê kaosê de kesekî qala planên Humeynî yên ji bo Îranê nekiribû. Em tevek jî demek piştre ji xeweke veguherî xewnereşê hişyar bûn.”
HIŞYARIYA LI DIJÎ ÎSLAMA SIYASÎ
Bi domdarî Shafîî diyar kir ku "Îslama siyasî” di serî de jin, tevahiya civakan ber bi kaosê ve dibe, çendek mînak ji Îranê da û jinên tirkiyeyî hişyar kir. Shafîî, wiha dirêjî da axaftina xwe: “Divê gelên Tirkiyeyê nekevin xeletiyên gelên Îranê. Di bin kîjan navî de dibin bila bibin, îslamiyên siyasî beriya her tiştekî li dijî mafên jinan e. Lewma divê jin baweriya xwe bi tu gotinên wan ên weke rêzê bo jinan digirin neyînin. Em piştre hîn bûn ku tenê bi tifaqa jinan re dikare rê li ber van koman were girtin ku mezin nebin. Piştî ku Tirkiyeyê xwe ji Peymana Stenbolê vekişandî, tundiya li ser jinan zêde bû. Heke tifaqa Erdogan a bi îslamiyan re bidome dê ev pêvajo zêdetir bibe.”
'TIFAQÊN JINAN AVA BIKIN’
Di berdewamê de Shafîî got ku divê jin li dijî komên paşverû yekitiya xwe xurt bikin û axaftina xwe wiha qedand: “Divê jinên ji her derdorê bikarin tifaqa xwe ava bikin. Divê hemû jinên li Tirkiyeyê bi hev re tevbigerin. Divê mirov xetereyên li ser jinan bi zimanekî hêsan vebêje û wan qaneh bike. Divê hûn bikarin vê carê Erdogan têk bibin. Bi jinên din re tifaqê çêkin. Heke di navbera we de cudahî hebin jî jê re bibêjin ku ev yek girîng nîne. Heke tundrew bibin îktîdar, dê Tirkiye jî mîna Îranê bibe û nekare bibe parçeyeke dinyaya modern. Hûn dikarin talûkeyên van komên tundrew vebêjin. Divê jinên tirkiyeyî di ferqa vê talûkeyê de bin. Şîreta min a ji bo wan ev e; di ferqa talûkeya komên îslamî de bin. Dê civaka we ya heta astekî modern jî parçe bikin û we paşve bibin. Ji jinan re bibêjin ku tundrewan nekin îktîdar û dê xwe çawa bikarin biparêzin. Peyama min a ji bo xwişkên min min ên tirk û kurd ev e; hûn ji kîjan etnîk, ol û statûya civakî dibin bibin lê hûn ji bibin yek.”
MA / Bêrîvan Kutlu