STENBOL - Jinên ku tundî li wan hatin kirin û biryara dûrxistinê dan wergirtin, bi agahiyên navnîşana girtî dengên xwe dan.
Jinên ku rastî tundî, tacîz û tecawizê hatin biryara dûrxistinê dan wergirtin, bi agahiyên navnîşana girtî deng didin. Di lîsteyên hilbijartinan de li herêma 3’yemîn a Stenbolê agahiyên navnîşanên jinên navborî vala hatin hiştin. Jinên ku tenê nav û paşnavê wan di lîsteyan de cih girt, bi agahiyên navnîşana girtî dengê xwe dan.