NAVENDA NÛÇEYAN - Li gorî encamên ne fermî yên YSK’ê, di nav Partiya Çepên Kesk de 31 parlamenterên jin hatin bijartin.
Ji bo Hilbijartinên Serokkomariyê û Heyama 28’emîn a Parlamenteriyê hê jî li Desteya Hilbijartinê ya Bilind (YSK) dane tên berhevkirin. Hêdî hêdî tabloya nû ya Meclisê diyar dibe. Partiya Çepên Kesk di hilbijartinê de temsîliyeta wekhev esas girt û li gorî encamên nefermî bi ser ji sedî 50’î re 31 parlamenterên jin di lîsteya Partiya Çepên Kesk de hatin bijartin û dê biçin Meclisê.
Partiya Çepên Kesk ji sedî 9,33 bi ser ket û li 23 bajaran 63 parlamenter bi dest xist.
Namzetên jin ên di lîsteya Partiya Çepên Kesk de hatine bijartin wiha ne:
Edene: Tulay Hatimogûllari Orûç
Erzirom: Meral Daniş Beştaş
Dîlok: Sevda Karaca Demîr
Colemêrg: Oznûr Bartin
Stenbol: Kezban Konûkçû, Ozgul Sakî, Çîgdem Kiliçgun Ûçar, Çîçek Otlû
Îzmîr: Bûrcûgul Çûbûk
Qers: Gulistan Kiliç Koçyîgît
Mêrdîn: Salîha Aydenîz, Bêrîtan Guneş Altin
Mêrsîn: Perîhan Koca
Mûş: Sumeyye Boz
Sêrt: Sabahat Erdogan Saritaş
Riha: Dîlan Kunt Ayan, Aliye Kizildamar
Şirnex: Newroz Ûysal, Ayşegul Dogan
Dêrsim: Ayten Kordu
Wan: Pervîn Bûldan, Gulderen Varli, Gulcan Kaçmaz Sayyîgît
Agirî: Nejla Demîr
Êlih: Zeynep Oduncu, Nurten Ertugrul
Bedlîs: Semra Çaglar Gokalp
Amed: Halîde Turkoglû, Adalet Kaya, Sevîlay Çelenk Ozen, Ceylan Akça Cupolo.