STENBOL - Jinan ji bo Peymana Stenbolê destnîşan kirin ku "Hê ji bo me neqediyaye" û gotin ku dê têkoşîna wan a di warê hiqûqî de bidome.
Di ser fesixkirina Peymana Stenbolê re 2 sal derbas bûn. Tevî hemû îtiraz û protestoyên jinan jî Serokkomarê AKP'î Tayyîp Erdogan di 1'ê Tîrmeha 2023'yan de peymanê fesix kir. Piştî fesixkirina peymanê qetilkirina jinan zêde bû. Di vî 2 salî de herî kêm 600 jin hatin qetilkirin û herî kêm 400 jin jî bi awayekî guman jiyana xwe ji dest dan.
Jinan diyar kir ku wan dest ji Peymana Stenbolê bernedaye û ew ê tim li kuçeyan bin.
Ji Tora Parastina Jinan Ruya kûrtûlûş bal kişand ser girîngiya Peymana Stenbolê. Kûrtûlûş bilêv kir ku ev peyman destkeftiyeke têkoşîna jinê ye û got: "Peyman ewilî ji aliyê terîqatan ve hedef hat girtin. Ji lew re Peymana Stenbolê wekheviya civakî esas digire. Dibêje, divê kes ji ber tercîhên xwe yên zayendîrastî cihêkariyê neyê. Gava jin rastî tahdeyê bên cihê ku dê serî lê bidin nîşan dide û bal dikişîne ser berpirsiyariyên dewletê. Ev, xalên peymanê têkoşîna me ya ji bo wekheviyê xurt dikirin."
DESTKEFTIYÊN JINAN
Kûrtûlûş bibîr xist ku bi têkoşîna jinê re hin xalên peymanê hatine pêkanîn û got: "Mixabin li Tirkiyeyê tu carî peyman bi temamî nehatibû pêkanîn, lê me bi saya tevgera jinê wê dida pêkanîn. Şev nîvê şevekê Erdogan bêyî serî li fikr û ramanên tevgereke jinê bide, rabû Peymana Stenbolê ku jiyana bi milyonan jinan eleqedar dike, fesix kir. Piştî fesixkirin Peymana Stenbolê, ji bo destkeftiyên me yên din jî pêvajoyeke xeter dest pê kir."
ZÊDEBÛNA QETILKIRINA JINAN
Kûrtûlûş da zanîn ku piştî fesixkirina peymanê hejmara jinên tên qetilkirin zêde bûye û got: "Her diçe hîn bêtir jin tên kuştin û em her roj rastî mirinên bi guman tên. Ne tenê ev, ji roja ku em ji Peymana Stenbolê derketine, çalakiyên nefretê yên li hemberî jinan û bi taybetî jî li hemberî LGBT+'yan zêde bûne. Kuçe li ber me jinan hatin qedexekirin, lê destûra meşên nefretê hat dayîn. Li hemberî mafên me yên nefeqeyê êrişên mezin çêbûn."
Kûrtûlûş anî ziman ku bi fesixkirina peymanê re di dozên kuştina jinan de jî cezayê kujeran tê kêmkirin û got: "Jixwe dadgeh ne adil bûn û li teref mêran biryar didan. Lê piştî fesixkirina Peymana Stenbolê biryarên tên girtin pir ecêb in. Biryarên tên girtin li dijî destkeftiyên jinan e. Bi vê re kujer tên wêrekkirin."
‘EM Ê FERZKIRINA MALBATÊ QEBÛL NEKIN'
Kûrtûlûş destnîşan kir ku ew ê li dijî van polîtîkayên dijminatiya jinan dikin ên desthilata AKP'ê bitêkoşin û got: "Ji bo me neqediyaye, têkoşîna me didome. Niha em bi mecliseke herî nijadperest û paşverû re rû bi rû ne. Li Meclisê îşkencekar û kujerên jinan Huda Par heye. Dixwazin pergaleke ku jin serî bitewînin biafirînin. Dixwazin gemû serîrakirinên civakî û pirsgirêk di nava civakê de bên çareserkirin. Malbatê li me ferz dikin."
Kûrtûlûş anî ziman ku lê ew ê vê yekê qebûl nekin û got: "Em ê li dijî her cure feraseta faşîst û paşverû bitêkoşin."
‘EM BIRYARA BETALKIRINA ESAS NAGIRIN'
Dilxwaza Platforma Ji Bo Wekheviyê jin Gulîzar Îpek jî destnîşan kir ku jin 2 sal in li dijî vê biryara "bêhiqûqî" têdikoşin û got ku her cara ku dadikevin kuçeyan bi tahdeyeke mezin a polîsan re rû bi rû dimînin. Îpekê got: "Lê tevî hemû zextên desthilatê jî me dest ji têkoşîna xwe berneda. Çi dibe bila bibe em li her derî dibêjin em ê dest ji Peymana Stenbolê bernedin. Piştî fesixkirinê şideta li hemberî jinan a desthilata AKP-MHP'ê zêde bû."
‘DEWLET DANEYÊN ŞIDETÊ VEDIŞÊRE'
Îpek destnîşan kir ku di demên dawî de şideta li hemberî jinê zêde bûye û dewlet daneyên di vî warî de vedişêre. Îpek wiha domand: "Gelek komeleyên jinan daneyan berhev dikin. Gava em li van daneyan mêze dikin, em dibînin ku piştî fesixkirina peymanê şidet zêde bûye. Sedema herî mezin jî polîtîkayên dijminatiyê yên li hemberî jinan e."
GIRÎNGIYA PEYMANA STENBOLÊ
Îpek di dawiya axaftina xwe de bilêv kir ku dê kampanyaya wan a ji bo peymanê bidome û got: "Dê çalakiyên me yên li qadan bidomin. Dê têkoşîna me ya hiqûqî bidome. Ji bo hiqûq bê xebitandin em ê bitêkoşin. Em ê li her derî bal bikişînin ser girîngiya Peymana Stenbolê û qanûna 6284'an."
MA / Esra Solîn Dal