NAVENDA NÛÇEYAN - Siyasetmedar Yuksel Mutlu diyar kir ku Lozan ji bo jinan tê wateya “sazîbûna pergala baviksalarî” û got: “Em dikarin Lozanê ji holê rakin, ev girêdayî rêxistinbûyîna me ye. Heke em têkoşîna xwe xurt bikin, wê navê Lozanê jî neyê ser zar û zimanan.”
Salvegera Peymana Lozanê ye. Peymana Lozanê ku li bajarê Lozanê yê Swîsreyê di navbera dewletên serdest de 24’ê Tîrmeha 1923’yan de hat îmzekirin, Kurdistanê kir çar parçe. Bi boneya salvegera 100’emîn kurd li çar parçeyên Kurdistanê û li Ewropayê konferans û meş tên lidarxistin û neqebûlkirina Lozanê tînin ziman.
Siyasetmedara kurd Yuksel Mutlu têkildarî encamên Peymana Lozanê û bandora wê ya li ser jinan ji ajansa me re axivî.
Kurd û welatê xwe bi peymanên ku bi Sykes-Picot dest pê kir û bi Lozanê berdewam kir hatin parçekirin. Kurdistan di navbera netewe-dewletan de hat parvekirin. Gelo bi van peymanan çi armankirin, çima kurd bûn hedef?
Erdnîgariya Rojhilata Navîn ku kurd jî lê dijîn gelek bi qîmet e. Ji hêla jeopolîtîk ve, ew erdnîgariyek hêja ye ji hêla çavkaniyên binerd û sererd ve. Kurd jî dibin qurbaniyên dewlemendiya axa xwe.
24’ê Tîrmehê wê bibe 100’emîn salvegera Lozanê. Em weke kurdên li Tirkiyeyê dijîn ev demeke dirêje em li ser Lozanê nîqaş dikin. Lozan belgeya damezrandina Komara Tirkiyeyê ye. Ev ne tenê însiyatîfa Tirkiyê bi xwe ye, belgeyeke ku ji aliyê hêzên derve ve hatiye îmzekirin. Tirkiye ji bo ku xwe ji dewletên cîhanê re îspat bike beşên cuda cuda kurd, ermenî, elewî, suryanî bi vê belgeye hatin redkirin. Ummetparêz dibêjin, ‘Bi Lozanê re çavkaniyên me sererd û binerde hatin desteserkirin, ummet ji hev belav bû’. Bi rastî ew aliyê oldar dibêjin, ‘Sedsaliya Peymana Lozanê bi dawî bû’. Kemalîstan li ser Misak-i Millî Mûsil û Kerkûkê nîqaş dikin. Baş e, kurd û etnîsîteyên din di kîjan çarçoveyê de lê dinêrin, 10 sal in êşa xwe tînin ziman û 100 sal in jî li ber xwe didin.
Erdnîgariya Rojhilata Navîn ku kurd jî lê dijîn gelek bi qîmet e. Ji hêla jeopolîtîk ve, ew erdnîgariyek hêja ye ji hêla çavkaniyên binerd û sererd ve, ji ber ku ew cîhê ku yekem e ku mirovahî lê berhemkariyê kiriye û mirovahiyê lê pêş ketine ye. Lê belê ev erdnîgarî erdnîgariyeke ku modernîteya kapîtalîst her tim ji bi destê dewletên serdest ve hikum lê hatiye kirin û lîstokan anîne ser vê erdnîgariyê û kurd jî dibin qurbaniyên vê yekê. Parçebûna kurdan jî berdewam dike.
Bi Lozanê re ziman, çand, bawerî û cudahiyên kurdan hatin paşguhkirin. Lozan projeya avakirina netew-dewletê ye. Hemû mafên ku ji cudahiyên di Destûra Bingehîn a 1921’an de hatine dayîn, di Destûra Bingehîn a 1924’an de hatine qutkirin û tune tên hesaibandin. Piştî avakirina Komarê di sala 1923'yan de, di sala 1925'an de Plana Islahatê ya Şerqê weke projeya ‘Tirkkirin û Sunîkirinê’ hat derxistin. Şêx Seîd, Koçgirî, Zîlan, Agirî û herî dawî jî Komkujiya Dêrsimê ya 1937 û 1938’an. Kurd di çarçoveya planekê de bi qirkirinê re rû bi rû hatine hiştin. Ev plan çi bû; Tirkkirin, projeya netewe-dewletê, projeya afirandina yek nijad, yek netewe, yek ol. Bi rastî Îsmet Înonû dibêje, 'Wê her kes serî li ber tirkan bitewîne, her kes bibe tirk, yên ne ji me ne jî wê bên jêkirin û avêtin’. Yanî ev hemû qetlîam planeke ku Tirkiyeyê bi zanebûn ji bo tunekirina kurdan pêk aniye.
Bi Lozanê re parêzvanên çanda kurdî û yên vê çandê heta îro anîne jinên kurd û bûn hedef. Jinên kurd li çar parçeyên Kurdistanê bi qirkirinê re rû bi rû man. Li Dêrsimê zarokên elewî wek “ganîmet” teslîmî leşkerên tirk hatin kirin. Saddam Huseyîn li Enfalê jinên kurd firot dewletên ereban. DAIŞ’ê li Şengalê zarok û jinên êzidî li bazaran firotin. 100 sal in bi ser jinan re tê xwestin ku hebûna kurdan ji holê bê rakirin. Gelo hûn dixwazin der barê bandora Peymana Lozanê ya li ser jinan çi bêjin?
Lozan kadınlar için ataerki sistemin kurumsallaştığı ve yeni bir evreye sıçradığı, patriyarkanın kendini başka bir sürece taşıdığı anlaşmadır. Lozan’dan sonra Kürtlere yönelik soykırımda katledilen kadınlar var. Bu bir ırkı yok etmek demektir.
Dema em bi perspektîfa jinan li Lozanê dinêrin; Ji bo jinan, Lozan ev peyman e ku pergala baviksalarî derbasî qonaxeke nû ya ku tê de sazî bûye û baviksalarî xwe gihandiye pêvajoyeke din. Jinên ku piştî Lozanê di qirkirinên li dijî kurdan de hatin qetilkirin hene. Di salên 37-38’an de zarokên Dêrsimê wek ‘ganîmet’ tên desteserkirin. Keçên Dêrsimî li gorî planekê didin leşkeran. Ez bawer im di destê Serfermandariya Giştî de lîsteya wan heye. Leşkerên tirk zarokan wek eşyayekê desteser dikin. Ev tê wateya tunekirina nijadekê.
Piştî qetlîama 1937-38’an, dewletê dest bi projeya ‘kedîkirin, şaristanîkirin, tirkkirin û sunîkirinê’ kir. Mîsyoner ji bo vê dixebitin, mîsyonera herî mezin a li Dêrsimê dixebite mamosteya bi navê Sidika Avar e. Gund bi gund digere, keçên Dêrsimê di bin navê 'şaristanîkirin, kedîkirinê’ de perwerde dike, di pirtûka xwe ya bîranînan de jî gotina 'pir hov in, ji şaristaniyê dûr' heye. Gund bi gund bi hespan digere, keçikên Dêrsimê kom dike. Li hin gundan dema digotin 'Sidika tê' xelkê zarokên xwe li axûr û cihê kes nizane veşartin e.
Bi vî awayî polîtîkaya asîmîlasyonê heye. Piştre li Kurdistanê ji bo sazîkirina asîmîlasyonê Dibistanên Mayînê yên Herêmî (YÎBO) hatin vekirin û ew zarok li gorî îdeolojiya ‘Tirkkirin û rejîma kemalîst’ hatin mezinkirin. Dema ku bûyerên Komkujiya Dêrsimê ya sala 2011’an dîsa bû rojev, neviyê Îsmet Înonû dibêje, ‘lê me şaristanî anî wir’. Ji ber ku şaristaniyê weke xwe dibînin û wek xwe bikar tînin. Ji ber ku ev feraset nehatiye guhertin, asîmîlasyon heta îro berdewam kiriye.
Gelo mirov dikare bêje ku Peymana Lozanê gihîşt armanca xwe?
Tevî hemû encam û belgeyan jî Lozan di 100 salî xwe de jî negihîşt armanca xwe. Gelo kurd tune bûn? Naxêr nebûn. Ev yek pêk nehat. Elewiyan dev ji baweriya xwe berdaye? Naxêr dev jê bernedan. Her çend ev peyman gelek êş û azar anîbe serê me jî lê ziman û çanda me derbasî nifşên din bûye û heta roja îro hatiye. Îro keçên wan û neviyên wan hene ku têkoşîna dayik û bavên xwe hildane ser milên xwe û dimeşînin. Ferasetek ku bi zîhniyeta Lozanê re têdikoşe heye. Ya sereke mezinkirina vê têkoşînê ye û mehkûmkirina Lozanê ye.
Li çar parçeyên Kurdistanê peyama jina kurd li dijî hêzên emperyal çibû?
Li cîhanê desthilatdar bi şêweyên binpêkirinan ên li dijî jinan ên cuda cuda nêzîk dibin. Rakirina Peymana Stenbolê, êrîşa li dijî qanûna bi hejmara 6284'an, polîtîkayên şerê taybet, ev hemû versiyona nû ya Lozanê ya li ser jinê ye. NATO jî yek ji wan e.
Bi giştî zayendperestî, olperestî û mîlîtarîzm e ku li her 4 parçeyan bandorê li jinan dike. Olperestî û netewperestî tu têgehên dijminên jinan ên hevdû têr dikin e. Dema ku ev polîtîka bi mîlîtarîzmê têr dibin, tê wateya rewşeke mezin a dijminatiya li dijî jinan. Têkoşîna jinên kurd a li Rojhilata Navîn a li dijî wan moral û motîvasyonekê dide jinên cîhanê. Li vê erdnîgariyê tevî van hemû komkujiyan rastiyeke jineke berxwedêr heye.
Li Rojhilat berxwedana ‘jin jiyan azadî’ ku piştî qetilkirina Jîna Emînî dest pê kirine hene. Lê modernîteya Kapîtalîst hewl dide vê jî bike amûr û hundirê wê pûç bike. Divê hin tişt qurbanî pergala kapîtalîst neyên kirin û destûr neyê dayîn. Mînak firotina tîşortên CHE ya li cîhanê, birîna por a ji bo Jîna Emînî, belavbûna dirûşmeya ‘jin jiyan azadî’ tiştên baş in lê li aliyê din kapîtalîst van dikin amûr û hundirê wan vala dikin. Divê em ji vê yekê re baldar bin. Berxwedana jinan a li Rojhilat dewam dike.
Rojava li dijî Lozanê alternatîfeke ji hemû cîhanê re bû mînak û hêj jî dewam dike. Li Başûr jî jin ji bo nasnameya xwe têdikoşin. Li Tirkiyeyê û Kurdistanê 21 salên dawî ji bo jinan gelek zehmet bûn. Rejîmeke şerîatê ya ber bi Afganistanê ve diçe tê ferzkirin. Pêşniyara Wezareta Perwerdehiyê ya ‘dibistanên keçikan’, ne qebûlkirina baweriyên cûda, navendên baweriyê yên elewiyan û tundiya li ser jinê heye. Lê li dijî vê têkoşina jinan a xurt dibe jî heye. Li cîhanê desthilatdar bi şêweyên binpêkirinan ên li dijî jinan ên cuda cuda nêzîk dibin. Rakirina Peymana Stenbolê, êrîşa li dijî qanûna bi hejmara 6284'an, polîtîkayên şerê taybet, ev hemû versiyona nû ya Lozanê ya li ser jinê ye. NATO jî yek ji wan e. NATO hêzeke mîlîtar e, ev hêza mîlîtar wê çi li jinê bike? Dê tundiyê bike, ev hêza mîlîtar zayendperest e. An ku versiyonên Lozanê yên nû derdikevin holê.
Xwestin sekretereke giştî ya jin tayînî NATO’yê bikin lê nekarin. Bi vê polîtîkayê dixwazin li welatên kapîtalîst ên demokrasiya wan a bûrjûvayê hinek pêşveçûye jinan weke ‘rol model’ derxînin pêş û nîşan bidin ku pirsgirêka jinan çareserkirine. Lê nikarin vê bikin. Ji ber ku li cîhanê dijminatiya penaberan û jinan heye. Krîzeke mezin ku modernîteya kapîtalîst ketiyê heye. Rohilata Navîn bi şer û xizaniyê, olperestiya têxin meriyetê û bi projeya îslama kesk bi hêz dikin. Li rojavayê cîhanê jî modelên jinan derdixin pêş û berdewama pergala kapîtalîst li ser vê yekê dikin.
Ji ber vê yekê em jin divê li her 4 parçe yekitiya xwe ava bikin û têkoşîneke ku Lozanê têk bibe bimeşînin. Pêwîste jinên li Rojhilata Navîn li hev bicivin û li dijî vê baviksalariya zayendîperest, olperest, têbikoşin. Ev têkoşîn ewilî bihevrebûnê re derbas dibe. Divê em cudayiyên xwe deynin aliyekî û bibin yek.
Di sedsala borî de bi îmha û înkarê pirsgirêka kurd çareser nebû. Berovajiyê wê kûrtir bû û bû pirsgirêkeke navnetewî. Rêberê PKKê Abdullah Ocalan jî ji bo çareserîya vê pirsgirêkê îşaret bi "Lozana Civakî" dike. Lozana Civakî di sedsaliya xwe de pêkan e? Lozan dikare demokratîk bibe?
Derfeta afirandina neteweya demokratîk, afirandina sîstema konfederal heye. Tişta ku Birêz Ocalan dibêje ev e. Lozan dikare bê derbaskirin, girêdayî rêxistinkirina me ye. Eger hûn têkoşînê bilind bigirin, wê behsa cewhera Lozana ku parçe dike û îstîsmar dike jî neyê kirin. Di Lozanê de jî qala jinan nayê kirin, Peymana Lozanê belgeyeke damezrîner a di navbera dewletên serdestên mêr de ye. Ji ber vê yekê, wezîfeya me ew e ku em li dijî vê pergalê hemû jinên li Rojhilata Navîn dijîn têbikoşin. Civakîbûnê mezin bikin. Heta ku em vê têkoşînê bidomînin Lozan dikare were derbaskirin..
Di sedsaliyê de kurd ji Ewropayê heta Bakur û Rojhilatê Sûriyê Lozanê nîqaş dikin. Kurd/jin dikarin di sedsalîya xwe de Lozana xwe biafirînin?
Aliyekî mijara li dijî versiyonên nû yên Lozanê, weke yên têkoşîna azadiya jinê dimeşînin em in. Mîsyona Lozanê xistin stûyê NATO'yê. Ji ber vê yekê saziyên modernîteya kapîtalîst vê wezîfeya xwe didomînin. Girîng e ku em çi dikin , divê em têbikoşin.
Aliyekî mijara li dijî versiyonên nû yên Lozanê, weke yên têkoşîna azadiya jinê dimeşînin em in. Mîsyona Lozanê xistin stûyê NATO'yê. Ji ber vê yekê saziyên modernîteya kapîtalîst vê wezîfeya xwe didomînin. Girîng e ku em çi dikin, divê em têbikoşin. Ji ber vê yekê divê her jin Lozanê lêkolîn bike. Li Rojhilat, Başûr, Bakur û Rojava carekê ev tovê azadiyê ketiye dilê jinê, wê careke din ji dilê wan dernakeve. Hûn di malê de jî bihêlin, di nav çar dîwaran de jî bihêlin dernakeve. Ji di girtîgehê de dest ji berxwedanê berdidin? Bernadin. Gelekî hêja ye ku jin têkoşîna xwe ya azadiyê, baweriyên xwe, çand û zimanê xwe biparêzin. Li aliyê din personelên şerê taybet karê xwe dikin, ev peywîra wan e. Girîng e ku em çi dikin, divê em di ferqa wê de bin. Rastiya jinên ku ji bo nekeve destê zîhniyeta tecawizkar a di 38'an de li Dêrsimê xwe ji zinaran avêtine heye, çi bûye ku niha di bin navê eşq û evînê de bi heman ferasetê re girêdayîneke hestiyar tê avakirin. Divê ev bê lêpirsîn ev pirsgirêka hemû jinan e…
Heke me bi xurttir li dijî vê ferasetê şer bikira, me dikarîbû îro qala tiştekî din bikira. Ez ji aliyê mafên jinan ji desthilat û dewletan ne bi hêvî me lê bi têkoşîna azadiyê ya jinan bi hêvî me. Êdî divê em ji qalikên xwe derkevin û li ser bingeha têkoşîneke xurt bi pêş ve biçin. Jinên ku mîrateyek vê têkoşînê ji me re hiştine hene, di vê berdêlê de jiyana xwe ji dest dane û em dikarin bi vê mîrateyê bimeşin.
MA / Arjîn Dîlek Oncel - Eylem Akdag