Jinan li dijî şer banga têkoşîna hevpar kirin

  • jin
  • 10:26 23 Tebax 2023
  • |
img

STENBOL - Parastvanên mafên mirovan ên jin bandorên şer ên aborî, ekolojîk û civakî nirxandin û li dijî şer banga têkoşîna hevpar kirin. 

Êrişên dewleta tirk ên bi hevkariya PDK’ê li dijî herêmên Zap, Metîna û Avaşîn ên Herêma Federe ya Kurdistanê berdewam in. Îktîdara AKP’ê ku di neçareserkirina pirsgirêka kurd de israr dike, polîtîkaya îmha û înkarê didomîne. Ji van polîtîkayan jî herî zêde jin bibandor dibin. Rêxistina Mafên Mirovan a Efrîn-Sûriyeyê diyar kir ku Tirkiye û komên paramîlîter ên girêdayî wê ji sala 2018’an heta niha li Efrînê herî kêm 99 jin qetil kirine û zêdetirî hezar jin jî revandine. Heman polîtîkaya şer li bakurê Kurdistanê jî didome. Weke parçeyeke polîtîkaya şerê taybet, jin ji hêla kesên biunîforma ve tên qetilkirin û neçarî koçberiyê tên kirin. Heman şer, di heman demê de dibe sedema xizanbûna bajarên Tirkiyeyê jî. Îktîdara AKP-MHP’ê ji bûdçeya sala 2023’yan 470 milyar ji bo şer veqetand û bi vê bûdçeyê gel hedef tên girtin. 
 
Jinên ku li Stenbolê di nava saziyên civaka sivîl ên cuda de cih digirin, bal kişandin ser bandora şerê Tirkiye li dijî kurdan dimeşîne û qala girîngiya têkoşîna hevpar a li dijî şer kirin. 
 
'JIN Û ZAROK WEKE XENÎMET TÊN DÎTIN’
 
Endama Hewldana Jinan a ji bo Aştiyê (BÎG) Nîmet Tanrikulu diyar kir ku armanca şerê li Kurdistanê ew e ku xelkê ji warên wan bikin, ji çanda xwe dûr bikevin û destûrê nedin ziman û baweriya xwe bijîn. Tanrikulu wiha domand: “Di hemû şeran de jin û zarok weke xenîmet tên dîtin. Berê xwe didin bedena jinan û hemû qadên wan ên jiyanê. Ev nêzî 50 sal in li Kurdistanê şer heye. Lê derdorên civakî li dijî vî şerî bi qasî tê xwestin dengê xwe dernaxînin. Li Rojhilat û Rojava jin li dijî mudaxileyênli dijî ax û bedena wan têdikoşin. Divê dengê aştiyê yên jinan ê li tevahiya cîhanê bibe yek. Divê em ber bi cihên şer lê heye ve bimeşin. Divê em hemû rê û rêbazên rê li ber şer digirin nîqaş bikin. Û divê teqez em xetên têkoşîna hevpar ava bikin. Divê em li qadan, li kolanan biaxivin. Divê em li dijî şer, polîtîkaya aştiyê pêş bixin. Divê jin dengê aştiyê bilindtir bike.” 
 
Ji Koordînasyona Jinan a Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) Semîha Şahîn jî diyar kir ku şerê taybet û fîzîkî yê li Kurdistanê di bin navê “polîtîkayên ewlekariyê” de didome û ev tişt anî ziman: “Tirkiye bi hevkariya PDK’ê di serî de Başûr, êrişî gelek deverên Kurdistanê dike. Ev şer, ji bo pêşîlêgirtina têkoşîna azadiyê ya gelê kurd û statûya wan e. Li kîjan deverê dibe bila bibe, ji şer herî zêde jin bibandor dibin. Krîzên ekolojîk, aborî, civakî, siyasî û leşkerê yên li welat, eleqeya xwe bi şerê li dijî kurdan ve heye. Divê em vê eleqeyê ji bo her kesî bibêjin. Divê bi taybet jî em bibêjin ku tundî, tacîz û desdirêjiya di nava malê de li jin û zarokan tê kirin eleqeya xwe bi vî şerî heye. Divê em bandora vî şerî ya li ser kolanan vebêjin. Şer yekser bi top û tifingan nakeve mala me lê bi kêmbûna pariyê nan û bi tundiya ser bedenên me dikeve mala me. Şer êdî di nava malên me de ye.” 
 
Aktîvîsta Mafên Mirovan Gulendam Ozdemîr jî şer weke “xizantiya jinê” pênase kir û wiha bi dawî kir: “Ji bûdçeya diviya bo gel bihata veqetandin 470 milyar jê ji bo şer hate veqetandin. Lewma xizanî û hejarî ewqas zêde bûye. Mixabin herî zêde jî jin vê hejariyê dijî. Li Tirkiye û cîhanê jin ji ber şer zarokên xwe winda dikin. Lewma yên bikarin rê li ber şer bigirin, jin in. Zilam şeran derdixînin lê her tim jin rê li ber digirin. Têkoşîna jinan a di vê qadê de heye lê bes nake. Divê jin yekgirtina xwe xurtir bikin û têkoşîna hevpar mezintir bikin. Pêdivî bi têkoşînê heye. Divê em hêzên xwe bikin yek.”
 
MA / Esra Solîn Dal