NAVENDA NÛÇEYAN - Jinên Îranê li dijî rêveberiya teokratîk a tu qadên jiyanê ji wan re nahêle serhildana “Jin,”jiyan, azadî” dabûn destpêkirin. Jin, amadekariyên salvegera serhildanê dikin û rojnameger Şilêr Kurdistanî got ku jin dê heta azadiyê li ber xwe bidin.
Di tevahiya dîrokê de hemû mafên jinan ji hêla mêrserdestan ve hatin desteserkirin. Berxwedana azadiyê ya jinan jî bi qasî van zextan kevn e. Jinên îranî yên ji bo bidestxistina mafên xwe yên hatin xespkirin li kolan e, di sedsala 21’emîn de dîsa pêşengtiya têkoşîna azadiyê û berxwedana li welêt dikin. Jinên îranî ku di her qadan de azadiya wan tê bisînorkirin, cara ewil di sedsala 19’an de li dijî cil û berg û serpoşa dihat ferzkirin çalakiyên radîkal li dar xistin. Ji pêşengên Tevgera Babî ku di vê sedsalê de derketibû pêş Tahera el-Aîn di sala 1848’an de li pêş çavên gel serpoşa xwe rakir hewayî û dersoka li jinên îranî dihat ferzkirin protesto kir. Piştî vê çalakiyê, protesto belav bûn. Jinên weke nivîskar Îsmat Mostofî Ashtîanî (1861/1868-1911) jî di nava gel de dersokên xwe derxistin.
JÎNA EMÎNÎ HATE QETILKIRIN
Di sedsala 21’emîn de li ser goreke weke sembola mirinê, qala pîroziya jiyanê dihat kirin û soza berxwedanê dihat dayîn. Ev gor, gora jina ciwan a kurd a ji Seqizê Jîna Emînî ya 22 salî bû. Jîna Emînî ku ji bo serdana xizmên xwe ji Seqizê hatibû Tehranê, di 13’ê îlona 2022’yan de ji hêla “Gaşt e Îrşad” ku weke “polîsên exlaqê” tên nasîn ve bi hinceta “dersoka xwe li gorî pîvanan girê nedaye” hate binçavkirin. Emînî, 3 roj piştre di 16’ê îlonê de jiyana xwe ji dest da. Qereqola di daxuyaniya xwe de got ku jina ciwan di 14’ê îlonê de ji nişkan ve ketiye erdê, 2 rojan di komayê de ma ye û piştre ji ber “xwîn çû ser mejiyê wê” jiyana xwe ji dest daye.
Piştî vê dîrokê, li Rojhilat û Îranê bi daxwaza azadî û guherîna rejîmê protesto dest pê kirin. Rejîma melayan guh neda daxwazên gel û hewl da van çalakiyan têk bibe. Ji ber dezenformasyona rejîm tu caran daneyên pêvajoya çalakiyan nehat zanîn. Lê li gorî agahiyan; herî kêm 500 kes hatin qetilkirin, zêdetirî 110 kes hatin bidarvekirin, herî kêm 60 hezar kes hatin girtin. Çalakiyên bi daxwaza azadiyê ya jinan dest pê kirin, bû “serhildana jin, jiyan, azadî” ku dirûşma tevgera jinên kurd e.
2 ROJNAMEGERÊN JIN LI CÎHANÊ BELAV KIRIN
Rojnameger Nîloofar Hamedî piştî ku bihîstî Emînî piştî binçavkirinê rakirine nexweşxaneyê, bi awayekî veşartî çû nexweşxaneyê, wêneyê Emînî yê îşkence lê hatiye kirin kişand. Dema Hamedî nûçe weşandî, Emînî hêj di beşa venihêrîna awarte de bû. Rojek piştî weşandina nûçeyê jî Emînî jiyana xwe ji dest da. Bi vê nûçeyê re derewa rejîmê ku digot “ji ber ku xwîn çûye ser mejiyê lewma jiyana xwe ji dest daye” vala derxist. Rojnameger Elahe Mohammadî jî merasîma definkirina cenazeyê Emînî ya di 17’ê îlonê de kişand ku hêrseke gelek mezin hebû. Cara ewil hêrs û xwedîderketina gel bi hemû cîhanê re parve kir.
ÇIRÛSKA ÇALAKIYAN HATE VÊXISTIN
Piştî definkirina Emînî, bi hezaran kesan li Seqizê dest bi meşê kirin. Bi vê yekê re çirûska çalakiyan hate vêxistin. Çalakî, di nava 2 rojan de li 31 eyalet û zêdetirî 100 bajaran belav bûn. Di serî de li Rojhilat, li Sistan û Belucistan, Kirman, Gîlan û Tehranê jî bi hezaran kes bi awayeke hemwext û bi dirûşma “Jin, jiyan, azadî” daketin qadê û xwestin rejîm were guherandin. Çalakiyên di saetên serê sibehê de dest pê kirin heta nîva şevê berdewam kirin. Dîmenên jinên ku pêşengtiya çalakiyan dikirin û dersokên xwe dişewitandin û li dijî polîsan têdikoşiyan di demekî kin de li ser platformên medyaya dijîtal belav bûn.
XWESTIN PÊŞÎ LI BERXWEDANÊ BIGIRIN
Berxwedan, di demekî kin de hema hema li tevahiya welêt belav bû. Rejîma ku fêm kir nikare bi tundiyê bitepisîne, li welêt Whatsapp û Telegram bisînor kir. Rejîma ku piştî bisînorkirina peyam û agahîgirtinê nekarî rê li ber çalakiyan bigire, îcar Instagram, Facebook û Twîtter û hwd. asteng kir. Çalakî li Kurdistan û Sistan û Belucistanê zêde bûbûn û rejîmê li van deveran înternet bi temamî birî. Welatiyan jî li dijî vê hewldana rejîmê bi sepana VPN’ê bersiv dan.
DI 6 ROJAN DE 10 KES HATIN QETILKIRIN
Tevî hemû zextên rejîmê jî bi sedhezaran kesan xwe ji qadan venekişandin. Hêzên rejîmê bi çekên giran êrişî welatiyan kirin û di nava 6 rojan de herî kêm 10 çalakvan hatin qetilkirin. Welatiyan, merasîma cenazeyê her çalakvanê hatiye qetilkirin veguherand qada çalakiyê. Li ser her gorê dirûşmên “jin, jiyan, azadî” olan da.
BI BERXWEDANÊ BERSIV DAN CEZAYÊN GIRAN
Serokê Dadgeha Bilind a Îranê Gulam Huseyîn Muhsînî Ejeî di axaftina xwe ya heftane ya li Lijneya Bilind a Darazê ya di 14’ê cotmehê de bang li dozgerên li dozên çalakvanan dinihêrin kir û got ku divê “cezayên biçûk” nedin çalakvanên hatine binçavkirin. Ajeî, wiha got: “Biryarên bi sempatiyeke kêrnehatî û qels, hêmayên sereke yên zilma li gel û pêşerojê ye.” Bi vê gotinê xwest cezayên giran li çalakvanan bên birîn. Gel jî bi berxwedanê bersiv da axaftina Ejeî.
LINGÊ BERXWEDANÊ YÊ GIRTÎGEHÊ: QAWÎŞ HATIN ŞEWITANDIN
Girtiyên siyasî yên li Girtîgeha Evînê dihatin ragirtin di roja 29’emîn a çalakiyan de ji bo piştgiriya bi berxwedanê re qawîş şewitandin. Di berxwedana li girtîgehê de 4 girtî şewitîn û jiyana xwe ji dest dan. Rojek piştre jî girtîgehên Sine û Tebrîzê tev li berxwedanê bûn. Di rojên piştre de li dehan girtîgehên li seranserî welêt bi hezaran girtiyên siyasî dest bi serhildanê kirin. Girtiyên li Girtîgeha Evînê li hewşa girtîgehê dirûşma “Ji Hamaney re mirin” berz kirin. Gel jî xwest piştgiriyê bide pevçûnên dijwar ên li girtîgehan. Di vê çarçoveyê de xwest pêşî li ber sewqiyata leşkerî ya ber bi girtîgehan ve bigire û rêyên ber bi girtîgehan ve girtin. Rejîma ku bi berxwedanê nekarî, hewl da girtiyên siyasî bişîne girtîgehên cuda lê her girtiyê dihat sirgûnkirin dest bi greva birçîbûnê kir.
Di 16’ê cotmehê de çalakiyan êdî mehek li pey xwe hiştibû. Di serî de Jîna Emînî, bi hezaran kes li ser gorên kesên di berxwedanê de jiyana xwe ji dest dayîn kom bûn. Komên bi hezaran kesan pêk dihatin çûn serdanên goran û çalakiyên xwe domandin.
SPORVAN BÊDERSOK KETIN PÊŞBIRKÊ
Sporvan jî tev li şoreşa ku hemû beşên civakê tev li dibûn. Li gorî qanûnên rejîma Îranê jinên sporvan ên îranî li ku dibe bila bibe mecbûr in bi dersokê tev li pêşbirkan bibin. Lê sporvanên jin ji bo piştgiriya bi berxwedanê re dersokên xwe derxistin. Çalakiya ewil di 17’ê cotmehê de ji hêla Elnaz Rekabî ve hate kirin. Di Şampiyonaya Hilperiştinê ya Asyayê ku li paytexta Koreya Başûr Seul’ê hate lidarxistin de Rekabî ku di beşa fînalê de Îran temsîl dikir dersoka xwe derxist. Piştî Rekabî jî endama tîma patentê Nilûfer Merdanî di maratona li Stenbolê dersoka xwe derxist. Piştre jî di turnuvaya kişikê ya li Stenbolê de Sara Khadim al-Sharia dersoka xwe derxist. Di tevahiya salê de gelek sporvanên jin bêdersok tev li pêşbirkan bûn. Rekabî di 19’ê cotmehê de vegeriya Îranê. Rekabî li Tehranê ji hêla bi hezaran kesan ve bi coşeke mezin hate pêşwazîkirin.
ZEXTA LI SER ROJNAMEGERAN
Hêrsa di çalakiyan de her ku diçe mezintir dibû. Rojnamegera îranî Nazila Maroofîan ku bi bavê Emînî re hevpeyvîn kiribû, di 30’ê cotmeha 2022’yan de li ser fermana Dozgeriya Emniyetê ya li Girtîgeha Evînê hate girtin. Di lêpirsîna li navenda binçavkirinê de zext û gef lê hatin kirin ku li xwe mikûr were. Maroofian, di 9’ê çileya 2023’yan de bi kefaleta pereyan a 600 milyon tumenan (14 hezar dolar) hate berdan. Maroofîan, li 26’emîn Şaxa Dadgeha Şoreşê ya Tehranê bi îdiayên “propagandaya li dijî rejîmê” û “ji bo sorkirina raya giştî nûçeyên derew belav kiriye” hate darizandin. 2 sal cezayê hefsê li Maroofian hate birîn û ji bo 15 salan biryara qedexeya derketina derveyî welat hate dayîn. Ji Maroofîan hat xwestin ku biçe Dozgeriya Evînê û di 9’ê tîrmeha 2023’yan de cara duyemîn hate girtin. Maroofîan mehek piştre di 13’ê tebaxê de bi kefaleta 300 milyon riyalên Îranê hate berdan. Maroofîan, di 14’ê tebaxê de cara sêyemîn hate girtin û di 16’ê tebaxê de hate berdan. Di 30’ê tebaxê de jî bêyî ku hincetek were nîşandan, rojnameger Maroofîan hate girtin. Rojnameger Maroofîan herî dawî di 9’ê îlonê de hate girtin û berdan.
MALA HUMEYNÎ LÊ JI DAYIK BÛBÛ HATE ŞEWITANDIN
Çalakî bênavber berdewam dikirin û tevlibûn roj bi roj zêdetir dibûn. Çalakvanan di 18’ê mijdarê de mala damezirînerê Komara Îslamî Ayetûllah Rûhûllah Humeynî lê ji dayik bûbû şewitandin. Di wêne û vîdeoyên li ser medyaya dijîtal hatine parvekirin de hat dîtin ku beşekê mala Humeynî lê ji dayik bûbû şewitî ye.
ZAROK JEHRÎ KIRIN
Zarok û jinên di eniyên pêş ên çalakiyan de cih digirtin, careke din bûn hedefa rejîmê. Xwendekarên keç ên dibistanên amadehî û navîn jî tev li çalakiyan bûn. Piştî vê tevlibûnê, ji 30’ê mijdarê ve êrişên li dijî dibistanan dest pê kirin. Li dijî dibistana xwendekarên keç a li bajarê Kumê bi madeyên kîmyewî êriş hate kirin. Êrişa li Kumê dest pê kirî li bajarên Tehran, Erdebîl, Borujerd, Vardanjan Chaharmahal û Bakhtiari, Sari, Qochan, Torbat Jam û Kazvin û hwd. belav bûn. Di êrişên madeyên kîmyew3ı de herî kêm 4 zarokan jiyana xwe ji dest dan.
5 zarokên keç ên di 18’ê Adarê de li Tehranê direqisiyan hatin binçavkirin. Zarok bi darê zorê derxistin pêşberî kamerayan û li ser televîzyonên dewletê bi darê zorê lêborîn pê dan xwestin. Li ser vê yekê bi hezaran jinên li welêt bi awayekî bêdersok daketin kolanan û reqisiyan.
AGIRÊ SERHILDANÊ VEGUHESTIN NEWROZÊ
Berxwedana di 17’ê îlonê de li goristana Seqizê dest pê kirî, di 21’ê Adarê de bi Newrozê re bû yek. Li gelek bajarên Rojhilat gelê kurd Newroza xwe pîroz kir û dirûşma “Jin, jiyan, azadî” berz kir. Gelê Rojhilat ê Newroz pîroz kirî çûn serdana gorên Jîna Emînî û çalakvanên din.
JIN LI CEM XWE DERSOKAN NAGERÎNIN
Jinên ku ev demekî dirêj e li dijî zexta girêdana dersokê ya bi darê zorê têdikoşin, di destpêka çalakiyan de dersok nediavêtin serê xwe lê li gel xwe digerandin. Di rewşên pêwîst de jinan dersok diavêtin serê xwe lê di dawiya vê salê de êdî bi sedhezaran jinên bêyî dersok derdikevin bi xwe re dersokan nagerînin.
AMADEKARIYÊN 16’Ê ÎLONÊ
Ber bi nêzîkbûna salvegera berxwedanê ya yekemîn ve gel li Îranê amadekariyên salvegerê dike. Rejîma ku ji xwepêşandan û berxwedana gel ditirse, leşkeran sewqî hemû bajaran kiriye. Li dijî rejîma ku siyasetmedar, aktîvîst, hunermend û welatiyan da girtin, bersiva “em ê li qadan bin” hat dayîn.
Partiyên rojhilatê Kurdistanê û sendîkayên karkeran daxuyanî belav kirin û ragihandin ku ew ê di 16’ê Îlonê de biçin greva giştî. Welatiyan li ser medya dîjîtal di hesabên xwe de hashtaga #????_????? (Mahsamini) peyam belav kirin û banga derketina qadan kirin.
Rojnamevana ji rojhilatê Kurdistanê Şilêr Kurdistanî ku geşedanan ji nêz ve dişopîne salvegera berxwedanê û atmosfera li wî welatî nirxand.
Kurdistanî destnîşan kir ku çalakiya hêza xwe ya kolektîf ji dirûşma “Jin jiyan azadî” girtiye û ev dirûşm li Kurdistanê felsefeyek e. Kurdistanî anî ziman ku koka vê dirûşmê li Kurdistanê ye û got: “Ev şoreş jî ji Kurdistanê dest pê kiriye. Bi salan e jinên Kurdistanê li dijî rejîma Îranê têdikoşin. Jinan vê carê xwe pêşengên pirsgirêkên jinan û azadiyan û pêşengiya berxwedanê kirin.”
JIN DEST JI KOLANAN BERNADIN
Kurdistanî diyar kir ku dewriyeyên rejîmê bi navê Gaşt e Îrşad digerin û cezayên giran li jinan disepînin û dixwazin civakê bibe serdema beriya cînayeta Jîna û got: “Lê belê rejîmê her car neçar ma bi paş ve gavan biavêje. Her çiqas cezayên giran li girtiyan hat sepandin jî lê nikaribûn çavê civakê bitirsînin û bi her cure sepan jî bi ser neketin. Em ê teqez bibînin ku wê jin carek din dakevin kolanan û dê têkoşîna wan dest pê bike. Jin qet û qet dest ji xwepêşandana bernadin û bi her awayî li dijî rejîmê têdikoşin.”
ZILAM JÎ KETIN TEVGERÊ
Kurdistanî anî ziman ku beriya berxwedana “Jin jiyan azadî” daxwazên jinan ji aliyê zilaman ve jinedîtî ve dihatin û wiha axivî: “Divê em rast bin, tu şansek zilaman ku bi jinan re tevger nekin tune bû. Heke bi jinan re tevger nekrina wê li pey herka geşedanên civakî bimana. Hemû zilamên ku daketin kolanan em nikarin bêjin hemû ji bo mafên jinan derketin. Hin zilam ji bo pirsgirêkên aborî daketin kolanan. Lê belê di wê hişmendiyê de ne û dizanin ev di encama şoreşa jinan de pêk hatiye. Heke ew jî li guhertinê digerin ji bilî ku piştgiriyê bidin têkoşîna jinan tu şansek wan din nebû. Hê jî li Îranê civakek dijminê jinan û baviksalarî heye û tevî bûyerên ku par qewimîn jî hê jî statûya jinan a di nav malbatê de neguherî ye.”
'BERXWEDANA HETA AZADIYÊ’
Kurdistanî bi bi bîr xist ku jinên Îranê di nava dîrokê de pir caran ji bo azadiya xwe li ber xwe dan û hatine kuştin û wiha got: “Ji bo jinên Îranê rêya azadiyê di bedeldayînê de derbas dibe. Ji bo hinek azadiyê bi dest bixin gelek bedel dan. Jinan hin mafên xwe pir bi hêsanî bi dest nexistin û dizanin ji bo vê wê bên kuştin jî lê dizanin ku ji bilî vê çareyek din nîne. Li Îranê jin wê di pêvajoya nû de heta ku azad bibin wê li ber xwe bidin.”
MA / Bêrîvan Kûtlû