Civaknas Hosseinzadeh: Jin bûn kirdeya siyasî, bi paş ve gav avêtin tune ye

  • jin
  • 10:50 15 Îlon 2023
  • |
img
NAVENDA NÛÇEYAN - Civaknas Sharara Abdul Hosseinzadeh diyar kir ku piştî qetilkirina Jîna Emînî jinên ku pêşengiya berxwedana çalakiyan kirin bûne kirdeya siyasî û got: “Jin dibêjin ji niha şûn ve em ê bi paş ve gav neavêjin.” 
 
Li paytexta Îranê Tahranê Jîna Emînî ya 22 salî ku ji bajarê Seqizê yê rojhilatê Kurdistanê bû bi hinceta “li gorî rêgezên sergirtinê tevnegeriya ye” ji aliyê dewriyeyên Geşt e Îrşad ên rejîmê ve hat binçavkirin û paşê jî hat qetilkirin. Piştî qetilkirina Emînî li seranserî cîhanê xwepêşandan hatin lidarxistin û cîhanê şahidiya serhildana “Jin jiyan azadî” kir. 
 
Beriya xwepêşandanên ji bo Emînî li rojhilatê Kurdistanê û seranserî Îranê xwepêşandanên cuda hatibûn lidarxistin û bi rojan dewam kiribûn lê tu serhildan nedigihîşt vê serhildana Jîna Emînî. Serhildanên ku di 16’ê Îlona 2022’yan de li rojhilatê Kurdistanê û Îranê dest pê kirin, di bin navê “Jin jiyan azadî” de li her bihost devera cîhanê belav bû û carek din hat dîtin ku têkoşîn û berxwedana jinên kurd dikare pêşengiyê ji têkoşîna azadiya jinan re bike. 
 
Belkî hê serhildanek wiha ne li Îranê ne jî li tu deverê kes jê re nebûbe şahid. Serhildana bo mafên jinan ji serhildanên bo daxwazên başkirina aborî û daxwaza demokrasiyê wêdetir bû, ji wan serhildanan bihûrî. 
 
Yên ku geşedanan ji nêz ve dişopînin dibêjin ku serhildan ango xwepêşandanên di nava salek dawî de gelek bi bandor bûne û difikirin ku wê hîmê Komara Îslamî ya Îranê bihejîne. 
 
SERHILDANEK GERDÛNΠ
 
Civaknasa îranî û aktîvîsta mafên jinan Sharara Abdul Hosseinzadeh guhertin di nava jinan û civakê de nirxand. 
 
Hosseinzadeh diyar kir ku xwepêşandan piştî qetilkirina Jîna Emînî dest pê kirin û got: “Her çiqas wek serhildana jinên Îranê were pênasekirin lê ev serhildanek gerdûnî bû. Çimkî bandor û geşedanên wê bûn gerdûnî. Jinan, gel bi vê serhildanê xwestin ku rejîm êdî zextên xwe yên li ser terza jiyana civakê biguherîne û fişarên wan ên li ser civakê şermezar bikin.” 
 
'JIN BÛN KIRDEYA SIYASÎ’ 
 
Hosseinzadeh diyar kir ku xwepêşandan di gelek qonaxan de derbas bûn û wiha got: “Lingê ewilî yê çalakiyan têkildarî daxwazên jinan bûn. Berê ne pêkan bû ku jin bi tena serê xwe xwepêşandanan birêxistin bikin. Em niha bi wêrekiya jinan re rû bi rû ne. Em dibin şahidê veguherandina jinan di mijara siyasî de. Jinên ji her temenî hatin girtin û kuştin, lê jinan dest ji serhildana xwe bernedan û qadan terk nekirin.” 
 
TABÛ TÊN HILWEŞANDIN 
 
Hosseinzadeh anî ziman ku jinan bi vê serhildanê her çiqas ne fermî be jî hin destkeftî bi dest xistin û wiha got: “Bi serhildanê re zextên li ser civaka Îranê derketin holê. Di rastiyê de, mijara sereke ya çalakiyan bersiva civakê ya li hemberî tundiya sîstematîk a li ser jinan bû. Em niha dibînin ku gelek jin bê çarşef li bajêr digerin. Ev pêvajo jî bû sedema hilweşandina tabûyên baviksalarî û olî di nav malbatan de.” 
 
'SERHILDANA JINAN BANDORÊ LI MÊRAN KIR’ 
 
Hosseinzadeh diyar kir ku bi salane jin li dijî çewisandinê ji neçarî li ber xwe didin, lê bi xwepêşandanên “Çarşema Spî” ku di sala 2018’an de dest pê kir, daxwazên wan zêdetir eşkere bûn û wiha nirxand: “Di civaka baviksalarî ya Îranê de, piraniya mêran nedixwestin jin azad bibin û serê xwe vekin. Lê belê piştî van xwepêşandanan beşeke mezin a mêran xwe da alî daxwazên jinan. Her kesî dît ku jin ji ber ku serê xwe digirin tên biçûkxistin, eziyeta li wan tê kirin li dijî rûmeta mirovî ye. Û di vê serdemê de tacîza li kolanan a li ser jinan jî kêm bû.” 
 
CARA EWIL JIN BÛN PÊŞENG 
 
Hosseinzadeh da zanîn ku jinên Îranê ji sala 1979’an û vir ve bi awayekî aktîf li ber xwe didin û wiha domand: “Tevî ku jin di Şoreşa Destûra Bingehîn, Şoreşa 1957’an, Tevgera Kesk û Abana 1997’an de cih girtin jî, lê hebûna wan di serhildana dawî de bû pêşenga xwepêşandanan. Ev berxwedan ji hemûyan cuda bû. Tevgerek bû ku bi dîzaynkirina axaftinên nûjen, demokratîk, bêyî ku xwe bispêre saziyên kevneşopî yên mîrasî û olî û bingehên wan ên mîna ruhaniyê derket holê. Di vê serdemê de formên aktîvîzmê pir cuda bûn; wek derxistin û şewitandina kefen, porê jêkirinê, pêşengtî, di civînan de berzkirina dirûşman, avakirina komên têkoşîna azadiyê, ketina kolan û qadên giştî yên ku mêrane tên dîtin... Jinan di çalakiyan de stran gotin, hevdu hembêz kirin. Kolan, destek dayîna girtiyan u li ser torên civakî dîmen û wêne parve kirin. Berhemên hunerî afirandin, jin êdî çûn şano û sînemayê, yanî jin di her warî de bûn pêşeng.” 
 
CARA EWIL BÛN PÊŞENGÊN ÇALAKIYAN 
 
Hosseinzadeh anî ziman ku jinên îranî ji sala 1979’an ve bi awayekî çalak li ber xwe didin û wiha got: “Jinan her çiqas di Şoreşa Makeqanûnê, Şoreşa 1957’an, Tevgera Kesk û Aban a 1997’an de cih girtibin jî hebûna wan a di serhildanê de pêşengtiya çalakiyan bû. Ev berxwedan ji hemûyan cûdatir bû. Tevgereke wiha bû ku bi dîzaynkirina axaftinên modern, demokratîk bêyî ku pişta xwe bispêre saziyên kevneşopî yên dînî yên weke olperestî û hîmên wan derkete holê. Formên aktîvîzmê yên vê serdemê gelekî cuda bûn; wek jêkirin û şewitandina laçikan, jêkirina por, pêşengtî, qîrkirina dirûşmeyan di civînan de, avakirina koman ji bo têkoşîna azadiyê, daketina kolanan û qadên giştî yên ku bêhtir nêrza tên dîtin... Di protestoyan de jinan stran gotin, li kolanê hevdû hembêz kirin, di tora medyaya civakî de naverok hilberandin, berhemên hunerî hilberandin, çû şano û sînemayê an ku di her qadê de pêşeng bûn.”
 
‘DIRÛŞM PÊŞKETINA GERDÛNÎ TEMSÎL DIKE’ 
 
Hosseinzadeh, bi lêv kir ku bi serhildana li Îranê zilaman fêm kir ku bêyî jinan nikarin azad bibin û ev tişt got: “Dirûşmeya ‘Jin jiyan azadî’ pêşketina gerdûnî temsîl dike. Êdî em li Îranê ne bi tevgereke jin û ciwanan bi ‘tevgereke gel a civakî’ re rûbirû ne. Wê ne rast be ku ev tevger weke tevgera jinan bê binavkirin. Ev tevger tevgereke ku jin pêşengtiya wê dikin e. Ev tevger ne protestoyeke li dijî laçikê ye, serhildaneke li dijî naskirina şêwazê jiyana gelan e. Tevgera bi qetilkirina jineke ciwan, têkoşîna rêzgirtina rûmeta mirovahiyê dest pê kir û rol û çalakiya jinan a di protestoyên kolanan de ev tevger bêhtir jinwarî kir. An ku sembola jinê ya vê tevgerê heye lê tenê daxwazên jinan nînin, daxwazên jiyaneke mirovî hene. Hosseinzadeh, diyar kir ku dirûşmeya “Jin jiyan azadî” ne dirûşmeyeke femînîst e û wiha lê zêde kir: “Dirûşm ne dirûşmeke femînîst e tercumeya xalên 1’emîn û 3’yemîn ên Beyannameya Gerdûnî ya Mafên Mirovan a ji bo hemû mirovan daxwaza azadî, ewlehiya kesayetî û rûmetê daxwaz dike ye.”
 
SÎNYALÊN NÛ YÊN SERHILDANÊ 
 
Hosseinzadeh, anî ziman ku polîtîkayên polîsên Geştî Îrşad dê di civakê de bibin sedemê serhildanên nû û wiha lê zêde kir: “Weke beriya niha dê bibe sedema pêleke nû ya protestoyan. Geştî Îrşad niha di veguhestina giştî de hişyartiyên devkî dike. Lê tevî hişyariyan jinên li kolanan bêlaçik digerin hene. Ev jin dibêjin ‘em ê bi paş ve venegerin’. Hikumet jî hewl dide ‘qanûna laçikê’ ya ku li serê xwe nekirina laçikê bike sûc bipejirîne. Xuya dike ku jin di serî de laçika bi darê zorê li dijî her cure zexta civakî berxwedana xwe ya sivîl dê bidomîne. Lê belê xuya ye cihêkariya zayendî û tundiya li dijî jinê di nava civaka Îranê de bûye mijareke girîng û bi bandor û mêr jî êdî li dij vê mijarê ne bêhelwest in û weke pirsgirêka jinê bi tena serê xwe nabînin.”
 
RÊBAZÊN TÊKOŞÎNA ALTERNATÎF
 
Hosseinzadeh, axaftina xwe bi van gotinan bi dawî kir: “Lê îro hevkariya mêran a bi jinên ku li dijî tundî û zordariya zayenda civakî têdikoşin, ji ya ku hikûmetê pêşbîn dikir wêdetir derketiye holê. Çalakiyên dawî dikarin di civaka Îranê de li ser mafên jinan axaftineke nû ava bikin û bibin alîkar ku hişmendiya cudakariya zayendî zêde bibe û zanebûna zilaman zêde bike. Ev têkoşîna ku li Îranê li kolanan dest pê kir, dikare li zanîngeh, dibistan, cihên kar û heta li malê bidome. Ji ber vê yekê, di civaka Îranê de em dikarin hêdî hêdî bibin şahidê lêkolînkirina nirxên baviksalarî û pêşketina qalibên alternatîf ên mêrsalarî. Di analîza bertekên mêran ên li dijî bihêzbûna jinan de qala sê qaliban hate kirin; mêrsalariya paşverû, mêrsalarîya bêîstiqrar û mêrsalarîya alternatîf. Komara Îslamî û mêrên ku piştgiriyê didin wê sembola mêrtiya paşverûye ku jinan diçewisîne û hewl dide pêşî li mezinbûna wan bigire. Her ku tevgera jinê xurt dibe civak dikare ji helwesta baviksalarî dûr bikeve. Bi yekbûna tevgera jinê re mêr dikarin bi awayekî alternatif di têkoşîna li dijî tundiya li ser jinê de roleke aktîf bigirin.”
 
MA / Bêrîvan Kûtlû