Jinan rêveberiyên herêmî nîqaş kirin: Yekitî, serkeftinê tîne

  • jin
  • 16:07 17 Îlon 2023
  • |
img
MÊRSÎN - Jin, di komxebata Komeleya Jinan a Mîmozayê de li ser rêveberiyên xwecihî nîqaş kirin 3u destnîşan kirin ku dema jinan di mekanîzmayên biryargirtinê de cih girtin dê pirsgirêkên civakê çareser bibin û gotin: “Divê jin bi hev re bin. Ev yek dê ji me re serkeftinê bîne.”
 
Komeleya Jinan a Mîmozayê ku li Mêrsînê xebatên xwe didomîne. Di çarçoveya xebatan de bi sernavê “Xurtkirina tevlêkirina jinan a rêveberiyên herêmî" komxebatek li dar xist. Gelek jin tev li komxebata li oteleke navçeya Akdenîzê hatiye lidarxistin, bûn. Akademîsyen û pispora rêveberiyên herêmî Bahar Ozden Coşkûn têkildarî xurtkirina tevlêkirina jinan a rêveberiyên herêmî pêşkeşiyek kir û da zanîn ku divê jin bêhtir li ser pirsgirêkên taxê xwedîagahî bibin.
 
‘DIVÊ EM JINAN TEŞWÎQ BIKIN’
 
Endama Meclisa Şaredariya Akdenîzê ya HDP’ê Nûran Aslan destnîşan kir ku Midûrtiya Polîtîkayên Jinan yekem carê di dema wan de hatiye vekirin û wiha domand: "Me di mijara girtina kar de wekhevî esas girt. Me bi taybetî ji jinên astengdar re derfet ava kirin. Bi hatina qeyûm re ev destkeftî tevek ji holê hatin rakirin. Xebatên me yên bi paradîgmaya demokratîk, ekolojîk û azadiya jinê diparêze feraseta desthilata zilam tirsand. Ji bo hilbijartinê demeke kin ma û divê em jinan teşwîq bikin ku bibin keya, endamên meclisê, hevşaredar… Em çiqas di mekanîzmayên biryargirtinê de cih bigirin dê ewqas karibin pirsgirêkên civakê çareser bikin.” 
 
‘JINAN WEKÎ GEFÊ DIBÎNIN’
 
Hevseroka Şaxa GOÇ-DER’a Mêrsînê Gulhan Yag Demîr jî da zanîn ku desthilat jinan dijberî hev dike û ev tişt gotin: “Herî zêde jinan dijberî hev dikin. Şaredarî nikarin bi hev re xebatê bidin meşandin. Mînak, şaredariya MHP’î û şaredariya HDP’î nikarin xebata hevpar bidin meşandin. Jin nikarin ji deriyê Şaredariya Mezin bikevin hundir. Mala xwe spartinê ya jinan me vekir qeyûm girt. Niha jî Şaredariya Akdenîzê dibêje em ê ‘mala xwespartinê ya jinan’ vekin. Madem dê we ev mal vekira wê demê we çima ya heyî girt? Jinan wekî gefê dibînin. Divê em jin bi hev re bin. Tenê ev yek dê serkeftinê ji me re bîne.”
 
Piştî axaftinan, komxebat ji çapemeniyê re girtî berdewam kir.