RIHA - Rêvebira Komîteya Aboriya Jinan a Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê Gulistan Murad diyar kir ku wan di bin êriş û ambargoyê de li dijî pergala kapîtalîst modela alternatîf ava kirin e û got: “Me bi kooperatîfan axa xwe ya bejî bi destê jinan ji nû ve zindî kir.”
Li bajar û navçeyên rojavayê Kurdistanê jin li dijî pergala kapîtalîst û navendî modela xwe diafirînin û li her qadên jiyanê dibin pêşengên guherîn û veguherînê. Jinan li Rojava projeyên girîng li pêş xistin û di serê van projeyan de jî aborî tê. Jinan bi serkeftina Şoreşa Rojava re di sala 2015’an de Komîteya Aboriyê ya Jinan ava kirin û li herêmê komûn û kooperatîfan bi rêxistin kirin û damezrandin.
Heta niha 50 kooperatîf hatine avakirin û hejmara endamên wan di navbera 10 û 75 kesan de diguhere. Jinên rojavayê Kurdistanê girîngiyek zêde didin çandiniyê û bi keda destê jinan hilberînên ji zeviyan berhev dikin û ji bo hilberînan bigihînin xelkê bi dehan qadên bazarê ava kirin e.
Komîteya Aboriyê her wiha li gel xebatên çandiniyê jî kargehên tekstîl-cilan, fabrîkaya mobîlya û kantînên dibistanan jî xistine meriyete û li her gundekî kooperatîfên 3 endamên wê hene ava kirin e. Jin dixwazin tevna hêz û rêxistina xwe belav bikin. Dahata ji kooperatîf û komunan tê bi awayek wekhev li endaman tê belavkirin.
Rêvebira Komîteya Aboriya Jina a Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê Gulistan Murad ji ajansa me Mezopotamyayê re axivî û behsa xebatên aboriyê kir.
RÊYÊN QADÊN CIVAKÎ LI BER JINAN VEBÛN
Murad anî ziman ku beriya Şoreşa Rojava jin di malan de hatibûn hepskirin û di serê rolên civakî de jî ku dihatin ferzkirin “dayikbûn” dihat. Murad da zanîn ku bi Şoreşa Rojava re di gelek qadên jiyanê de guherîn pêk hatin û di serê vê de jî guhertina aboriyê tê û got: “Beriya şoreşê ne mimkûn e ku meriv behsa aboriya jinan bikira. Her tişt di destê zilaman de bû. Tenê çêkirina zarokan û karê malê li jinan ferz kiribûn. Ev feraset serdest bû. Halbûkî jin ji bo aboriyê xwedî rolek diyarker in. Piştî 5 hezar sal ev feraset li Rojava tarûmar bû. Jin li her qadên jiyanê xwedî rolek girîng û bandor in. Bi sedan sal li derveyî qada civakî hatibûn hiştin. Jinan bi şoreşê re li her qadê li dijî pergala mêrane dan nîşandan ku serwer in.”
50 KOOPERATÎFÊN JINAN
Murad destnîşan kir ku modela aboriya wan ji modela aboriya pergala kapîtalîst cuda ye û wiha got: “Di pergala kapîtalîst de bi çavek madî li her tiştî dinêrin. Em modela aboriyek ku beriya her tiştî civakê esas digire ava dikin. Aboriya jinan model wisa ye ku her kes dikare di nava vê modelê de cih bigire û xwe bibîne. Bi piranî kooperatîfên me li ser qada çandiniyê ye. 45 hezar donim erd ji bo kooperatîfan tê çandin. Ji bilî kooperatîfên çandiniyê kooperatîfên me bazirganiyê jî hene. Li rojavayê Kurdistanê nêzî 50 kooperatîfên me yên jinan hene û tenê jin lê cih digirin. Li kooperatîfan bi awayek wekhev ked tê dayîn û jin di her qonaxê de xwedî erk in û rayedar in. Em girîngiyê didin kooperatîfan û dixwazin vê zêde bikin.”
JINÊN PÊŞENG DIBIN ARMANC
Murad destnîşan kir ku bi êrişên Tirkiyeyê re destkeftiyên jinan û tevahiya destkeftiyên li rojavayê Kurdistanê dikin armanc û wiha axivî: “Tirkiye ji bo tola DAIŞ’ê hilde jinên pêşeng dike armanc. Lê di şûna her jinek pêşeng ku dibe armanc bi dehan jin li şûna tev li têkoşînê dibin. Tu cihê hevalên me vala namîne. Li gel êrişên li ser hevalên me li ser me ambargo jî tên sepandin. Em di bin êriş û ambargoyê de projeyên nû dixin meriyetê. Tevî hemû êrişan jî rojek jî meşa me nesekinî ye. Gelek zeviyên me yên çandiniyê ku li ser sînor in jî jin kar û barên xwe didomînin. Em jin bi rêya kooperatîfan axa xwe ji nû ve zindî dikin û her roj zindîkirina vê axê zêdetir dibe. Axa me ya bejî bi destê jinan zindî dibe. Li herêmê pirsgirêka avê heye. Li her deverê xebatên me yên sondajan - bîrên avê berdewam dikin. Her sal xebata me ya danîna daran didome. Îsal me derdora 7-8 hezar dar çandin. Xebatên me wê her berdewam bikin.”
MA / Emrullah Acar