Jinên karker ku çandiniya tûtinê dikin: Em heqê keda xwe nastînin

  • jin
  • 10:09 27 Îlon 2023
  • |
img
SEMSÛR - Jinên kedkar ku li Semsûrê debara xwe bi çandiniya tûtinê dikin diyar kirin tevî ku ew kedek mezin didin jî lê heqê keda xwe wernagirin.
 
Li bakurê Kurdistanê krîza aborî û newekheviya zayendî ya civakî bandorek mezin li ser ked û aboriya jinan dike. Li bajarên bakurê Kurdistanê jinên kedkar her çiqas kedek bêhempa didin jî lê belê heqê keda xwe wernagirin û nikarin debara xwe bikin. 
 
Li bajarê Semsûrê ku wek bajarek çandiniya tûtinê tê zanîn hê jî birînên wê yên erdhejê nekewiyan e. Jinên kedkar ên Semsûrê ku bi çandiniya tûtinê debara xwe dikin tevî krîza aborî, qedexeya tûtinê û newekheviya zayendî jî dixebitin û hewl didin xwe li ser pêya bigirin. Jin li dijî hemû neyînên li pêşiya xwe têdikoşin. Li nav zeviyên tûtinê jin ji zilaman bêtir wext derbas dikin û bi kare çandiniya tûtinê ve mijûl in. Jinên kedkar ên Semsûrê bi mehan ked didin çandiniya tûtinê û hin rojan heta saetên dereng ên şeve dixebitin. 
 
Li gundê Mestanê yê bi ser bajaroka Bûlama navçeya Çêlikan a Semsûrê ve jinên kedkar ji roja ku şitilê tûtinê tê çandin heta roja dawî tevî ku keda wan tune tê hesibandin jî bênavber dixebitin. Jinan behsa şert û mercên xwe yên zehmet kirin. 
 
‘JI ADAR Û GULANÊ HETA PAYÎZÊ LI NAV ZEVIYAN IN’ 
 
Saniye Bekmezcî (45) diyar kir ku di 3 salên dawî de ji ber bihabûna maliyete û zêdebûna yewmiyeyên karkeran ew wek cotkar di pêvajoyek zehmet de derbas dibin. Bekmezcî anî ziman ku bi çêbûna erdhejê re pirsgirêkên wan zêde bûne û got: “Di erdhejê de em li Meletiyê bûn. Em di meha adarê de hatin gundê xwe. Me şitilê xwe çand û di meha gulanê de jî me dest bi çandiniya tûtinê kir. Niha jî em tûtina xwe diçinin û ji ber em ne malbatek qelebalix in, em neçar in karkeran ji derve bînin. Em heqê wan didin wan. Heta ku em tûtina xwe radikin û difiroşin kar û zirara me hev dernaxe. Car heye ku em nikarin tûtinê bifiroşin jî. Lewma em pir zehmetiyan dikişînin. Me sala par 15 donim çandibû lê me îsal 7 donim çandiye.” 
 
‘MÎNA KU ZAROKEK XWEDÎ BIKIM’ 
 
Bekmezcî anî ziman ku jin serê sibehê pir zû dest bi kar dikin û wiha axivÂi: “Serê sibehê bi piranî em saet di 5’an de radibin û ji karkeran re taştê amade dikim. Saet li 7’an jî li nav zeviyê em dest bi kar dikin. Saet li deh û nîvan jî diçim malê û ji karkeran re firavînhê amade dikim. Paşê em dîsa tên nav zeviyê û heta nehê êvarê bi berhevkirina tûtinê re eleqedar dibin. Mîna xwedîkirin û mezinkirina zarokekî em li tûtinê dinêrin. Karkerên me jî jin in.” 
 
QEDEXEKIRINA TÛTINÊ 
 
Bekmezcî da zanîn ku ew wek cotkar li her qadê bi zehmetiyan re rû bi rû dimînin û wiha got: “Em hem li dijî qedexekirina tûtinê re têdikoşin û hem jî li dijî krîza aborî têdikoşin. Ev dewlet bi her awayî dixwaze çandiniya tûtinê li me qedexe bike.” 
 
BI TENA SERÊ XWE 6 DONIM TÛTIN DANIYE 
 
Zeynep Albayrak (32) jî diyar kir ku ew bi tena serê xwe hem li tûtina xwe hem jî li tûtina dayika xwe dinêre û çar sal in di heman tempoyê de dixebite. Albayrak anî ziman ku ew di meha gulanê de dest bi çandiniya tûtinê dikin û heta meha cotmehê li nav zeviyan pê ve mijûl in û havîn û payîza wan di nava zevî û karê tûtinê de derbas dibe. Albayrak got ew 4 doniman datîne û dayika wê jî 2 donim daniye û bi giştî ew bi tena serê xwe li 6 donim tûtinê dinêre û hevjînê wê li bajarek din dixebite, dayika wê jî li zarokên wê dinêre û carna ew bi şev jî neçar dimîne ku biçe avdaniyê. 
 
Albayrak anî ziman ku xebata wê ya bi tena serê xwe bandor li ser jinên gund jî kiriye û ji ber wê wesayît, traktor ajotiye bandor li ser jinên din ên gund jî kiriye û got: “Ez ji bo jinên gund bûm mînak.” 
 
NEÇARIYA DEBARÊ 
 
Remziye Çat (48) jî destnîşan kir ku ji bo çandiniyê serê sibehê zû ji navenda Semsûrê tê gundê Mestanê û li nav zeviya tûtinê dixebite û wiha got: “9 sal in ez wek karkera çandiniyê dixebitim. Hejvînê min naxebite, ez neçar im ku debara malbata xwe bikim. Du lawê min hene û ji bo xwedîkirina wan neçar im ku bixebitim. Rojane 250 yewmiye didin me, ez bi vê yewmiyeya hindik neçar im ku debara xwe bikim.”
 
Meryem Tutdere (55) jî anî ziman ku ew heqê keda ku didin nastînin û got: “Em dawiya biharê dest bi vî karî dikin û heta payîzê pê ve mijûl in. Lê kar û zirara me hev dernaxe. Em nikarin heqê hewcedariyê xwe jê derxin.” 
 
MA / Ceylan Şahînlî