Jinan li Baselê 1300 name ji CPT’ê re şandin

  • jin
  • 16:05 22 Hezîran 2024
  • |
img
NAVENDA NÛÇEYAN - Li Baselê jinan ji bo azadiya Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan, 1300 name ji CPT’ê re şandin.
 
Kampanyayên ku di çarçoveya pêngava ‘Ji Abdullah Ocalan re azadî, ji pirsgirêka kurd re çareseriya demokratîk’ de hatine destpêkirin, li Swîsreyê bê navber berdewam dikin. 
 
Di çarçoveya pêngavê de Tevgera Jinên Kurd a Ewropayê (TJK-E) ji bo ku CPT berpirsyariya xwe bi cih bîne, kampanyaya nameyan da destpêkirin. Îro jî kampanya li bajarê Baselê yê Swîsreyê hate birêvebirin. 
 
Meclîsên jinan ên ku di bin sîwana Yekitiya Jinên Kurd a Swîsreyê (YJK-S) de xebatên xwe didomînin, ji destpêka hefteyê û vir ve bi hezaran nameyên ku li bajarên Lozan, Sîon, Zurîh, Cenevre û Aaraûyê hatine komkirin ji CPT’ê re şandin.
 
Endamên Meclisa Jinan a Ronahî li ber Postxaneya Claraplatz hatin ba hev û 1300 name ji CPT’ê re şandin. Beriya şandina nameyan, li ser navê Meclisa Jinan a Ronahî Necla Kiliç daxuyaniyek da.
 
‘LI ÎMRALIYÊ PÊKANÎNA DERMIROVÎ HEYE’
 
Necla Kiliç diyar kir ku gelê kurd û dostên wê ji bo ku CPT wezîfeya xwe bi cih bîne, bi salane bê navber kampanyayan bi rê ve dibin û wiha got: “Weke Kurdistaniyên ku li Baselê dijîn, em di çarçoveya kampanyayê de îro ji CPT’ê re name dişînin û car din dixwazin wezîfeya CPT’ê li bîr bixin. Îro li dijî Rêbertiya me pêkanîneke dermirovî heye. CPT mîna duh, îro jî bêdengiya xwe didomîne. Em ji vir careke din bi bîr dixin ku em vê helwesta CPT’ê qebûl nakin. Heta ku Rêbertiya me azad dibe, weke jinên kurd em ê çalakiyên xwe li her qadê bidomînin.”
 
Piştî axaftinê 1300 nameyên ku hatine îmzekirin, ji CPT’ê re hatin şandin.