Li Stenbolê hevdîtina jinan: Em tecrîd û koletiyê red dikin

  • jin
  • 20:15 10 Tebax 2024
  • |
img

STENBOL - Di civîna jinan a bi pêşengiya TJA'yê hat lidarxistin de, polîtîkayên tecrîdê hatin gengeşekirin. 

Bi pêşengiya Tevgera Jinên Azad (TJA) bi armanca balê bikişîne ser têkoşîna li dijî tecrîd û girtîgehan, li Rêxistina Navçeya Bagcilarê ya DEM Partiyê civîneke jinan hat lidarxistin. Li salona ku civîn lê hat lidarxistin pankarta "Em ê bi hêz û berxwedana dayikan azadiya xwe bi dest bixin" hat vekirin. Bi dehan jin bi Parlamentera DEM'ê ya Wanê Gulderen Varli, Komeleya Piştevaniya bi Girtî û Malbatên Hikûmxwarî ya Marmarayê (MATUHAYDER), Komeleya Alîkarî û Piştevaniya bi Malbatên Xizmên xwe Wenda kirine (ANYAKAY-DER) û Înîsiyatîfa Dayikên Aştiyê re beşdarî civînê bûn.
 
Di civînê de ewilî ji Înîsiyatîfa Dayikên Aştiyê Guler Bûgday axivî. Bûgdayê anî ziman ku ji ber şer herî zêde dayik mexdûr dibin û wiha got: “Êşa hemû dayikan yek e. Tecrîda li ser Abdullah Ocalan îro tê wateya tecrîdkirina zarokên me yên li girtîgehê jî. Têkoşîna li dijî polîtîkayên tecrîdê berpirsyariya her dayikê ye. Em bi biryar in ku vê têkoşînê bidomînin. Îro bêhna dijmin ji dayikan zêdetir tê, ji ber ku dema ez dibêjim têkoşîna dayikan tê wateya têkoşîna civakê jî. Ger em zarokên xwe biparêzin em nirxên xwe jî diparêzin. Kesên ku dê vî şerî bidin sekinandin em dayik in. Ji ber vê yekê girîng e ku em bi hev re bin. Têkoşîna aştiyê ya li dijî tecrîdê tenê bi yekitiya me pêkan e.
 
'EM TECRÎDÊ RED DIKIN'
 
Piştre Parlamentera Wanê Gulderen Varli axivî û diyar kir ku kurd bi salane bi polîtîkayên kuştin û koçberkirinê re rû bi rû ne û li dijî vê yekê berxwedaneke mezin nîşan dane. Bûdayê da zanîn ku 15’ê Tebaxê ji bo berxwedana gelê kurd girîng e û got: “Gelê kurd bi salan li dijî polîtîkayên qirkirin û koçberkirinê têkoşîna hebûn û tinebûnê dide. Ev demeke dirêje tecrîda mutleq li ser Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan tê meşandin. Lê ev tecrîd ne tenê li ser birêz Ocalan, li hemû girtîgehan belav bûye. Li girtîgehan mirin û koletî li ser girtiyan tê ferzkirin. Em weke berê îro jî van polîtîkayên tecrîdê û koletiyê red dikin."
 
Bûgdayê anî ziman ku polîtîkayên tecrîdê ne tenê li ser Abdullah Ocalan dewam dikin, li tevahiya civakê belav dibe û wiha dewam kir: “Li vî welatî her roj jinek tê qetilkirin, sedema zêdebûna tundî, tacîz û tecawizê ye. polîtîkayên tecrîdê. Eger sîstem hebûna xwe li ser siyaseta tinekirina gelê Kurd afirand;  Me hebûna xwe li ser berxwedan û hebûnê ava kiriye.  Ji ber vê li ser me ye ku em bi mezinkirina têkoşînê tecrîdê bişkînin.”
 
Bûdayê da zanîn ku li girtîgehan polîtîkayên koledarî û îtaetê bi taybetî tên meşandin û got: “Li vî welatî bi hezaran mirov li edaletê digerin, lê kes nikare edaletê bibîne. Di vî warî de mînaka herî baş Emîne Şenyaşar e. Emîne Şenyaşar ji dijmin re got, ez vê zilmê qebûl nakim û edaletê dixwazim. Di vê wateyê de berpirsyariyeke mezin dikeve ser milê dayikên têkoşîna azadiyê didin. Hevdîtin û birêxistinkirina zêdetir bersiva herî baş a polîtîkayên tecrîdê ye. Dixwazin bi polîtîkayên xwe yên şerê taybet me bêexlaq bikin.  Dixwazin bi polîtîkayên şerê qirêj ên îro li Kurdistanê tên meşandin, gelan bixin hemberî hev. Lê em ê li hemberî van polîtîkayan serî netewînin û çok neçin. Pêwîste hemû zarokên me bi zimanê dayikê, perwerde û hişmendiya xwe ya kurdî bidin nasîn. Ji ber vê em nikarin polîtîkayên tecrîdê tenê weke tecrîda ferdî binirxînin. Divê em dengê xwe bilind bikin, tecrîda herî mezin îro şikandina dorpêça ku li dora me tê çêkirin e. Eger em rêxistina xwe bi xwe dabîn bikin, tu kes rê li ber me nagire."
 
Piştî axaftinan hunermendên Navenda Çanda Mezopotamyayê (NÇM) derketin ser dikê. Civîn piştî ku hunermendên NÇM'ê derketin ser dikê bi dawî bû.