Jinên koçber li her qadê bi cihêkariyê re rû bi rû dimînin

  • jin
  • 10:01 15 Tebax 2024
  • |
img
STENBOL - Elîf Ege ya ji Mor Çatiyê diyar kir ku wan di rapora pêşkêşî NY’yê kirine de behsa cihêkarî û nijadperestiya li ser jinên koçber kirin e û got: “Heta ku wekheviya zayendiya civakî neyê pêkanîn, dê pêşî li tundiya li ser jinan neyê girtin.” 
 
Li gor amarên Serokatiya Îdareya Koçberiyê, hejmara penaberên Sûriyê yên li Tirkiyê dijîn 3 milyon û 113 hezar û 278 kes in. Lê dema ku penaberên ji welatên din jî bên zêdekirin, tê texmînkirin ku ev hejmar ji 5 milyonî derbas dibe. Penaber ji tenduristiyê heta perwerdeyê, ji hiqûqê heta ewlehiyê di her qadê de bi cihêkariyê rû bi rû dimînin. Penaberên ku dewlet li hemberî welatên Ewropayê weke şantajê bi kar tîne, her wiha gelek caran dibin hedefa êrişên derdorên nijadperest jî. Li Tirkiyeyê jî weke li hemû cîhanê di nava van êrişan de herî zêde jin û zarok dibin hedef. Her ku diçe jin bi tundiya zayendî, derûnî û fizîkî re rû bir û dimînin. 
 
Weqfa Sitargeha Jinan a Mor Cati der barê tiştên ku hatine serê jinên koçber rapora bi serenavê "Li Tirkiyeyê Jinên Koçber û Tundiya li Dijî Jinan" pêşkêşî Komîteya Parastina Mafên Hemû Karkerên Koçber û Ferdên Malbatên wan ên Neteweyên Yekbûyî (NY) kir. Di raporê de tiştên hatine serê jinên koçber hatin rêzkirin.
 
Dilxwaza Mor Çatiyê Elîf Ege têkildarî rapora ku pêşkêşî NY’yê kirine axivî û destnîşan kir ku gelek serlêdan ji jinên koçber wergirtine û diyar kir ku li ser serlêdanên wan desteka civakî, hiqûqî û derûnî dane jinan û bal kişand ser naveroka raporê. 
 
'JIN BI CIHÊKARIYÊ RE RÛ BI RÛ DIMÎNIN’ 
 
Ege bal kişand ser qanûna ku li Tirkiyeyê dibêje jineke koçber a bi tundiyê re rû bir û dimîne paşde nayê şandin nayê sepandin û got: "Divê rayedarên koçberiyê ji bo penaberan mekanîzmayên pispor ava bikin. Jinên koçber ên li Tirkiyeyê ji mafên xwe nizanin. Lewma dema jin bi tundiyê re rû bir û dimînin, dikare paşde bê şandin an jî paşê haya wê ji vî mafî çêdibe. Jinên koçber dema serî li polîsan an jî li Navenda Pêşîlêgirtin û Şopandina Şîdetê (ŞONÎM) didin, bi mafên xwe nizanin û bi cihêkariyê re rû bi rû dimînin. Pirsgirêka her jinek koçber ziman e. Ji ber bi tirkî nizanin xwe baş îfade nakin. Divê astengiya li pêşiya zimanan bê rakirin û pirzimanî esas bê girtin da ku jinên koçber xwe baş bînin ziman.” 
 
LI QADA TENDURISTIYÊ CIHÊKARΠ
 
Ege da zanîn ku li dijî koçberan êriş û hewldanên nijadperest li her qadê xwe didin der û destnîşan kir ku jinên koçber di warê tenduristiyê de jî bi cihêkariyê û nijadperestiyê re rû bi rû dimînin. Ege diyar kir ku cihêkarî di qada tenduristiyê de jî xwe dide nîşandan. 
 
WEKHEVIYA ZAYENDIYA CIVAKΠ
 
Ege bal kişand ser wekheviya zayendiya civakî û got: “Divê zîhniyeta mêrsalarî ya ku di hemû mekanîzmayên sîstemê de xwe dihewîne biguhere û fikra zayendperestiyê bê avakirin. Heta ku wekheviya zayendiya civakî pêk neyê pêşîlêgirtina tundiya li ser jinan ne pêkan e. Ev yek encax bi têkoşîna jinan a bi bandor pêkan e.”
 
MA / Esra Solîn Dal