Nivîskar Mona Fayad: Divê li dijî darvekirinan têkoşîna hevpar bê kirin

  • jin
  • 10:39 18 Tebax 2024
  • |
img

ENQERE - Nivîskar û akademîsyen Dr. Mona Fayad diyar kir ku divê jinên cîhanê li dijî darvekirinên li Îranê têkoşîneke hevpar bimeşînin.

 
Li gorî rapora binpêkirina mafan a meha tîrmehê ya Rêxistina Mafê Mirovan a Îranê, di mehekê de 55 girtî hatin bidarvekirin. Dîsa li gorî daneyên rêxistinê; Li Îranê di 7 mehên sala 2024’an de 15 jê jin 373 kes hatin bidarvekirin. Herî dawî jî cezayê darvekirinê ku ji bo parêzvanên mafên jinan Pexşan Ezîzî û Şerîfe Muhammedî hat dayîn, li gelek welatan bi taybetî li Îranê bû sedema nerazîbûnan. 
 
Nivîskar û akademîsyen Dr. Mona Fayad cezayê darvekirinê û polîtîkayên êrişên li ser jinan ên li Îranê nirxand.
 
 
‘JINÊN KURD BERXWEDANÊ GEŞ DIKIN’
 
Fayad da zanîn ku serhildana jinên kurd a "Jin jiyan azadî" cesaret da gelê Îranê û got: "Rejîm dixwaze berxwedana li kolanan bitepisîne. Civaka kurd rêxistinbûyî ye, xwedî pêşengiya hişmendî û xwedî ezmûna têkoşînê ye. Ji netew û baweriyên din zêdetir xwedî kapasîteya berxwedanê ye. Lê bi her awayî rejîma Îranê li her kesî bi taybet li jinan zilmê û zextan dike.”
 
CEZAYÊN DARVEKIRINÊ 
 
Fayad bi bîr xist ku li cîhanê herî zêde li Îranê di asta herî bilind de cezayê darvekirinên pêk tên û wiha got: “Çîn yek ji welatên ku ev ceza bi cih tîne. Lê amareke ku vê dawiyê hat weşandin, eşkere kir ku Îran welatê ku herî zêde cezayê darvekirinê di cîhanê de sepandiye. Îrana ku nifûsa wê 80 milyon e, ji hikûmetên nedemokratîk ên ku nifûsa wan ji milyarek zêdetir e jî, rêjeya darvekirinê zêdetir e. Ev tê wê wateyê ku rêjeya cezayê darvekirinê li Îranê gihîştiye asta ku tu civak û civakek modern nebûye şahid." 
 
TÊKOŞÎNA HEVPAR
 
Fayad destnîşan kir ku berxwedan-serhildana "Jin jiyan azadî" ya ku piştî qetilkirina Jîna Emînî li cîhanê rabû û jinên cîhanê hevgirtineke mezin nîşan dan. Feyad der barê tevgerên jinan ên li cîhanê de wiha got: “Ev dirûşme bûye dirûşmek gerdûnî. Lê belê xala ku li vir were nirxandin ev e; rojavayê cîhanê û tevgerên jinan ên femînîst bi giştî li ser mijarên ku ne li ser bingeha zayendî ne, lê pirr parçe bûne û bala xwe didin ser mijarên cuda. Gelek caran ew li dijî mêran e, lê ne dijberî pergalê ne. Ev sîstem sîstemên demokratîk nîn in. Ji ber vê yekê her tim di têkoşîna mafên bingehîn de cih nagirin. Ew zêde guh nadin mijarên welatên cîhana sêyemîn.” 
 
Fayad herî dawî jî bang li jinên cîhanê kir û destnîşan kir ku divê li dijî zilm û zextan bi têkoşînek hevpar rabin û li ber xwe bidin. 
 
MA / Hîvda Çelebî