NAVENDA NÛÇEYAN - Dayik Şerîfa Panahî ya gora kurê xwe Ramîn Huseyîn Panahî yê li Îranê hatiye darvekirin digere, wiha got: “Ramîn ji bo azadiyê canê xwe feda kir. Ruhê wî di laşê min de dijî, ez êdî Ramîm im.”
Aktîvîstên kurd Ramîn Huseyîn Panahî (24) û kesên pê re Zanyar Mûradî û Luqman Mûradî ku di 23’yê hezîrana 2017’an de li Îranê hatin girtin, bi sûcdariyên “li dijî Xwedê derketine” û “endamtiya rêxistina biçek” cezayê darvekirinê wergirtin. Aktîvîstên ku cezayê darvekirinê li wan hate birîn her çiqas gotin ku bêçek û sivîl in jî daraza rejîmê parastina wan qebûl nekir. Her sê aktîvîst di 8’ê îlona 2018’an de hate darvekirin û cenazeyên wan nedan malbatên wan. Zanyar Mûradî û Luqman Mûradî li Goristana Beheştî ya li Tehranê hatin veşartin.
Ji ber malbata Panahî nekarî biçe Tehranê, nekarî tev li veşartina cenazeyî bibin û pişt re ji malbatê re nehate ragihandin ku li kîjan goristanê hatiye veşartin û nimreya gorê ji malbatê re nehate ragihandin. Malbata Panahî 6 sal in li gora zarokê xwe digere.
PEYAMA DAWÎ YA PANAHÎ
Di dîmenên ku di 24’ê tebaxa 2018’an de hatin kişandin û di 3’yê îlona 2023’yan de hatin weşandin weşandin de gotinên dawî yên Ramîn Huseyîn Panahî wiha derbasî qeydan bûn: “Ez Ramîn Huseyîn Panahî, di zindana Recayîşar de têm ragirtin. Ez spasiyên xwe pêşkeşî herkesê, gelê xwe dikim. Ez aktîvîstekî azadiya gelê Kurdistanê me. Ez ji gelê Kurdistanê û gelê Îranê re ji bo piştgiriya dane min spasiyên xwe pêşkeş dikim. Ev piştgirî min keyfxweş dike. Ez îdiayên derbarê xwe de careke din tekzîp dikim. Ez ne terorîst im. Aktîvîstekî sivîl im. Ji bo gelê Îranê bi taybetî ji bo azadiyê Kurdistaniyan têdikoşim. Ez çavên herkesê maç dikim.”
TÊKOŞÎNA KU BI SALANE DIDOME’
Dayika Panahî, Şerîfa Panahî ji bo gora kurê xwe bibîne bi salane têdikoşe. Dayik Panahî, tenê gora kurê xwe nagere, di heman demê de weke aktîvîstekê li dijî cezayên darvekirinê kampanyayan dimeşîne. Dayik Panahî, têkoşîna xwe ya lêgerîna gora kurê xwe ya 6 salan ji ajansa me re vegot.
Panahî, qala girîngiya xwedîbûna gorekê kir û wiha got: “Em her tim dibêjin ku ‘şehîd namirin’ û bi rastî jî kesekî ku di rêya wekhevî û azadiyê de dimire, di dilê hemû gelê vê xakê de cihê xwe di lûtkeya dîrokê de heye û her tim zindî ye. Lê pirsgirêk ev e ku Komara Îslamê weke amûra îşkenceya li malbatê cenazeyên hezkiriyên me nade an jî cihên gorên wan nabêje. Gelek caran gorên kesên tên kuştin, dibin cihê serdanê yê berxwedêrên din. Ji ber vê yekê rejîm ditirse. Lê ez dayikekim û ji bo ku êşa xwe sivik bikim mafê min e ku biçim ser gora kurê xwe.”
‘JI BO AZADIYÊ MIR’
Panahî, bi bîr xist ku kurê wê yê din jî girtî ye û anî ziman ku ji bo hemû girtiyan têdikoşe. Dayik Panahî, wiha dirêjî da axaftina xwe: “Cezayê darvekirinê dabûn kurê min ê mezin jî lê pişt re veguherandin 16 sal cezayê hefsê. Kurê min ê bi navê Eşrejî jî di encama sûîqestekê de jiyana xwe ji dest da. Ramîn jî darve kirin.
Dema min xwest serdana dayikên çar ciwanên (Pijman Fatîhî, Mûhsîn Mazlûm, Wefa Azerbar û Mûhammed Faramerzî) ku beriya çend mehan li Kurdistanê hatin darvekirin bikim, hêzên ewlehiyê di rê de ez rawestandim. Yek ji peywîrdarên ewlehiyê yê bajarê Sineyê ji min ev pirs pirsîn ‘Tu çima li mala xwe narûnî? Çima bêdeng nabî? Min ji wan re got Ramîn azadîxwaz e, li dijî neheqî û zextan bêdeng nema û di vê oxirê de canê xwe feda kir. An ku ruhê Ramîm di laşê min de dijî, min jê re got ez êdî Ramîn im.”
‘DARVEKIRINA ROJNAMEVANAN TÊ WATEYA BÊDENGKIRINA BINDESTAN’
Panahî, destnîşan kir ku dê tevlibûna kampanyayên li dijî cezayên darvekirinê bidomîne û anî ziman ku ji bo rojnamevan Pexşan Ezîzî û aktîvîst Şerîfe Mûhammed ên derbarê wan de biryara darvekirinê hatine dayîn jî têdikoşe. Panahî anî ziman ku hedefgirtina rojnamevanan bi zanebûne û wiha dirêjî da axaftina xwe: “Rojnamevan her tim bûne dengê bindestan. Darvekirina rojnamevanan tê wateya bêdengkirina bindestan û jiholêrakirina azadiya wan û azadiya xwe îfadekirinê. Ji bilî tundiya herî barbar ev yek dikare were çi wateyê? Têkoşîna li dijî darvekirina rojnamevanan gelekî girîng e ji ber ku darvekirina rojnamevanan tê wateya darvekirina azadiya îfadeyê jî.”
‘ÇEKA ME YA HERÎ MEZIN YEKITIYA ME YE’
Dayik Panahî, anî ziman ku berxwedana li dijî zext û zilmê peywîreke exlaqî ye û ev tişt got: “Yekitî û piştevanî bûye beşek ji têkoşîn û erka me ya exlaqî û ez dixwazim bêjim ku çeka me ya herî mezin yekîtîya me ye û tu tişt û tu kes nikare vê çekê ji me bistîne. Bêguman têkiliyên me yên xurt hene ku di aliyê yekitî û rêxistinî de dostane û samîmî ne.”
Panahî, anî ziman ku ew ji saziyên sivîl ên civakî û raya giştî re piştgiriyê dixwazin û ev bang kir: “Em gora zarokên xwe dixwazin. Em ji raya giştî, sazî û rêxistinên mafên mirovan ên azadî û wekheviyê diparêzin dixwazin ku ji bo bicihanîna vê daxwaza me piştgiriyê bidin me.”
MA / Bêrîvan Kûtlû