Jin qanûna ‘efoyê ya bi rêya zewicandinê' îtîraz dikin: Pir talûkeye

  • jin
  • 11:09 9 Çile 2020
  • |
img

MÊRSÎN - Jin li dijî sererastkirina qanûna “efoyê ya bi rêya zewicanê” ku hikumet xwe amede dike ku ji bo bersûcên îstîsmarên zarokan derbixwe bi bertekin û îtîraz dikin. Jinan, diyar kirin ku rojevîkirina vê qanûnê jî pir bi talûkeye û gotin: “Wê ev yek pêşiya  îstîsmarkirinên zarokan zêdetir veke.”

 
Hikumeta AKP’ê, hewl dide ku pêşnûmeya "Efoyê ya rê li ber zewicandina îstîsmarkirina zarokan vedike" ya di Mijdara 2016’an de anîbû Meclîsê, dîsa bixe rojeva Meclîsê û bi de qebûl kirin. Di vê pêşnûmeya hikûmetê de, tê diyar kirin ku ger faîl û bersûcên îstîsmarî zarokan kirine, bi zarokên mexdûr re bizewicên wê cezayê wan bê taloqkirin û neyin cezakirin. Vê pêşnûmeyê di raya giştî de rê li ber nîqaşan vekirin. Nûnerên rêxistinên jinan, hiqûqnas, hindekar û derûnnasan derbarê encam û armancên pêşnûmeyê ku wê rê li ber zewaca di temênê zaroktiyê ve de axivîn û nirxandin kirin. 
 
AKPINAR: DESTHILATDARÎ DIXWAZE PÊŞIYA ÎSTÎSMARÊ VEKE
 
Seroka Komeleya Jinan a Gunebakan Zubeyde Akpinar, diyar kir ku li tevahiya cîhanê, hemû zarok dibin parastin dewlet û hikumetan den û wiha axivî: “Lê li Tirkiyeyê hikumet berevajî vê yekê dike û pêşiya îstîsmarkirina zarokan ve dike. Bi vê pêşnûmeyê wê kuştin û tundiya li dijî zarok û jinan zêdetir bibin. Desthilatdariyê di sala 2005’an de de xwest heman pêşnûmeyê derbixe. Lê ji ber têkoşîna jinan nekarî vê daxwaza xwe bi ser bixwe. AKP’î, bi hişmendiya ‘Di carekê de, tiştek nabe’, ‘Gelo ma jine? Yan jî keçe?’ nêzî tacîz, tecawîz û îstîsmarên zayendî yên jin û zarokan dibin. Em baş dizanin ku desthilatdariya siyasî bi van gotin û pêşnûçeyên hewl dide civakê ber alî bike. Ev gotinên desthilatdariya siyasî ji bo me jinan peyameke. Bi vê peyamê dide civakê. Dixwaze ku civak xwe li nedîtinê dane. Ev qanûn wê îstîsmara zarokan meşrû bike. Ev qanûn tê wateya ku zarok heya emrê xwe rastî tecawîzê werin. Wê ev jî pêşeroja zarokan reş bike.”
 
Akpinar, di dawiya axaftina xwe de wiha got: “Ne tenê dayik û bav, divê dewlet jî zarokan biparêze. Dewlet xwedî wê erkêye ku zarokan biparêze. Ji bo ku ev pêşnûmeya AKP’ê neyê qebûl kirin, emê bi her awayî têkoşîna xwe dewam bikin.”
 
Prz. OZKAN: DIJ HIQÛQÊ YE 
 
Ji Baroya Mêrsînê Parêzer Ozge Ozkan jî, anî ziman ku ji xwe bi Qanûna Peymana Parastina Mafê Zarokan û Parastina Zarokan, zarok tên parastin û wiha got: “Ger ev pêşnûme bê qebûlkirin, wê zarok zêdetir rastî îstîsmara zayendî bên. Zarokên ku rastî tecawîzê bên, wê bi vê qûnê dubare dubare rastî tecawîzê bên. Desthilatdarî, dixwaze ku zarok zarokên xwe bînin dinê û malbata xwe ava bikin. Zewac li zarokan ferz kirin bi serê xwe îstîsmare. Qanûna ku hikumet dixwaze derbixe li dijî, Peymana Stenbolê ye, mafê zarokan û qanûna hejmara 6284’ane. Ji bo ku ev pêşnûme neyê qebûl kirin, divê jin têkoşînek mezin bidin.” 
 
HÎNDEKAR YAŞAR: ROJEVÎ KIRIN JÎ PIR TALÛKEYE
 
Sekretara Şaxa Egîtîm Senê ya Mêrsînê Elîf Yaşar jî, dest nîşan kir ku li ser vê pêşnûmeyê nîqaş kirin jî, rewşeke pir bi êşe û wiha bilêv kir: “Ev hişmedî pir talûkeye. Zarok zaroke, divê biçe dibistanê û ji xwe re bilîze. Divê hemû mirov li dijî vê qanûnê derkevin. Desthilatdarî bi vê qanûnê dixwaze zarokên keç hepsî malê bike û armanc dike ku tenê di nava malê de bimînin. Evê jî talokeyê mezin ji bo zarokan bi xwe re bîne. Rojevî kirina vê qanûnê jî pir talokeye. Divê em li dijî vê qanûnê derkevin û heya dawiyê têbikoşin.”
 
DERÛNAS SEZEN: DIXWAZIN ZAROKAN HEPSÎ QADÊN TRAVMA BIKIN 
 
Derûnas pispor Seçîl Sezen jî, bal kişand ser derûniya zarokên rastî îstîsmarê hatine û wiha bertek nîşanî pêşnûmeyê da: “Pêşnûmeya ku zarokan bi îstîsmarkarê xwe re zewicandin, li dijî Hevpeymana Mafê Zarokan a Neteweyên Yekbûyî ye. Bi vê pêşnûmeyê dixwazin ku mafê zarokan ji holê rabikin. Zarok her tim pêdiviyê dibînin ku xwe di ewlehiyê de hîs bikin. Ev pêşnûme ne ji bo parastina zarokan, berevajî, zarok ji çav derxistine. Tacîz, tecawîz û tundî, ne tenê ji bo zarokan ji hemû kesan travmaye. Ev jî tê wê wateyê ku zarok wê heya emrê xwe hespî qada travmeyê bên kirin.”
 
 
MA / Ergîn Çaglar