DERSIM – Endama Platforma Jinan a Dersimê Nadîde Yalli diyar kir ku li Dersimê hişê zilam û dewletê bûye yek û li dijî jinan şer daye destpêkirin û heke Dersim li dijî vê yekê hevpariyek topyekûn pêk neyne dê tiştek bi navê Dersimê nemîne.
Waliyê Dersimê Tuncay Sonel, Dersimê wek “Bajarê bi aram” pênase kiriye. Ev nêzî mehekê ye li Dersimê li dijî zarok û jinan bûyerên tecawiz û destdirêjiyê xwe didin der û windabûna Gulîstan Dokû a xwendekara Zanîngeha Mûnzûrê di rojevê de ye. Endama Platforma Jinan a Dersimê Nadîde Yalli bûyerên li Dersimê diqewimin ji ajansa me re nirxand.
‘YEKEM CAR E BÛYEREK WEK A GULISTAN DIBÎNIM’
Yalli têkildarî Gulîstan Dokû ya ji 5’ê Çile ve agahî jê nayê girtin axivî û wiha got: “Têkildarî windabûna Gulîstanê fikrek baş nayê birêvebirin. Întîhar kiriye gelo? Zorê lê kirine? Çimkî agahiyek şênber nîne. Di destê me de tenê delîlek heye ku pirsgirêk di navbera wê û hezkiriyê wê de hebûye. Nedîtina Gulîstan a heta niha nayê fêmkirin. Bêtir li ser întîharê tê sekinandin. Lê ez nebawerim ku întîhar kiribe. Çimkî di vê qadê de xebatên min bêhejmar çêbûne. Çimkî kesek întîhar bike teqez li pey xwe nîşeyek yanî nivîsek dihêle. Lê tiştek wiha di destê me de nÂine. Em bêjin întîhar kiriye. Heta niha negihîştiye tu tiştek li serê bûye. Dixwazin bi vê bûyerê Gulistan Dokû çi bikin me jî fêm nekiriye. Pirsên têkildarî Gulistan hemû bêbersiv dimînin. Di jiyana pîşeya xwe de cara yekem ez bi tiştek iha re rû bi rû dimînim. Bûyerên wek vê bûyerê carna di rojekê de jî tên eşkerekirin. Qet nebe mirov xwe digihîne şopekî. Nedîtina Gulistan gelek balkêş e.”
‘TENÊ NAVÊ TUNDIYÊ DIGUHERE LÊ FERQ NÎNE’
Yalli da zanîn ku pergala zayendperest çawa li her deverê dinyayê heye dixwaze li Dersimê jî xwe bixe pratîkê û got: “Hûn diçin ku biçin, ji ber nasnameya jinbûnê pergal dibêje ‘cih û hedê xwe dizanibin.’ Em jî vê qebûl dikin û tevger dikin. Jixwe sînorên me diyar in. Jixwe ji bo em van sînoran derbas nakin pirsgirêk dernakeve. Li Dersimê tenê ferqek me heye ku em dixwînin. Tiştek din jî ferqa me nîne. Em jî wek jinên hemû dinyayê ne ku pirsgirêkan dibînin e. Tenê navê tundiyê diguhere. Tiştek ku ferq bike nîne. Tundî tundiye.”
‘LI DIJÎ JINAN ŞER HATIYE DESTPÊKIRIN’
Yalli bal kişand ser tecawizkirin û destdirêjiya li dijî jin û zarokan ku di demên dawî de li Dersimê zêde bûne û wiha got: “Ez dikarim bêjim ev yek ji ber şerê tund ên di salên dawî de diqewime pêk tê. Şer bixwe zayendperest e. Şer fikrê zilaman e û pergala zilamtiyê û dixe meriyetê. Jin û zarok jî dibin mexdûrê vî şerî. Tişta li Dersimê tê birêvebirin jî şerek taybet e. Bi taybetî vî şerî li dijî jinan birêve dibin. Bûyerên windakirin, destavêtin û tecawizê yên di demên dawî de zêde dibin gelek xeternak e. Ez hevokek guncav ji bo tiştên diqewimin nabînim. Her kes pir bi fikar û qilqal e. Çimkî ez dayika zarokek keçik im. Ji ber ku em nabin yek bûyerên bi vî rengî diqewimin û em dibin mexdûrê êrişên bi vî rengî.”
‘EM BÊDENG Û KÊM MAN’
Yalli anî ziman ku dewlet ji sala 1938’an vir ve li Dersimê polîtîkaya qirkirinê pêk tîne û got: “Dewlet dixwaze em bibin civakek ku li hember wan serê xwe bitewînin. Lê divê em li dijî vê polîtîkaya dewletê derkevin. Tişta ku diqewime ne nû ne, ji serdema Osmaniyan ve heta niha didome. Di her serdemê de dixwazin civaka vî bajarî tune bikin. Jixwe komkujiyên berê di bîra her kesî de ye. Lê tevî komkujiyan jî nikarin bi ser bikevin. Ev tiştên diqewimin jî versiyonek din e. Ez dikarim li xwe mikûr werim, em li dijî van bûyerên wiha bifikar û xetere bêdeng man. Em wek şêniyên Dersimê û siyasetmedar û saziyên sivîl ji van bûyeran re kêm man. Em wek civakê ji van tiştên diqewimin berpirsiyar in. Li Dersimê hişê zilam û dewletê bûye yek û li dijî jinan şer daye destpêkirin û heke Dersim li dijî vê yekê hevpariyek topyekûn pêk neyne dê tiştek bi navê Dersimê nemîne. Divê em li nirxên xwe ehlaqî û çandî derkevin.”
MA / Ayşe Surme - Semra Turan