AYDIN - Nûnera Kuşadasi ya Federasyona Komeleyên Jinan ên Tirkiyeyê Mehlîke Alpdemîr, diyar kir ku bi girtina saziyên jinan re, tundiya li dijî jinê zêdetir bû û got: “Li cihên ku jin lê gilî dikin, xwe di ewlehiyê de nabînin.”
Li Tirkiyeyê, her roja diçe tundiya li dijî jinê û nava malbatê de zêdetir dibe. Ji ber ku hevpeymana Stenbolê û qanûnên pêşîlêgirtina tundiya li dijî jinê nayin bi cih anîn, tundî zêdetir dibe. Di sala herî dawî de 11 hezar û 662 kesan û di navbera salên 2007 û 2020’an de jî, 66 hezar û 296 kesan li Xeta Alîkariya Lezgîn a Tundiya Nav Malbatê geriyane û alîkarî xwestine. Ev yek jî rastiya tundiyê hîn baştir radixe ber çavan.
Nûnera Kuşadasi ya Federasyona Komeleyên Jinan ên Tirkiyeyê Mehlîke Alpdemîr, derbarê Peymana Stenbolê û bi cih nehatîna qanûna hejmara 6284’an de axivî û zêdebûna tundiyê nirxand.
Alpdemîr, diyar kir ku tundiya li dijî jinên her ku diçe belav dibe û wiha axivî: “Sedema vê ya herî mezin, bicih ne anîna Peymana Stenbolê ye.”
MANTIQÊ CEZA KIRINÊ
Alpdemîr, anî ziman ku ger ev peyman bê bicih anîn wê pêşiya tundiyê bê girtin û wiha got: “Bi taybetî di dadgehan de, cezayên kêm ên ji bo bersûcan tên dayîn, dibe sedama zêdebûna tundiya li dijî jinê. Ji ber ku zilamên ku jinan dikujin, wisan difikirin ku dê cezayek kêm bigirin. Divê siyaset li gorî nêrîn û ramanên jinan, polîtîkayên li dijî tundiyê pêş bixe. Lê niha rewş ne wisane. Polîtîkayên ku jin di navê de nebin, tu carî encam nagirin.”
Alpdemîr, bal kişand ser daniyên sala 2018’an û wiha got: “Li Tirkiyeyê, 137 stargeh hene. Ev hejmar pir kême. Divê hîn zêdetir stargeh vebin. Ji bo vê mijarê xebatek nû hat kirin. Şaredariyên ku ev yekê bi cih neyînin emê derbarê wan de dozê vekin. Jinên ku rastî tundiyê tên, ketin malên stargehan divê cara duyemîn rastî tuneyê neyin. Yanî weke karê paqiyê. Ji xwe jin rastî tundiyê heya, li derê jî rastî tuneyê tê. Jinên ku rastî tundiyê tên, berî her tiştî nizanin bi kuve biçin û serî li ku derê bidin. Di vê ku em derî bi derî herin, bikevin her malê de û jinan bi her awayî agahdar bikin.”
FERASETA XIZMETA CIVAKÎ
Alpdemîr, bal kişand ser jinên rastî tundiyê tên û wiha bilêv kir: “Jinên ku rastî tundiyê tên divê gilî bikin û li cihên ku biçinê divê ewlekariya wan baş bê girtin. Jin û zarokên rastî tundiyê tên, teqez li qereqolan xwe di ewlekariyê de nabînin. Ne raste ku kesê tundiyê dike û kesê rastî tundiyê tê, li heman cihî hev bibînin û hevdîtina wan bê kirin. Divê ku hemû saziyên li dijî tundî û îstîsmara jin û zarokan xebatan birêve dibin de, pisporên civakî, derûnnas û parêzer hebin. Heya ku ferasta civakî nebe, çareserî jî wê tune be.”
'SAZIYÊN HATINE GIRTIN DIVÊ BÊN VEKIRIN'
Alpdemîr, dest nîşan kir ku ew girtina saziyên jinan rast nabîne û wiha dawî li axaftina xwe anî: “Li bajarên herêmê saziyên jinan hatin girtin. Bi girtina saziyên jinan re tundiya li dijî jinê û kuştinên jinan zêdetir bûn. Divê saziyên jinan bên vekirin û ji bo vê xebat bên bi rêve birin. Me di vê çarçoveyê de li Rihayê koordinasyon ava kir. Xebatên me yên li herêmê dewam dikin. Siyaset û polîtikayên îstîsmara zarokan û kuştina jinan tuneye. Ji ber vê yekê, mijarên civakî û tundiya li dijî jinê, mijarên dûrî siyasetê ne. Divê ku sazî û komeleyên jinan ên hatine girtin, demildest bên vekirin.”
MA / Esra Solîn Dal