ENQERE - Jinên ku li gel hemû polîtîkayên dijminê jinan dixebitin, diyar kirin ku têkoşîna ku li cihê kar didin, bi hêz kirine û bal kişandin ser girîngiy piştevaniya jinan.
Li Tirkiyeyê yek ji pirsgirêkên herî girîng a li dijî jinan, di asta têrker de cih negirtina jinê ya di nav jiyana xebatê de ye. Ev yeke weke "tundiya aboriyê" tê nirxandin.
Li gorî daneyên "Bi statîstîkan Jin 2018" ku Saziya Statîstîkê ya Tirkiyeyê (TUÎK), herî dawî di sala 2019'an de beriya 8'ê Adarê Roja Jinan a Cîhanê aşkera kiribû, hejmara jinên ku dixebitin ji nîvê zilamên ku dixebitin jî kêmtir bû. Li Tirkiyeyê, rêjeya xebitandina ji 15 saliyan berjortir ji bo zilaman ji sedî 65,6 û ji bo jinan jinan jî ji sedî 28,9 bû.
JIN JI ZILAMAN KÊMTIR HEQDESTÊ DIGIRIN
Li gorî Rapora Keda Jinê ya Daîreya Lêkolînê ya Genel-Îş/Konfederasyona Sendîkayên Karkerên Şoreşger (DÎSK) ku di sala 2019'an de aşkera kiribûn, li Tirkiyeyê ji 20 milyonî zêdetir jin derveyî jiyana xebatê ne. Her wiha di raporê de agahiyên ku, ji 10 jinan tenê 3 jê tên istîhdamkirin, 3 milyon jin di hefteyê de ji 45 saetan zêdetir dixebitin, hejmara jinên ku ji bo sîgortaya bêkariyê serlêdan kirine ji sedî 57 zêde bûye û jin ji zilaman kêmtir heqdestê digirin, cih girtibûn.
Li gel ku tevlîbûna jinan a jiyana kar ewqas kêm bû jî di sala 2009'an de Wezîrê Dewletê yê demê Mehmet Şîmşek fatoraya bêkariyê li jinana birîbû û gotibû ku sedema bêkariyê tevlîbûna jinan a jiyana kar e. Di sala 2017'an de Serokkomarê AKP'î Recep Tayyîp Erdogan jî gotibû ku sedema bêkariyê jin û zêdebûna rêjeya ciwanên ku nû tevlî hêza kar dibinin.
ZILAM TUNDIYÊ JI SEDÎ 92'YÊ JINAN DIKIN
Ji ber polîtîkayên dijminên jinan ên desthilatê, jin di jiyana kar de kêm cih digirin û zilam tundî li wan dikin. Di daneyên ku herî dawî ji aliyê Konfederasyona Sendîkayên Kedkarên Cemaweriyê (KESK) ve hatibûn aşkerakirin de ji ber zayendiya xwe nîvê jinan cihêkarî li wan tê kirin û ji sedî 92'yê jinan zilam tundî li wan dikin.
Jinên ku li gel van hemû pirsgirekan dixebitin û keda wan nayê dîtin, têkoşîna ku didin ji Ajansa Mezopotamyayê (MA) re vegotin.
'BÛ SEDEM KU GELEK JIN BIBIN ENDAMÊ SENDÎKAYÊ'
Miyassa Şahîn (51) ku li navçeya Eryaman a Enqereyê weke berpirsyara aîdatan dixebite, bi têkoşîna xwe sendîkabûnê ku di jiyana xwe ya kar a 23'ê salan de dide gelek jinên derdora xwe kir sendîkayî. Şahîn, diyar kir ku divê di her mijarê de jin ji zilama bi bêztir bin û wiha got: "Piştî dibistana navîn li ber çokên dayikan xwe rûneniştim. Ez timik ev tişt dibêjim, ne jin û mir divê em mirov bigihînin. Ez di wê baweriyê de me ku heke em henû zarokan wiha bigihînin dê civakeke hê baştir û jiyaneke ku jin hê hêsantir ji xwe re kar bibînin çêbibe. Em ê li gorî îdarekirina xwe bibin jinên bi hêz."
'EM 8 SALAN BI GEFA JI KAR DERXISTINÊ RE RÛ BI RÛ MAN'
Şahîn, bi van gotinan qala têkoşîna xwe ya ji bo sendîkabûnê ya li cihê kar wiha vegot: "Ji ber ku hemû kedkar jinên çanda piştevaniyê rûniştiye. Dema em bûn endamên sendîkayê me gelek zehmetî kişand. Destpêkê em 65 jin bûn endam. Karsaz, piraniya mecbûr kir ku ji sendîkayê îstifa bikin. Em 2 jin man. Li gel ku gefa ji derxistina kar li me xwarin jî me hemuyan careke din bi rêxistin kir û kir endam. Nêzî 8 salan wiha berdewam kir. Piştre karsaz 43 kesan derbasî sîgortaya takekesî kir û nimareyeke din a sîgortaye da wan. Ew nebûn sendîkayî. Em hê jî 7 jin sendîkayî ne û têkoşîna me didome. Her sal dema peyman tê çêkirin ji me tê xwestin ku em ji sendîkayê îstifa bikin. Berê kîjan dem bixestina me didan xebitandin û heqdesta mesaiyê dikaribûn nedin me. Lê ji ber ku em niha sendîkayî ne, hemû betlaneyên xwe yên fermî bi kar tînin û îkramiye digirin."
'DIVÊ EM TÊKOŞÎNÊ BILIND BIKIN'
Di berdewama axaftina xwe de Şahîn, bal kişand ser bilindkirina têkoşîna jinan û ev tişt anîn ziman: "Gelek jin ji ber tundiya zilaman nikarin derkevin derve. Lê heke em di nav pişrtevaniyê de bin, em ê gelek tişt ji hev hîn bikin. Ez dibin şahid ku jineke dev ji hevjînê xwe ber dide û jineke ji xweşewîstê xwe vediqete, çiqas tundî li wan tê kirin. Di şertên welatê me de barê jinê giran e. Mînak dema ku hevjînê min seletê çêdike, ez dibihîzim ku bavê min jê re dibêje, 'tu çima çêdikî jin çêdikin'. Heke em wekheviya jin û zilam biparêzin dê welat gavek bi pêş ve biçe. Divê biçin qadan û li kuçeyan bên gel hev. Ji bihîstina dengê xwe û nîşandina hêza xwe divê em ne li kar li qadan bin."
JINÊN BÊ EWLE TÊN XEBITANDIN
Fadîme Guler (62) ku yek ji jinên bê ewle hatiye xebitandine, piştî xebata xwe ya 40 salan, niha li kuçeyan tiştên ku bi keda destên xwe çêkiriye, difiroşe û debara xwe dike. Guler, bi lêv kir ku zilam zilmê li jinan dikin û wiha got: "Bi ve nêrînê tevlî jiyana kar bûm. Piştî salên dirêj ku bê ewle xebitîm, ji ber ku temenê min mezin bûm min ji kar derxistin. Niha ki ber mezinbûna temenê min kes kar nade min. Heke sîgortaya min razandina niha teqawît bûbûm. Milet perîşan e. Em nikarin heqê av, ceyran û gaza siruştî bidin. Ez ditirsim wêne û dîmenên min nekişînin. Heke em piştevaniya hev nekin dê kes piştgiriya me nake."
'HEM LI MALÊ HEM JÎ KAR KED'
Lale Guvenç (45) ku li nexweşxaneyeke dewletê weke alîkarê nexweş dixebite, diyar kir ku weke jin xebitandin zehmet e û wiha axivî: "Em bi zilaman re heman karî dikin. Dema diçim malê jî ji ber ku bi dayik, bav û 2 zarokên xwe re dijîm, hem xwarinê çêdikim, kincan dişom, bi zarokên xwe re eleqedar dibim û mêvanên xwe pêşwazî dikim. Dixwazim ku heqdestga asgarî bê zêdekirin. Divê şertên jiyanê bên sererastkirin. Deynê min ê qrediyê heye nikarim bidim. Ji bo pêşeroja zarokên xwe karên zêdek jî dikim. Pêwîstiye me bi têkoşîna hevpar heye. Ez di wê baweriyê de me ku heke em hemû jin destê xwe bidim hev, dê hemû pirsgirêkan çareser bikin."
MA / Zemo Aggoz