AYDIN - Jinên ku ji bo debara xwe û malbata xwe bikin hem li nav erdan, hem jî li fabrîkeyan dixebitin, mafê wan ê sîgorte, ewlehiya karî û teqawidbûyînê tê binpêkirin. Jinan ku got "jiyana me perçe perçe bûye", bal kişandin ser girîngiya têkoşîna rêxistinbûyî.
Li navçeya Koşk a Aydinê jinên ku saloqat li fabrîkeya û li nav erdan dixebitin, ji ber ku sîgorteya wan 22 rojan tê razandin wekî karkerên demsalî tên nîşandan. Ji ber vê mafê wan ê tazmînatê û mesaiyê tê binpêkirin.
JI 12 SALIYA XWE DE DIXEBITE
Saadet Açi ya 50 salî diyar kir ku ji bo mafên xwe yên qanûnî bi dest bixin divê li ber xwe bidin.
Saadet, 30 sal berê ji navçeya Çêrmê ya Çewligê tevî malbata xwe hatiye navçeya Sûltanhîsar a Aydinê. Piştî vê diçin navçeya Nazîllî û dû re jî ya Koşkê. Saadet, anî ziman ku ji 12 saliya xwe de karê porteqal, pembû û tevrikê dike û got: "Gava em hatin vira ez biçûk bûm. Me pir zehmetî kişandin. Hem ji warê xwe dûr ketiyî û hatiyî cihekî nenas, hem jî di warê ziman de têdikoşî. Şert û mercên li vira ji bo min pir zehmet in. Bi taybetî jî di warê ziman de min pir zehmetî kişandin. Em bi zaravyê kirmanckî diaxivin, min bi tirkî nizanibû. Ji ber ku tikriya me tikriyeke şikestî bû, em qebûl nedikirin. Ji bo me rojine pir zehmet bûn. Hê jî em ji bo vê û ji bo nanê xwe li ber xwe didin."
Saadet, diyar kir ku gava neçe fabrîkeyê, diçe li nav erd dixebite û got: "Ji bo sîgorteyê neheqiyeke mezin heye. Bifikire, jinek 30 salan dixebite lê nikare teqawid bibe. Ew dixebite û heqê sîgorteya xwe dide. Ew rojên nayên dayîn, ew dide. Em saloqat dixebitin, lê belê me wekî karkerên demsalî nîşan didin. Loma em ji sîgorteyê sûdê nagirin. Di vî warî de şansê mêran zêdetir e. Em ê di 8'ê Adarê de li dijî vê newekhevî û cihêkraiyê dakevin qadan. Dixwaazim 8'ê Adara îsal li cîhanê ji bo jinan bibe wesîleya aştî û aramiyê. Dixwazim jin azad bibin."
BÊ SÎGORTE, BÊ EWLEHÎ
Nûrtedn Adibellî jî heman tiştî dike. Dayika 3 zarokan Nûrten ji 24 saliya xwe de di van şert û mercan de dixebite. Nûrten, anî ziman ku her roj saet di 6'ê sibê de dest bi kar dike heta pênc û nîvê êvarî dixebite lê belê tenê 60 lîreyî digire.
'20 TL'YÊ MÊRAN JI Ê WAN ZÊDETIR E'
Nûrten, anî ziman ku heqê rê û xwarinê jî ji kîsî wan e û got: "Gava em diçin malê heqê rê ji kîsî me ye, heqê xwarinê ji kîsî me ye. Yanî di çûnhatinê de jî pirsgirêk hene. Çawîş û patron li hev dikin, ew wesayîtê digirin û 20-30 kes li ser dilê hev dikevin hundirê wesayîtê. Ev rewş bêtir bandorê li me jinan dike. Em û mêran heman karî dikin, lê belê 20 TL'yê wan ji ê me zêdetir e. Gava em ji kar tên em karê malê jî dikin. Em bi zarokên xwe re eleqedar dibin. Em tu tahmê ji xwarina xwe nagirin. Jiyana me perçe perçeyî ye. Dixwazim keda jinê bê dîtin û şert û mercên wan jî wek ên her kersî bin. Divê jin di 8'ê Adarê de ji bo wekheviyê li qadan bin."
Mahîde Bîlîce (51) 20 sal in li fabrîkeyê dixebite û hevjînê wê jî li ser îneşatan dixebite. Mahîde,diyar kir ku sedema xebata bêsîgorte ji ber bêsendîkayîbûnê ye û bal kişand ser girîngiya têkoşîna rêxistinbûyî. Mahîde, destnîşan kir ku bêyî rêxistinbûyînê nabe û got, 12 mehan dixebitin lê wekî karkerên demsalî tên nîşandan.
MA / Esra Solîn Dal